Di dema êrîşên li ser Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê de, çeteyekî Artêşa Sûriyeya Azad (OSO) ku ji aliyê dewleta Tirk ve tê piştgirîkirin, keziya jineke YPJ’î jê kir û bi dîmenekî parve kir. Kesên ku beşdarî çalakiya “hûnandina keziyên por” bûn, bi hinceta “propagandaya rêxistinê dikin” tên binçavkirin. Ev binçavkirin di çarçoveya azadiya îfadeyê û mafê protestoyê de di nava raya giştî de bûne cihê nîqaşê.
Serokê Şaxê Amedê yê ÎHD’ê Ercan Yilmaz, mijar ji ANF’ê re nirxand û wiha got:
“Bertekên li Tirkiye û raya giştî ya cîhanê yên li ser geşedanên li Sûriyeyê, bi tevahî bi awayekî aştiyane pêk tên. Mafê civîn û xwepêşandanên aştiyane hem di Destûra Bingehîn a Komara Tirkiyeyê de hem jî di qanûnên navnetewî de mafekî parastî ye û divê li hemberî welatiyên ku vê mafê bi kar tînin tehemul hebe. Ev mijar di gelek biryarên dadgehan de bi xetên sitûr hatiye destnîşankirin.
Derbarê mijara hûnandina keziyên por de îro jî nûçeyek ket çapemeniyê. Nûçeya derbarê girtina xwendekarekê dibistana navîn ê 16 salî li Îzmirê. Em qebûl nakin ku çalakiyeke sîvîl a bêîteatiyê ku bi temamî aştiyane ye û tu banga tundiyê nake, bi vî awayî were krîmînalîzekirin. Ji ber çaresernekirina pirsgirêka Kurd, em bi salan e bi biryarên pir absurd ên dadgehan re rû bi rû ne. Demekê were bîra we, nûçeyên ku digotin porê Abdullah Ocalan li girava Îmraliyê li dijî vîna wî hatiye kurtkirin, hatibûn parvekirin. Wê demê jî welatiyan ev rewş wekî heqareta li kesayetiya manewî û destwerdana li laşê kesê li dijî vîna wî nirxandin û ji bo protestoyê porê xwe kurt kirin. Wê demê jî dîsa bi awayekî absurd li dijî kesên ku ev çalakî pêk anîn doz hatibûn vekirin.
Ez dixwazim vê mînakê ji bo vê yekê bidim: Nêzîkatiya li pirsgirêka Kurd ji çarçoveya hiqûq û mafên mirovan derketiye. Heke hiqûq û mafên mirovan wekî esas bên girtin, gelek mijarên têkildarî pirsgirêka Kurd dikarin bi hêsanî bên çareserkirin.”
‘EV SÛCÊ ŞER E’
Yilmaz bal kişand ku jêkirina porê jineke hatî qetilkirin û parvekirina wê li ser medyaya dîjîtal sûcekî şer e û wiha berdewam kir:
“Divê hemû cîhan vê bûyerê wekî sûcê şer qebûl bike. Jêkirina keziya jineke ku hatî kuştin û parvekirina wê li ser medyaya dîjîtal sûcê şer e. Divê ev yek bi zelalî were gotin. Di demekê de ku divê hemû dewletên cîhanê, saziyên navnetewî û rêxistinên mafên mirovan li dijî vê rewşê derkevin, hewildana cezakirina jinên ku li Tirkiyeyê porê xwe dihûnînin an jî her sazî û welatiyên ku balê dikişînin ser vê mijarê, bi tu qanûnekê nayê ravekirin.
Tiştê ku divê li vir were kirin, cezakirina wî faîlî, sûcê ku hatî kirin û nîşandana berteka li dijî wê ye. Mafên mirovan û demokrasî vê yekê dixwaze. Lê berevajî vê, em bi cezakirina kesên ku wî sûcî û wê zîhniyetê protesto dikin re rû bi rû dimînin.
Vaye mînaka Amedsporê jî wisa ye… Çekdar Orhan a piştî golekê ku tenê ji bo balê bikişîne ser vê hovîtiyê avêtibû, bû sedem ku ew pênc maçan ji pêşbirkan were qedexekirin û cezayê pere lê were birîn. Kurd û hemû derdorên muxalif ên li Tirkiyeyê ji vê feraseta qedexeker bêzar bûne.
Di heyameke ku li Tirkiyeyê behsa îdealên mezin ên ji bo çareseriya pirsgirêka Kurd tê kirin û çek hatine bêdengkirin; cezakirina van tevgeran ji aliyê desthilatdariyê û daraza siyasî ve, ji xeynî dijberkirin û parçekirina civakê tu encamê nade.”
Di nav civaka Kurd, parêzvanên mafên mirovan û derdorên demokrat de têgihiştineke wiha heye: Li hemberî tiştekî ku di dilê me de bûye birîn, di nav me de dilşikestinekî kûr û hêrseke mezin çêkiriye, em çalakiyeke aştiyane li dar dixin; lê ev çalakî ji aliyê meqamên darazê ve nayê qebûlkirin. Li hemberî vî xemgînî û êşa me, em rûbirûyê hesteke dijber dibin. Li vir, di dema ku diviyabû ev xemgînî bihata hîskirin û ev bertek bihata fêmkirin; di dema ku hemwelatiyên Kurd ji bo neqewimîna dubareya van tiştan ji Komara Tirkiyeyê li benda gaveke cidî bûn, tam berevajî vê yekê, cezakirina kesên ku vê rewşê protesto dikin û li dijî wê disekinin, li pêşiya civakîbûna vê pêvajoyê astengiyeke gelekî mezin e.”
‘ASTENGIYÊN LI BER AZADIYA ÎFADEYÊ DIBIN SEDEMA ŞIKESTINAN’
Ercan Yılmaz diyar kir ku ji ber astengiyên li ser azadiya îfadeyê di nav mirovan de şikestinên cidî çêdibin û wiha got:
“Ev tê wateya zêdekirina astengiyên li pêşiya naskirina mafên Kurdan ên ku ji netewbûna wan tê. Yanî ev yek tu feydeyê nade çareseriya meseleyê û di warê hestyarî de di nav mirovan de şikestinên pir giran çêdike.
Em difikirin ku divê Komara Tirkiyeyê di van mijaran de diyalog û muzakereyê esas bigire û di warê dabînkirina mafên Kurdan de ku bi salan e têkoşîna wê didin, nermtir, berfirehtir û zelaltir be.”

