Piştî ku Rêveberiya Xweser a Demokratîk ya Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê seferberî îlan kir, xwendekarên Fakulteya Bijîşkî ya Zanîngeha Rojava tevlî seferberiyê bûn. Bi vê yekê Rêveberiya Fakulteya Bijîşkî a Zanîngeha Rojava têkildarî sûcên ku li dijî gelê Efrînê tên kirin û koçberkirina wan cara duyem daxuyaniyek dan.
Daxuyanî li pêşiya avahiya Zanîngehê ya li bajarê Qamişloyê ji aliyê xwendekara bi navê Hemrîn Îbrahîm ve bi zimanê Kurdî hate xwendin.
Di daxuyaniyê de hat destnîşankirin ku ew weke xwendekarên Zanîngeha Rojava van êrîşên dewleta Tirk a dagirker şermezar dikin. Her wiha bang li hemû welatên cîhanê kirin ku bila van li hemerî van bûyerên bêdeng nemînin. Bi taybet jî bûyerên li ser gelê Efrîn qebûl nekin û li hemberî wan sînorekê ava bikin.
Her wiha xwendekaran di daxuyaniyê de dan zanîn ku ew ê tevlî êşa gelê xwe bibin. Ew amadebûyîna tevahiya alîkariyan dikin û amade ne ku hemû alikariyên xwe ji bo ji koçberên Şehbayê pêşkêş bikin.
Di dawiya daxuyaniyê de dubare bang li raya giştî hat kirin ku hemû rêxistinên mafê mirovan bê deng nemînin û rastiya dewleta Tirk û çeteyên wê nas bikin.