Berdevkê Yekîtiya Nîştimana Kurdistanê (YNK) Seedî Ehmed Pîre li ser nûçeyek rojnameya Xebat ya PDK’ê daxuyaniyek da û xwest serokê demborî yê Hikumeta Herêma Kurdistanê derbarê mijarê de agahiyên zelal bide.
Seedî Ehmed Pîre behsa nûçeya rojnameya PDK’ê kir û got ku di rojnameya Xebat ya PDK’ê de ku di 14’ê vê mehê de hatiye weşandin, bi manşetek mezin hatiye nivîsandin ku ‘li sînorê Silêmaniyê PKK hêz avakiriye û dişîne Rojavayê Kurdistan û Silêmaniyê.’
Pîre da zanîn ku ew rojname, rojnameya hizba serokê Hikumeta Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî ye ku bi xwe jî cîgirê serokê PDK’ê ye.
Seedî Ehmed pîre derbarê îdeayên rojnameya PDK’ê wiha got; “Mesrûr Barzanî serokê hikumet û hikumeta Silêmaniyê ye jî, li şûna parêzgeha Silêmaniyê biparêze û ji Tirkiyeyê re bêje, êrîşên we yên li Silêmaniyê bê wate ne, Tirkiyeyê teşwîq dike ku êrîşî Silêmaniyê bike. Divê PDK û YNK derbarê van mijarane de di demek nêzîk de kom bibin ku bi çi armancê ew mijar hatiye nivîsandin. Ji ber ku ev formek nû ya danustandina bi YNK’ê reye û bi çi delîlan vî karî kirine.”