Pêncşem, 17 Îlon 2026
  • Ji Bo Min
  • Favoriyên Min
  • Tomarên Min
  • Dîtinên Min
  • Blog
Video
Podcast
Zindî
Arşîv
Neşeriya Çalakiyan
Stêrk TV
  • DESTPÊK
  • ROJANE

    Hevserokê PJAK’ê ji ber tevlîbûna greva giştî spasiya gel kir

    Ji aliyê Stêrk TV

    Mamosteyên Kurd û Îranî: Wê Şoreşa ‘Jin, Jiyan, Azadî’ wê gav paşde neavêje

    Ji aliyê Stêrk TV

    ‘Di 6 mehên destpêkê de li Kurdistanê 1804 caran mafên mirovan hatin binpêkirin’

    Ji aliyê Stêrk TV

    Dayika Jîna Emînî: Edalet wê rojekê pêk were

    Ji aliyê Stêrk TV

    Hana: Dosya Jîna Emînî heta pêkhatina edaletê wê dewam bike

    Ji aliyê Stêrk TV

    Rêber Apo: Divê Îran darvekirinan rawestîne, dest ji êrişên li ser herêmên Kurdan berde

    Ji aliyê Stêrk TV
  • KURDISTAN

    Bavê Jîna Emînî bi peyamekê spasiya gelê Kurd û gelên Îranê kir

    Ji aliyê Stêrk TV

    Hevpeymaniya Hêzên Siyasî ya Rojhilatê Kurdistanê serkeftina greva giştî ragihand

    Ji aliyê Stêrk TV

    Li Erdîşê daxwaza perwerdeya bi zimanê dayikê: Aştî bi wekheviyê destpê dike

    Ji aliyê Stêrk TV

    PJAK, YRK û HPJ’ê serdana şehîdgehê kirin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Rojhilatê Kurdistanê di greva giştî de ye

    Ji aliyê Stêrk TV

    Nûrettîn Demîrtaş: Yên ku zêdegaviyê di rexneyan de dikin nafikirin, teqlîdê dikin

    Ji aliyê Stêrk TV
  • JIN

    Platforma JÎNA’yê banga domandin û xurtkirina têkoşînê kir

    Ji aliyê Stêrk TV

    Malbatên Dadxwaz û Rêxistinên Jinên Rojhilat serdana gorên şehîdan kirin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Çalakiyên Jin, Jiyan, Azadî: ‘Rêxistinbûna me, azadiya me ye’

    Ji aliyê Stêrk TV

    Şehîdên şoreşa ‘Jin, Jiyan, Azadî’ hatin bîranîn

    Ji aliyê Stêrk TV

    ‘Bi hêza xweparastinê wê şoreşa Jin, Jiyan, Azadî bi ser bikeve’

    Ji aliyê Stêrk TV

    Platforma Jinên Rojhilatê Kurdistanê banga tevlîbûna greva giştî kir

    Ji aliyê Stêrk TV
  • ÇAND Û HÛNER

    Lîstikvan Merve Asya Ozgur: Hunermendên Kurd azad bibe, hunermendên Tirk jî wê qezenç bikin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Marsîlya xwe ji bo Festîvala Çanda Kurd a Sînan Dersim a 6’emîn amade dike

    Ji aliyê Stêrk TV

    Ji KJAR’ê pirtûka ‘Pêtên Kolanan’

    Ji aliyê Stêrk TV

    Li Bordeauxê 1’emîn Festîvala Çanda Kurd a Aquitaine hat lidarxistin

    Ji aliyê Stêrk TV

    TEV-ÇAND: Zimanê me hebûna me ye

    Ji aliyê Stêrk TV

    Albuma ‘Hevala Min’ a Komara Amara derket

    Ji aliyê Stêrk TV
  • CÎHAN
  • YÊN DIN
    • Gotar
    • Civak
    • Rojava
    • Gotar
  • 🔥
  • HEMÛ BAJAR
  • AMED
  • STENBOL
  • BEHDÎNAN
  • ENQERE
  • ROJEV
  • QAMIŞLO
  • KOBANÊ
  • WAN
  • ŞENGAL
  • HESEKÊ
  • ŞIRNEX
  • MÊRDÎN
  • RIHA
  • LEZGÎN
  • ÊLIH
  • COLEMÊRG
Nûçeyên Lezgîn
Baregeha KDP-Î ya li Hewlêrê hate bombekirin
Li Zaxoyê jinek hate kuştin
Li zindana Kobanê şewat derket
Heyeta DEM Partiyê wê di 14’ê Îlonê de biçin Îmraliyê
Li Germiyanê mirina bi guman a jinekê
Dîtina TîpanAa
Stêrk TVStêrk TV
  • Kurdistan
  • Jin
  • Çand û Hûner
  • Cîhan
  • Rojava
  • Rojane
  • Cîhan
  • Civak & Ekolojî
  • Zanist
  • Ji Bo Min
  • Dîtinên Min
  • Tomarên Min
  • Favoriyên Min
Bigere
  • Kategorî
    • Kurdistan
    • Jin
    • Ciwan
    • Çand û Hûner
    • Cîhan
  • BAJAR
    • HEMÛ BAJAR
    • AMED
    • STENBOL
    • QAMIŞLO
    • ŞEHBA
    • REQA
    • WAN
  • JI BO TE
    • Ji Bo Min
    • Tomarên Min
    • Favoriyên Min
    • Dîtinên Min
  • RÛPEL
    • Podcast
    • Video
    • Wêne
    • Gotar
Hesabê we heye? Têketin
Me bişopîne
© Mafên belavkirinê li ba Stêrk TV parastî ne 2024. Hemû maf parastî ne.
Stêrk TV > Blog > Rojava > YPG: Apê Nemir navê xwe li dîroka azadiyê nivîsand
Rojava

YPG: Apê Nemir navê xwe li dîroka azadiyê nivîsand

YPGʹê diyar kir ku yek ji sembola berxwedana Kobanê Apê Nemir di encama krîza dil de tevlî karwanên nemiran bû û got: “Em soz didin ku em ê kevneşopiya berxwedanê ya Apê Nemir heta dawiyê biparêzin.”

Stêrk TV
Stêrk TV Dîroka nûkirinê: 14. Cotmeh 2024 Dema xwendinê: 9 dq.
Parvekirin

Navenda Ragihandinê ya Yekîneyên Parastina Gel (YPG) li ser malpera xwe ya fermî bi daxuyaniyekê nasnameya şehîd Apê Nemir eşkere kir.

 

Berfirehiya daxuyaniya YPGʹê wiha ye:

“Xelîl Osman Hemê bi nasnav Apê Nemir ku wek sembola berxwedana Kobanê dihat naskirin, îro di encama krîza dil de tevlî karwanên nemiran bû.

Pêvajoya ku bi Bihara Ereban a sala 2011’an dest pê kir, li Rojava veguherî qonaxeke şoreşgerî. Berxwedana herî sembolîk a vê şoreşê ku bi berxwedana hevpar a gelan pêk hat, Kobanê bû. Di Îlona 2014’an de ji aliyê çeteyên DAÎŞ’ê ve êrîşeke hovane li ser Kobanê pêk hat. Li hemberî vê êrîşa talan û dagirkeriyê gelê Kobanê û şervanên YPG-YPJ’ê berxwedaneke bêhempa nîşan dan. Kobaniyên ku cih û warên xwe neterikandin, ji cîhanê re bûn mînaka herî berbiçav a çawa li dijî hovîtiya DAÎŞ’ê tê şerkirin. Berxwedana Kobanê ya ku veguherî berxwedaneke giştî ya Kurdan, careke din ji mirovahiyê re bû hêvî. Bi berxwedana Kobaniyê re hemû gelên cîhanê dîtin ku hîna jî hêzeke dînamîk heye li dijî zilmê û dijminên mirovahiyê şer dike.

TEVÎ TEMENÊ XWE YÊ MEZIN CIHÊ XWE DI ÇEPERÊN ŞER DE GIRT

Berxwedana Kobanê berxwedaneke ku gel bi derfetên xwe ava kiribû. Ji 7 salî heta 70 salî gelê Kobanê bi zarokên xwe re bi tevlîbûna li çeperên şer berxwedanê pêş xistin. Tevî ku bi rêxistineke hov a weke DAÎŞ’ê re rû bi rû mabû jî, gelê Kobanê bi şervanên xwe re bêyî kêliyek dudilî bijî ta ku bigihîje serkeftinê şerekî bêeman meşand. Êdî veguherî şerê gel û şerê gel bi serketinê tacîdar bû.

Yek ji wan jî bû sembola berxwedana Kobanê Apê Nemir bû. Apê Nemir ku tevî temenê xwe yê mezin axa xwe neterikand, tevî bi zarokên xwe re heta kêliya dawî di çeperên şer ên berxwedanê de cih girt.

Xelîl Osman Hemê bi nasnav Apê Nemir di sala 1950’î de li gundê Dihapê yê Kobanê ji dayik bûye. Ew tenê kurê malê ye. 5 xwişkên wî hene. Apê Nemir ji zarokatiya xwe ve di nav derdoreke ku hestên welatparêziyê lê zêde ye de mezin bûye. Kurdbûna xwe ji kur ve jiyan kiriye. Dema ku bi çandiniyê re mijûl dibe, tevgerên siyasî yên Kurd jî dişopîne. Ji ber eleqeya wî bi siyasetê re, di dema ciwaniya xwe de 3 caran ji aliyê rejîma Sûriyeyê ve hatiye girtin. Piştî sala 1980’î Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan nas dike. Ew PKKʹê ji nêz ve dişopîne. Derketina tevgera azadiya Kurd û bandora wê ya li ser civakê bandorê li Apê Nemir jî dike. Êdî ji vir û şûn de tevgera azadiya Kurd dişopîne. Tevî hemû zextên Rejîma Sûriyeyê jî paşve gav navêje û di her firsendê de têkoşîna xwe diparêze. Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan jî dibîne. Piştî ku Rêber Ocalan nas kir, êdî weke welatparêzekî çalak ê tevgera azadiya Kurd dixebite.

Apê Nemir zewicî bû û 6 zarokên wî hene. Zarokên xwe jî bi hestên welatparêziyê mezin dike. Hem ew hem jî malbata xwe di hemû qadên tevgera azadiya Kurd de di xebatan de cih digirin. Di demên herî dijwar de jî kêliyekê jî paşve nekişandine. Apê Nemir tevî temenê xwe yê mezin tu carî paşde gav neavêtiye. Di her firsendê de ji bo azadiya gelê xwe tê dikoşe.

ROLA XWE BI LAYIQÎ BICIH ANÎ

Bi Şoreşa Rojava re Apê Nemir têkoşîna xwe didomîne. Li tevahiya herêmê jî şerekî dijwar dest pê kiriye. Di vê pêvajoya dîrokî de kesên li ser rêya azadiyê dimeşin divê rola xwe bilîzin. Bi vê hişmendiyê Apê Nemir bi malbata xwe re hem li qada leşkerî hem jî di qada civakî de di nav xebatê de cih girtin. Bi taybetî salên destpêkê yên şoreşê dijwar bû û derfet pir kêm bû. Li gel hemû şert û mercên zehmet jî di gelek qadan de di xebatên birêxistinbûna gel de cih girt û beriya berxwedana mezin a Kobanê amadekariya xwe temam kiribû. Şoreşa Rojava wê weke şoreşa gelan di dîroka mirovahiyê de cihê xwe bigirta. Apê Nemir jî wê vê rola xwe baş bi cih bianîba.

Piştî sala 2014’an çeteyên DAÎŞ’ê li Rojhilata Navîn bi awayekî çalak tevlî şerê heyî bûn. Di heman salê de li erdnîgariya Ereban gelek herêm dagir kirin. Çeteyên DAÎŞ’ê ku xwe ji van pêşketinên xwe ranegirtin, li dijî herêma Kurdan bi taybet êrişî Rojava kirin. Piştî komkujiya Şengalê êrişeke berfireh li ser Kobanê jî pêk anî. Çeteyên DAÎŞ’ê li ser cîhanê tirseke mezin avakiribû. Her ku êriş li ku derê dikirin dagir dikirin. Difikirîn ku bi heman awayî wê erdnîgariya Kurdan jî dagir bikin. Lê gelê Kurd bi berxwedanê bersiveke mezin da çeteyên DAÎŞ’ê. Bi taybetî çeteyên DAÎŞ’ê yên ku difikirîn ku wê bi hêsanî Kobanê bi dest bixin, nizanîbûn ku bi berxwedana Kobanê re dawiya xwe amade dikin.

Kobanê cihê ku Şoreşa Rojava lê dest pê kiribû. Çeteyên DAÎŞ’ê yên ku bi talîmatê dewleta Tirk êrişî Kobanê kirin, wê li vir şikestineke mezin jiyan kiriba. Li Kobaniyê civak û şervanên mîna Apê Nemir ku ji welatparêziya xwe tawîz nedan hebûn. Berxwedana Kobanê ya bi pêşengiya şervanên YPG-YPJ’ê weke şerê gel di dîrokê de cihê xwe girtibû.

BI ZAROKÊN XWE RE TÊKOŞIYA

Apê Nemir jî ji roja destpêkê ve cihê xwe di nava berxwedanê de girt. Tevî hemû israra şervanan jî bajar neterikand. Çi dibe bila bibe, wê heta dawî ji bo axa ji dayik bûye xwe tê bikoşiya. Apê Nemir ê ku di berxwedana Kobanê de ji ling û milê xwe birîndar bû, bêyî ku tedawiya xwe ya li Pirsûsê temam bike dîsa vegeriya çeperên berxwedanê. Xwesteka wî li kêleka şervanên azadiyê di heman çeperê de cih girtin e. Tevî hemû şert û mercên dijwar û temenê xwe yê mezin jî li gel şervanên azadiyê venaqete.

Apê Nemir heta kêliya dawî ya berxwedanê bi zarokên xwe re cihê xwe di nava têkoşînê de digire. Ew êdî dibe sembola berxwedanê. Paşê, yekem tişta ku bala rojnamegerên hatin çeperên berxwedanê Apê Nemir bû. Êdî hemû cîhan şahid e ku bi rastiya Apê Nemir re li Kobanê berxwedaneke çawa tê meşandin.

Zarokên wî jî mîna Apê Nemir heta kêliya dawî ya berxwedanê cihê xwe di nava têkoşînê de girtin. Kurê wî Osman di Hezîrana 2015’an de di êrişa çeteyên DAÎŞ’ê ya li ser Kobanê de şehîd bû. Tevî her tiştî jî Apê Nemir û malbata wî cihê xwe di nava têkoşînê de girtin. Apê Nemir ku di encama birîndariya xwe de milê wî seqet ma, piştî berxwedana Kobanê têkoşîna xwe di nava xebatên şoreşgerî de berdewam kir. Heta nefesa xwe ya dawî ji bo gelê xwe tê koşiya.

JI BO AZADIYA GELÊ KURD JIYA

Apê Nemir bû sembola berxwedana Kobanê û welatparêzekî mînak. Bi hestên welatparêzî yên sade, pak jiya. Ji bo azadiya gelê Kurd jiya û xebat kir. Apê Nemir bi kevneşopiya bi berxwedana xwe ne tenê ji bo Kurdan, ji bo tevahiya mirovahiyê ya cîhanê bû berxwedêrekî mînak. Navê xwe weke sembola welatparêzî û dilsoziya ji bo xak û gelê xwe di dîroka azadiyê de nivîsand.

Ji ber şehadeta Apê Nemir em sersaxiyê di serî de ji malbata wî ya hêja û welatparêz re û ji hemû gelê xwe yê berxwedêr û welatparêz re dixwazin. Îro jî weke şervanên azadiyê yên ku destkeftiyên şoreşê diparêzin em soz didin ku em ê kevneşopiya berxwedanê ya Apê Nemir heta dawiyê biparêzin. Em soza ku me di şexsê Apê Nemir de daye hemû şehîdên xwe dubare dikin.

YÊN HATINE ÊTÎKETKIRIN HEMÛ BAJAR

Ji me agahî bistîne!

Eger tu bibî abone em ê nûçeyên lezgîn yekser ji maîla te re bişînin.
Eger tu bibî abone te we wateyê ku tu Polîtikaya Malpera Me dipejînî û dîsa tê wê wateyê ku tu Şert û Mercên me qebûl dikî. Tu kendî bixwazî dikarî ji abonetiyê derkevî
Çi Difikirî?
.0
.0
.0
.0
.0
.0
Nûçeya Berê Jinên enternasyonalîst ji bo Abdullah Ocalan meşiyan
Nûçeya Pişt re Li rojnamevanên nûçeya qetilkirina Jîna Emînî çêkiribûn 5 sal ceza hat birîn
Nirxandinek Bike Nirxandinek Bike

Nirxandinek Bike Cancel reply

You must be logged in to post a comment.

Me Bişopîne!

Tu dikarî li ser gelek platforman rûpelên me bişopînî.
FacebookBiecibîne
TwitterBişopîne
PinterestPîn bike
InstagramBişopîne
YoutubeSubscribe
TiktokBişopîne
TelegramBişopîne
Google NewsBişopîne
LinkedInBişopîne
- Frekans -
Ad image
- Frekans -
Ad image

Navarokên Li Pêş

Îlham Ehmed ji bo rawestandina êrîşên li ser Kurdan banga lezgîn kir

Hevseroka Daîreya Têkiliyên Derve ya Rêveberiya Xweser Îlham Ehmed banga lezgîn ji bo rawestandina êrîşan…

Ji aliyê Stêrk TV

NY: Ji destpêka salê vir ve 150 hezar Efganî ku piraniya wan bi zorê vegeriyan welatê xwe

Komîseriya Bilind a Koçberan a Neteweyên Yekbûyî, ragihand ku ji destpêka sala 2026’an û vir…

Ji aliyê Stêrk TV

YJK-S: 11’emîn Festîvala Jinan a Sakîne Cansiz bi coşek mezin hat pîrozkirin

Yekîtiya Jinên Kurd a li Swîsreyê (YJK-S), di peyama spasiyê de ya piştî Festîvala Jinan…

Ji aliyê Stêrk TV

Ev jî di be ku bala te bikşînin

Kurdistan

Bavê Jîna Emînî bi peyamekê spasiya gelê Kurd û gelên Îranê kir

Ji aliyê Stêrk TV
Çand û Hûner

Filmê ‘Jin Jiyan Azadî’ çîroka gerîlayên jin li çiyayên Kurdistanê vedibêje

Ji aliyê Stêrk TV
Kurdistan

Hevpeymaniya Hêzên Siyasî ya Rojhilatê Kurdistanê serkeftina greva giştî ragihand

Ji aliyê Stêrk TV
Rojane

Hevserokê PJAK’ê ji ber tevlîbûna greva giştî spasiya gel kir

Ji aliyê Stêrk TV
Ya Berê Ya Pişt re
Stêrk TV
Stêrk TV
Stêrk TV

Li Ser Şopa Heqîqetê

Stêrk TV ji sala 2009an ve di warên siyasî, civakî, çandî û hunerî de weşanê dike. Bi nêrîna azadiya jinê û avakirina civakeke demokratîk, Stêrk TV xebatên civakî, çandî, hunerî, dîrokî, aborî û yên jîngehê dimeşîne. Di çarçoveya parastin û pêşxistina çand û zimanê Kurdî de, bi zaravayên Kurmancî, Soranî, Kirmanckî û Hewramî nûçe û bernameyên cûrbicûr amade dike û diweşîne. Stêrk TV xizmetê li çand û hunera Kurdî dike.

Facebook Twitter Youtube Rss Medium
Kategorî
  • Kurdistan
  • Rojane
  • Çand û Hûner
  • Cîhan
  • Jin
  • Civak & Ekolojî
  • Zanist
Rûpel
  • Têkîlî
  • Frekans
  • Derbarê me de
  • Şert û Merc
  • Rêgezên Malperê
  • Kar Xwestin
  • Kunye

© Stêrk TV. Hemû mafê wê parastîne

adbanner
AdBlock Asteng Dike
Malpera me de reklam hene, ji ber vê sedemê malpera me bixin listeya spî ya AdBlock'ê
Temam, ez ê li listeya spî zêde bikim
Hûn bi xêr hatin

Têkevin hesabê xwe

Te paroleya xwe jibîr kir?