COLEMÊRG
ÎHD û xizmên windayan çalakiya xwe ya 220’an, li Kolana Hunerê lidar xist. Di çalakiya vê hefteyê de faîlên Bîşeng Anik (17) hatin pirsîn ku dema sala 1992’yan di Newroza Şirnexê de hate binçavkirin û piştre hate qetilkirin.
AMED
Li Amedê di hefteya 894’an a çalakiya “Bila winda bên dîtin, faîl bên darizandin” li ber Bîrdariya Mafê Jiyanê ya li Parka Koşuyolu dom kir. Di çalakiyê de aqûbeta Îlyas Eren hate pirsîn ku 11’ê Adara 1997’an li Amedê piştî hatî binçavkirin, hate windakirin.
ÊLIH
Li Êlihê çalakî di hefteya xwe ya 730’an de li ber Bîrdariya Mafên Mirovan a li Cadeya Gulistan dewam kir. Di çalakiya vê hefteyê de aqûbeta Îzzet Seven hate pirsîn ku sala 1998’an di meha Nîsanê de li Êlihê hate windakirin.
RIHA
Şaxa ÎHD’ê ya Rihayê di hefteya 70’an a çalakiya “Bila winda bên dîtin, faîl bên darizandin” de aqûbeta Ramazan Keskîn pirsî ku sala 1994’an dema ji bo xwendinê ji navçeya Wêranşar a Rihayê çûbû Amedê hate windakirin û piştî hefteyekê cenazeyê wî hate dîtin.
ÎZMÎR
Şaxa ÎHD’ê ya Îzmîrê ji bo aqûbeta windayan bipirse her du hefteyan carekê çalakiya rûniştinê lidar dixe. Di çalakiya vê hefteyê de pankartên “Winda diyar in, faîl li kuderê ne” û “Xwedî li windayan derbikeve” hatin vekirin. Ji rêveberên Şaxa ÎHD’ê ya Îzmîrê Evrîm Kubîlay daxuyanî xwend.

