Duşem, 17 Sermawez 2025
  • Ji Bo Min
  • Favoriyên Min
  • Tomarên Min
  • Dîtinên Min
  • Blog
Video
Podcast
Zindî
Arşîv
Têketin
Stêrk TV
  • DESTPÊK
  • ROJANE

    Ayşegul Dogan: Divê komîsyon biryara çûyîna Îmraliyê bide

    Ji aliyê Stêrk TV

    Temellî: Qanûneke taybet divê demildest were civata giştî

    Ji aliyê Stêrk TV

    ROJEVA 17’Ê MIJDARA 2025’AN

    Ji aliyê Stêrk TV

    Oya Ersoy û Cihan Aydin bûn Hevserokên nû yên ÎHD’ê

    Ji aliyê Stêrk TV

    Li Stenbolê ji bo 5 gerîlayên HPG’ê merasîmên bîranînê hatin lidarxistin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Demîrtaş ji bo kongreya ÎHD’ê peyam şand: Em ê siberoja azad bi hev re ava bikin

    Ji aliyê Stêrk TV
  • KURDISTAN

    Gerîlaya YJA’Starê Dilzar Rêber Andok li Amedê hat bibîranîn

    Ji aliyê Stêrk TV

    Ji bo şervanê YPG’ê Yildiz konê sersaxiyê hate danîn

    Ji aliyê Stêrk TV

    Meclîsa Gel a Binarê Qendîlê konferansa xwe ya yekemîn li dar xist

    Ji aliyê Stêrk TV

    Bi girseyî serdana sersaxiyên gerîlayên HPG’ê hat kirin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Yekemîn Konferansa Meclîsa Gel a Qendîlê destpê kir

    Ji aliyê Stêrk TV

    KCK’ê Seyîd Riza û hevrêyên wî bibîr anî

    Ji aliyê Stêrk TV
  • JIN

    Li Başûrê Kurdistanê çalakiyên 25’ê Mijdarê destpê kirin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Esra Çîçek Mercan: Ji bo jiyaneke azad û wekhev em ê 25’ê Mijdarê li qadan bin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Pêşeroj bi felsefeya Jin, Jiyan, Azadî tê avakirin

    Ji aliyê Stêrk TV

    ‘Di meseleya azadiya jinê de pêvajoyeke hesas li benda me ye’

    Ji aliyê Stêrk TV

    Li DYE’yê jin bi rêjeyeke zêde ji kar derdikevin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Li Stenbolê ji bo Rojîn Kabaîş çalakî hat lidarxistin

    Ji aliyê Stêrk TV
  • ÇAND Û HÛNER

    Festîvala Fîlman a Rojava ya 5’emîn bi nîşandana fîlmê ‘Heval Birako’ destpê kir

    Ji aliyê Stêrk TV

    Bi destê dayîkan domandina çanda dêrîn

    Ji aliyê Stêrk TV

    Hejmara nû ya kovara Hunerê derket: Şehîdên hunerê û komun

    Ji aliyê Stêrk TV

    Ji nava xweliyên Sînema Amûdê ‘Festîvala Fîlman a Rojava’ destpê dike

    Ji aliyê Stêrk TV

    Li Wuppertalê ‘Şevbêrk’ a Kanîreşiyan

    Ji aliyê Stêrk TV

    Ji Berfîn Aktay piştî demeke dirêj straneke nû: Moza Zêrîn

    Ji aliyê Stêrk TV
  • CÎHAN
  • YÊN DIN
    • Gotar
    • Civak
    • Rojava
    • Gotar
  • 🔥
  • HEMÛ BAJAR
  • BEHDÎNAN
  • STENBOL
  • AMED
  • ENQERE
  • QAMIŞLO
  • ROJEV
  • KOBANÊ
  • WAN
  • ŞENGAL
  • ŞIRNEX
  • HESEKÊ
  • MÊRDÎN
  • RIHA
  • ÊLIH
  • COLEMÊRG
  • REQA
Nûçeyên Lezgîn
Jineke din li Silêmaniyeyê bi gumanbarî jiyana xwe ji dest da
Li Meksîkayê şewat: 23 kesan jiyana xwe ji dest dan
Li dijî ofîsa parlamenter êrîşa çekdarî: Kesekî jiyana xwe ji dest da
Hêzên hikumeta veguhêz careke din êrîşî Dêr Hafirê kir
Li Helebê êrîş: 2 endamên Hêzên Ewlekariya Hundirîn birîndar bûn
Dîtina TîpanAa
Stêrk TVStêrk TV
  • Kurdistan
  • Jin
  • Çand û Hûner
  • Cîhan
  • Rojava
  • Rojane
  • Cîhan
  • Civak & Ekolojî
  • Zanist
  • Ji Bo Min
  • Dîtinên Min
  • Tomarên Min
  • Favoriyên Min
Bigere
  • Kategorî
    • Kurdistan
    • Jin
    • Ciwan
    • Çand û Hûner
    • Cîhan
  • BAJAR
    • HEMÛ BAJAR
    • AMED
    • STENBOL
    • QAMIŞLO
    • ŞEHBA
    • REQA
    • WAN
  • JI BO TE
    • Ji Bo Min
    • Tomarên Min
    • Favoriyên Min
    • Dîtinên Min
  • RÛPEL
    • Podcast
    • Video
    • Wêne
    • Gotar
Hesabê we heye? Têketin
Me bişopîne
© Mafên belavkirinê li ba Stêrk TV parastî ne 2024. Hemû maf parastî ne.
Stêrk TV > Blog > Kurdistan > YJA Star: Em ê siberoja bi rengê şoreşa demorkatîk diyarî gelan bikin
Kurdistan

YJA Star: Em ê siberoja bi rengê şoreşa demorkatîk diyarî gelan bikin

Fermandariya YJA Starê ragihand, ku wê bi şêwaz û hêza fermandar Egîd û ruhê xwedawend Zîlan 15'ê Tebaxê bi çalakiyên tolhildanê pêşwazî bikin û got, "Em ê bi mezinkirina têkoşînê, siberoja bi rengê şoreşa demokratîk diyarî gelên bindest bikin."

Stêrk TV
Stêrk TV Dîroka nûkirinê: 14. Tebax 2024 Dema xwendinê: 10 dq.
Parvekirin

Fermandariya Biryargeha Navendî ya YJA Starê bi wesîleya salvegera 40’emîn a Pêngava 15’ê Tebaxê daxuyaniyek weşand.

Di destpêka daxuyaniyê de hate gotin, “Salvegera 40’mîn a 15ê Tebaxê ku ji bo gelê Kurd û tevahî pêkhateya Kurdistanê bûye cejna vejînê û hêviya jiyanek azad mezin kiriye, em pîroz dikin. Di şexsê fermandar Egîd (Mahsum Korkmaz) de, em bejna xwe li hember lehengiya hemû şehîdên vê pêngava dîrokî ditewînin, bi minetdarî wan bi bîr tînin.”

Fermandariya YJA Starê diyar kir ku Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan her tim ji bo çareseriya pirsgirêka Kurd rêyên siyasî kir rêya sereke, lê belê dewleta Tirk li hemberî van hewldanan gotina navê Kurdistanê jî nepejirand.

‘DEWLETA TIRK XWE NEDA BER ÇARESERIYA SIYASÎ, LEWMA ŞERÊ ÇEKDARÎ DESTPÊ KIR’

Di daxuyaniyê de hate gotin, “Xwestin Kurdistanê bê Kurd bihêlin, da ku hebûna gelê Kurd ji dîrokê derînin û her kiryarên faşîzan pêk anîn. Dema ku bi zimanê mafnasî û siyasetê fêm nekirin, li ser hîmê tolgirtina şehadetên li zindana Amedê, li serê çiyayên Kurdistanê fermana tolhildanê hate ragihandin û li hember dagirkeriyê di bingeha şerê çekdarî de şerê xweparastinê û azadiyê bi hemû heybeta xwe destpê kir.

Lewra pêngava 15’ê Tebaxê; gaveke ber bi jiyaneke bi rûmet e, gaveke ber bi welatekî azad ve ye, gaveke ber bi vejîna hêzeke xwedî parastina cewherî ye. Ev pêngav bû tirs û bêhêvîtî, dûrketina ji nasnameyê ya a ku dagirkeriyê di her kêliyê de li ser gelê Kurd ferz dikir, ji holê rakir. Bû pêleke ku bi xwe re hêviyeke bi rengê serketinê xiste dilê her Kurdekî, çokên serdestan lerizand, plan û projeyên wan ê qirkirinê têk bir. 15’ê Tebaxê bû serketinek tekûz û misoger li ber kiryarên talanê û komkujiyên bêhesab. 15’ê Tebaxê bi dagirkeriyê da fêm kirin ku êdî li hemberî her êrîşê, nîşangeha çeka şervanên vî gelî heye, hesab dixwaze û tol digre.”

Fermandariya Biryargeha Navendî ya YJA Starê destnîşan kir ku Pêngava 15’ê Tebaxê lawaziya pergala dagirker a li hemberî îradeya gelê azadîxwaz danî holê û heya îro bi heman mîrasî, bi heman rihî ew lawazî bi zelalî tê deşîfrekirin.

’15’Ê TEBAXÊ NÎŞAN DA KU AZADIYA NETEWEYÎ BÊYÎ ŞEREKÎ MEZIN PÊK NAYÊ’

Daxuyaniyê bi vî rengî dewam kir:

“Di tarîtiya şeva 15’ê Tebaxê de, hevrê Egîd bi komeke hevalan perdeya bêdengiya bi ser Kurdistanê de hatibû vegirtin, bi çirûska guleya yekemîn qetandin, roniya azadiyê belavî Kurdistanê kirin, dengê têkoşîna azadiya Apoyî gihandin guhê her kesî. Hêza rêxistinkirî ya gelê Kurd dane hisandin û naskirin. Dengê guleyan wê şevê ji dost û dijminan re gelek tiştan vedibêje. Gelê Kurd ji xewa bêdengiyê hişyar dike û dibêje: ‘Azadiya neteweyî bêyî şerekî mezin pêk nayê’. Ji dijiminê gelê Kurd re jî dibêje; ‘Êdî Kurdistan wê ne Kurdistana berê be, xelekên zilmê ya li ser vî gelî hate qetandin û ji bo meşandina têkoşîna jiyaneke azad kes nema dikare wan bigre’.

Çalakvanên vê pêngava dîrokî, di pêşengtiya Fermandar Egîd de, dema bi ser baregehên dagirkeriyê de girtin, ji bo kêliyekê jî dudil nebûn. Bi rihekî fetihkar hedefan bi dest dixin û yekemîn çalakiya di têkoşîna çekdarî de bi serketinê tacîdar dikin. Afrîneriya di takîtîka şer de her wiha xwe bi rihê zaferê re kilîd kirin, xwe di wê pêngavê de dide pêş. Bi vî mîrasî gelek salên bi şerên giran hatine derbas kirin, gelek destketî û ezmûnên giranbiha hatine qezenc kirin. Pisporiya di huner û çanda leşkerî de, ya ku îro hêzên gerîlayên Kurdistanê pê têne nasîn, ji rihê pêngava 15’ê Tebaxê ye.

Gora ji betonê ku li ser wê ‘Kurdistana binaxkirî’ dihate nivîsandin bi olana guleya 15’ê Tebaxê di wê şevê de ji hev hate qelaştin û hilweşiya. Lewra serketina ku vê çalakiya dîrokî bi xwe re anî, şaxên baweriya bi têkoşîna azadiyê di dilê Kurdistaniyan de şîn kir. Weke gelê vê xakê yê herî kevnar careke din nasnameya xwe hembêz kirin û ji bo parastina wê ezma berxwedanê qayimtir kirin.”

Fermandariya YJA Starê destnîşan kir ku Pêngava 15’ê Tebaxê ew bingeh danî ku îro dema bi şerê herî dijwar jinûve dîzayna xaka Rojhilata Navîn tê çêkirin, gelê Kurd bi têkoşîna xwe ya resen di nava vê xakê de bi awayekî diyarker û xwedî maf cih digire û tê nasîn.

‘BI HÊZA 15’Ê TEBAXÊ JINÊN KURD HER ROJ DERBÊN GIRAN LI MEJIYÊ SERDEST DIXIN’

Di daxuyaniyê de hate gotin, “Lewra ev pêngav di dîroka Kurdistanê de, pêngaveke ku hempayê xwe tune ye, xwedî wateyeke dîrokî ye û bingehê hemû pêngavên têkoşîna me ya 40 salî ye. Roja îro li seranserî çiyayên Kurdistanê, bi heman rihê ji zaferê û ezmûna têkoşîna 40 salî re gerîla şerekî dîrokî dike. Rojane li taktîkên xwe afrîneriyê û dewlemendiyê zêde dike, hêza şerê xwe mezin dike, vê hêzê şerê ser erd û bin erd û asîmanan de belav dike û encamên bi bandor digre. Ev hemû di bin hêmanên rihê 15’ê Tebaxê bi qasî ku ji bo tevahiya gelê Kurd bû henaseya jiyaneke nû, bi taybet ji bo jina Kurd jî, bû pêngava avêtina bingehekî jiyan û têkoşîneke nû.  Bi hêza 15’ê Tebaxê heya roja îro jî bi heman ezim û azweriyê jina Kurd derbên herî giran li zihniyeta serdest dixîne. Di vê bingehê de artêşa azadiya jinan roja me ya îro de jî li her qadê beramberî desthilatê şerê herî çalak dide meşandin, xwedî artêşeke xwesere ku weke wê mînak tine li cihanê. Artêşa Starê ku bi rihê 15’ê Tebaxê ve şer dike, îro bûye hêviya serdemê ya jinên cîhanê.

‘BI RUHÊ 15’Ê TEBAXÊ EM Ê SIBEROJA BI RENGÊ ŞOREŞA DEMOKRATÎK DIYARÎ GELAN BIKIN’

Li ser van hîman; pêngava 15’ê Tebaxê, ji bo tevahiya civaka Kurdistan bû mamosteyek zanista xweparastinê, her wiha ji bo tevahiya hêzên gerîla jî bû pîvana çalakiya serketî. Lewma, şerê me yê îro ku di bingeha Gerîlatiya Modernîteya Demokratîk de bi taktîk û şêwazên herî afrîner, tê meşandin. Lewra dewleta Tirk û piştgirên xwe ruxmê hemû hevkariyên qirêj ên li ser paşeroja gelê me jî, ne bi artêşên xwe yê teknolojiya modern ve, ne jî bi rêka bikaranîna Kurdên xwefiroş û noker ve, nikarin têkoşîna ku bi rihê 15’ê Tebaxê hatî avdan ziwa bikin. Îro ji Serhed heta Botanê, ji Zap heta Metîna, Xakurkê û Heftanînê di oxira serxistina vî şerî de bi sedan jin û xortên egîd li ser vê rêkê giyanên xwe feda dikin, bi rihên xwe yên fedayî hêviya paşeroja azad ji bo hemû gelên heremê dihûnîn. Di oxira parastina nirx û hebûna gelê Kurd de serî de li Bakurê Kurdistanê û Herêmên Parastinê yên Medyayê şerekî hêjayî vegotinên bêdawî tê kirin. Lê em wek hêzên YJA Star bi mebesta vê rojê ve carekî din dibêjin ku her bihosteke xaka me ya ku bi destê dagirkeran tên şewitandin, bi nokeriya Kurdên xayîn ên PDK’ê ve tê firotin, jin û gelê me yên ku di rêçên koçberiyê êşên herî mezin re rûbirû tên ji bo me sedema tolhildanê ya herî mezin e. Em ê bi şêwaz û hêza Fermandar Egîd, bi ruhê Xwedawanda azadiyê Zîlan ve vejîna 15’ê Tebaxê bi çalakiyên xwe yên tolhilgir pêşwazî bikin.”

Di dawiya daxuyaniyê de hate gotin, “Weke hevrê û şervanên pakrewanên pêngava 15’ê Tebaxê, em ê hêjayî egîdiya wan bibin. Her wiha bi mezinkirina têkoşîn û şerê xwe re em ê siberoja ku bi rengê şoreşeke demokratîk hatî ava kirin ji bo hemû gelên bindest bikin diyarî. Heya ku Rêber Apo fîzîkî bê azadkirin, em ê nûbûn û afirîneriyê di şerê xwe de dewam bikin. Em careke din cejna vejînê û cejna me ya gerîla li Rêber Apo, li pakrewanên şoreşa  Kurdistanê,  jin û gelên azadixwaz re pîroz dikin.”

YÊN HATINE ÊTÎKETKIRIN BEHDÎNAN

Ji me agahî bistîne!

Eger tu bibî abone em ê nûçeyên lezgîn yekser ji maîla te re bişînin.
Eger tu bibî abone te we wateyê ku tu Polîtikaya Malpera Me dipejînî û dîsa tê wê wateyê ku tu Şert û Mercên me qebûl dikî. Tu kendî bixwazî dikarî ji abonetiyê derkevî
Çi Difikirî?
.0
.0
.0
.0
.0
.0
Nûçeya Berê Li Binarê Qendîlê şahiya 15’ê Tebaxê
Nûçeya Pişt re Bi firçeya demokrasiyê çanda xwe jinûve neqişandin
Nirxandinek Bike Nirxandinek Bike

Nirxandinek Bike Bersivê betalke

Ji bo ku hun şirove bikin divê hun têkevin pergalê.

Me Bişopîne!

Tu dikarî li ser gelek platforman rûpelên me bişopînî.
FacebookBiecibîne
TwitterBişopîne
PinterestPîn bike
InstagramBişopîne
YoutubeSubscribe
TiktokBişopîne
TelegramBişopîne
Google NewsBişopîne
LinkedInBişopîne
- Frekans -
Ad image
- Frekans -
Ad image

Navarokên Li Pêş

Xebatkarê rojnameya Yenî Yaşamê û 2 ciwan hatin binçavkirin

Xebatkarê rojnameya Yenî Yaşamê Serhat Dûrmûş û 2 kes ji aliyê polîsên Tirk ve di…

Ji aliyê Stêrk TV

Çareserî wê bi têkoşîna azadiyê ya hêzên şoreşger û jinan pêk were!

Hevserokê Konseya Rêveber a KCK'ê Cemîl Bayik destnîşan kir ku yekane rêya rizgariya ji krîza…

Ji aliyê Stêrk TV

Konserên ‘Ji Ocalan re azadî’ li Îtalyayê di sala 2’yan de didomin

Di çarçoveya kampanyaya “Ji Ocalan re Azadî, ji pirsgirêka Kurd re çareseriya siyasî” de konserên…

Ji aliyê Stêrk TV

Ev jî di be ku bala te bikşînin

Kurdistan

Gerîlaya YJA’Starê Dilzar Rêber Andok li Amedê hat bibîranîn

Ji aliyê Stêrk TV
Kurdistan

Ji bo şervanê YPG’ê Yildiz konê sersaxiyê hate danîn

Ji aliyê Stêrk TV
Kurdistan

Meclîsa Gel a Binarê Qendîlê konferansa xwe ya yekemîn li dar xist

Ji aliyê Stêrk TV
Kurdistan

Bi girseyî serdana sersaxiyên gerîlayên HPG’ê hat kirin

Ji aliyê Stêrk TV
Ya Berê Ya Pişt re
Stêrk TV
Stêrk TV
Stêrk TV

Li Ser Şopa Heqîqetê

Stêrk TV kanaleke pirziman ya nûçeyan e. Zimanê sereke ya kanalê kurdî ye. Kanal bi van zimanan nûçeyan diweşîne; kurmancî, soranî, goranî, hewramî, dimilî û îngilîzî.

Facebook Twitter Youtube Rss Medium
Kategorî
  • Kurdistan
  • Rojane
  • Çand û Hûner
  • Cîhan
  • Jin
  • Civak & Ekolojî
  • Zanist
Rûpel
  • Têkîlî
  • Frekans
  • Derbarê me de
  • Şert û Merc
  • Rêgezên Malperê
  • Kar Xwestin
  • Kunye

© Stêrk TV. Hemû mafê wê parastîne

adbanner
AdBlock Asteng Dike
Malpera me de reklam hene, ji ber vê sedemê malpera me bixin listeya spî ya AdBlock'ê
Temam, ez ê li listeya spî zêde bikim
Hûn bi xêr hatin

Têkevin hesabê xwe

Te paroleya xwe jibîr kir?