Şemî, 14 Adar 2026
  • Ji Bo Min
  • Favoriyên Min
  • Tomarên Min
  • Dîtinên Min
  • Blog
Video
Podcast
Zindî
Arşîv
Neşeriya Çalakiyan
Stêrk TV
  • DESTPÊK
  • ROJANE

    Li Bursayê ji êrîşkarên nijadperest re na, lê ji mexdûran re ceza

    Ji aliyê Stêrk TV

    Bezwan: Divê Kurd momentên jeopolîtîk rast binirxînin

    Ji aliyê Stêrk TV

    ROJEVA 14’Ê ADARA 2026’AN

    Ji aliyê Stêrk TV

    Tulay Hatîmogûllari li nexweşxaneyê serdana Çîçek Otlû kir

    Ji aliyê Stêrk TV

    Li navçeya Nîksar a Tokatê bi pileya 5.5 erd hejiya

    Ji aliyê Stêrk TV

    Şal weke ‘sûc’ hate nîşandan!

    Ji aliyê Stêrk TV
  • KURDISTAN

    Gundên Kurd-Elewî yên Gimgimê di xeteriyê de ne

    Ji aliyê Stêrk TV

    Ji bo şehîd Salih Muslim li Kerkukê merasîma sersaxiyê hat lidarxistin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Êrîşa li ser baregeha pêşmergeyan: 2 peşmerge jiyana xwe ji dest dan

    Ji aliyê Stêrk TV

    Salih Muslim li Mexmûrê hate bibîranîn

    Ji aliyê Stêrk TV

    Îranê êriş bir ser kampa PDK-Î ya li Soran

    Ji aliyê Stêrk TV

    Rêber Apo: Salih Muslim êdî nemir e, hêzeke rasteqîn e

    Ji aliyê Stêrk TV
  • JIN

    Dersim: Jin dikarin vê cîhanê biguherînin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Li çiyayên Kurdistanê coş û kelecana 8’ê Adarê berdewam dike

    Ji aliyê Stêrk TV

    Gerîlayên YJA Starê: 8’ê Adarê sembola berxwedana jinê ye

    Ji aliyê Stêrk TV

    Rewşa 80 jinên li girtîgeha Qerçekê di xeteriyê de ye

    Ji aliyê Stêrk TV

    YPJ: Hevrêyê me Hêzil Arjîn di êrîşên çeteyan de li Reqayê şehîd bû

    Ji aliyê Stêrk TV

    Rêxistina Efûyê: Li Xezeyê jin û zarokên keç di hedefa şer de ne

    Ji aliyê Stêrk TV
  • ÇAND Û HÛNER

    Ji Awazê Çiya klîba ‘Newroza Azadiyê’

    Ji aliyê Stêrk TV

    TEV-ÇAND: Ehmed Huseynî pira navbera nifşan bû

    Ji aliyê Stêrk TV

    Hunermend Mihemed Şêxo li Qamişloyê hat bibîranîn

    Ji aliyê Stêrk TV

    Şeva fîlman a Rojên Çanda Jinên Kurd ên Berlînê bi dawî bû

    Ji aliyê Stêrk TV

    Li Berlînê Rojên Çanda Jinên Kurd: Sembola bîra kolektîf, Govend

    Ji aliyê Stêrk TV

    Hunermendên jin: Xeta YPJ’ê ya herî pîroz e

    Ji aliyê Stêrk TV
  • CÎHAN
  • YÊN DIN
    • Gotar
    • Civak
    • Rojava
    • Gotar
  • 🔥
  • HEMÛ BAJAR
  • BEHDÎNAN
  • STENBOL
  • AMED
  • ENQERE
  • QAMIŞLO
  • ROJEV
  • KOBANÊ
  • WAN
  • ŞENGAL
  • HESEKÊ
  • ŞIRNEX
  • MÊRDÎN
  • RIHA
  • LEZGÎN
  • ÊLIH
  • COLEMÊRG
Nûçeyên Lezgîn
Li Şedadê êriş: Zarokek hat qetilkirin, bav û birayê wî birîndar bûn
Li Hewlêrê bi drone êrîşî otêlekî hat kirin
Gundiyên li dijî projeya GES’ê li ber xwe didin: ‘Em dest ji mêrgên xwe bernadin’
Bircên weşanê yên li Çiyayê Zimanko hate bombekirin
Bêçekkirina Şengalê xizmeta dijminên mirovahiyê ye
Dîtina TîpanAa
Stêrk TVStêrk TV
  • Kurdistan
  • Jin
  • Çand û Hûner
  • Cîhan
  • Rojava
  • Rojane
  • Cîhan
  • Civak & Ekolojî
  • Zanist
  • Ji Bo Min
  • Dîtinên Min
  • Tomarên Min
  • Favoriyên Min
Bigere
  • Kategorî
    • Kurdistan
    • Jin
    • Ciwan
    • Çand û Hûner
    • Cîhan
  • BAJAR
    • HEMÛ BAJAR
    • AMED
    • STENBOL
    • QAMIŞLO
    • ŞEHBA
    • REQA
    • WAN
  • JI BO TE
    • Ji Bo Min
    • Tomarên Min
    • Favoriyên Min
    • Dîtinên Min
  • RÛPEL
    • Podcast
    • Video
    • Wêne
    • Gotar
Hesabê we heye? Têketin
Me bişopîne
© Mafên belavkirinê li ba Stêrk TV parastî ne 2024. Hemû maf parastî ne.
Stêrk TV > Blog > Rojane > Xizmên windayan edalet xwestin
Rojane

Xizmên windayan edalet xwestin

Xizmên windayan û parêzvanên mafên mirovan li pênc bajaran çalakî li dar xistin û li aqûbeta windayan pirsîn û xwestin kiryar bên darizandin.

Stêrk TV
Stêrk TV Dîroka nûkirinê: 13. Kanûn 2025 Dema xwendinê: 10 dq.
Parvekirin

Xizmên windayan û Komeleya Mafên Mirovan (ÎHD) ku li Amed, Êlih, Riha, Colemêrg û Îzmîrê hatin cem hev û li aqûbeta windayan pirsîn, daxwaza darizandina kiryaran kirin.  

AMED

Xizmên Windayan û Rêveberên Şaxa Komeleya Mafên Mirovan (ÎHD) ya Amedê ji bo winda bên dîtin û kujer bên darizandin li pêş Bîrdariya Mafê Jiyanê ya Parka Koşuyolu ya Amedê di hefteya 879’emîn de çalakiya xwe ya heftane berdewam kirin. Xizmên Windayan, endam û rêveberên ÎHD’ê ya Amedê, Dayikên Aştiyê, rêveberên rêxistinên sivîl û gelek kes tevlî çalakiyê bûn. Di çalakiya vê hefteyê de li kujerên Atîlla Korkmaz hate pirsîn.

Ewil rêveberî Odeya Bijîşkan a Amedê Muhammet Cam axivî û diyar kir ku ev çend hefteye li vir xizmên windayan li aqûbeta xizmên xwe dipirsin. Mehmet Cam anî ziman ku îro behsa aştiyê tê kirin lê divê di serî de aştî bê vê qadê.

Paşê Rêvebera ÎHD’ê ya Amedê Berfîn Elçî axivî û diyar kir ku Atîlla Korkmaz dema hat windakirin 27 salî bû û li Amedê dijiya û got: “Li navçeya Rezanê ya Amedê marketekê Atîlla Korkmaz hebû. Di 8’ê Kanûna 1996’an de dema li marketê bû 3 polîsên sivîl hatin û gotin îfada te heye. Paşê Atîlla Korkmaz li wesayita bi plakeya 21 SV 545 siwar kirin û li gel xwe birin. Piştî ve bûyerê tu agahî ji Atîlla Korkmaz nehat girtin. Li gorî çavkaniyan di heman rojê de dema Atîlla diçû bankayê kesên sivîl wî dişopandin. Piştî hatiye marketê jî hatiye binçavkirin.”

Berfîn Elçî destnîşan kir ku hevsera Atîlla Korkmaz, Rasîme Korkmaz û bavê wî Necmettîn Korkmaz li serî dadgeh û dozgeriyê daye lê tu encam negirtiye û wiha axivî: “Di 2’yê Çileya 1997’an de Midûrê Emniyeta Amedê lli malbata Korkmaz digere û dibêje li Semsûrê 2 cenaze hatine dîtin û li gorên bêkesan hatine veşartin. Mamê Atîlla Korkmaz, Azmî Korkmaz diçe cenazeyê Atîlla Korkmaz teşhîs dike. Kesên ku li gel Atîlla Korkmaz hatibû dîtin jî Mahmut Onerari yê ku ji aliyê polîsan ve hatibû binçavkirin û windakirin. Di vir de jî derdikeve holê ku Atîlla Korkmaz û Mahmut Onerari piştî hatine binçavkirin, hatine înfazkirin.” 

Daxuyanî bi çalakiya rûniştinê bi dawî bû.

ÊLIH 

Şaxa ÎHD’ê ya Êlihê û xizmên windayan di hefteya 715’emîn a çalakiyên xwe de li ber Abîdeya Mafên Mirovan a li Kolana Gulistanê kom bûn. Çalakiya vê hefteyê li ser berpirsên kuştina Taybet Înan sekinî ku di roja 5’emîn a qedexeya derketina derve ya ku di 14’ê Kanûna 2015’an de li navçeya Silopiya ya Şirnexê hatibû îlankirin de hatibû kuştin û cenazeyê wê 7 rojan li kolanê mabû.

Çîroka Taybet Înanê ji aliyê Rêveberê Şaxa ÎHD’ê Huseyîn Elçî ve hate xwendin. Elçî çîrokê bi devê kurê Taybet Înanê, Mehmet Înan vegot. Çîrok wiha ye: “Dema ku dêya min cara yekem hat gulebarankirin, wan agahî da me û em ber bi wir ve çûn. Berî ku em bigihîjin, apê min hewl da ku biçe, lê wan ew jî gulebaran kir. Dema ku ez gihîştim wir, cîran apê min hildigirtin. Min got, ‘Dêya min,’ û wan got, ‘Ew li kolanê maye.’ Min xwest biçim, lê nehiştin. Ez giriyam û giriyam û giriyam. ‘Dêya min li nîvê kolanê ma, tenê wisa. Di destpêkê de, ew hinekî tevgeriya, paşê bi derbasbûna demjimêran, tevgerên wê kêm bûn. Me gazî her kesî kir; parlamenter, qeymeqam, walî… Me got, ‘Ji kerema xwe van qijikan dûr bixin, ew miriye, lê bila em cenazeyê wê bibin.’ Dêya min çi hîs kir? Dilê wê pir êşiya. Me qet bilêv nekir ku hez çi ye, lê hembêzkirineke wê hebû, berberî cîhanê bû; bi hezaran gotin nikarin wê hezê vebêjin. Dayika min tam heft rojan li kolanê ma. Kes ji me nikaribû razê, ji tirsa ku kûçik bên an çûk li ser wê deynin. Ew li wir ma, em 150 metre dûrî wê dimirin… Heft rojên dirêj, heft şevên bêdawî di sermaya zivistanê ya dijwar de. Tiştê herî bi êş ew e ku meriv nizane çend demjimêran birîndar maye. Xwezî ew tavilê bimira. We dêya min kuşt.” 

Daxuyanî bi çalakiya rûniştinê bi dawî bû.

RIHA 

Şaxa Rihayê ya Komeleya Mafên Mirovan (ÎHD) li ber Navenda Kirrûbirrê ya Novada Parkê bi boneya hefteya 63’yemîn a çalakiyên xwe yên bi dirûşmeya “Bila winda bên dîtin, kiryar bên darizandin” daxuyanî da. Daxuyanî ji hêla rêveberê ÎHD’ê Enes Milli ve hat xwendin. Di çalakiya vê hefteyê de li ser Ahmet Kalper sekinî ku di 7’ê Kanûna 1993’yan de ji nanpêjxaneya xwe ya li Sêweregê ya lê dixebitî bi zorê hatibû revandin.

Millî destnîşan kir ku Mustafa Kalper, birayê Ahmet, daxwazname ji gelek saziyan re nivîsandiye lê bersivek negirtiye û got: “Hefteyek şûnde, ji bo nasnameyê cenazeyek ku di bin pirekê de hatibû dîtin nîşanî me dan. Bê guman, nasname pir dijwar bû; cenaze nedihat naskirin û ew ne Ahmet bû. Çarenûsa Ahmet hîn jî ne diyar e, hîn jî tê veşartin. Di wê heyamê de, li Sêwreg, Curnê Reş, Wêranşar û Serêkaniyê mirov bi awayekî sîstematîk hatin revandin û kuştin; sûcdar hatin parastin. Ahmet jî qurbanê vê polîtîkayê bû.” 

COLEMÊRG

Şaxa ÎHD’ê ya Colemêrgê û xizmên windayan ji bo hefteya 205’emîn a çalakiya xwe li Kolana Hunerê ya navçeya Geverê ya Colemêrgê kom bûn. Di çalakiyê de ku pankarta bi nivîsa “Bil winda bên dîtin, kiryar bên darizandin” hat vekirin, wêneyên windayan hatin hilgirtin. Vê hefteyê, xizmên windayan daxwaza hesabpirsîna ji kiryarên kuştina Mehmet Reşît û Veysel Îşbilir kirin ku di 6’ê Kanûna 2013’an de hatin kuştin.

Hevserokê Şaxa Komeleya Mafên Mirovan (ÎHD) ya Colemêrgê Ozan Akbaş ku daxuyanî xwend, got: “Veysel û Mehmet Reşît Îşbîlîr ku li Geverê dijiyan, çûn karên xwe yên asayî, karê metal û tamîrkirina wesayîtan. Daxuyaniya çapemeniyê hatibû plankirin ji ber ku nûçeya ku goristanên li navenda bajêr ji aliyê hêzên ewlehiyê ve hatibû texrîbkirin, niştecihên bajêr aciz kiribû. 

Derdorê saet 3’yê piştî nîvro, ap û birazê ku nû karê xwe qedandibûn, ji bo beşdarbûna civîna çapemeniyê derketin rê. Di 6’ê Kanûna 2013’an de, di dema civîna çapemeniyê de ku girseyeke mezin lê kom bûbû, polîsan bêyî hişyariyekê bi gaza rondikrêj û guleyên plastîk mudaxile kir. Di navbera kesên direviyan û polîsan de alozî derket. Di cih de piştî vê yekê, tîmên tevgera taybet ên polîsan bi çekên lûledirêj gule li girseyê reşandin.” 

Akbaş bi bîr xist ku Veysel û Mehmet Reşît Îşbîlîr di encama gulebaranê de bi giranî birîndar bûne û got: “Veysel û Mehmet Reşît Îşbîlîr ku dema birîndar bûn birin Nexweşxaneya Dewletê ya Geverê, li ser nivînan îşkence li wan hat kirin. Pace û deriyên odeyên dermankirinê yên nexweşxaneyê hatin şikandin û yên ku çûn nexweşxaneyê îşkence li wan hat kirin. Piştre, ap û birazê wan ji ber birînên çekan mirin. Cenazeyên wan ji bo otopsiyê şandin Nexweşxaneya Zanîngeha Wanê ya Dursun Odabaşi. Di rapora otopsiyê ya pêşîn de hat destnîşankirin ku Mehmet Reşît Îşbîlîr ji 6 birînên çekan û Veysel Îşbîlîr jî ji 2 birînên çekan mir. Di lêpirsîna ku hat destpêkirin de, îfadeyên 6 polîsan hat girtin û piştî 6 mehan hatin girtin. Di lêpirsînê de tu pêşketin çênebûye. Çarenûsa Veysel û Mehmet Reşît Îşbîlîr ên ku hatin kuştin nayê zanîn û berpirsiyar nehatine eşkerekirin.”  

ÎZMÎR

Şaxa ÎHD’ê ya Îzmîrê li ber avahiya Sumerbank a Kevn a li Konakê çalakiya xwe ya duhefteyî berdewam kir. Di çalakiyê de ku pankartên bi nivîsên “Winda meseleya wijdanê ne, ji bo wan rabin ser pêyan” û “Winda diyar in, kiryar li ku ne?” hatin vekirin. Daxuyaniya çapemeniyê ji hêla Rêvebera Şaxa ÎHD ya Îzmîrê Hatice Erdogan ve hat xwendin.

Hatîce Erdoganê li aqûbeta Mehmet Ozdemîr (44) pirsî ku di 26’ê Kanûna 1997’an de li Amedê ji aliyê kesên çekdar ve li otomobîlekê hat siwarkirin, winda bû.

YÊN HATINE ÊTÎKETKIRIN HEMÛ BAJAR

Ji me agahî bistîne!

Eger tu bibî abone em ê nûçeyên lezgîn yekser ji maîla te re bişînin.
Eger tu bibî abone te we wateyê ku tu Polîtikaya Malpera Me dipejînî û dîsa tê wê wateyê ku tu Şert û Mercên me qebûl dikî. Tu kendî bixwazî dikarî ji abonetiyê derkevî
Çi Difikirî?
.0
.0
.0
.0
.0
.0
Nûçeya Berê QSD’ê êrîşa çeteyan têk bir
Nûçeya Pişt re Bila girtiyên nexweş bên berdan
Nirxandinek Bike Nirxandinek Bike

Nirxandinek Bike Cancel reply

You must be logged in to post a comment.

Me Bişopîne!

Tu dikarî li ser gelek platforman rûpelên me bişopînî.
FacebookBiecibîne
TwitterBişopîne
PinterestPîn bike
InstagramBişopîne
YoutubeSubscribe
TiktokBişopîne
TelegramBişopîne
Google NewsBişopîne
LinkedInBişopîne
- Frekans -
Ad image
- Frekans -
Ad image

Navarokên Li Pêş

4 mobesse hatin îmhakirin, derbe li çeperekê hate xistin

4 kamerayên mobesse yên ayîdê artêşa Tirk a dagirker hatin îmhakirin û çeperek hate îmhakirin.

Ji aliyê Stêrk TV

Lêkolînerên Çînî dest bi xebatên çandina riwekan a li Marsê kirin

Lêkolînerên Çînî bi armanca ku Marsê bikin gerstêrkeke hêşîn, dest bi lêkolîna çandina riwekên bejayî…

Ji aliyê Stêrk TV

Jinên Êzidî: Çavê gelên bindest li azadiya Rêber Apo ye

Jinên Êzidî diyar kirin ku ew roja 15’ê Sibatê ji roja fermanê girantir dibînin û…

Ji aliyê Stêrk TV

Ev jî di be ku bala te bikşînin

Rojane

Li Bursayê ji êrîşkarên nijadperest re na, lê ji mexdûran re ceza

Ji aliyê Stêrk TV
Rojane

Bezwan: Divê Kurd momentên jeopolîtîk rast binirxînin

Ji aliyê Stêrk TV
Rojane

ROJEVA 14’Ê ADARA 2026’AN

Ji aliyê Stêrk TV
Cîhan

Kûbayê piştrast kir ku bi DYA’yê re hevdîtin tên kirin

Ji aliyê Stêrk TV
Ya Berê Ya Pişt re
Stêrk TV
Stêrk TV
Stêrk TV

Li Ser Şopa Heqîqetê

Stêrk TV kanaleke pirziman ya nûçeyan e. Zimanê sereke ya kanalê kurdî ye. Kanal bi van zimanan nûçeyan diweşîne; kurmancî, soranî, goranî, hewramî, dimilî û îngilîzî.

Facebook Twitter Youtube Rss Medium
Kategorî
  • Kurdistan
  • Rojane
  • Çand û Hûner
  • Cîhan
  • Jin
  • Civak & Ekolojî
  • Zanist
Rûpel
  • Têkîlî
  • Frekans
  • Derbarê me de
  • Şert û Merc
  • Rêgezên Malperê
  • Kar Xwestin
  • Kunye

© Stêrk TV. Hemû mafê wê parastîne

adbanner
AdBlock Asteng Dike
Malpera me de reklam hene, ji ber vê sedemê malpera me bixin listeya spî ya AdBlock'ê
Temam, ez ê li listeya spî zêde bikim
Hûn bi xêr hatin

Têkevin hesabê xwe

Te paroleya xwe jibîr kir?