Felsefeya yogayê ji kûrahiya xwe dûr ket û li gelek welatan veguheriye bazirganiyeke mezin. Li Swîsreyê çapemeniya RTS’ê nûçeyeke têkildarî ku yoga çawa veguheriye endustriyeke mezin weşand.
Li gorî nûçeyê li Swîsreyê jî ev dîsîplîna dêrîn a ku ji ber berava golê û heya studyoyên ‘’yogaya germ’’ derdikeve pêşiya me, êdî bûye qadeke aboriyê ya berfireh. Li gorî nûçeya RTS’ê ya bi navê Basik, yogaya ku weke ‘’lêgerîna hêminiyê’’ destpê kiriye, îro vehuheriye şêwejiyaneke bazirganî.
Li Veveyê dersa yogayê ya saetekê a li ber berava golê bi 20 frankî tê dayîn. Li seranserê welêt buhayê wê yê nîvekî 30 frank e. Beşdarvan her çend vê yekê weke ‘’ji bo başiya xwe’’ pênase dikin jî li gorî zanyaran êdî yoga bes ne tecrûbeyeke giyanî ye di heman demê de bazareke berfireh e.
STUDYOYÊN GERM, FELSEFEYA SAR DIBE
Studyoya Flame Yoga ya li Cenevreyê yek ji mînaka jirêzê ya vê veguherînê ye. Kargeha ku bi dersên xwe yên yogaya germ a di bin germahiya 40 dereceyî de tê kirin û ji 1000’î zêdetir endamên wê hene, salane 500-700 hezar frankî qezenc dike. Navenda ku li gel 35 dersdaran dixebite, li gel platformên online û ‘’înzîwayên yogayê’’ karê xwe mezintir dike.
Pispora yogayê û nivîskar Zineb Fahsi ruhê kapîtalîst ê vê vegugerînê bi van gotinan tîne ziman: ‘’Di salên 1980’yan de yoga li DYE’yê bi çanda fitnessê re bû yek. Îro yoga, veguheriyeke amûreke guncavî ruhê kapîtalîzma nû.’’
MODEYA YOGAYÊ: BAZIRGANIYA TEKSTÎLÊ YA BI DEH MILYAR DOLARÎ
Êdî yoga, bes ne li ser berikan tê kirin di heman demê de cil û bergên taybet ên ji bo kirina yogayê jî zêde bûne. Buhayê gerdûnî yê ‘’modaya yogayê’’ yê bi markayên weke Lululemon û Alo Yogayê re şikil digire, bûye 48 milyar frank.
Markaya bi navê Breath of Fire ya li Cullyê, îstîsnayeke biçûk e ku hewl dide di nava vê bazirganiyê de hilberîna exlaqî bike. Damezrînerê markaya berbehs Cornelia Kauhs dibêje: ‘’Ger hûn bes li dû qezenckirinê bin, êdî ev yek nabe yoga.’’ Atolyeya ku li gel malbata xwe bi rê ve dibe, bi salane 300 hezar frankî ciroyê dike.
BAZARA NÛ YA MAMOSTETIYA YOGAYÊ
Yek ji qadeke bazirganiya yogayê ya din jî kursên perwerdekirina maosteyên yogayê ye. Êdî bi buhayê çend sed frankan, bi perwerdeyeke online ya 200 saetî pêkan e ku mirov bibe ‘’mamosteyê yogayê.’’
Zineb Fahsi vê rewşê weke ‘’pergaleke pîramîdal’’ pênase dike:
‘’Tu kes nikare bi dayîna dersan debara xwe bike, ji ber vê yekê berê xwe didin perwerdekirina mamosteyên yogayê.’’
Li navendên resen ên weke Enstutiya Samgatiyê ya Lausanneyê jî hewce ye ji bo perwerdekirina mamosteyan hewce ye beşdarvan 4 salan perwerdeyeke 500 saetî bistînin. Damezrînerê wê Malek Daouk hişyariya; ‘’Divê pêşiyê ji dersdaran bê pirsîn bê ka çawa û ji kî ders standiye’’ dide.
RESENIYA LI HEMBERÎ BAZIRGANIYÊ TUNE DIBE
Tê texmînkirin ku li Swîsreyê nêzîkî 700 hezar û 1.3 milyon kes yogayê dikin. Lê belê ev ‘’aboriya xwebaşhîskirinê’’ ne li gorî prensîbên yogayê yên xwerûbûn û xwejêrizgarkirina mezaxtinê ye.
RTS’ê di nûçeya xwe de herî dawiyê ev yek anî ziman:
‘’Reseniya yogayê belkî jî bes rûniştin, bêhnstandin û medîtasyon be, her wiha ev hemû hê jî belaş in.’’