‘’Dema ku mirov di civaka xwe de cewherê polîtîka exlaqî pêş bixe, bi giştî tevlî pêşketina polîtîkaya exlaqî dibe û her weha gerdûnî dibe.’’
Rêber Apo/ Pirtûka Sosyolojiya Azadiyê
Berevajîkirina dîrokê ango rastîya cîvakekî, dikare ji ber sedemên cihêreng, di nav de berjewendiyên siyasî, îdeolojîk an çandî, û her weha ji ber çavkaniyên ne bes an jî ji şîrovekirina şaş pêk were. Lê dema mijar dibe Kurd ango Kurdistan em nkarin ûsa ji rêzê dest bigrin û binirxînin. Tu tişt li Kurdistanê tesaduf û ji rêzê nîne.
Li welatekî asta huner asta civakê nişan dide. Çiqas hunera wan pêşketibe hewqas civakekî pêşketî xuya dibe. Li cîhanê gelek welatên bi mînak hene kû mirov dikare bê dawî binivîse. Ji sinema bigrin hetta şano, muzîk, opera, folklorên netewî û dansên modern… Her welatekî hewl dide bi rîya hunera xwe civak û welatê xwe bigihîne astekî dakû li cîhanê cîhekî girîng bigre. Her welat bi rîya huner di civaka xwe da çi kême digre dest, dinirxîne û çawa dikare di civaka xwe da ev yek pêk bîne rêveçûnek ava dike. Bi taybet ev yek jî bi rîya sinema û rêzefilman pêşdixe.
Îcar werin em li Komara Tirkîyê û bi taybetî jî li asta hunera wan binêrin. Hemû rêzefîlm û filmên wan a sinema yan bi xistina exlaq rizandina malbat û civakê ye ango li ser mafya û pere ye. Û ve yekê nekû teşîr ango rexne bike dike, berovajî bi hilbijartina hin lîstikvanên naskirî bi awayekî kû rewşa rizandinê bide hezkirin û bide pêkanîn dike. Li şûna kû li civaka xwe bide hesandin, fikrandin û şiyar kirin dakû civak tekoşînê bike, berovajî li wan dide ferz kirin dakû hîn kurtir û xurtir bikin.
Em werin li film û rêzefilmên kû li Kurdistanê çêdikin mêze bikin. Di hemû rêzefilmên kû tên çêkirin de Kurd weke kesekî kujer ango nezan, Kurdistan jî wek axên bê ewle û tehdît nişan dikin. Dema mirov li wan filman dinêre mirov dibêje qey ev pêncî sale li Kurdistanê ti tişt ne hatîye guherandin. Ma qey çawa çêbû? Bes ez li vir dixwezim ji Kurdan bipirsim. Hun çawa vê yekê qebûl dikin? Hûn hetta kengê vê bêhurmetî û berovajîkirina çand û kevneşopîyan re bejin êdî bese û wan ji kolan û bajarên xwe biqewîtînin?
Dixwezim li vir mînakek bidim, di salên notî de dema Sovyet belav bû, gelek fîlm û rêzefilmên bîyanîyan li Rûsya xwe dan der. Civaka Rusya hetta wan deman bi filmên kû têde hest û ramanên welatparêzî hebû mezin bûn. Hemû berhemên wan li ser qehremanîya Şerê Cîhanê a Dûyemîn bû û di her berhemên wan de mirov wan rojan bi zindî jîyan dikir û ji bo hebûna xwe minnetdarê kesên kû jîyana xwe ji dest dan dibû. Ev yek gelek girînge ji bo hafıza civak û welatekî. Lê piştî salên 90’î film û rêzeflmên kû civakê di milê exlaqê de dirîzînin pêşxistin û ev yek bi jinê destpêkirin. Di filmên xweda ji keç û jinên ciwan re derketine ji gund û warên xwe vedigotin û hatina wan Moskowayê wek xilasbûna ji malbat û cahilbûnê nişan didan. Gelek keç berê xwe dan bajarên mezin û gelek ji wan aqubeta wan hê jî ne dîyare. Di sala 1998’an de li bajarê Gorkî gel rabû û serî rakir. Tenê ji bajarê Gorkî di nav sê salan de 680 jin çûn Moskowa ango Sank Petersbûrg û tû agahî ji wan ne hatin girtin. Dema pêla gel li bajarên cuda jî belav bû dewletê bes bi daxuyanîyekî kû keçên ciwan revîyane Ewropa xwe ji bûyerê paqij kir lê gel nesekînî. Cîhên sinema hatin protesto kirin û bang li dewletê kirin kû filmên kû keç û jinên ciwan dixe rîya bajarên mezin qedexe bikin. Ev yek sekn û helwesta gel nişan da û bûyer herkû çûn kêm bûn.
Tirk tên bajarên me, di kolan û malên me da film û rêzefilman çêdikin, henekên xwe bi çand, ziman, kevneşopî û hunera me dikin û em jî bi mêzekirina wan reytingên wan bilind dikin. Ma ne em hemû Kurdin û Kurdistanî ne de ka bejin di kîjan eşîr û malbatên me da hovîtîyek ûsa hebû ango edetên kû ew nişan dikin dihatin pêk anîn. Ya herî bi êş jî jinên Kurd kû di civaka me da cîhên wan hertim piroz û bi rêz bû, weke kî kû jin ne ti tişte nişan dikin. Û paradoksa herî mezin jî edelet, maf û huquq jî li Stenbol û Enqerê ye nişan dikin û li me ferz dikin. Yanî heger tu Kurdî û li Kurdistanêyî tu wek şexs û bi taybetî jî wek jin tuneyî lê heger berê xwe bidî bajarên Tirkîyê û heger bi tirkekî re bizewicî tuyî hebî û xwedî hertişt bî… Ma ne şerme ji mera? Dixwezim ji bo listikvanên kû ji xwera dibêjin ‘’em bi eslê xwe kurdin’’ jî çend gotin bêjim. Heger tû bi rastî hunermendî nehêle kû bi çand û hunera te bileyîzin. Na ger tû tenê ji bo pere dikî wê demê ji xwera nebêje hunermend, tu tenê dikarî bibî pêlîstok.
Li pêşberê me dijminê kû ji ti tiştê Kurd û Kurdistanê re rêz nagre heye û wek gelê Kurd kû bi sed salan bedel didin pêwîste wan di kolan û bajarên xwe da qebûl nekin. Yan wê rêz û hurmet bigrin yan wê biçin!!