Pêncşem, 1 Cotmeh 2026
  • Ji Bo Min
  • Favoriyên Min
  • Tomarên Min
  • Dîtinên Min
  • Blog
Video
Podcast
Zindî
Arşîv
Neşeriya Çalakiyan
Stêrk TV
  • DESTPÊK
  • ROJANE

    Leşkeran êrîşî Goristana Şehîd Binevş a li Çiyayê Gabarê kir

    Ji aliyê Stêrk TV

    DEM Partî bang kir ku rêz li îradeya Mêrsînê bê girtin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Şaredarê Bajarê Mezin ê Mêrsînê û 58 kesên din hatin binçavkirin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Meral Daniş Beştaş: Pêvajo dimeşe, lê belê kêmasî nehatine çareserkirin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Psîkolog Kaya: Aştî tenê bi ragihandinê pêk nayê

    Ji aliyê Stêrk TV

    ‘Aştiya xwemalî û nasnameyan aştiya feraseta dewleteke demokratîk e’

    Ji aliyê Stêrk TV
  • KURDISTAN

    Cenazeyê gerîlayê HPG’ê Elver li ber dirûşman hate veşartin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Îranê bombe li kampa Partiya Demokrat a Kurdistanê Îranê barand

    Ji aliyê Stêrk TV

    ‘Hevkarê ku hate cezakirin, berpirsê qetilkirina 4 gerîllayan bû’

    Ji aliyê Stêrk TV

    Îranê li Urmiyeyê bijîşkek bi êşkenceyê binçav kir

    Ji aliyê Stêrk TV

    Rêber Apo: Divê YBŞ di nava artêşa Iraqê de cih bigire; li Şengalê bimîne

    Ji aliyê Stêrk TV

    Cebar Yaver: Nelihevkirina PDK-YNK’ê rê li ber gefan vedike

    Ji aliyê Stêrk TV
  • JIN

    Meclîsa Jinan a DEM Partiyê: Bila mirina Rojîn Kabaîş bê ronîkirin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Li Amedê li dijî qirkirina jinan banga têkoşîna hevpar

    Ji aliyê Stêrk TV

    Li Rojhilat û Başûrê Kurdistanê 3 jin bi awayekî guman jiyana xwe ji dest dan

    Ji aliyê Stêrk TV

    Ji bo Rojîn Kabaîş çalakî

    Ji aliyê Stêrk TV

    Cezayê darvekirinê li Mahbûbe Şebanî hate birîn

    Ji aliyê Stêrk TV

    ‘Di têkoşîna li dijî tundiya li jinê de piştgiriya bi zimanê dayikê gelekî girîng e’

    Ji aliyê Stêrk TV
  • ÇAND Û HÛNER

    Derhêner Semîr Aslanyurek: Sînema û huner divê bi aştiyê re be

    Ji aliyê Stêrk TV

    ‘Di pêvajoya aştiyê de rola hunerê bi qasî ya polîtîkayê girîng û pêwîst e’

    Ji aliyê Stêrk TV

    Li Misirê goreke hespê şer ê beriya 3 hezar salan hat dîtin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Kurdan li Îçerîşehrê cilên xwe yên neteweyî nîşan dan

    Ji aliyê Stêrk TV

    Li Darmstadtê Festîvala Hevdîtina Navneteweyî hate lidarxistin

    Ji aliyê Stêrk TV

    6’emîn Festîvala Çanda Kurd a Sînan Dersim bi coş pêk hat

    Ji aliyê Stêrk TV
  • CÎHAN
  • YÊN DIN
    • Gotar
    • Civak
    • Rojava
    • Gotar
  • 🔥
  • HEMÛ BAJAR
  • AMED
  • STENBOL
  • BEHDÎNAN
  • ENQERE
  • ROJEV
  • QAMIŞLO
  • KOBANÊ
  • WAN
  • ŞENGAL
  • HESEKÊ
  • ŞIRNEX
  • MÊRDÎN
  • RIHA
  • LEZGÎN
  • ÊLIH
  • COLEMÊRG
Nûçeyên Lezgîn
Li Minbicê teqîn: Kesek jiyana xwe ji dest da
Baregeha KDP-Î ya li Hewlêrê hate bombekirin
Li Zaxoyê jinek hate kuştin
Li zindana Kobanê şewat derket
Heyeta DEM Partiyê wê di 14’ê Îlonê de biçin Îmraliyê
Dîtina TîpanAa
Stêrk TVStêrk TV
  • Kurdistan
  • Jin
  • Çand û Hûner
  • Cîhan
  • Rojava
  • Rojane
  • Cîhan
  • Civak & Ekolojî
  • Zanist
  • Ji Bo Min
  • Dîtinên Min
  • Tomarên Min
  • Favoriyên Min
Bigere
  • Kategorî
    • Kurdistan
    • Jin
    • Ciwan
    • Çand û Hûner
    • Cîhan
  • BAJAR
    • HEMÛ BAJAR
    • AMED
    • STENBOL
    • QAMIŞLO
    • ŞEHBA
    • REQA
    • WAN
  • JI BO TE
    • Ji Bo Min
    • Tomarên Min
    • Favoriyên Min
    • Dîtinên Min
  • RÛPEL
    • Podcast
    • Video
    • Wêne
    • Gotar
Hesabê we heye? Têketin
Me bişopîne
© Mafên belavkirinê li ba Stêrk TV parastî ne 2024. Hemû maf parastî ne.
Stêrk TV > Blog > Rojava > Yên ku bi destê PDK’ê şehîd bûn -V
Rojava

Yên ku bi destê PDK’ê şehîd bûn -V

Silêman Ehmed ku kurê wî sala 1992'an li gel komek ji hevrêyên xwe di kemîna PDK'ê de şehîd bû, diyar kir ku ti cudahiya PDK'ê û dewleta Tirk ji hev nîne û got, "PKK û gelê Kurd ê bi PKK'ê re dimeşe li ser rêya rast e; mirovên rast in."

Stêrk TV
Stêrk TV Dîroka nûkirinê: 29. Îlon 2024 Dema xwendinê: 5 dq.
Parvekirin

Memo Siwar (Mihemed Zekî Mihemed) sala 1971’ê ji dayik bû. Li nava malbateke ku di salên 1980’î de PKK nas kir bi kesayetiyeke welatparêz mezin bû. Beriya ku tevlî nava refên PKK’ê bibe demeke dirêj ji bo gelê xwe xizmet kir û weke kesekî têkoşer dihate naskirin. Şahidî ji komkujî, zext û zilma rejîma Sûriyeyê re kir. Di sala 1992’an de biryar da ku berê xwe bide çiyayên azad û li gel komek ji hevrêyên xwe bi rê ket. Heman salê beriya ku bigihêje cihê ku dixwest, di encama polîtîkaya PDK’ê ya bi dewleta Tirk a dagirker re di encama kemînekê de şehîd bû.

Bavê Şehîd Memo Siwar, Silêman Mihemed qala kurê xwe kir û hêrsa xwe ya li hemberî PDK’ê anî ziman. Silêman Mihemed ev pirs li PDK’ê kir: “Em zanin ku dewleta Tirk dijmin e, lê çi bi PDK’ê tê? Ewqas gerîla şehîd xist, gelo hîn dilê xwe rehet nebûye?”

Silêman Mihemed qala kurê xwe yê şehîd Memo kir: “Dayika wî ew dibir dibistanê. Dayika wî digot, mamosteyên wî ew mînak nîşan dida, zarokekî serketî bû. Zû hîn dibû. Gotina zehmetiyê ji jiyana xwe derxistibû. Tiştek tine bû ku bi ser nexîne. Bi pola 9’emîn re Têkoşîna Azadiyê ya Kurd nas kir. Di sala 15’an de bi rengekî çalak dest bi kar kir. Gotinên hevalan bi cih dianî, gelekî dilsoz bû. Têkoşîna ji bo gel û welatê xwe ji xwe re kiribû rêbazeke jiyanê. Bi vî rengî kêfxweş dibû. Bû hevrê ji hevrêyên xwe re. Şoreşgerekî û welatparêzekî dilsozê xaka xwe bû. Hez ji gelê xwe dikir. Mirovekî fedakar bû. Min nedît ku rojekê di rêya şaş de meşiya. Şervanê heqîqetê bû. Ji rastî û bedewiyê hez dikir. Gelek qîmet dida hevrêyên xwe. Bi hefteyan nedihat malê, gund bi gund digeriya, gel bi rêxistin dikir. Bi zarokan re dibû zarok, bi extiyaran re dibû extiyar. Yanî ji zimanê her mirovî fêhm dikir, ew hîs dikir û xwe digihand dilê wan.

‘SERÎ LI BER REJÎMA SÛRIYEYÊ RAKIRIBÛ’

Dema ku bû 19 salî belgeya wî ya leşkeriyê hat. Diviyabû biçûya leşkeriya rejîmê; lê belê israr dikir ku neçe. Kurê min ji zilma rejîmê re şahidî kiribû. Ma ji rejîmê kêm zext û zilm dît? Ji ber vê yekê bi hêrs bû. Digot, ‘Ez ê leşkeriyê ji rejîmê re nekim, ez ê xizmetê ji wan re nekim’. Digot, ‘Divê ez xizmetê ji xak û gelê xwe re bikim, ez çima xizmetê ji rejîma Sûriyeyê re bikim?’ Serî li ber rejîmê rakiribû. Heta biçe çiyê rojekê jî paşve gav neavet; li hemberî rejîmê bi rengekî çalak xebitî. Di sala 1992’an de li gel komek ji hevalên xwe çû çiyê. Hîn nû gihîştibû çiyayên azad, kete kemîna pêşmergeyên PDK’ê û gerîlayên li wê komê hemû şehîd bûn.

‘PDK HEVALÊ DEWLETA TIRK E’

Silêman Mihemed anî ziman ku ew 87 salî ye, ji dema ku çavên xwe li cîhanê vekiriye û vir ve xiyaneta PDK’ê bi dawî nebûye û got, “Malbata Barzanî rojeke bi tenê jî li gel gelê Kurd nesekinî. Malbata Barzanî xayin e; bûye hevalê dewleta Tirk. Gerîlayên me ji aliyê PDK’ê ve têne şehîdxistin. Em zanin ku dewleta Tirk dijmin e, lê çi bi PDK’ê tê? Ewqas gerîla şehîd xist, gelo hîn dilê xwe rehet nebûye? Gelo PDK dijminê gelê Kurd e ku rê dide dewleta Tirk û bi ser gerîla ve diçe û şer dike? Xuya ye PDK dijminê gelê Kurd e. PDK ku destê xwe di xwîna kurê min de heye, di heman demê de dijminê min e. Li ber çavên min ti cudahî di navbera PDK’ê û dewleta Tirk de nîne. PKK û gelê Kurd ê bi PKK’ê re dimeşe di rêya rast de ne, mirovên rast in. Em mirovên welê bi rehm in ku gêrîkekê jî naêşînin. Em ji bo mafê xwe têdikoşin. Başûrê Kurdistanê ne milkê Barzaniyan e, xaka gelê Kurd e. Gelê Kurd mafdar e û ev têkoşîna azadiyê ya gelê Kurd wê bi ser bikeve.”

 

YÊN HATINE ÊTÎKETKIRIN QAMIŞLO

Ji me agahî bistîne!

Eger tu bibî abone em ê nûçeyên lezgîn yekser ji maîla te re bişînin.
Eger tu bibî abone te we wateyê ku tu Polîtikaya Malpera Me dipejînî û dîsa tê wê wateyê ku tu Şert û Mercên me qebûl dikî. Tu kendî bixwazî dikarî ji abonetiyê derkevî
Çi Difikirî?
.0
.0
.0
.0
.0
.0
Nûçeya Berê ‘Her Kurdekî bi rûmet divê li ber tecrîdê rabe
Nûçeya Pişt re Şervanê leheng ê Nisêbînê: Kawa Dogan
Nirxandinek Bike Nirxandinek Bike

Nirxandinek Bike Cancel reply

You must be logged in to post a comment.

Me Bişopîne!

Tu dikarî li ser gelek platforman rûpelên me bişopînî.
FacebookBiecibîne
TwitterBişopîne
PinterestPîn bike
InstagramBişopîne
YoutubeSubscribe
TiktokBişopîne
TelegramBişopîne
Google NewsBişopîne
LinkedInBişopîne
- Frekans -
Ad image
- Frekans -
Ad image

Navarokên Li Pêş

Temellî: Li Îmraliyê êşkenceyeke gelekî giran heye

Serokwekîlê Koma DEM Partiyê Sezaî Temellî got, "Tecrîda ku 25 sal in li Girtîgeha Îmraliyê…

Ji aliyê Stêrk TV

Leyla Zana: Serdema nû berpirsiyariyên nû li ser her kesî ferz dike

Siyasetmedara Kurd Leyla Zana piştî ragihandina kongreya PKK’ê li ser hesabê xwe yê X’ê peyamek…

Ji aliyê Stêrk TV

Li Nisêbînê bi deh hezaran kes ber bi sînorê Qamişloyê ve meşiyan

Li dijî êrişên li ser Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê, bi deh hezaran kes li navçeya…

Ji aliyê Stêrk TV

Ev jî di be ku bala te bikşînin

Rojava

Li Til Temir û Dirbêsiyê daxwaza perwerdeya bi Kurdî

Ji aliyê Stêrk TV
Rojava

‘Em ti carî keda şehîdên xwe ji bîr nakin’

Ji aliyê Stêrk TV
Rojava

Li Humsê êrîşî wesayîtekî serwîsê hat kirin: 7 kes jiyana xwe ji dest dan

Ji aliyê Stêrk TV
Rojava

Cenazeyê Şehîd Hesen Ehmed hat veşartin

Ji aliyê Stêrk TV
Ya Berê Ya Pişt re
Stêrk TV
Stêrk TV
Stêrk TV

Li Ser Şopa Heqîqetê

Stêrk TV ji sala 2009an ve di warên siyasî, civakî, çandî û hunerî de weşanê dike. Bi nêrîna azadiya jinê û avakirina civakeke demokratîk, Stêrk TV xebatên civakî, çandî, hunerî, dîrokî, aborî û yên jîngehê dimeşîne. Di çarçoveya parastin û pêşxistina çand û zimanê Kurdî de, bi zaravayên Kurmancî, Soranî, Kirmanckî û Hewramî nûçe û bernameyên cûrbicûr amade dike û diweşîne. Stêrk TV xizmetê li çand û hunera Kurdî dike.

Facebook Twitter Youtube Rss Medium
Kategorî
  • Kurdistan
  • Rojane
  • Çand û Hûner
  • Cîhan
  • Jin
  • Civak & Ekolojî
  • Zanist
Rûpel
  • Têkîlî
  • Frekans
  • Derbarê me de
  • Şert û Merc
  • Rêgezên Malperê
  • Kar Xwestin
  • Kunye

© Stêrk TV. Hemû mafê wê parastîne

adbanner
AdBlock Asteng Dike
Malpera me de reklam hene, ji ber vê sedemê malpera me bixin listeya spî ya AdBlock'ê
Temam, ez ê li listeya spî zêde bikim
Hûn bi xêr hatin

Têkevin hesabê xwe

Te paroleya xwe jibîr kir?