Yekşem, 22 Mijdar 2026
  • Ji Bo Min
  • Favoriyên Min
  • Tomarên Min
  • Dîtinên Min
  • Blog
Video
Podcast
Zindî
Arşîv
Neşeriya Çalakiyan
Stêrk TV
  • DESTPÊK
  • ROJANE

    Girtiya nexweş Evîn Zapsû: Em ji pêvajoyê bawer dikin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Tulay Hatîmogûllari: Ji bo çareserkirina pirsgirêkên cotkaran em talîbê rêveberiyê ne

    Ji aliyê Stêrk TV

    Nobeda li pêşiya Wezareta Edaletê ya ji bo girtiyên nexweş di roja 6’emîn de ye

    Ji aliyê Stêrk TV

    Di Konferansa YCK-KURD Çukurovayê de banga ji bo rêxistinbûn û jiyana komînal

    Ji aliyê Stêrk TV

    Li Dersim tayînkirina qeyûman di salvegera duyemîn de hate şermezarkirin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Heyeta Îmraliyê ya DEM Partiyê çû Îmraliyê

    Ji aliyê Stêrk TV
  • KURDISTAN

    Li Qamişloyê mêr li dijî tundiya li jinê meşiyan

    Ji aliyê Stêrk TV

    Gerîlayên HPG û YJA Starê salvegera damezrandinê ya 48’an a PKK’ê nirxandin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Hejmara kesên li Awdananê hatin binçavkirin, gihîşt 12’an

    Ji aliyê Stêrk TV

    Ûgûr Kaymaz û bavê wî hatin bîranîn

    Ji aliyê Stêrk TV

    YNK û PDK’ê li Hewlêrê hevdîtin pêk anîn

    Ji aliyê Stêrk TV

    HPG’ê nasnameya 5 şehîdên Rojhilat eşkere kir: Şehîd pisûlaya me ne

    Ji aliyê Stêrk TV
  • JIN

    ‘Jin têkoşîna hebûnê didin’

    Ji aliyê Stêrk TV

    Koçberî, xizanî û tundî: Şerê bêdawî yê li dijî jinan

    Ji aliyê Stêrk TV

    Li gelek bajaran çalakiyên 25’ê Mijdarê

    Ji aliyê Stêrk TV

    Encamnameya civîna Platforma Yekîtiya Neteweyî ya Jinên Kurd

    Ji aliyê Stêrk TV

    Xizaniya jinan kûrtir dibe: Di serlêdanên DÎKASUM’ê de daxwaza piştgiriya aborî di rêza yekem de ye

    Ji aliyê Stêrk TV

    Divê jin li dijî hişmendiya baviksalar di komînan de xwe bi rêxistin bikin

    Ji aliyê Stêrk TV
  • ÇAND Û HÛNER

    Hunermendên jin: Jin azad nebe aştî û edalet jî nabe

    Ji aliyê Stêrk TV

    Artêşa Sûdanê êriş kir: 4 jê zarok 15 kes mirin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Mihrîcana Filman a Rojava ya Navneteweyî di roja 3’yemîn de didome

    Ji aliyê Stêrk TV

    10’emîn Festîvala Navneteweyî ya Şanoya Kolanê li Kerkûkê dest pê kir

    Ji aliyê Stêrk TV

    Omer Bîçer: Divê sînemaya Kurd di pêvajoya aştiyê de hişê dîrokê biafirîne

    Ji aliyê Stêrk TV

    Uysal: Hêza çêker û hevgirtinê ya hunerê dikare tevkariyê li pêvajoya aştiyê bike

    Ji aliyê Stêrk TV
  • CÎHAN
  • YÊN DIN
    • Gotar
    • Civak
    • Rojava
    • Gotar
  • 🔥
  • HEMÛ BAJAR
  • AMED
  • STENBOL
  • BEHDÎNAN
  • ENQERE
  • ROJEV
  • QAMIŞLO
  • KOBANÊ
  • WAN
  • ŞENGAL
  • HESEKÊ
  • ŞIRNEX
  • MÊRDÎN
  • RIHA
  • LEZGÎN
  • ÊLIH
  • COLEMÊRG
Nûçeyên Lezgîn
Girtiyê 30 salan Tekin hate berdan: Em ê têkoşînê mezin bikin
Li Hewlêrê mirina bi guman a jinekê
Petrola di ser Îranê re ji bo Efganistanê hate birin wê bê lêkolîn
Agahî ji 2 jinên Kurd ên li Îranê hatin binçavkirin nayê wergirtin
Dadgeriya Îranê cezayê darvekirinê yê li 4 çalakgeran hatibû birîn erê kir
Dîtina TîpanAa
Stêrk TVStêrk TV
  • Kurdistan
  • Jin
  • Çand û Hûner
  • Cîhan
  • Rojava
  • Rojane
  • Cîhan
  • Civak & Ekolojî
  • Zanist
  • Ji Bo Min
  • Dîtinên Min
  • Tomarên Min
  • Favoriyên Min
Bigere
  • Kategorî
    • Kurdistan
    • Jin
    • Ciwan
    • Çand û Hûner
    • Cîhan
  • BAJAR
    • HEMÛ BAJAR
    • AMED
    • STENBOL
    • QAMIŞLO
    • ŞEHBA
    • REQA
    • WAN
  • JI BO TE
    • Ji Bo Min
    • Tomarên Min
    • Favoriyên Min
    • Dîtinên Min
  • RÛPEL
    • Podcast
    • Video
    • Wêne
    • Gotar
Hesabê we heye? Têketin
Me bişopîne
© Mafên belavkirinê li ba Stêrk TV parastî ne 2024. Hemû maf parastî ne.
Stêrk TV > Blog > Kurdistan > Yekemîn roja ‘Meşa Demokrasiyê’ bi dawî bû
Kurdistan

Yekemîn roja ‘Meşa Demokrasiyê’ bi dawî bû

Roja yekem a "Meşa Demokrasiyê" bi piştgirî û coşa gel bi dawî bû. Di civînên gel de hat gotin ku ew ê destûrê nedin desteserkirina vînê.

Stêrk TV
Stêrk TV Dîroka nûkirinê: 10. Hezîran 2024 Dema xwendinê: 5 dq.
Parvekirin

“Meşa Demokrasiyê” ya ku li dijî desteserkirina vîna li Colemêrgê hatiye destpêkirin û wê 3 rojan bidome, roja yekem bi coş bi dawî bû. Meşa ku beriya mîtînga 13’ê Hezîranê bi dirûşma “Şaredarî ya gelan e, em ê destûrê nedin desteserkirinê” destpê kir, ji aliyê Kongreya Civaka Demokratîk (DTK), Kongreya Demokratîk a Gelan (HDK), Partiya Herêmên Demokratîk (DBP), Tevgera Jinên Azad (TJA) DEM Partî, Tifaqa Ked û Azadiyê, pêkhateyên DEM Partî û Rêxistinên Sivîl ve hate lidarxistin. Beşdarên meşê pêşmalkên  “Em ê rê nedin  qeyûman” hatibûn nivîsandin li xwe kirin û gund bi gund geriyan.

‘GEL XWEDÎ LI VÎNA XWE DERDIKEVE’

Meş danê sibehê ji Şemzînanê destpê kir û berê bi gundê Şapatanê ve dest bi meşê kirin.

Meşvan bi dirûşmeyan ketin nava gund û demekê bi gelê ku ew pêşwazî kirin re sohbet kirin.

Li ser navê meşvanan parlamenterê DEM Partiyê Serhat Eren axivî û got, “Me îro li dijî desteserkirina vînê dest bi meşa demokrasiyê kir. Gelê me jî xwedî li vîna xwe derdikeve û destekeke mezin dide. Em hemû gelên xwe vedixwînin mîtînga ku em ê di 13’ê Hezîranê de bê lidarxistin.”

Li aliyê din gel diyar kir ku ew ê li dijî desteserkirina vîna wan li ber xwe bidin û ew ê li cem gelê Colemêrgê bin. 

EV MEŞA HETA KU DESTESERKIRIN BI DAWÎ BIBE WÊ BIDOME

Piştre jî meşvanan bi berzkirina dirûşmên “Jin, jiyan, azadî” û “Şaredarî yên me ne,” qeyûm biciheme” berz kirin û ji Kaniya Qeymeqamtiyê heta Derbenda Harûna û ji wir jî heta gundê Bîrahorê meşiyan. Meşvanan gel vexwend mîtînga li vir û piştre ber bi gundê Sipîndarokê ve bi rê ketin. Meşvan bi çoşeke mezin hatin pêşwazîkirin û li vir xwarin û vexwarin dane meşvanan. Meşvanan li vir demekê bi gel re sohbet kirin û li gundê Çemê Mîra û navçeya Şemzînanê civîna xwe bi dawî kirin. 

Piştre jî bi konvoyek qelebalix derbasî gundê Serdeşt a Geverê bûn. Li vir jî meşvanan der barê mîtîngê de agahî dan kesên ku ew pêşwazî kirin. Gundiyan bertekên xwe yên li dijî desteserkirina vînê anîn ziman û diyar kirin ku ew ê teslîmî polîtîkayên qeyûman nebin û ji hemû kesên xwedî wijdan xwestin ku beşdarî mîtîngê bibin. 

Meşvan li gundê Pagê bûn mêvanên dawetekê. Gel bi dirûşmeyan ew pêşwazî kirin bi hev re govend gerandin.

Parlamentera DEM Partiyê Oznûr Bartin li vir axivî û got, “Di 13’ê Hezîranê de li dijî vîna gelê Colemêrgê qeyûm hat tayînkirin. Weke kesên ku vê zilmê qebûl nakin em ber bi Colemêrgê ve dimeşin. Ev meş wê bi gelê me re bidome. Heta ku desteserkirina vîna gelê me bi dawî nebe, ev meş wê nesekine.” Piştî axaftinan sirûda Bengî Agirî ya bi navê “Haydê Kurdo marş marş, haydê serhildan” ji bo meşvanan hat lêxistin.

VEXWENDIN MÎTÎNGA 13’Ê HEZÎRANÊ

Di dawiyê de meşvan derbasî gundê Darê bûn û li vir civînek gel li dar xistin. Parlamenterê DEM Partiyê Sarûhan Olûç li vir axivî û got, “Hikûmet dixwaze careke din qeyûman tayîn bike. Ew dixwazin, heta ku ew li ser desthilatdariyê bin, ne yên ku we hilbijartiye,  kesên ku ew hildibijêrin,birêve bibin. Ew ne durust in. Li Kepezê jî heman tişt çêbû, lê meclisê li wir cîgirê serokê xwe hilbijart. Li vir wisa nakin. Dewlet weke ‘Tişta ku Kurdan hilbijart ez qebûl nakim’ dibîne. Ev têkoşîn têkoşîna parastina vîn, azadî û demokrasiyê ye. Ji ber vê sedemê ez hemû gelê me vedixwînim mîtînga ku em ê di 13’ê Hezîranê de li dijî desteserkirina vîna me pêk bînin, dikim.”
Roja yekem a “Meşa Demokrasiyê” bi dirûşme û tilîliyan bi dawî bû. 

BERNAMEYA SIBÊ

“Meşa Demokrasiyê” dê sibe bi daxuyanî û meşa ku saet di 11:00 de li navçeya Geverê bê lidarxistin berdewam bike. Meşvan wê biçin gundên Geverê û piştre derbasî navçeya Çelê bibin.

YÊN HATINE ÊTÎKETKIRIN COLEMÊRG

Ji me agahî bistîne!

Eger tu bibî abone em ê nûçeyên lezgîn yekser ji maîla te re bişînin.
Eger tu bibî abone te we wateyê ku tu Polîtikaya Malpera Me dipejînî û dîsa tê wê wateyê ku tu Şert û Mercên me qebûl dikî. Tu kendî bixwazî dikarî ji abonetiyê derkevî
Çi Difikirî?
.0
.0
.0
.0
.0
.0
Nûçeya Berê Berdevkê CHP’ê: Qeyûm projeya AKP’ê ya desteserkirina şaredariyan e
Nûçeya Pişt re Nobetên li dijî desteserkirinê di roja 7’an de ne: Rêzê ji vîna gel re bigrin
Nirxandinek Bike Nirxandinek Bike

Nirxandinek Bike Cancel reply

You must be logged in to post a comment.

Me Bişopîne!

Tu dikarî li ser gelek platforman rûpelên me bişopînî.
FacebookBiecibîne
TwitterBişopîne
PinterestPîn bike
InstagramBişopîne
YoutubeSubscribe
TiktokBişopîne
TelegramBişopîne
Google NewsBişopîne
LinkedInBişopîne
- Frekans -
Ad image
- Frekans -
Ad image

Navarokên Li Pêş

Riza Altûn li mala xwe ya li Tuzluçayirê hat bibîranîn

Ji kadroyên damezrîner ên PKK’ê Riza Altûn di salvegera şehadeta xwe de li mala xwe…

Ji aliyê Stêrk TV

Sekreterê Giştî yê NY’ê ji bo Xezeyê banga agirbesta lezgîn kir

Sekreterê Giştî yê Neteweyên Yekbûyî (NY) Antonio Guterres ji bo Şerîda Xezeyê banga agirbesta 'lezgîn'…

Ji aliyê Stêrk TV

Li Kadikoyê 1’ê Gulanê: Rizgarî bi têkoşîna yekbûyî dibe

Li Qada Rihtimê ya Kadikoyê di mîtînga 1'ê Gulanê de ku bi deh hezaran kes…

Ji aliyê Stêrk TV

Ev jî di be ku bala te bikşînin

Kurdistan

Li Qamişloyê mêr li dijî tundiya li jinê meşiyan

Ji aliyê Stêrk TV
Kurdistan

Gerîlayên HPG û YJA Starê salvegera damezrandinê ya 48’an a PKK’ê nirxandin

Ji aliyê Stêrk TV
Kurdistan

Hejmara kesên li Awdananê hatin binçavkirin, gihîşt 12’an

Ji aliyê Stêrk TV
Kurdistan

Ûgûr Kaymaz û bavê wî hatin bîranîn

Ji aliyê Stêrk TV
Ya Berê Ya Pişt re
Stêrk TV
Stêrk TV
Stêrk TV

Li Ser Şopa Heqîqetê

Stêrk TV ji sala 2009an ve di warên siyasî, civakî, çandî û hunerî de weşanê dike. Bi nêrîna azadiya jinê û avakirina civakeke demokratîk, Stêrk TV xebatên civakî, çandî, hunerî, dîrokî, aborî û yên jîngehê dimeşîne. Di çarçoveya parastin û pêşxistina çand û zimanê Kurdî de, bi zaravayên Kurmancî, Soranî, Kirmanckî û Hewramî nûçe û bernameyên cûrbicûr amade dike û diweşîne. Stêrk TV xizmetê li çand û hunera Kurdî dike.

Facebook Twitter Youtube Rss Medium
Kategorî
  • Kurdistan
  • Rojane
  • Çand û Hûner
  • Cîhan
  • Jin
  • Civak & Ekolojî
  • Zanist
Rûpel
  • Têkîlî
  • Frekans
  • Derbarê me de
  • Şert û Merc
  • Rêgezên Malperê
  • Kar Xwestin
  • Kunye

© Stêrk TV. Hemû mafê wê parastîne

adbanner
AdBlock Asteng Dike
Malpera me de reklam hene, ji ber vê sedemê malpera me bixin listeya spî ya AdBlock'ê
Temam, ez ê li listeya spî zêde bikim
Hûn bi xêr hatin

Têkevin hesabê xwe

Te paroleya xwe jibîr kir?