Komîsyonê di daxuyaniya xwe de diyar kir ku Ji dema ku pergal ketiye dewrê ve zêdetirî 52 mîlyon ketin û derketin hatine tomarkirin û 27 hezar û zêdetir redkirina ketinê pêk hatiye. Hat destnîşankirin ku ji kesên ketina wan hatî redkirin nêzî 700 kes wekî gefa ewlehiyê hatine dîtin.
Komîsyonê ragihand ku sepana nû ji roja înê ve bi kapasîteya tam ketiye meriyetê. Pergala ku cihê morkirina pasaportan a bi destan girtiye, daneyên nasname û biyometrîk ên rêwiyan tomar dike û dîrokên ketin-derketinê dişopîne. Bi vî rengî armanc ew e ku binpêkirinên dema vîzeyê û koça bêserûber werin astengkirin.

