Li Wanê xwendekar bi armanca ronîkirina bûyera mirina Rojîn Kabaîş û xurtkirina ewlehiya kampûsê çalakî dabûn destpêkirin. Xwendekaran, diyar kirin ku heta rayedarên zanîngehê û saziyên peywendîdar gavên şênber neavêjin ew ê çalakiya xwe bidomînin.
Xwendekarên ku li kampûsê çalakiya xwe dewam dikin ji ANF’ê re axivîn û nerazîbûnên xwe anîn ziman.
‘HETA SÛCDAR BÊN DARIZANDIN EV TÊKOŞÎN DÊ BIDOME’
Dîlan Ergûl, anî ziman ku ew ê rê nedin mirina Rojîn Kabaîş weke bûyerek ji rêzê bê destgirtin û got ku hêzên dewletê hewl didin pêşî li xwepêşandanan bigirin, “Em îro car din rastî mudaxeleya hêzên ewlehiyê hatin. Ciwan dengê xwe bilind dikin, lê dewlet nahêle xwendekar bi gel re hevdîtinê bikin. Dewletê ku kujeran diparêze, bi barîkatan li ber me radibe. Heta ku em encamê bigirin dê têkoşîna me bidome.”
Dîlan Ergûl, da xuyakirin ku daxwaza yekem a xwendekaran ravekirina ka çima rektor ketiye Saziya Tiba Edlî û îstifaya wî bû û wiha dom kir, “Rêveberiyek ku kujeran diparêze, nikare xwendekaran biparêze. Em dixwazin bizanin kujerê Rojîn kî ye, nimûneyên DNA yên kî ne. Em ji bo Rojîn edaletê dixwazin. Em dixwazin pêşî li kuştina jinan bigirin.”
Metîn Orak, jî destnîşan kir ku rayedarên zanîngehê û saziyên peywendîdar nikarin ji berpirsiyariyê xwe bidin aliyekî û wiha axivî, “Em bi rojan e li vir edaletê dixwazin. Ew naxwazin dengê me were bihîstin û ji ber vê me asteng dikin. Em li edaleteke ku li vir nîne digerin. Sûcdar diyar in, lê edalet nehatiye bi cih anîn. Divê hemû rewşên derbarê mirina Rojînê de werin zelalkirin. Çalakiyên me dê heta ku edalet pêk were berdewam bikin.”
Xwendekaran, banga hevgirtinê li her kesî kirin û daxwaza xwe ya “edaletê ji bo Rojîn” dubare kirin.

