Piştî ku Emerîka stratejiya xwe ya ewlehiyê ku bi rengekî tund rexne li Ewropayiyan dike hat ragihandin, Serokê Konseya Ewropayê Antonio Costa, got ku Yekîtiya Ewropayê dê vê “gefa destwerdanê” qebûl neke.
Casto, li Enstîtuya Jacques Delorsê axivî û wiha got, “Mijara ku nayê qebûlkirin, gefa destwerdana li jiyana siyasî ya Ewropayê ye.”
Casto, diyar kir ku Emerîka nikare biryar bide ka kîjan partî li Ewropayê baş in an xirab in.
Rêveberiya Trump roja Înê belgeyeke nû ya ‘Stratejiya Ewlekariya Neteweyî’ weşand ku rexne li Ewropayê dike.
Belgeyê, saziyên Ewropayê, polîtîkayên koçberiyê, astengkirina azadiya ramanê, zextên li ser muxeleftên siyasî û kêmbûna rêjeya welidandinê, hedef girt.
Costa, anî ziman ku nêrînên cuda asayî ne, lê ev mijarek ji wêdetir e.
Costa, got ku DYE’yê hîn jî hevalbend û şirîkek aborî ya girîng e. Digel vê yekê, destnîşan kir ku divê Ewropa serwer be.
Beriya vê jî, Cîgirê Serokê DYE’yê JD Vance, jî îdia kiribû ku azadiya derbirînê li Ewropayê kêm dibe û ev yek cardin rastî nerazîbûnan hatibû.

