Yekşem, 4 Cotmeh 2026
  • Ji Bo Min
  • Favoriyên Min
  • Tomarên Min
  • Dîtinên Min
  • Blog
Video
Podcast
Zindî
Arşîv
Neşeriya Çalakiyan
Stêrk TV
  • DESTPÊK
  • ROJANE

    Prof. Dogû Ergîl: Lİ Tirkiyeyê lêgerîna li pergaleke nû destpê kiriye

    Ji aliyê Stêrk TV

    ROJEVA 4’Ê COTMEHA 2026’AN

    Ji aliyê Stêrk TV

    Girtiyê nexweş Yildirim rakirin nexweşxanyê hat kirin

    Ji aliyê Stêrk TV

    ‘Divê girtiyên nexweş bên berdan’

    Ji aliyê Stêrk TV

    Heyeta Îmraliyê bi Serokê Meclîsê re civiya

    Ji aliyê Stêrk TV

    Heyeta Îmraliyê bi Cevdet Yilmaz re civiya

    Ji aliyê Stêrk TV
  • KURDISTAN

    Rêzanê heftemîn ê Mexmûrê

    Ji aliyê Stêrk TV

    Rojnamevan Hemrînî: Bexda li Şengalê li modela çareseriyê digere

    Ji aliyê Stêrk TV

    Piştî 12 salan serdana gora zarokê xwe kirin

    Ji aliyê Stêrk TV

    KCK: Têkoşîna ji bo Rêber Apo û yekîtiya neteweyî têkoşîn, xwedî derketina li mîrateya Mam Celal e

    Ji aliyê Stêrk TV

    Ji bo qurbaniyên Komkujiya Vartînîsê bîranîn

    Ji aliyê Stêrk TV

    Gerîlayê HPG’ê Delîl Nergis hate bîranîn

    Ji aliyê Stêrk TV
  • JIN

    Jin dest bi nobeda ‘bîrê’ dikin: Divê jinên hatine qetilkirin, neyên jibîrkirin!

    Ji aliyê Stêrk TV

    Çîroka hevpar a jinên hatine qetilkirin: Li rastî tundiyê hatin, gilî kirin û nehatin parastin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Li Amedê li dijî kuştina jinan ‘Nobeda Hiş, Edalet û Jinê’ ya 10 hefteyî

    Ji aliyê Stêrk TV

    Hejmara Cotmehê ya Newaya Jin: ‘Ji komployê heta bi muzakereyê: Sembolên berxwedanê’

    Ji aliyê Stêrk TV

    Meclîsa Jinan a DEM Partiyê: Bila mirina Rojîn Kabaîş bê ronîkirin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Li Amedê li dijî qirkirina jinan banga têkoşîna hevpar

    Ji aliyê Stêrk TV
  • ÇAND Û HÛNER

    ‘Aştiya mayinde bi demokratîkbûneke xurt pêk tê û hunerê jî azad dike’

    Ji aliyê Stêrk TV

    Derhêner Semîr Aslanyurek: Sînema û huner divê bi aştiyê re be

    Ji aliyê Stêrk TV

    ‘Di pêvajoya aştiyê de rola hunerê bi qasî ya polîtîkayê girîng û pêwîst e’

    Ji aliyê Stêrk TV

    Li Misirê goreke hespê şer ê beriya 3 hezar salan hat dîtin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Kurdan li Îçerîşehrê cilên xwe yên neteweyî nîşan dan

    Ji aliyê Stêrk TV

    Li Darmstadtê Festîvala Hevdîtina Navneteweyî hate lidarxistin

    Ji aliyê Stêrk TV
  • CÎHAN
  • YÊN DIN
    • Gotar
    • Civak
    • Rojava
    • Gotar
  • 🔥
  • HEMÛ BAJAR
  • AMED
  • STENBOL
  • BEHDÎNAN
  • ENQERE
  • ROJEV
  • QAMIŞLO
  • KOBANÊ
  • WAN
  • ŞENGAL
  • HESEKÊ
  • ŞIRNEX
  • MÊRDÎN
  • RIHA
  • LEZGÎN
  • ÊLIH
  • COLEMÊRG
Nûçeyên Lezgîn
Li Tehranê cezayê darvekirinê li 3 welatiyên Kurd hate birîn
Li Minbicê teqîn: Kesek jiyana xwe ji dest da
Baregeha KDP-Î ya li Hewlêrê hate bombekirin
Li Zaxoyê jinek hate kuştin
Li zindana Kobanê şewat derket
Dîtina TîpanAa
Stêrk TVStêrk TV
  • Kurdistan
  • Jin
  • Çand û Hûner
  • Cîhan
  • Rojava
  • Rojane
  • Cîhan
  • Civak & Ekolojî
  • Zanist
  • Ji Bo Min
  • Dîtinên Min
  • Tomarên Min
  • Favoriyên Min
Bigere
  • Kategorî
    • Kurdistan
    • Jin
    • Ciwan
    • Çand û Hûner
    • Cîhan
  • BAJAR
    • HEMÛ BAJAR
    • AMED
    • STENBOL
    • QAMIŞLO
    • ŞEHBA
    • REQA
    • WAN
  • JI BO TE
    • Ji Bo Min
    • Tomarên Min
    • Favoriyên Min
    • Dîtinên Min
  • RÛPEL
    • Podcast
    • Video
    • Wêne
    • Gotar
Hesabê we heye? Têketin
Me bişopîne
© Mafên belavkirinê li ba Stêrk TV parastî ne 2024. Hemû maf parastî ne.
Stêrk TV > Blog > Jin > YJA Star: Em ê bi ruhê berxwedanê yê Apoyî komployê têk bibin
Jin

YJA Star: Em ê bi ruhê berxwedanê yê Apoyî komployê têk bibin

Fermandariya Biryargeha Navendî ya YJA Starê: Weke fedaiyên Rêber Apo bi ruhê berxwedanê yê Apoyî ku li Avaşîn, Zap, Metîna û herî dawî li Girê Amediyê hate nîşandan û bi rêbaza lêdanê em ê komployê di sala 26'an de têk bibin.

Stêrk TV
Stêrk TV Dîroka nûkirinê: 22. Sibat 2024 Dema xwendinê: 11 dq.
Parvekirin

Fermandariya Biryargeha Navendî ya YJA Starê têkildarî komploya navneteweyî ya 15’ê Sibatê daxuyaniyek da. Daxuyanî bi vî rengî ye:

“Di ser komployoa navneteweyî re 25 sal derbas bûn ku bi kûrkirina polîtîkaya tecrîdê, îzolasyona civakî û tenêhiştinê ya li hemberî Rêber Apo dewam dike, ku hêvî û fikrê azad ê mirovahiyê ye. Di nava 25 salan de Rêberê me serî li ber ti zext, gef û êşkenceya hêzên komploger ên navneteweyî netewand û yek ji berxwedanên herî mezin ên dîrokê kir. Ji kêliya ku komployê destpê kir û pê ve bi milyonan mirov rabûn ser piyan, ji her temenî, ji her neteweyê mirovan li hemberî vê komployê berxwedaneke dîrokî kirin û bi çalakiyan xwedî li Rêbertî derketin. Em şehîdên ku bi dirûşma ‘Hûn nikarin roja me tarî bikin’ bedena xwe kirin meşale û tarîtiya li ser jin û mirovahiyê dihate ferzkirin ji holê rakirin, bi hurmet û minet bi bîr tînin û ji bo bîranîna wan soz didin ku em ê vê komploya tarî têk bibin. Di serî de girtiyên azadiyê ku ji bo şikandina tecrîda giran a li ser Rêberê me mîna Kemal û Hayriyan bedena xwe kirin mîna abîdeya berxwedanê, dayikên me yên fedakar ên xwedî li çalakiyên zarokên xwe derdikevin, gelê me yê welatparêz ê ku di nava şert û mercên giran ên zivistanê de ber bi azadiyê ve dimeşin, silav dikin. Em di wê baweriyê de ne ku her çalakiyeke bi ruhê êrîşê yê ‘her ku lê bide em ê qezenç bikin’ ê gerîla re dibe yek, wê teqez bi ser bikeve û di sala 26’an de komployê têk bibe.

DI SALA 26’AN DE EM Ê KOMPLOYÊ TÊK BIBIN

Komploya 15’ê Sibatê ku komploye herî mezin a dîrokê ye, di şexsê Rêberê me de li dijî gelê me û nirxên mirovahiyê hate kirin. Rêberê me li ser bingeha vê rastiyê, rûyê hêzên komploger nîşan da. Lewma yek ji sedemên tecrîda girankirî jî ev helwesta Rêberê me ye, ku ji bo gelan û mirovahiyê destnîşan kiriye. Rêberê me di nava ti şert û mercî de tenê weke şexsekî nabe bê nirxandin, doza wî doza azadiyê ya gelan û mirovahiyê ye. Li ser vê bingehê hêzên komploger xwestin Rêberê me ji civakê qut bike, bi demê re bide jibîrkirin, bi tenê bihêle, bi vî rengî bigihêje armanca xwe û xwe xapandin ku bi vî rengî dikarin tola herî mezin ji Rêberê me hilînin. Lê belê di nava 25 salan de hate dîtin ku Rêberê me ne tenê Rêberê gelê Kurd e, di heman demê de Rêberê gelên Rojhilata Navîn e, Rêberê jinan û mirovahiyê ye. Sedema sereke ya bilindbûna dirûşma ‘Jin, Jiyan, Azadî’ û ‘Azadî ji Rêber Apo re’ ya di asta navneteweyî de, ev mîsyona Rêberê me ye. Li gel tecrîda giran a ku 25 sal in dewam dike, pêşî li bandora Rêberê me nikare bê girtin, li her deverê têkoşîneke mezin heye ji bo fêhmkirin û bicihanîna fikrên Rêberê me. Gotina ‘Parêznameyên min li ku bin ez li wir im’ a Rêberê me tê piştrastkirin, hate fêhmkirin ku bi êşkence û tecrîdê Rêberê me nikare bê astengkirin. Li hemberî vê yekê hêzên komploger ji bo dewamkirina komployê êrîşî nirxên azadiyê yên Rêberê me dikin, bi vî rengî hewl didin bandora Rêbertî bişikînin û hegemonya xwe dewam bikin. Rastiya esasî ya ku di binê êrîşên hovane yên dagirkeriyê yên li ser qadên gerîla yên 9 salên dawî, îradeya Rêberê me ya nikare bê şikandin heye. Vê îradeyê roj bi roj bandoreke hîn zêde kir, pêl bi pêl li nava civakê belav bû, li hemberî komployê bû sekneke rêxistinî ya global. Her wiha Rêberê me bi vê sekna xwe nexşeya ‘Çawa divê bê şerkirin’ nîşanî hêzên YJA Starê da. Bi rêbertiya vê nexşeyê haya me ji wezîfeya me ya têkbirina komployê heye û weke çepera berxwedanê ya herî girîng, em li ser esasê wê yekê tevdigerin ku gerîla her roj hîn xurt bikin. Rêberê me di şexsê xwe de nîşanî me da ku temînata bingehîn a nirxên azadiyê jiyanek bi berxwedanê ye, dagirkerî û komplo çiqasî kûr jî bin dema ku bi xurtî li ber hate rawestîn wê karibe bê têkbirin. Lewma weke fedaiyên Rêber Apo bi ruhê berxwedanê yê Apoyî ku li Avaşîn, Zap, Metîna û herî dawî li Girê Amediyê hate nîşandan û bi rêbaza lêdanê em ê komployê di sala 26’an de têk bibin.

RÊBAZA TÊKOŞÎNÊ YA FEDAÎ YA ŞEHÎDÊN ME BÛ PÛSÛLAYA RASTÎ YA TÊKBIRINA KOMPLOYÊ

Di vê pêvajoyê de ku gerîlatiya serketinê ketiye meriyetê, faşîzma Tirk hewl dide bi çekên kîmyewî encamê werbigire, lê belê artêşa wê ya dagirker li hemberî berxwedana gerîla ya bi fedaîtî ji zûdeyî têk çûye. Li Girê Hakkarî li hemberî êrîşên artêşa Tirk a sûcdarê çek ên bi çekên kîmyewî û qedexekirî, hevrêya me Azê ku tevî hevrêyên wan şehîd ketin jî dest ji çepera berxwedanê berneda û bi tena serê xwe bi mehan şer kir, li Girê Ortê Jiyan, Berçem, li Girê Amediyê Andok, Welat, Helmet Dêreluk, Rizgar û Serxwebûn ên ku dagirkerî parçe kirin û derb li komployê xistin, rêya me ya serketinê jî misoger kirin. Divê neyê jibîrikrin, hevrêyên me yên şehîd ên ku xeta berxwedanê ya Rêberê me ji xwe re kirin esas, bûn rêbaza têkoşînê ya fedaî û ev rêbaz jî pûsûlaya rastî ya şikandina tecrîdê û têkbirina komployê ye. Çiyayên me ku dagirkerî rûyê xwe yê herî hovane lê nîşan dide; bi saya têkoşîna bêhempa ya hevrêyên me yên şehîd, veguheriye qada xitimînê ji bo hêzên komploger. Dewleta Tirk a faşîst û artêşa wê ya dagirker a ku piştgiriyê ji NATO’yê werdigire, li çiyayên Kurdistanê asê mane. Fedaiyên Apoyî yên ku heta dilopa dawî ya xwîna xwe şer dikin, gotina ‘Sefer li Kurdistanê dibe lê serketin lê nabe’ careke din bi bîr xistin û xwedî li soza xwe ya şikandina tecrîdê û têkbirina komployê derketin. Faşîzma Tirk ji bo karibe ji krîzê rizgar bibe êrîşên xwe bi rengekî bêperwa dewam dike, êrîşî qadên jiyanê yên gelê me yê sivîl ê bêçek dike. Yekane rêya li hemberî vê faşîzmê, berxwedana li ser xeta şehîdên me ye. Têkbirina hemû gavên dagirkeriyê û komployê bi têkoşîna bênavber û xwedîderketina li vê têkoşînê dibe. Berxwedana Rêberê me ya li Îmraliyê vê yekê ji me dixwaze. Li ser vê bingehê weke hêzên gerîla yên jin ên tevlî pêvajoyê dibin, em careke din dibêjin em bi îdîa ne ku tecrîdê bişikînin û komployê têk bibin.

EM SOZ DIDIN KU WEZÎFEYÊN XWE YÊN HERÎ ZEHMET BI RENGEKÎ FEDAÎ BI CIH BÎNIN

Hêzên di bîst salên dawî de di rêveberiya rejîma şerê taybet a Tirk de ne, ji bo karibin ji vê krîzê rizgar bibin, meşandina komployê bi rêbazên qirêj ji xwe re kirine polîtîkayeke dewletê. Şefên şer ên rejîma şerê taybet a Tirk bi tifaqên qirêj ên navneteweyî û paşverûtiya herêmî her firsendê hewl didin têkçûna xwe binixumînin. Berxwedana bêhempa ya Rêberê me, pêşketinên ku bi ruhê êrîşê yê fedaî yê Apoyî û israra gelê me ya di azadiyê de derkete holê, nîşan dide ku rejîma şerê taybet a Tirk û şefên wê yên şer nikarin xwe li hewldaneke biçûk jî rabigirin. Ji ber vê yekê hewl didin ku lêgerîneke biçûk a li maf û edaletê, daxwazeke biçûk a ji bo azadiyê, muxalefeteke biçûk bitepisînin. Ev yek nîşan dide ku dawî li vê rejîma faşîst tê ku bi artêşa xwe ya polîsan hewl dide civakê bitepisîne. Lewma wezîfeya bingehîn a dikeve ser milê me ew e ku faşîzma Tirk di nava vê çirava wê de bifetisînin. Helwesta êrîşkar a faşîzma Tirk nîşaneya psîkolojiya wê ya têkçûnê ye, lewma xwedîderketina bi xurt a li Rêbertî wê bibe pêngava herî bingehîn a têkbirina komployê. Weke jinên YJA Starê em soz didin ku bi vê têgihiştinê tecrîda li ser Rêberê xwe bişikînin, di sala 26’an de ji bo têkbirina komployê wezîfeyên herî zehmet bi fedaîtî bi cih bînin.

Li hemberî hêzên ku komployê li ser jiyana bê Rêbertî ferz dikin, weke artêşa fedaî ya Rêbertî YJA Starê bersiva me wê di sala 26’an de bi rengê Zîlan, Bêrîtan, doga, Sara, Rûken û Azê be. Divê bê zanîn ku ne em ne jî gelê me hînî jiyaneke bê Rêbertî bûne, em ê hîn nebin. Weke YJA Starê em hêza xwe ji sekna fedaî ya şehîdên xwe yên leheng, ji xwedîderketina gelê xwe ya li têkoşînê, ji berxwedana Rêberê xwe werdigirin. Li ser vê bingehê em careke din şehîdên xwe bi minet û hurmet bi bîr tînin ku li hemberî tarîtiya komployê bûn ronahî, em soz didin ku berxwedana wan bi ser bixînin. Di serî de gelê me em bang jinan, şoreşgeran, demokratan, hêzên kedkar û rewşenbîran dikin ku li dijî komployê bi berpirsyarî tevbigerin û li dora paradîgmaya modernîteya demokratîk li hemberî komployê bibin yek û xwedî li têkoşînê derkevin. Em soz û biryardariya xwe careke din destnîşan dikin ku het azadiya fîzîkî ya Rêberê me û afirandina jiyaneke bi rûmet a gelê me em ê têkoşîna xwe mezin bikin.”

YÊN HATINE ÊTÎKETKIRIN BEHDÎNAN

Ji me agahî bistîne!

Eger tu bibî abone em ê nûçeyên lezgîn yekser ji maîla te re bişînin.
Eger tu bibî abone te we wateyê ku tu Polîtikaya Malpera Me dipejînî û dîsa tê wê wateyê ku tu Şert û Mercên me qebûl dikî. Tu kendî bixwazî dikarî ji abonetiyê derkevî
Çi Difikirî?
.0
.0
.0
.0
.0
.0
Nûçeya Berê TJA’yê belgeya xwe ya helwestê ya têkildarî hilbijartinê eşkere kir
Nûçeya Pişt re ‘Em kesên ku ji bo hêza xwe ya şexsî êrîşî xeta jinê dikin hişyar dikin’
Nirxandinek Bike Nirxandinek Bike

Nirxandinek Bike Cancel reply

You must be logged in to post a comment.

Me Bişopîne!

Tu dikarî li ser gelek platforman rûpelên me bişopînî.
FacebookBiecibîne
TwitterBişopîne
PinterestPîn bike
InstagramBişopîne
YoutubeSubscribe
TiktokBişopîne
TelegramBişopîne
Google NewsBişopîne
LinkedInBişopîne
- Frekans -
Ad image
- Frekans -
Ad image

Navarokên Li Pêş

Dagirkeran êriş kirin: 2 kes birîndar bûn

Dewleta Tirk a dagirker û çeteyên wê li ser rêya bejahî ya M4 a Eyn…

Ji aliyê Stêrk TV

Li Qamişloyê ji bo şehîdan merasîm hat lidarxistin

Bi beşdariya hezaran kesan cenazeyê 5 şervanên QSD û YPG’ê hatin veşartin û ji bo…

Ji aliyê Stêrk TV

Foza Yûsif banga lezgîn kir: Gelê Bakur û Başûr berê xwe bidin Rojava

Endama Konseya Hevserokatiyê ya PYD'ê Foza Yûsif li ser hesabê xwe yê X'ê bang li…

Ji aliyê Stêrk TV

Ev jî di be ku bala te bikşînin

Jin

Li Elkê jinek bi awayekî guman jiyana xwe ji dest da

Ji aliyê Stêrk TV
Kurdistan

KCK: Têkoşîna ji bo Rêber Apo û yekîtiya neteweyî têkoşîn, xwedî derketina li mîrateya Mam Celal e

Ji aliyê Stêrk TV
Jin

Jin dest bi nobeda ‘bîrê’ dikin: Divê jinên hatine qetilkirin, neyên jibîrkirin!

Ji aliyê Stêrk TV
Jin

Çîroka hevpar a jinên hatine qetilkirin: Li rastî tundiyê hatin, gilî kirin û nehatin parastin

Ji aliyê Stêrk TV
Ya Berê Ya Pişt re
Stêrk TV
Stêrk TV
Stêrk TV

Li Ser Şopa Heqîqetê

Stêrk TV ji sala 2009an ve di warên siyasî, civakî, çandî û hunerî de weşanê dike. Bi nêrîna azadiya jinê û avakirina civakeke demokratîk, Stêrk TV xebatên civakî, çandî, hunerî, dîrokî, aborî û yên jîngehê dimeşîne. Di çarçoveya parastin û pêşxistina çand û zimanê Kurdî de, bi zaravayên Kurmancî, Soranî, Kirmanckî û Hewramî nûçe û bernameyên cûrbicûr amade dike û diweşîne. Stêrk TV xizmetê li çand û hunera Kurdî dike.

Facebook Twitter Youtube Rss Medium
Kategorî
  • Kurdistan
  • Rojane
  • Çand û Hûner
  • Cîhan
  • Jin
  • Civak & Ekolojî
  • Zanist
Rûpel
  • Têkîlî
  • Frekans
  • Derbarê me de
  • Şert û Merc
  • Rêgezên Malperê
  • Kar Xwestin
  • Kunye

© Stêrk TV. Hemû mafê wê parastîne

adbanner
AdBlock Asteng Dike
Malpera me de reklam hene, ji ber vê sedemê malpera me bixin listeya spî ya AdBlock'ê
Temam, ez ê li listeya spî zêde bikim
Hûn bi xêr hatin

Têkevin hesabê xwe

Te paroleya xwe jibîr kir?