Yekşem, 1 Adar 2026
  • Ji Bo Min
  • Favoriyên Min
  • Tomarên Min
  • Dîtinên Min
  • Blog
Video
Podcast
Zindî
Arşîv
Neşeriya Çalakiyan
Stêrk TV
  • DESTPÊK
  • ROJANE

    Xamaney çawa hat kuştin?

    Ji aliyê Stêrk TV

    DEM Partî: Wê encamên van êrîşan bandorê li herêmê bikin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Berpirsyarê Weşana Giştî ya Ajansa ANKA Haber’ê hate binçavkirin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Ozsoy: Nêzîkatiyên tasfiyekar wê bibe şaştiyeke mezin a siyasî

    Ji aliyê Stêrk TV

    Oya Ersoy: Di raporê de zimanê aştiyê, mekanîzmayên rûbirûbûna bi heqîqetê kêm e

    Ji aliyê Stêrk TV

    Rezan Sarica: Divê statuya girtîgeha li Îmraliyê bê rakirin!

    Ji aliyê Stêrk TV
  • KURDISTAN

    Wezareta Pêşmergeyan bang li Sûdanî kir

    Ji aliyê Stêrk TV

    Li Koyê 2 fuzeyên hêzên rejîma Îranê hate xistin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Serdana girseyî ji bo malbata şervanê YPG’ê Bor

    Ji aliyê Stêrk TV

    Koma Iraqî berpirsyariya êrişa li ser Hewlêrê li xwe girt

    Ji aliyê Stêrk TV

    Deriyê Sînor yê Hacî Omeran hat girtin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Xelkê Tilezêr bang li hikûmeta Iraqê kir: Pêdiviya Êzidiyan bi ewlehiyê heye!

    Ji aliyê Stêrk TV
  • JIN

    Roja 3’an a Rojên Çanda Jinên Kurd: Jin hilgirê berxwedan û çandê ne

    Ji aliyê Stêrk TV

    Li Kartalê çalakiya 8’ê Adarê: Divê ji bo mîmarê aştiyê Birêz Ocalan rê were vekirin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Mîtînga 8’ê Adarê ya li Nisêbînê: Jin wê civaka demokratîk bihûnin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Li Bismilê meşa jinê: Têkoşîn wê heta pêkhatina mafê hêviyê dewam bike

    Ji aliyê Stêrk TV

    Jinên Kobanê ji bo xwedîderketina li YPJ’ê meşiyan

    Ji aliyê Stêrk TV

    ‘Jinên Kurd dixwazin pêşengiyê ji kongreya yekîtiyê re bikin’

    Ji aliyê Stêrk TV
  • ÇAND Û HÛNER

    Ji rojnameya Yenî Ozgur Polîtîkayê banga li kedkarên Kurdî

    Ji aliyê Stêrk TV

    Li Berlînê Rojên Çanda Jinên Kurd di roja 2’yemîn de ye

    Ji aliyê Stêrk TV

    Dema nû, destpêka nû: Komînal

    Ji aliyê Stêrk TV

    Rojnameya Komînal dest bi weşanê dike

    Ji aliyê Stêrk TV

    Derhêner Alper: Kurd bi tenê nîne

    Ji aliyê Stêrk TV

    KNK: Bikaranîn û pêşvebirina zimanê Kurdî erka mirovî û neteweyî ye

    Ji aliyê Stêrk TV
  • CÎHAN
  • YÊN DIN
    • Gotar
    • Civak
    • Rojava
    • Gotar
  • 🔥
  • HEMÛ BAJAR
  • BEHDÎNAN
  • STENBOL
  • AMED
  • ENQERE
  • QAMIŞLO
  • ROJEV
  • KOBANÊ
  • WAN
  • ŞENGAL
  • HESEKÊ
  • ŞIRNEX
  • MÊRDÎN
  • RIHA
  • LEZGÎN
  • ÊLIH
  • COLEMÊRG
Nûçeyên Lezgîn
Bêçekkirina Şengalê xizmeta dijminên mirovahiyê ye
Mamosteyên Rojhilat: Perwerdehiya bi zimanê dayikê mafekî demokratîk e
Plana metirsîdar a saeta sifirê û bahoza ewlehiyê ya li dijî Iraqê
Li Helebê bermahiyeke şer teqiya: Zarokek jiyana xwe ji dest da
Di êrîşekî çekdarî ya li Humsê de 2 ciwan hatin qetilkirin
Dîtina TîpanAa
Stêrk TVStêrk TV
  • Kurdistan
  • Jin
  • Çand û Hûner
  • Cîhan
  • Rojava
  • Rojane
  • Cîhan
  • Civak & Ekolojî
  • Zanist
  • Ji Bo Min
  • Dîtinên Min
  • Tomarên Min
  • Favoriyên Min
Bigere
  • Kategorî
    • Kurdistan
    • Jin
    • Ciwan
    • Çand û Hûner
    • Cîhan
  • BAJAR
    • HEMÛ BAJAR
    • AMED
    • STENBOL
    • QAMIŞLO
    • ŞEHBA
    • REQA
    • WAN
  • JI BO TE
    • Ji Bo Min
    • Tomarên Min
    • Favoriyên Min
    • Dîtinên Min
  • RÛPEL
    • Podcast
    • Video
    • Wêne
    • Gotar
Hesabê we heye? Têketin
Me bişopîne
© Mafên belavkirinê li ba Stêrk TV parastî ne 2024. Hemû maf parastî ne.
Stêrk TV > Blog > Jin > YJK-S’ê starta 8’ê Adarê da
Jin

YJK-S’ê starta 8’ê Adarê da

Yekîtiya Jinên Kurd li Swîsreyê (YJK-S), bi daxuyaniyeke çapemeniyê ku li Navenda Civaka Demokratîk a Kurd a Zurichê pêk anî, starta çalakiyên 8’ê Adarê da. Di çarçoveya çalakiyan de panel, nîşandana fîlman, meş û çalakiyên konan hatin plankirin.

Stêrk TV
Stêrk TV Dîroka nûkirinê: 1. Adar 2026 Dema xwendinê: 6 dq.
Parvekirin

Li Swîsreyê, çend roj beriya 8’ê Adarê Roja Jinên Kedkar ên Cîhanê, amadekarî hatin temamkirin. Yekîtiya Jinên Kurd li Swîsreyê (YJK-S), bi daxuyaniyeke çapemeniyê ku li Navenda Civaka Demokratîk a Kurd a Zurichê lidar xist, starta çalakiyên 8’ê Adarê da.

 

Daxuyanî li ser navê YJK-S’ê ji aliyê Aliye Bora ve hat xwendin. Di belavokê de bal hat kişandin ser sala 169’emîn a berxwedana 40 hezar jinên karkerên tekstîlê yên New Yorkî ku li ser bihayê canê xwe dabûn destpêkirin û hat gotin: “Em bi xurtkirina hewldana têkoşîna xwe ya li dijî polîtîkayên şer, mêtingerî, xizanî û qirkirina jinan a li her derê cîhanê, dikevin 8’ê Adarê. Di şexsê Deniz Çiya, Hevrîn Xelef, Arîn Mîrkan, Jîna Emînî, Sakine Cansız, Rosa Luxemburg û Clara Zetkin de em hemû jinên ku ji bo demokrasî, wekhevî û azadiyê jiyana xwe ji dest dane bi rêzdarî bi bîr tînin; em silavên xwe ji hemû jinên ku di girtîgehan de dîl hatine girtin re dişînin.”

Di daxuyaniyê de hat diyarkirin ku qirkirina jinê û tundî hîn jî berdewam dike û hat destnîşankirin ku jinên Kurd ên li Swîsreyê dijîn, hem beşek ji têkoşîna wekheviyê ne, hem jî bi berxwedana jinan a li Rojava, çar parçeyên Kurdistanê û cîhanê re di nava piştgiriyê de ne. Hat gotin ku jin li malê, li ser kar, li kolanan, li kampusê, li kargeh û li zeviyan bi şêweyên cuda yên mêtingerî û tundiyê re rû bi rû ne. Li gorî daneyên Neteweyên Yekbûyî, li cîhanê her 10 deqîqeyan jinek an jî keçikek ji aliyê zilamekî nêzî xwe ve tê kuştin. Di daxuyaniyê de hat diyarkirin ku tundiya li ser jinê ne tiştekî yekane ye, lê berhema pergala serdest a mêr e.

Di belavoka çapemeniyê de bal hat kişandin ser êrişên li ser Rojava jî û hat gotin: “Şoreşa jinê ya ku li Rojava bilind dibe, nîşan da ku azadiya jinê ne tenê daxwazek e, rastiyeke ku dikare bê avakirin e. Lê belê planên komployên navneteweyî û herêmî hîn jî berdewam dikin. Destkeftiyên li Rojava ne di bin garantiyê de ne û dema ku dorpêça li Kobanê berdewam dike, planên êrişê yên li ser Şengalê têne kirin. Şoreşa jinê ya ku li Rojava bilind dibe a me ye û em ê parastina wê bidomînin.”

Di belavokê de her wiha bal hat kişandin ser salvegera yekemîn a Banga Civaka Demokratîk û Aştiyê ya Rêber Apo û hat diyarkirin ku divê têkoşîna azadî, wekhevî û aştiyê li Rojhilata Navîn bê domandin. Hat destnîşankirin ku 8’ê Adarê ne tenê pîrozbahiyek e, roja mezinkirina rêxistinbûnê û xurtkirina jiyana komunal e.

Di dawiya daxuyaniyê de bang li hemû jinan hat kirin ku beşdarî çalakî û eylemên ku bên lidarxistin bibin. Peyama “Li dijî dijminatiya jinê û neheviyê îsyana me mezin dibe! Bijî 8’ê Adarê û yekîtiya têkoşîna jinên cîhanê! Em ê bi hev re li ber xwe bidin, em ê bi hev re qezenc bikin! Rojava, Rojhilat û Kurdistan yek welat e! ROJAVA WARÊ JINÊN AZAD E; EM Ê BIPAREZIN! Jin Jiyan Azadî!” hat parvekirin.

BERNAMA ÇALAKIYÊN 8’Ê ADARÊ YÊN LI SWÎSREYÊ

  • Aarau: Panel “Ji Duh heta Îro Tecrubeyên Me yên Têkoşîna Jinê”, 5’ê Adarê, Komela Lenzburg, 18:30, Aktîvîsta TJK-E.
  • Solothurn: Hevdîtina Jinan, 1’ê Adarê, Komela Solothurn, 13:00.
  • Langenthal: Hevdîtina Jinan, 3’ê Adarê, Restorana Sonne, 14:00.
  • Luzern: Belgefilmê Jinwar, 6’ê Adarê, Komel, Würzenbachstrasse 54, 18:00.
  • Ticino: Meşa Navendî, 8’ê Adarê, Stazione di Bellinzona, 14:30.
  • Bern: Çalakiya Hevpar a bi Saziyên Dost re, 7’ê Adarê, Komel, Seidenweg 63, 18:00 / Meşa Navenda Herêmê, 8’ê Adarê, Bahnhofplatz, 15:00.
  • Biel: Nîşandana Fîlm, 6’ê Adarê, Komel, General Dufourstrasse 60, 18:30.
  • Freiburg: Nîşandana Fîlm, 7’ê Adarê, Komel, Avenue de Midi 5, 14:00.
  • St. Gallen: Fîlmê Diren, 6’ê Adarê, Komel, Poststrasse 10, 18:00 / Meş, 8’ê Adarê, Kornhausplatz, 16:00.
  • Chur: Belgefilmê Jinwar û Hevpeyvîn, 8’ê Adarê, Aspermontstrasse 17, 18:00.
  • Lozan: Nîşandana Fîlm û Hevpeyvîn bi Derhêner re, 3’ê Adarê, Póle Sud, Avenue Jean-Jacques Mercier 3, 18:30 / Meşa bi Dostan re, 7’ê Adarê, Place de la Cathédrale, 15:00.
  • Genève: Nîşandana Fîlmê Jiyan, 6’ê Adarê, Navenda Civaka Demokratîk a Kurd, 18:00 / Daxuyaniya Çapemeniyê ya Collectif Grève Féministe, 8’ê Adarê, Centro Sociète, 16:00.
  • Valais/Wallis: Sînevîzyon, 4’ê Adarê, Ruelle de la Lombardie 29, Sion / Meş, 7’ê Adarê, Place de la Planta, 14:30.
  • Zürich: Hevdîtina Jinan û Nîşandana Fîlm, 1’ê Adarê, Komel, Steinwiesenstrasse 1, 13:00 / Meşa Navenda Herêmê, 7’ê Adarê, Paradeplatz, 13:00 / Çalakiya Kon “Li Rojava Şer Dikin, Li Cîhanê Azad Dibin”, 14’ê Adarê, Werdmühleplatz, 13:00.
  • Basel: Taştêya bi Dostan re û Bernameya Çandî, DemKurd Elsässerstr. 215, 10:00 / 13:00 Ji Komelê bi Komî Çûyîna Çalakiyê / Meşa Navenda Herêmê, 8’ê Adarê, Marktplatz, 14:00 / Panel, 14’ê Adarê, Verso, UniBas, 18:30.
  • Neuchatel: Meşa Hevpar a bi Dostan re, 7’ê Adarê, Rue de l’Hopital 2, 11:00.
YÊN HATINE ÊTÎKETKIRIN ZURÎH

Ji me agahî bistîne!

Eger tu bibî abone em ê nûçeyên lezgîn yekser ji maîla te re bişînin.
Eger tu bibî abone te we wateyê ku tu Polîtikaya Malpera Me dipejînî û dîsa tê wê wateyê ku tu Şert û Mercên me qebûl dikî. Tu kendî bixwazî dikarî ji abonetiyê derkevî
Çi Difikirî?
.0
.0
.0
.0
.0
.0
Nûçeya Berê Li Hamburgê têkoşîna jinan û piştevanî hate nîqaşkirin
Nûçeya Pişt re Li Koyê 2 fuzeyên hêzên rejîma Îranê hate xistin
Nirxandinek Bike Nirxandinek Bike

Nirxandinek Bike Cancel reply

You must be logged in to post a comment.

Me Bişopîne!

Tu dikarî li ser gelek platforman rûpelên me bişopînî.
FacebookBiecibîne
TwitterBişopîne
PinterestPîn bike
InstagramBişopîne
YoutubeSubscribe
TiktokBişopîne
TelegramBişopîne
Google NewsBişopîne
LinkedInBişopîne
- Frekans -
Ad image
- Frekans -
Ad image

Navarokên Li Pêş

Heyet bi dirûşma ‘Bijî Serok Apo’ hate pêşwazîkirin

Heyeta Îmraliyê ya ku bi Rêber Apo re hevdîtin kir li ber otela ku wê…

Ji aliyê Stêrk TV

Li Mexmûrê bi meşeke girseyî gerîla hat silavkirin

Li Wargeha Şehîd Rûstem Cûdî bi dirûşmeya “Em ê bi ruhê operasyonên şoreşgerî şerê gel…

Ji aliyê Stêrk TV

Kongra Star: Bi hêza jin em ê dawî li desthilatdariyê û dewletê bînin

Kongra Star li dijî biryara darvekirinê ya derbarê rojnamevana Kurd Pexşan Ezîzî û aktîvîst Şerîfe…

Ji aliyê Stêrk TV

Ev jî di be ku bala te bikşînin

Jin

Li Hamburgê têkoşîna jinan û piştevanî hate nîqaşkirin

Ji aliyê Stêrk TV
Jin

Roja 3’an a Rojên Çanda Jinên Kurd: Jin hilgirê berxwedan û çandê ne

Ji aliyê Stêrk TV
Jin

Li Kartalê çalakiya 8’ê Adarê: Divê ji bo mîmarê aştiyê Birêz Ocalan rê were vekirin

Ji aliyê Stêrk TV
Jin

Mîtînga 8’ê Adarê ya li Nisêbînê: Jin wê civaka demokratîk bihûnin

Ji aliyê Stêrk TV
Ya Berê Ya Pişt re
Stêrk TV
Stêrk TV
Stêrk TV

Li Ser Şopa Heqîqetê

Stêrk TV kanaleke pirziman ya nûçeyan e. Zimanê sereke ya kanalê kurdî ye. Kanal bi van zimanan nûçeyan diweşîne; kurmancî, soranî, goranî, hewramî, dimilî û îngilîzî.

Facebook Twitter Youtube Rss Medium
Kategorî
  • Kurdistan
  • Rojane
  • Çand û Hûner
  • Cîhan
  • Jin
  • Civak & Ekolojî
  • Zanist
Rûpel
  • Têkîlî
  • Frekans
  • Derbarê me de
  • Şert û Merc
  • Rêgezên Malperê
  • Kar Xwestin
  • Kunye

© Stêrk TV. Hemû mafê wê parastîne

adbanner
AdBlock Asteng Dike
Malpera me de reklam hene, ji ber vê sedemê malpera me bixin listeya spî ya AdBlock'ê
Temam, ez ê li listeya spî zêde bikim
Hûn bi xêr hatin

Têkevin hesabê xwe

Te paroleya xwe jibîr kir?