Çand û zimanê Kurdî xwedî dîrokeke ji hezaran salî, mîrateyeke bingehîn û dewlemend e, lê belê li gel vê yekê jî polîtîkayên asîmîlasyon û zordariyê yên li ser nasname û zimanê Kurdî mixabin di asta dijminatiyê de dewam dikin. Bi taybetî dema dawî li Kurdistanê û Tirkiyeyê li hemberî ciwanên ku stranên Kurdî dibêjin êrîşên nijadperestiyê têne kirin, têne girtin, serdegirtin li saziyên ziman ên Kurdî têne kirin û rêveberên wan têne binçavkirin. Li pişt van êrîşên li ser çand û zimanê Kurd polîtîkayên asîmîlasyon û nijadperest ên desthilatdariya AKP-MHP’ê hene. Her wiha polîtîkayên ‘şerê taybet’ ên li dijî Kurdan bingeha van êrîşan e.
Hevserokê Komeleya Mafên Mirovan (ÎHD) Şaxê Amedê Ercan Yilmaz êrîşên li ser çand û zimanê Kurdî ji ANF’ê re nirxand û got, “Êrîşa li ser zimanê Kurdan ji meseleya Kurd cuda nîne. Ji avabûna komarê û vir ve feraseteke yekperest heye. Bi guhertinên piştî Destûra Bingehîn a sala 1921’ê hatin kirin re hewl dan ku civakê bikin yek tîp. Em hin qanûnan hîn jî nîqaş dikin; pîvanên trajîkomîk hene ku li hemberî kesên ku li derve û li nava jiyanê bi Kurdî diaxivin cezayê pere tê birîn. Bi salên 1990’î re ku êdî Kurdî û Kurd li her qadê bûn, înkarkirin nedibû, dewletê vê carê hewl da Kurdî û Kurdan krîmînalîze bikin. Ev pêvajo heta navbera salên 2011 û 2012’an dewam kir.
Piştre jî bi destpêkirina hevdîtinên danûstandinan ên di mijara çareseriya meseleya Kurd de li nava tevahiya civaka Tirkiyeyê li ser hebûna Kurdî û Kurdan kêm jî be nîqaşekê destpê kir Lê belê piştî sala 2015’an pêvajoya şer ji nû ve destpê kir, êrîşên nijadperestiyê yên li hemberî Kurdan, bi giranî li ser zimanê Kurdî hatin kirin. Bi dehan konser û şanoyên bi Kurdî hatin qedexekirin. Li herêmê bi destpêkirina kiryarên qeyûm re êrîş li ser feraseta şaredariya pir zimanî hate kirin û vê rewşê heta niha jî dewam kir.”
‘DESTHILATDARÎ LI PÊŞIYA AXAFTINA BI KURDÎ YA NAVA JIYANA CIVAKÎ DIBE ASTENGÎ’
Yilmaz anî ziman ku piştî şaredarî ji qeyûman hate standin, feraseta pir zimanî ya şaredariyê ji nû ve destpê kir û got, “Kreş, konservatûra û kursên bi zimanê Kurdî ji nû ve dest bi kar kirin. Tabelayên pir zimanî ji nû ve hatin daliqandin. Di vir de jî me êrîşa desthilatdariyê dît; nivîsên li ser rê yên ji bo hişyarkirinê bi du zimanan hatin nivîsandin bi daxwaza walîtî û qeymeqamtiyê yekser ji aliyê hêzên ewlekariyê ve hatin jêbirin. Ev rewş di êrîşa li ser çand û zimanê Kurdî de asta herî bilind e. Beriya niha bi demeke kurt Wezîrê Karên Hundir serdana Ameedê kir. Dema ku hat Amedê ji ber ku zane Amed bajarekî Kurdan e û bi vê rastiyê bal kişand ser Feqiyê Teyran.
Lê belê dema ku ew ji bajêr çû bi demeke kurt, li gelek bajaran êrîşên li ser Kurdî destpê kirin û ji bo li nava jiyana civakî axaftina bi Kurdî bê astengkirin gelek tedbîr hatin wergirtin. Meseleya zimanê dayikê li Tirkiyeyê meseleyeke hevpar a hemû Kurdan e. Kurd dixwazin astengiyên li pêşiya bikaranîna Kurdî ya li jiyana civakî û astengiyên li pêşiya perwerdeya bi zimanê dayikê bêne rakirin. Divê desthilatdarî guh bide van daxwazan.”
‘BI FERASETA NIJADPERESTÎ Û NETEWEPERESTIYÊ NABE KU NÊZÎ ZIMANÊ KURDÎ BIBIN’
Yilmaz got, “Nêzîkatiya bi feraseta nijadperestî û neteweperestiyê ya li çand û zimanê Kurdî nayê qebûlkirin” û axaftina xwe bi vî rengî qedand: “Sed sal in bi vî rengî nêzîk dibin. Kurd hîn jî di bikaranîna zimanê xwe yê dayikê de israr dikin. Ev israr mafekî herî mirovî yê xwezayî ye. Wezîr dema tên herêmê ramanger, nivîskar, zanyarên Kurd bi bîr tînin, lê belê piştre hêzên wan ên ewlekariyê êrîşê dibin ser Kurdî.
Li vê derê siyaseteke rojane ya pragmatîst dikeve dewrê ku dûrî çareseriya meseleyê ye. Me bi salên dûr û dirêj tecrûbe kirin ku ev yek tevkariyê li çareseriya meseleyê nake. Ya ku divê bê kirin ew e ku nêzîkatiyeke standart a gerdûnî li meseleya ziman bê nîşandan.”