Rêxistina Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (DEM Partî) a Kartalê têkildarî êrîşên li ser Minbicê li ber avahiya navçeyê daxuyanî da. Di çalakiyê de pankarta “Kokujiyên sivîl rawestînin” hat vekirin û dirûşma “Em ê bi berxwedanê bi ser bikevin” hat berzkirin.
Hevseroka DEM Partiyê ya Kartalê Meral Atman diyar kir ku gel bi komkujî û sûcên li dijî mirovahiyê yên bi rêbazê DAÎŞ’ê re rû bi rû ne û anî ziman ku dewleta Tirk bi êrîşan rê li ber karesatê vedike. Meral Atman destnîşan kir ku hêzên cîhanî û herêmî ji bo berjewendiyên xwe pêşeroja demokratîk a gelan dixin xetereyê û got: “Ev êrîş ne tenê Rojhilata Navîn, tevahiya cîhanê dixe xetereyê.”
Meral Atman anî ziman ku yên xwe dispêrin çeteyan, teqez wê li hemberî berxwedana demokratîk a gelan têk biçin û got: “Ji bo parastina hêviya aştî û jiyana hevpar a gelên li Rojhilata Navîn bertekên xwe yên demokratîk nîşan bidin. Em bang li hemû beşên civakê dikin ku xwedî li Rojava û bi taybet li Minbicê derkevin.”
Her wiha gelek kes li ber avahiya DEM Partiyê ya Esenyurtê li hev civiyan û êrîşên li ser Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê protesto kirin.