Yekşem, 11 Çile 2026
  • Ji Bo Min
  • Favoriyên Min
  • Tomarên Min
  • Dîtinên Min
  • Blog
Video
Podcast
Zindî
Arşîv
Têketin
Stêrk TV
  • DESTPÊK
  • ROJANE

    Peymangeha Teknîkê ya Helebce berxwedana Rojava silav kir

    Ji aliyê Stêrk TV

    ‘Êrişên li Helebê sûcekî eşkere yê li dijî mirovahiyê ye’

    Ji aliyê Stêrk TV

    Li Êlihê serdegirtina malan a ji ber Helebê: 4 kes hatin binçavkirin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Îran di kêliyên dijwar re derbas dibe: Di navbera şoreşa hêrsê û gefên şer de

    Ji aliyê Stêrk TV

    Dayikên Aştiyê wê ji bo Helebê biçin Enqereyê

    Ji aliyê Stêrk TV

    55 kes û rêxistinên civaka sivîl li dijî êrîşên li ser Helebê daxuyaniyeke hevpar dan

    Ji aliyê Stêrk TV
  • KURDISTAN

    Li Binarê Qendîlê piştgirî ji bo Helebê hat dayîn

    Ji aliyê Stêrk TV

    Komkujiya li Şêxmeqsûd û Eşrefiyê li Mexmûrê hat şermezarkirin

    Ji aliyê Stêrk TV

    ‘Divê hikûmeta demkî ya Sûriyeyê binçavkiriyan tavilê serbest berde’

    Ji aliyê Stêrk TV

    Konvoya ji şehîd û birîndaran gihîşt Hesekê

    Ji aliyê Stêrk TV

    Ji xwendekarên Zanîngeha Polîteknîk a Silêmaniyeyê çalakiya ji bo Helebê

    Ji aliyê Stêrk TV

    ‘Têkoşîna hevala Sara hilanîna tola gelê Dersimê bû’

    Ji aliyê Stêrk TV
  • JIN

    Êşkence û teşhîrkirina laşê jinên berxwedêr sûcên şer in!

    Ji aliyê Stêrk TV

    Zêdebûna mirina bi guman a jinan: Polîtîkaya bêcezahiştinê hêzê dide kujeran

    Ji aliyê Stêrk TV

    YPJ: Hêzên Parastina Jinan wê tu caran gav paşde neavêje

    Ji aliyê Stêrk TV

    YPJ: Hingî ku fedayiyên vî gelî hebin, serketin timî ya gelê me ye

    Ji aliyê Stêrk TV

    Jinên Abya Yala ji bo Rojava û Rojhilat banga piştgiriyê kirin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Li Wargeha Mexmûrê şehîdên Komkujiya Parîsê hatin bibîranîn

    Ji aliyê Stêrk TV
  • ÇAND Û HÛNER

    Ji Awazê Çiya Klîba “Agir”

    Ji aliyê Stêrk TV

    Li Liverpoolê Akademiya Çand û Hunerê ya Kurd vebû

    Ji aliyê Stêrk TV

    TEV-ÇANDˊê ji bo bîranîna Şîlan Kobanê klîpek çêkir

    Ji aliyê Stêrk TV

    Rotînda û Berfîn Memedova ji bo Rêber Apo stranek nû çêkirin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Helîm Yûsiv: Nivîs ji bo min weke oksîjenê ye

    Ji aliyê Stêrk TV

    Pirtûka ‘Welatê min ê çîrokan’ a Jîndar Ezgî derket

    Ji aliyê Stêrk TV
  • CÎHAN
  • YÊN DIN
    • Gotar
    • Civak
    • Rojava
    • Gotar
  • 🔥
  • HEMÛ BAJAR
  • BEHDÎNAN
  • STENBOL
  • AMED
  • ENQERE
  • QAMIŞLO
  • ROJEV
  • KOBANÊ
  • WAN
  • ŞENGAL
  • ŞIRNEX
  • HESEKÊ
  • MÊRDÎN
  • RIHA
  • ÊLIH
  • COLEMÊRG
  • HELEB
Nûçeyên Lezgîn
Li Şêxmeqsûdê agirbesta qismî hat ragihandin
Li Şêxmeqsûd çalakiyên fedayî
Li Çerxerêya Şîhan nuqteyek çeteya hedef hat girtin: Gelek çete hatin kuştin
Di êrîşa li ser Dêr Hafirê de 6 sivîl hatin qetilkirin
Çeteyên dewleta Tirk êrîşî depoyên genimê dikin
Dîtina TîpanAa
Stêrk TVStêrk TV
  • Kurdistan
  • Jin
  • Çand û Hûner
  • Cîhan
  • Rojava
  • Rojane
  • Cîhan
  • Civak & Ekolojî
  • Zanist
  • Ji Bo Min
  • Dîtinên Min
  • Tomarên Min
  • Favoriyên Min
Bigere
  • Kategorî
    • Kurdistan
    • Jin
    • Ciwan
    • Çand û Hûner
    • Cîhan
  • BAJAR
    • HEMÛ BAJAR
    • AMED
    • STENBOL
    • QAMIŞLO
    • ŞEHBA
    • REQA
    • WAN
  • JI BO TE
    • Ji Bo Min
    • Tomarên Min
    • Favoriyên Min
    • Dîtinên Min
  • RÛPEL
    • Podcast
    • Video
    • Wêne
    • Gotar
Hesabê we heye? Têketin
Me bişopîne
© Mafên belavkirinê li ba Stêrk TV parastî ne 2024. Hemû maf parastî ne.
Stêrk TV > Blog > Rojava > ‘Yek ji çekên herî sereke di koçberkirina gelan de Îslama Radîkal e’
Rojava

‘Yek ji çekên herî sereke di koçberkirina gelan de Îslama Radîkal e’

Şêxê Terîqeta Qadirî li Sûriyeyê Şêx Mihemed El Qadirî diyar kir ku bandora ol li ser koçberkirinê hêmaneke sereke ye û bal kişand li ser Îslama Radîkal.

Stêrk TV
Stêrk TV Dîroka nûkirinê: 4. Îlon 2024 Dema xwendinê: 4 dq.
Parvekirin

Bîlançoya koçberiyê li cîhanê her roj zêde dibe. Her wiha ev koçberî welatên ku lê şer heye hîn zêdetir xuyanî dibe. Şêxê Terîqeta Qadirî li Sûriyeyê û Şêwirmendê Kongra Îslama Demokratîk a Bakur û Rojhilatê Suriyeyê Şêx Mihemed El Qadirî li ser mijarê axivî. Şêx Mihemed El Qadirî got: “Hêrî zêde li ser koçberiyê, ola ku şaş tê pênasekirin bandorê dike.”

‘BI FETWAYÊN REŞ KOÇBERIYÊ FERZ DIKIN’

 

Şêx Mihemed El Qadirî da zanîn ku badora olan li ser koçberiyê hêmaneke bingehîn e û wiha pêl da gotinên xwe: “Li cîhanê pêla koçberiyê di asteke jor de ye û pir sedemên wê jî hene. Lê dema em berê xwe bidin Herêma Bakur û Rojhilatê Suriyeyê gelê me yê ku ji şer bandor nebûye nemaye. Gelê Efrîn, Serê Kaniyê û Girê Sipî di encamê êrîşe dewleta Tirk de hatin koçber kirin. Her wiha çeka herî bi bandor a ku qirkirin û koçberiyê bi xwe re tîne Îslama Radîkal e. Ev jî di bin siyaseta dewletên hegemon û dijminan de bûye çeka herî giran. Ev çeka herî giran ne tenê li ser misilmanan ferz dikin, li ser birayên me yên Êzîdî û Hrîstiyan tên ferz kirin û ji ber wê sedemê jî bi sed hezaran komkujî pêk anîn. Koçberiyeke bi darê zorê di nav wan de pêkan kirin. Dijmin di bin siya Îslamê de fetwayên reş di nava civakê de ferz dike û tirsekê di nav gelan de dide ava kirin. Bi vê rêyê bi hezaran kes ji çand û nasnameya wan dûr kirin û çanda xwe ferz kirin. Wek ku Erdogan xwe xelifeya dewamiya Îslamê dibîne û dibêje mafê min heye ez xaka her civakê dagir bikim. Bi vê yekê Efrîn, Serê Kaniyê û Girê Sipî bi şêwazeke dûrî mirovahiyê, hovane dagir kir û gel koçber kir. Ev jî bi armanca ku guhertina demografîk pêk bîne destpê kir.”

‘ÇEKA HERÎ GIRAN Û KUJER ÎSLAMA RADÎKAL E’

Şêx Mihemed di dewama axaftina xwe de anî ser ziman ku ji destpêka dîrokê heya roja me ya îro dewleta Tirk a dagirker herî zêde dijminatiya Kurdan kiriye, hewil daye ku wan koçber, tune bike û pê de çû: “Ji demên herî kevin ve dewleta Tirk a dagirker Kurdan dikir hedef ku wan ji cihê wan koçber bike. Bi rê û rêbazên cûda ev yek dikir lê herî zêde jî bi çeka herî giran û kujer Îslama radîkal dipejirand.”

‘DAGIRKERIYA DEWLETA TIRK LI DIJÎ ÎSLAMÊ YE’

Şêx Mihemed El Qadirî bang kir ku li hember Îslama Radîkal pêwîste xwedî têkoşîn bibin û wiha dawî li axaftina xwe anî: “Divê em van fetwayên şaş qebûl nekin. Wek Kongra Îslama Demokratîk hewil didin ji tevahî cîhanê re tekez bikin ku Îslam bi cewherê xwe pir pak û aştîxwaz e. Lê dewletên kapîtalîst û hegemon di bin navê Îslamê (Îslama Radîkal) de gelek xirabî, koçberkirî, komkujî û kuştin bi serê gelan anî ye. Hemû kesên ku navê Îslamê xirab dikin û ji bo berjewendiya xwe bi kar tînin, bila baş bizanibin Îslamiyeta wan qebûl nabe, ji ber daxwaza wan her tim qirkirina gelan e. Di Îslamê de hatiye gotin ku ev kesên xwe dikin oldar û sofî di bin navê sofîtiyê de bê exlaqiyan dikin. Ev jî dide xuyakirin ku dagirkeriya dewleta Tirk li dijî Îslamê ye û tenê ji bo berjewendiyên xwe yên takekesî xwe bi navê Îslamiyetê nîşan dide.”

YÊN HATINE ÊTÎKETKIRIN QAMIŞLO

Ji me agahî bistîne!

Eger tu bibî abone em ê nûçeyên lezgîn yekser ji maîla te re bişînin.
Eger tu bibî abone te we wateyê ku tu Polîtikaya Malpera Me dipejînî û dîsa tê wê wateyê ku tu Şert û Mercên me qebûl dikî. Tu kendî bixwazî dikarî ji abonetiyê derkevî
Çi Difikirî?
.0
.0
.0
.0
.0
.0
Nûçeya Berê Li Ûkraynayê di êrîşa Rûsyayê de 51 kes mirin
Nûçeya Pişt re Hêzên Ewlekariya Hundirîn nasnameya şehîdekî eşkere kir
Nirxandinek Bike Nirxandinek Bike

Nirxandinek Bike Cancel reply

You must be logged in to post a comment.

Me Bişopîne!

Tu dikarî li ser gelek platforman rûpelên me bişopînî.
FacebookBiecibîne
TwitterBişopîne
PinterestPîn bike
InstagramBişopîne
YoutubeSubscribe
TiktokBişopîne
TelegramBişopîne
Google NewsBişopîne
LinkedInBişopîne
- Frekans -
Ad image
- Frekans -
Ad image

Navarokên Li Pêş

‘Dewleta Tirk li hemberî berxwedana gerîla têk diçe’

Şêniyên Kobanê diyar kirin ku dewleta Tirk li hemberî berxwedana gerîla têk diçe û gotin:…

Ji aliyê Stêrk TV

Rêber Apo: Bi biryar im ku pêvajoyê bi ser bixînim

Parlamenterê DEM Partiyê Omer Ocalan anî ziman ku di hevdîtina cejnê ya dawiya meha Adarê…

Ji aliyê Stêrk TV

Dewleta Tirk 20 koçberên Efrînê revandin

Çeteyên dewleta Tirk a dagirker 20 kesên ji Şehbayê vegeriyan Efrînê revandin.

Ji aliyê Stêrk TV

Ev jî di be ku bala te bikşînin

Rojava

Cenazeyê Şehîd Ziyad Heleb li Kobanê bi girseyî hat pêşwazîkirin

Ji aliyê Stêrk TV
Rojava

Li Qamişloyê bi hezaran kes karwana ku ji Dêr Hafirê vegeriya pêşwazî kir

Ji aliyê Stêrk TV
Rojava

Heyva Sor a Kurd:Nêzî 100 birîndar ji Şêxmeqsûdê hatin derxistin

Ji aliyê Stêrk TV
Rojava

Komkujiyên li Şêxmeqsûd û Eşrefiyê hatin şermezarkirin

Ji aliyê Stêrk TV
Ya Berê Ya Pişt re
Stêrk TV
Stêrk TV
Stêrk TV

Li Ser Şopa Heqîqetê

Stêrk TV kanaleke pirziman ya nûçeyan e. Zimanê sereke ya kanalê kurdî ye. Kanal bi van zimanan nûçeyan diweşîne; kurmancî, soranî, goranî, hewramî, dimilî û îngilîzî.

Facebook Twitter Youtube Rss Medium
Kategorî
  • Kurdistan
  • Rojane
  • Çand û Hûner
  • Cîhan
  • Jin
  • Civak & Ekolojî
  • Zanist
Rûpel
  • Têkîlî
  • Frekans
  • Derbarê me de
  • Şert û Merc
  • Rêgezên Malperê
  • Kar Xwestin
  • Kunye

© Stêrk TV. Hemû mafê wê parastîne

adbanner
AdBlock Asteng Dike
Malpera me de reklam hene, ji ber vê sedemê malpera me bixin listeya spî ya AdBlock'ê
Temam, ez ê li listeya spî zêde bikim
Hûn bi xêr hatin

Têkevin hesabê xwe

Te paroleya xwe jibîr kir?