Nobeta Edaletê ya Emîne Şenyaşar a di 2018’an de li navçeya Pirsûsa Rihayê hevjîn û 2 kurên wê ji aliyê parastvan û xizmên Parlamenterên AKP’î yê berê Îbrahîm Halîl Yildiz ve hatibû qetilkirin, li pêşiya Wezareta Edaletê di roja 109’an de dewam kir.
Şenyaşar nobeta xwe bi kurê xwe Parlamenterê Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (DEM Partî) Ferît Şenyaşar re domand.
Şandeya ku ji malbatên girtiyan û parlamentera DEM Partiyê Burcugul Çubuk û Serhat Eren pêk dihat ku bi Nivîsgeha Taybet a Wezareta Edaletê re hevdîtinê kirin, piştre serdana Emîne Şenyaşar kirin.
Xizma girtî Hanîfe Gumuş axivî û bi bîr xist ku Emîne Şenyşar 6 sal e çalakiya xwe didomîne û got: “Ger hinek wijdana wan hebe bila kurê wê yê girtî berdin. Ev dayik di berf û zivistanê de li vir diraweste. Hûn çawa xwe digirin? Êdî bes e ji vê zilmê re.”
Piştre Emîne Şenyaşar axivî û wiha got: “Edalet tune ye. Em tên vir her du deriyên Wezareta Edaletê jî digirin. Ez tenê tiştek dixwazim; bila kurê min berdin ez jî herim mala xwe. Yên ku malbata min qetilkirin ji derve digerin, kurê min di hucreya yek kesî de tê girtin. Me dixwest nêz bibe, niha jî dûrtir kirin kurê min şandin Amedê. Merhemeta yek ji wan jî tune ye.”
Xizma girtî Fehîme Poyraz jî bertek nîşanî rewşa Emîne Şenyaşar da û wiha axivî: “Kurên wê û hevserê wê qetil kirin, niha jî kurek wê girtî ye. Ma edalet, qanûn ev e? Em ê heta dawî li kêleka dayika Emîne ne, em jî êşa wê parve dikin.”
Xizma girtî Medîne Kaymaz jî berxwedana Emîne Şenyaşar silav kir û wiha pêde çû: “Li ser vê kursiyê, li erdê çalakiya xwe didomîne. Dilê me dişewite. Hem malbata wê hat qetilkirin hem jî kurê wê di girtîgehê de ye. Ev ne rast e, divê edalet bê pêkanîn. Ez têkoşîna dayika Emîne pîroz dikim.”
Emîne Şenyaşar ku piştî serdana şandeyê çalakiya xwe berdewam kir, piştre derbasî Meclîsê bû.