Sêşem, 10 Sibat 2026
  • Ji Bo Min
  • Favoriyên Min
  • Tomarên Min
  • Dîtinên Min
  • Blog
Video
Podcast
Zindî
Arşîv
Neşeriya Çalakiyan
Stêrk TV
  • DESTPÊK
  • ROJANE

    ROJEVA 10’Ê SIBATA 2026’AN

    Ji aliyê Stêrk TV

    Înan ê piştî 32 salan hate berdan, li Êlihê bi girseyî hate pêşwazîkirin

    Ji aliyê Stêrk TV

    ETHA’yê banga piştevanî û nûçegihantiya bi dilxwaziyê kir

    Ji aliyê Stêrk TV

    Elyakut: Pevajoya li Rojavayê têkoşîna hebûn û statuya Kurdan e

    Ji aliyê Stêrk TV

    Bayik: Pêşveçûna pêvajoyê bi gavên pratîk ve girêdayî ye

    Ji aliyê Stêrk TV

    ROJEVA 9’Ê SIBATA 2026’AN

    Ji aliyê Stêrk TV
  • KURDISTAN

    Ciwanên tevlî seferberiyê bûn li Qeladizê bi girseyî hatin pêşwazîkirin 

    Ji aliyê Stêrk TV

    MIA-FED: Êrişên li dijî Kurdan sûcekî li hemberî Îslamê ye

    Ji aliyê Stêrk TV

    Li Şemzînanê konferansa yekîtiya demokratîk: Berxwedana Kurdan zîhniyeta netewe dewletan têk bir

    Ji aliyê Stêrk TV

    Li Mîdyadê Kurd, Suryan û Ereb ji bo Rojava meşiyan

    Ji aliyê Stêrk TV

    Li çiyayên Kurdistanê jinek serhildêr

    Ji aliyê Stêrk TV

    Ji bo Rojava meşa girseyî

    Ji aliyê Stêrk TV
  • JIN

    Jin a ku hêzên pasdaran êşkence lê kiribû, jiyana xwe ji dest da

    Ji aliyê Stêrk TV

    Rejîma Îranê 7 sal û nîv cezayê girtîgehê da Nergîz Muhammedî

    Ji aliyê Stêrk TV

    Li Saarbruckenê ‘Women Defend Rojava’ hat damezrandin

    Ji aliyê Stêrk TV

    YPJ’ê şehadeta Mizgîn Jiyan ragihand

    Ji aliyê Stêrk TV

    JINNEWS: 15 jin hatin kuştin, 11 jin bi gumanbarî mirin

    Ji aliyê Stêrk TV

    YJK-E: Nivîsa Der Spiegel parastina îdeolojîk a tundiya serdest a mêran e

    Ji aliyê Stêrk TV
  • ÇAND Û HÛNER

    Ji bo piştgiriya bi berxwedana Rojava strana ‘Cenga Netewî’

    Ji aliyê Stêrk TV

    Estetîka Berxwedanê: Rojava

    Ji aliyê Stêrk TV

    ‘Jinên Wêrek’ li ser dikê ne

    Ji aliyê Stêrk TV

    Ji bo bîranîna şehîd Ziyad Heleb û hevrêyên wî stranek hate çêkirin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Hunermend TrueLu: Têkoşînên me girêdayî hev in

    Ji aliyê Stêrk TV

    Yelda Ebbasî hate berdan

    Ji aliyê Stêrk TV
  • CÎHAN
  • YÊN DIN
    • Gotar
    • Civak
    • Rojava
    • Gotar
  • 🔥
  • HEMÛ BAJAR
  • BEHDÎNAN
  • STENBOL
  • AMED
  • ENQERE
  • QAMIŞLO
  • ROJEV
  • KOBANÊ
  • WAN
  • ŞENGAL
  • HESEKÊ
  • ŞIRNEX
  • MÊRDÎN
  • RIHA
  • LEZGÎN
  • ÊLIH
  • COLEMÊRG
Nûçeyên Lezgîn
DAÎŞ’ê êrîşa li Pakistanê girt ser xwe
Droneke bombebarkirî ya çeteyan hate xistin
Çeteyan li Çelebiyê darbeyek mezin xwar
Li bejahiya Kobanê bombardûmana çeteyan û tevgera hewayî ya dewleta Tirk
Êrişên çeteyên HTŞ-DAÎŞ’ê yên li ser gundên Kobanê dewam dikin: Birîndar hene
Dîtina TîpanAa
Stêrk TVStêrk TV
  • Kurdistan
  • Jin
  • Çand û Hûner
  • Cîhan
  • Rojava
  • Rojane
  • Cîhan
  • Civak & Ekolojî
  • Zanist
  • Ji Bo Min
  • Dîtinên Min
  • Tomarên Min
  • Favoriyên Min
Bigere
  • Kategorî
    • Kurdistan
    • Jin
    • Ciwan
    • Çand û Hûner
    • Cîhan
  • BAJAR
    • HEMÛ BAJAR
    • AMED
    • STENBOL
    • QAMIŞLO
    • ŞEHBA
    • REQA
    • WAN
  • JI BO TE
    • Ji Bo Min
    • Tomarên Min
    • Favoriyên Min
    • Dîtinên Min
  • RÛPEL
    • Podcast
    • Video
    • Wêne
    • Gotar
Hesabê we heye? Têketin
Me bişopîne
© Mafên belavkirinê li ba Stêrk TV parastî ne 2024. Hemû maf parastî ne.
Stêrk TV > Blog > Rojava > Xweparastinê bi rêxistinbûna jinê re xurt kirin
Rojava

Xweparastinê bi rêxistinbûna jinê re xurt kirin

Romedîna Beşîr a ku ji 14 saliya xwe û vir ve di nava Têkoşîna Azadiya Kurdistanê de cih digire, da zanîn ku bi saya rêxistinbûna jinan a ku bi Şoreşa Rojava re xurt bûye, wan xweparastin pêş xistine.

Stêrk TV
Stêrk TV Dîroka nûkirinê: 6. Tîrmeh 2024 Dema xwendinê: 7 dq.
Parvekirin

Endama Kongra Star Romedîna Beşîr destnîşan kir ku xweparastin û rêxistinbûyîn ji bo jinan bi qasî av û nan hewce û girînge û got, “Ev yek jî dikare bi pêşvebirina rêxistinbûyîn û xweparastinê di nava malbatê de bi jiyanî bibe.”

 

Hebûnên ku bi xweajoya beden û zîhniyetê ava bûne, bi hîskirina xeteriyê re dikeve ferqa girîngiya xweparastinê. Xweparastin ji bo mirovan weke reflekseke xwezayî derdikeve pêş û ji bo li dijî gefên hundir û derve xwe biparêzin û jiyaneke ewle ava bikin, bi rêxistinbûnê re xurtir dikin. Xweparastina jinê jî di misogerkirina xweparastina gel û zindiyan de diyarker e. Asta rêxistinbûnên jinan ji bo parastina mafên jinan, asta têkoşîna wê ya ji bo wekheviya zayendî û şîdeta li hemberî jinê, tevkariyê li pêşvebirina xweparastina civakê dikin.

Yek ji jinên ku di ferqa girîngiya xweparastinê de ye endama Rêveberiya Kongra Star a Taxa Xerbî Romedîna Beşîr e. Romedîna Beşîr a 44 salî, di nava malbateke Kurd a ji Qamişloyê de ji dayik bû. Romedîna Beşîr a ku di nava malbeteke ku hestên wê yên welatparêziyê zêde pêşneketiye de ji dayik bûye, di 14 saliya xwe de hatiye zewicandin. Romedîne Beşîr ku bi rêya hevserê xwe û malbata hevserê xwe Têkoşîna Azadiyê ya Kurdistanê ji nêz ve nas dike, ji sala 1994’an û vir ve têkoşîna xwe didomîne. Romedîna Beşîr ji sala 1994’an û pê ve di nava çalakiyên girseyî de cih girt. Romedîna Beşîr ji sala 2015’an û vir ve cihê xwe di nava xebatên Kongra Star de digire û têkoşîna xwe bi awayekî aktîf didomîne.

30 SAL IN TÊDIKOŞE

Romedîna ku di sala 1994’an de Têkoşîna Azadiya Kurdistanê nas kir wiha got, “Malbata min Kurd bû, lê ji Tevgera Azadiya Kurd dûr disekinîn. Piştî hatim zewicandin, min xwendekar bi rêya hevserê xwe û malbata hevserê xwe nas kir. Ew bûbûn mîna malbata min. Wê demê ji kadroyên PKK’ê re digotin xwendekar. Bi naskirina xwendekaran re, ez gihiştim wê encamê ku malbat di rêyeka rast da ye. Bê guman ji ber ku ez zarok bûm, cudahiya nêrîna van her du malbatan bû sedem ku ez nakokiyan bijîm. Ez neçar mam ku rêyekê hilbijêrim. Ji ber ku têkoşîna hevserê min û malbata wî bala min kişand, ez bûm welatparêz.”

TEVÎ ZEXTAN

Romedîna Beşîr, da xuyakirin ku ji ber zextên giran ên rejîmê di salên 1990’î de ew nekarin bi rehetî xwe bi rêxistin bikin û got, “Di wê demê de me nikarîbû gavên mezin biavêta, lê belê di encama her pêngava me avêtî de me encamên girîng bi dest dixistin. Em bi komên biçûk tevlî civînan dibûn. Di wê demê de me civînên xwe bi dizî pêk dianîn. Tevlîbûna van civînan, mîna ku tevlî çalakiyeke bi bandor bibe bû. Di bin zexta rejîmê de xebatên girseyî meşandin ne hêsan bû. Telefonek jî tune bû. Tevî ku pirsgirêka me ya ragihandinê hebû jî, di demeke kurt de em bi rêxistin bûn û dihatin cem hev.”

TÊKOŞÎNA JI BO MALBATEKE DEMOKRATÎK

Romedîne Beşîr ku dayika çar zarokan e, anî ziman ku malbata wê nedixwest ew di nava têkoşînê de cih bigire û wiha parve kir, “Ez di temenek biçûk de hatim zewicandin, lê piştî ku min Têkoşîna Azadiya Kurdistanê nas kir, min jiyana xwe bi vîna xwe ava kir. Min çar zarokên xwe bi fikra jina azad, hevjiyana azad û malbateke demokratîk mezin kir. Bê guman beriya Şoreşa Rojava ez û zarokên xwe di pêvajoyên dijwar de derbas bûn. Dayikeke ku xwe nasneke û perwerde neke, nikare ji zarokên xwe re jî bibe bersiv. Dayikek ku xwe perwerde neke, nikare zarokên xwe perwerde bike. Ev valahî herî zêde bi Şoreşa Rojava re hat tejîkirin. Şoreş wê bi rastî jî bi avakirina malbata demokratîk mezin bibe. Tişta ku me kirî bi temamî ev e.”

BI KOMUNAN RE RÊXISTINBÛN

Romedîna Beşîr a ku bi Şoreşa Rojava re di rêxistina komunê de cih girt got, “Avakirina komun û meclîsan ne hêsan bû. Bi taybetî hin alî tehemûla hebûna jinan a di nava komun û meclîsan de nedikirin. Bi avakirina Mala Jin re êrîşên psîkolojîk hê zêdetir bûn. Em bi astengiyên zîhniyeta serdestiya mêr rû bi rû man ku di nava civakê de kok girtiye. Lê di encama têkoşînê de me di sîstema komun û meclîsê de cih girt û heta Mala Jin ava kir. Pêşketina rêxistinbûyina jinê rasterast bandoreke erênî li ser her jinê kir. Hişt ku veguhere kesayeteke xwedî îradeyeke xurt. Bi vê rêxistinbûnê re armanca me bi serdanên malbatî re jin anîna cem hev bû. Her jinek di jineke din de veşartî bû. Rastiya ku jin hatin cem hev û bi vê hesiyan, rêxistinbûyîna me xurtir kir.”

XWEPARASTIN HÊ BÊHTIR JIYANIYE

Romedîna Beşîr, da xuyakirin ku bi rêxistinbûyîna jinê re xweparastina jinê bi pêş ketiye û got, “Divê beriya her tiştî, jin rêxistinbûyîn û xweparastin di şexsê xwe de pêk bîne. Jina ku xwe rêxistinkiriye û xweparastin pêşxistiye, divê di nava civaka xwe de jî pêş bixe. Ji bo jinê xweparastin û rêxistinbûyîn weke nan û avê hewce û girîng e. Bi pêşxistina rêxistinbûn û xweparastina di nava malbatê de ev yek dikare bi jiyanî bibe. Jina ku rastî êrîşên hundir û derve tê, ji bo ku bikaribe xwe ji dijmin û kevneşopiya civakê biparêze, divê ji bo avakirina malbateke demokratîk têbikoşe. Jinên rêxistinbûyî yên ku di nava komun, meclîs û hemû qadên jiyanê de cih girtin, bi vê sîstemê re xweparastina xwe bi pêş xistin. Jin xweparastina xwe ya aborî, civakî û leşkerî bi pêş xist, gihîşt wê astê ku li dijî êrîşên dijmin xwe û civaka xwe biparêze û li dijî êrîşên zîhniyeta serdest a mêr derketineke bi îrade nîşan bide

YÊN HATINE ÊTÎKETKIRIN QAMIŞLO

Ji me agahî bistîne!

Eger tu bibî abone em ê nûçeyên lezgîn yekser ji maîla te re bişînin.
Eger tu bibî abone te we wateyê ku tu Polîtikaya Malpera Me dipejînî û dîsa tê wê wateyê ku tu Şert û Mercên me qebûl dikî. Tu kendî bixwazî dikarî ji abonetiyê derkevî
Çi Difikirî?
.0
.0
.0
.0
.0
.0
Nûçeya Berê Li Îranê Pizîşkiyan bû serokkomarê nû
Nûçeya Pişt re Tantan: DEDAŞ ji bo desthilatdariyê amûreke baş e
Nirxandinek Bike Nirxandinek Bike

Nirxandinek Bike Cancel reply

You must be logged in to post a comment.

Me Bişopîne!

Tu dikarî li ser gelek platforman rûpelên me bişopînî.
FacebookBiecibîne
TwitterBişopîne
PinterestPîn bike
InstagramBişopîne
YoutubeSubscribe
TiktokBişopîne
TelegramBişopîne
Google NewsBişopîne
LinkedInBişopîne
- Frekans -
Ad image
- Frekans -
Ad image

Navarokên Li Pêş

Li Wan û Mêrdînê 3 şehîd hatin bibîranîn: Xeta wan rê nîşanî me dide

Li Wan û Mêrdînê bi pêşengiya TJA’yê ji bo Emîne Ercîyes, Zîn Zagros û Ekîn…

Ji aliyê Stêrk TV

‘Li dijî polîtîkayên zextê di 8’ê Adarê de em ê li qadan bin’

Rêvebera DBP’ê û aktivîsta TJA’yê bang li hemû jinan kirin ku di 8’ê Adarê de…

Ji aliyê Stêrk TV

Barzanî: Divê mafên gelê Kurd neyên binpêkirin

Hate diyarkirin kuSerokê PDK’ê Mesûd Barzanî di hevdîtina xwe ya bi Fermandarê Giştî yê QSD’ê…

Ji aliyê Stêrk TV

Ev jî di be ku bala te bikşînin

Rojava

Li Tirbespiyê tabûra Şehîd Laleş hat avakirin

Ji aliyê Stêrk TV
Rojava

Mazlûm Ebdî: Saziyên Rêveberiya Xweser dê hebûna xwe bidomînin

Ji aliyê Stêrk TV
Rojava

Asayîşa Kobanê û Ewlekariya Giştî ya Helebê ji bo rewşa gundewarê Kobanê civiyan

Ji aliyê Stêrk TV
Rojava

HTŞ nahêle ard biçe Siwêdayê: Firin rawestiyan, nan kêm bûye 

Ji aliyê Stêrk TV
Ya Berê Ya Pişt re
Stêrk TV
Stêrk TV
Stêrk TV

Li Ser Şopa Heqîqetê

Stêrk TV kanaleke pirziman ya nûçeyan e. Zimanê sereke ya kanalê kurdî ye. Kanal bi van zimanan nûçeyan diweşîne; kurmancî, soranî, goranî, hewramî, dimilî û îngilîzî.

Facebook Twitter Youtube Rss Medium
Kategorî
  • Kurdistan
  • Rojane
  • Çand û Hûner
  • Cîhan
  • Jin
  • Civak & Ekolojî
  • Zanist
Rûpel
  • Têkîlî
  • Frekans
  • Derbarê me de
  • Şert û Merc
  • Rêgezên Malperê
  • Kar Xwestin
  • Kunye

© Stêrk TV. Hemû mafê wê parastîne

adbanner
AdBlock Asteng Dike
Malpera me de reklam hene, ji ber vê sedemê malpera me bixin listeya spî ya AdBlock'ê
Temam, ez ê li listeya spî zêde bikim
Hûn bi xêr hatin

Têkevin hesabê xwe

Te paroleya xwe jibîr kir?