Serdana komîsyona li meclîsê ya li Îmraliyê nîqaşên li ser pêvajoya çareseriyê careke din xiste rojevê. Prof. Dr. Mesût Yegen mijar li gel helwesta AKP û Erdogan nirxand.
Mesût Yegen di destpêkê de işaret bi daxuyaniya Serokatiya Meclîsê ya piştî serdana komîsyonê ya li Îmraliyê kir û got, “Ne tenê Serokatiya Meclîsê di zimanê hemû aktorên din de guhertinek heye. Yanî ev demeke, bawerim destpêkê têkildarî QSD’ê destpê kir. Tirkiyeyê dest bi bikaranîna zimanekî ku QSD’ê qebdul dike, kir. Burokrasî, bi taybetî jî endamên desthilatdariyê. Devlet Bahçelî jî di axaftina xwe ya li komê de zimanê xwe guhertin, dest bi destnîşankirina aştiyê kir. Û di koma meclîsê de bawerim yekemcar nîşan da ku fikrê civaka demokratîk dikare bê qebûlkirin, an jî li dora vî fikrî ev kar dikare bê kirin.
Dewlet, bi rêveçûna pêvajoyê re zimanekê xwe nû dike. Yanî ji zimanê terorê, ji zimanê ‘kujerê Îmraliyê’ êdî derbasî zimanê muxatabê rewa, nirxandina mijarê bi rengê civakî, siyasî û hiqûqî dibe. Ji vî alî ve rêveçûneke erênî heye.
Lê belê tenê bi vê yekê divê mirov nefikire ku kar qediya ye. Ji vê yekê dibe ku veger jî çêbibe. Gotinên hîn radîkal di pêvajoya çareseriyê ya beriya niha de jî hatibûn kirin. Lê divê mirov weke pêşketineke erênî bibîne. Lê di heman demê de divê mirov vê jî bibîne: Serokatiya Meclîsê jî di nav de bi taybetî aliyê AK Partiyê -Bahçelî û MHP ne welê ye lê belê Serokê Meclîsê û aliyê AK Patiyê welê ye- hîn jî naxwazin ku hevdîtina bi Îmraliyê re di nava civakê de bi qasî ku tê xwestin bê rewakirin. Ya rast, naxwaze zêde tevlî vî karê rewakirinê bibe. Dibînin ku mijar ber bi wî alî ve diçe; lê belê eger sibe, dusib veger ji vê bibe, naxwazin weke ku tevlî karê rewakirina Ocalan a weke muxatabê siyasî bê dîtin.
Rewşeke welê dualî heye. Li aliyekî pêşketineke erênî heye, li aliyê din jî hîn li aliyekî wêrekî nayê nîşandan, ku ev yek meseleyeke mezin e û dibe sedema rexneyan. Dawiya dawî yê ku vê meseleyê dimeşîne, belê dewlet e, lê belê rêveberê siyasetê jî hikumet e. Û eger ji vî karî bi serketî derkeve, ev serketin wê ji hikumetê re, ji AK Partiyê re bê nivîsandin. Lê belê AK Partî naxwaze rîskên vê pêvajoyê hilgire ser milê xwe. Ev yek jî dibe sedem ku aktorên din rexne bike û vê rexneyê jî gelekî mafdar dibînim.
Mînak, herî dawî Huseyîn Yayman helwestek nîşan da. Ji rojnamevanên ku jê pirsî re got, ‘Ez neçûm, ne li wir bûm’, lê piştre hate fêhmkirin ku çûye. Eger ev yek pêwendiya xwe bi ewlekariya pêvajoyê heye -ku zehmet e bi wî rengî be, ji ber ku heyetên cuda gelek caran çûn û hatin- çima xwe jê girt? Bi rêya rojnamevanan ji xwe me gelek caran bihîst ku heyet çûn û hatin.
Lewma eger fikareke ewlekariyê hebe, ser çavan, em bibêjin de bila; lê belê ihtimala vê zehmet e. Dibe ku bi vî rengî be; Eger Huseyîn Yayman bi xwe jî qanih nebû be, dibe ku gotibe ‘Eger navê min li vir bê bilêvkirin, gelo wê piştre çi pirsgirêkan bi xwe re bîne?’ Ev yek jî nîşan dide ku meseleyeke girîng heye ku divê bê çareserkirin.
Mesele ev e: Erdogan û rêveberên AK Partiyê êdî neçar in bi temamî xwedî li pêvajoyê derkevin, qebûl bikin ku ew pêvajoyê dimeşînin û ji civakê re vebêjin. Yanî ev pêvajo çima girîng e? Çima bêçekbûna PKK’ê, tevlîkirina endamên PKK’ê li nav acivakê girîng e? Divê vê yekê ji civakê re vebêjin.
Binihêrin, li gorî lêkolînek ku vê sibehê hate weşandin, civak gelekî piştgiriyê dide pêvajoyê lê belê piştgiriyê nade çûyîna Îmraliyê. Ji ber ku hikumet baweriyê di vê mijarê de nade mirovan, ji ber ku mirov di daxuyaniyên Erdogan de dudiliyê dibînin, xuya ye ji gavên bi vî rengî re ne amade ne.
Dema ku rewş bi vî rengî be ji xwe CHP, Yenî Yol, Partiya Saadetê û aktorên weke wan newêrin tevlî pêvajoyê bibin.”
Mesût Yegen anî ziman ku eger Bahçelî serkêşê hikumetê bûya, Serokkomar bûya wê ji aliyê pêvajoyê ve hîn baştir bûya û got, “Bêguman em vê yekê bi taybetî ji bo pêvajoyê dibêjin. Eger Serokkomar weke Bahçelî biaxiviya, wê demê aqûbeta pêvajoyê wê hîn ewle bûya. Bi dîtina min, civak jî wê niha rehet bûya.
Lê belê ji rêveçûnê me ev yek fêhm kir: Dema ku vê pêvajoyê destpê kir bi me hemûyan re rehetiyeke bi vî rengî hebû. Bahçeliyê bi salan, Bahçeliyê ku herî zêde li ber vê yekê radibû û partiya wî MHP eger gotibin bila ev kar bibe, wê demê ev mesele wê tekez pêk bê. Ji ber ku di rabirdûya AK Partiyê de aktorekî ku ev tecrûbe bi xwe pêk anî; Erdogan hebû. Lewma em di nava baweriyeke bi vî rengî de bû.
Lê belê bi rêveçûna pêvajoyê re me ev yek dît: Hin cih hene ku perspektîfên Bahçelî û Erdogan li hev nayên, her wiha ji aliyê leza rêveçûna pêvajoyê ve herdu hevkar di hin mijaran de ji hev cuda difikirin.”

