Rêxistina Jîngehê ya Îranê raporek li ser karesatên jîngehê li Rojhilatê Kurdistanê û Îranê weşand.
Li gorî raporê, daristanên Hirkanî ku di lîsteya Mîrata Cîhanî ya UNESCO’yê de cih digire, ji ber birîna neqanûnî, avakirina vîlayan û qirêjiyê, bi xetereya tunebûnê re rû bi rû ne. Zêdetirî ji sedî 30 ji daristanên berû yên Zagrosê li Rojhilatê Kurdistanê ji ber agir, nexweşî û hişkesaliyê wêran bûne.
Li gorî daneyên fermî, bêhtirî ji sedî 42 qadên avî hişk bûne û Gola Ûrmiyê bi rengekî cidî biçûk bûye. Li dora golê pirsgirêkek cidî ya jîngehê derketiye holê ku çandiniyê tehdît dike.
Ji ber hişkbûna qadên avî û bikaranîna sotemeniyê ya zêde, qirêjiya hewayê piraniya salê berdewam dike. Gelek bajar her sal bi sedan rojan bi şert û mercên hewayê yên giran re rû bi rû dimînin.
Di raporê de, her wiha hat gotin ku ji ber zêde bikaranîna ava binê erdê xetera hezaza axê zêde dibe. Nêzîkî ji sedî 11 ji erdê Îranê bi vê gefê re rû bi rû ye.
Pispor, dibêjin ku veguhestina çavkaniyên avê ji herêmên Kurdan ber bi deverên din, veberhênanên pîşesaziyê yên bi xerckirina avê ya zêde û polîtîkayên çandiniyê yên xelet krîza ekolojîk girantir dikin.
Ev krîza binyadî siberoja jiyanê bi rengekî cidî dixe xeteriyê û rê li ber pêleke mezin a koçberiya navxweyî vedike. Li gorî raporê rêya derbaskirina vê krîzê bi reformên bingehîn ên di sîstema rêveberiyê de pêk were, pêkan e.

