Xwendekarên Zanîngeha Şerq, gelê bajarê Reqa û endamên Desteya perwerdê ji bo bibîranîna berxwedana taxên Şêxmeqsûd û Eşrefiyê ya ku 5 rojan bi lehengî dom kir û ji bo giyana şehîdên her du taxan çalakiyek li dar xist.
Çalakî bi deqeyek rêzgirtinê dest pê kir. Dûre hevseroka Meclisa Xwendekaran Şîlan Hesen piştgiriya xwendekarên zanîngehê bi gelê Şêxmeqsûd û Eşrefiyê re nîşan da, sûcên li dijî welatiyan red kir û got pêwîstî bi parastina welatiyan heye.
Piştî axaftinê, xwendekaran diruşmên “Şehîd namirin” û “Bijî Berxwedana Şêxmeqsûd û Eşrefiyê” berz kirin, helbestên gotin, sînevîzyonek li ser jiyana berxwedanê û fermandar şehîd Ziyad Helebê hat pêşkêşkirin û mûm hatin pêxistin.

