Rêveberên Şaxên Komeleya Mafên Mirovan (ÎHD) û xizmên windayan ên li Amed, Îzmîr, Colemêr û Êlihê bi boneya “Winda bên dîtin û kujer bên darizandin” çalakiyên xwe yên her hefte roja şemiyê pek tînin îro jî berdewam kirin.
AMED
Şaxa ÎHD’ê ya Amedê û xizmên windayan di hefteya 781’an de dîsa li pêş Bîrdariya Mafê Jiyanê ya Parka Koşuyolu ya Navçeya Rezan kom bûn û daxuyanî dan. Xizmên windayan dîsa di çalakiyê de pankarta ku wêneyên windayan û nivîsa “Bila winda bên dîtin û faîl bên darizandin” li ser hebû rakirin. Xizmên windayan disa wêneyên zarokên xwe yên winda rakirin û aqûbeta wan pirsin. Nûnerên rêxistinên civakî jî tev li daxuyaniyê bûn. Serokê Şaxa ÎHD’ê ya Amedê Ercan Yilmaz, anî ziman ku her hefte aqûbeta kesên ji ber fikrên xwe hatine windakirin dipirsin û wiha got: “Em îro li vir ji bo aqûbeta Serokê HADEP’ê yê navçeya Serdar Taniş û rêveberê HADEP’ê Ebubekir Deniz ku di 25’ê çileya 2001’an de hatin windakirin bipirsin kom bûn.
Di daxuyaniyê de Alî Riza Demîrtaş çîroka Taniş û Denîz ên di 25’ê çileya 2001’an de çûn Fermandariya Cendermeyan a Silopiyayê pişt re agahî jê nehate wergirtin xwend.
ÊLIH
Şaxa ÎHD’ê ya Êlihê û xizmên windayan li Êlihê jî di hefteya 617’an de li pêş Bîrdariya Mafê Mirovan a Kolana Gulistanê kom bûn û aqûbetna windayan pirsin. Xizmên windayan li vir ji pankarta “Bila winda bên dîtin û kujer bên darizandin” vekirin û wêneyên windayan rakirin. Di çalakiyê de rêveberên OHD, MEBYA-DER, Baroya Êlihê, DEM Partî, Namzetên Şaredariya Êlihê Gulistan Sonuk û Mehdi Oztuzun, rêvberên DEM Partî û DBP’ê di çalakiyê de amade bûn.
Xizmên windayan vê hefteyê aqûbeta Serdar Taniş û Ebubekir Deniz pirsîn û di çalakiyê de çîroka wan hate xwendin.
COLEMÊRG
Şaxa ÎHD’a Colemêrgê û malbatên windakiriyan di hefteya 107’emîn a çalakiyê de bi daxwaza “Bila windakirî bên dîtin, faîl bên darizandin”, li Kolana Hunerê ya navçeya Geverê civîyan. Dayikên Aştiyê, rêveberên DEM Partiyê û DBP’ê beşdar bûn. Beşdaran di çalakiyê de pankarta “Bila windakirî bên dîtin, faîl bên darizandin” vekirin û wêneyên kesên di bin çavan de hatine windakirin hilgirtin. Hevseroka Şaxa ÎHD’a Colemêrgê Sîbel Çapraz daxuyaniyê xwend.
Çapraz, çîroka bavê du zarokan Enter Ozdemîr ê 46 salî ku di 5’ê gulana 1994’an de li gundê Tiyarê yê navçeya Çelê ya Colemêrgê hate qetilkirin xwend. Çapraz, xwest ku demildest lêpirsîneke bibandor were destpêkirin, faîl bên derxistin û cezayên hewce bên dayîn. Çapraz, diyar kir ku dê tu car ev ji daxwaza edaletê ya ji bo Enter Ozdemîr bernedin.
ÎZMÎR
Li Îzmîrê jî ji bo winda bên dîtin û kujer bên darizandin Xizmên Windayan û Rêveberên ÎHD’ê daxuyanî dan. ÎHD’ê li pêş Sumerbank a Konakê ya berê daxuyanî da. Çalakgeran di çalakiyê de pankartên “Winda wîcdan in xwedî derkevin” û “Faîl diyar in, winda li ku ne” vekirin. Vê hefteyê aqûbeta Serdar Taniş û Ebubekir Deniz ên li Sîlopiyê li Fermandariya Cendirmeyan hatin windakirin pirsîn. Hevseroka ÎHD’a Îzmîrê Zîlan Gumuş daxuyanî xwend.