Yekîtiya Jinên Kurd a Swîsreyê (YJK-S) têkildarî êrîşên dagirkeriyê daxuyaniyek da û got: ‘’ Em ê di 7’ê Kanûnê de bi ruhê têkoşînê li qadan bin.’’
Kurdistanî û dostên wan ên li Swîsreyê ku ji roja destpêka êrîşên dagirkeriyê heya niha li qadan nerazîbûnên xwe nîşan didin, wê roja Şemiyê di 7’ê Kanûnê de li bajarê Baselê meşekê li dar bixin.
Yekîtiya Jinên Kurd a Swîsreyê (YJK-S) têkildarî meşê banga tevlîbûnê kir.
Naveroka daxuyaniyê bi vî rengî ye:
‘’Dewleta Tirk û çeteyên girêdayî wê girêdayî bajarên Til Rifet, Minbîc û Şehbayê li dijî Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê û Rojava êrîşên dagirkeriyê dane destpêkirin. Ev êrîşên dijmirovî li pêş çavên cîhanê tên kirin. Herêmên ku ji bo ewlehiya sivîlan hatine valakirin ji aliyê çeteyan ver tên talankirin, jin û zarok tên hedefgirtin û qetilkirin.
Bi van êrîşan destkeftiyên Şoreşa Rojava ya Jinan tên hedefgirtin. Di serî de jin wê gelê Kurd destkeftiyên şoreşê nekin qurbaniyên berjewendiyên dewleta Tirk û çeteyên girêdayî wê. Em ê Şoreşa Jinan bi ruhê Kobanê li her derê biparêzin û em van êrîşên dagirkeriyê yên li dijî Şoreşa Rojava ya Jinan bi tu awayî qebûl nakin. Em weke Yekîtiya Jinên Kurd a Swîsreyê li hemberî êrîşên dagirkeriyê yên li ser Rojava û ji bo xwedîderketina gelê xwe em ê li qadan bin.
Girêdayî vê yekê em ê bi şiara ‘Ji bo parastina Şoreşa Jinan bi ruhê têkoşîna Kobanê berê xwe bidin qadan’ biherikin qadan. Di serî de jinên Kurd û gelê Kurd em bang li her kesî dikin beşdarî çalakiya me ya di 7’ê Kanûnê de roja Şemiyê li bajarê Baselê bibin.’’
Cih û saeta çalakiya ku wê li Baselê were lidarxistin:
‘’7’ê Kanûnê, roja Şemiyê
Parka De-Wette (yali hemberî Bahnhofê)
Cih: Elisabethenstrasse 45, 4051 Basel
Saet: 11.00.”