Yekşem, 15 Sibat 2026
  • Ji Bo Min
  • Favoriyên Min
  • Tomarên Min
  • Dîtinên Min
  • Blog
Video
Podcast
Zindî
Arşîv
Neşeriya Çalakiyan
Stêrk TV
  • DESTPÊK
  • ROJANE

    Li Kurdistan û Tirkiyeyê protestoyên 15’ê Sibatê: Bila azadiya fîzîkî ya Rêber Apo pêk were

    Ji aliyê Stêrk TV

    Komploya 15’ê Sibatê li Stenbolê hat protestokirin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Şandeya DEM Partî wê sibe biçe Îmraliyê

    Ji aliyê Stêrk TV

    Li Hatayê civîna ‘Aştî û Civaka Demokratîk’

    Ji aliyê Stêrk TV

    Mazlûm Ebdî: Me li Munihê daxwaza Kurdan anî ziman

    Ji aliyê Stêrk TV

    Komploya 15’ê Sibatê li Edeneyê hate şermezarkirin

    Ji aliyê Stêrk TV
  • KURDISTAN

    Li seranserê Serhedê komploya navneteweyî hate protestokirin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Li Amedê meşa li dijî komployê: Ger niyeta we ta çareseriyê hebe, berê xwe bidin Îmraliyê

    Ji aliyê Stêrk TV

    Li Binarê Qendîlê protestoya 15’ê Sibatê: Kilîda çarseriyê Rêber Apo ye

    Ji aliyê Stêrk TV

    Rêveberiya Xweser a Şengalê: Çareseriya mayînde ji azadiya Rêber Apo derbas dibe

    Ji aliyê Stêrk TV

    ‘Divê em bi hemû hêza xwe ji bo azadiya fîzîkî ya Rêbertî têbikoşin’

    Ji aliyê Stêrk TV

    Komploya navneteweyî li Mexmûrê bi meşeke girseyî hate şermezarkirin

    Ji aliyê Stêrk TV
  • JIN

    Li Bogotayê konferansa jinan ber bi dawiyê ve diçe: Deklarasyon tê pêşkêşkirin

    Ji aliyê Stêrk TV

    TJA: Berxwedana jinan komplo vale derxist

    Ji aliyê Stêrk TV

    Li Amedê rewşa xizaniyê ya jinan: Gihîştina tendurustî, xurek û mafên bingehîn tune ye!

    Ji aliyê Stêrk TV

    Konferansa jinan di roja 3’an de ye: PAJK’ê banga têkoşîna hevpar kir

    Ji aliyê Stêrk TV

    Meclisa Jinan a PYD’ê têkildarî Komploya Navneteweyî civîn li dar xist

    Ji aliyê Stêrk TV

    KJK: Em têkoşîna ji bo azadiya fîzîkî ya Rêber Apo bi ruhê seferberiyê mezin bikin

    Ji aliyê Stêrk TV
  • ÇAND Û HÛNER

    Dokûmantera ‘Vejîna Kurd’ bi sezona xwe ya duyemîn vedigere ser ekranan

    Ji aliyê Stêrk TV

    Çakar: Ez bang li hunermendên cîhanê dikim ku xwedî li Şoreşa Rojava derkevin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Ji Mizgefta Mezin a Parîsê ji bo civakên laîk rêbera Îslamê weşand

    Ji aliyê Stêrk TV

    Ji bo piştgiriya bi berxwedana Rojava strana ‘Cenga Netewî’

    Ji aliyê Stêrk TV

    Estetîka Berxwedanê: Rojava

    Ji aliyê Stêrk TV

    ‘Jinên Wêrek’ li ser dikê ne

    Ji aliyê Stêrk TV
  • CÎHAN
  • YÊN DIN
    • Gotar
    • Civak
    • Rojava
    • Gotar
  • 🔥
  • HEMÛ BAJAR
  • BEHDÎNAN
  • STENBOL
  • AMED
  • ENQERE
  • QAMIŞLO
  • ROJEV
  • KOBANÊ
  • WAN
  • ŞENGAL
  • HESEKÊ
  • ŞIRNEX
  • MÊRDÎN
  • RIHA
  • LEZGÎN
  • ÊLIH
  • COLEMÊRG
Nûçeyên Lezgîn
DAÎŞ’ê êrîşa li Pakistanê girt ser xwe
Droneke bombebarkirî ya çeteyan hate xistin
Çeteyan li Çelebiyê darbeyek mezin xwar
Li bejahiya Kobanê bombardûmana çeteyan û tevgera hewayî ya dewleta Tirk
Êrişên çeteyên HTŞ-DAÎŞ’ê yên li ser gundên Kobanê dewam dikin: Birîndar hene
Dîtina TîpanAa
Stêrk TVStêrk TV
  • Kurdistan
  • Jin
  • Çand û Hûner
  • Cîhan
  • Rojava
  • Rojane
  • Cîhan
  • Civak & Ekolojî
  • Zanist
  • Ji Bo Min
  • Dîtinên Min
  • Tomarên Min
  • Favoriyên Min
Bigere
  • Kategorî
    • Kurdistan
    • Jin
    • Ciwan
    • Çand û Hûner
    • Cîhan
  • BAJAR
    • HEMÛ BAJAR
    • AMED
    • STENBOL
    • QAMIŞLO
    • ŞEHBA
    • REQA
    • WAN
  • JI BO TE
    • Ji Bo Min
    • Tomarên Min
    • Favoriyên Min
    • Dîtinên Min
  • RÛPEL
    • Podcast
    • Video
    • Wêne
    • Gotar
Hesabê we heye? Têketin
Me bişopîne
© Mafên belavkirinê li ba Stêrk TV parastî ne 2024. Hemû maf parastî ne.
Stêrk TV > Blog > Rojava > YPJ: Rizgarkirina jinên Êzidî erka me ya sereke ye
Rojava

YPJ: Rizgarkirina jinên Êzidî erka me ya sereke ye

Fermandariya Giştî ya YPJ’ê bi boneya 10’emîn salvegera Fermana 74’an a li ser Êzidiyan, daxuyaniyek weşand û destnîşan kir ku rizgarkirina hemû jinên Êzidî yên dîl girtî erka wan a sereke ye.

Stêrk TV
Stêrk TV Dîroka nûkirinê: 2. Tebax 2024 Dema xwendinê: 5 dq.
Parvekirin

Fermandariya Giştî ya Yekîneyên Parastina Jin (YPJ) bi boneya 10’emîn salvegera Fermana 74’an a 3’yê Tebaxa 2014’an ya li Şengalê pêk hat, daxuyaniyeke niviskî weşand.

 

Daxuyaniya YPJ’ê wiha ye:

“Bi boneya salvegera 10’an a komkujiya Şengalê, em tevahî kesên di vê fermanê de jiyana xwe ji dest da û şervanên ku ji bo pêşî li çeteyên DAÎŞ’ê bigirin, bê teredut canê xwe feda kirin, bi minet û rêzdarî bi bîr tînin û soza parastina gelê xwe dubare dikin.

Gelê me yê Êzidî di dirêjahiya dîrokê de bi gelek fermanan re rû bi rû maye. Armanca dagirkeran ew bû ku ol, bawerî, nasname, çand û hafizeya dîrokî ya gelê me yê Êzidî ku xwe dispêre heqîqeta jina xwedewand û civaka qedîm a Kurdistanê, tune bikin. Lê jin û gelê me yê Êzidî bi berxwedaneke mezin bersiva van fermanan dide.

Di dîroka 3’ê Tebaxa 2014’an de hêzên hegemon û desthiladar bi fereseta mêr-dewlet êrîşeke hovane bi rêya çeteyên DAÎŞ’ê li ser axa pîroz a Şengalê pêk anîn. PDK bi eşkere gelê Êzidî bi komkujiyê re rûbirû hişt û xiyaneteke dîrokî li gelê Kurd kir. Bi hezaran kes hatin qetilkirin, beşek zêde bi saxî û bi awayekî komî hatin binax kirin. Her wiha bi hezaran jinên Êzidî hatin revandin, di bazaran de wek kole hatin firotin. Talan, destdirêjî û qirkirineke mezin pêk hat. Komkujiya Şengalê êrîşek li dijî nirxên civakên resen, baweriyên xwecihî û erdnîgariya Rojhilata Navîn e.

Ji bo ku pêşî li vê komkujiyê were girtin, şervanên YPJ-YPG bi wêrekî û ruheke fedayî derbasî çiyayên Şengalê bûn, korîdora mirovî vekirin û tevî gerîlayên Kurdistanê pêşî li komkujiyeke mezin hate girtin. Bêguman li hemberî planên hêzên desthiladar û siyaseta qirkirinê, di serî de jin, gelê me yê Êzidî jî li ser bingehê paradîgmaya Rêber Apo a civaka demokratîk, ekolojîk û azadiya jinê xwe perwerde kirin, pergala xwe ya rêvebirinê bi rêxistin kirin û hêza xwe ya parastinê ava kirin. Îro em şahidî ji pêvajoyên înşayê û sekna bi rûmet a jinên Şengalî dikin ku êdî bi ti awayî rê nadin fermanên nû.

Di vê pêvajoyê de weke YPJ, me zarokek û 2 jinên din ên Êzidî ji esaretê rizgar kirin. Di salvegera komkujiya Şengalê de, xilaskirina van jinan û ew radestê warê wan Şengalê kirin, ji bo me tolhildana herî mezin a ji DAÎŞ’ê ye. Wek Yekîneyên Parastina Jin (YPJ) rizgarkirina jinên Êzidî yên ku hîna jî çarenûsa wan ne diyare, em weke erka xwe ya sereke ya exlaqî û mirovî dibînin. Ji bo wê kar û xebatên me yên di vê derbarê de wê her bidomin.

Bi têkoşîneke pir mezin û berxwedaniyê gelê Êzidî ji pençê qirkirinê hate rizgarkirin. Lê di roja me ya îro de careke din bi rêya PDK û faşîzma Tirk, çeteyên DAÎŞ’ê li başûrê Kurdistanê hatine bicihkirin. Ev jî xeterî û metirsiyeke cidî ji bo gelê me yê Êzidî û tevahî gelê Iraqê ava dike. Êşa ku gelê me yê Êzidî û jinan kişandin ji bîra me û civakan neçûye û dê tucar neyê jibîrkirin jî. Lewma divê Jin û gelê Şengalê, her wiha tevahî gelê Iraqê li dijî vê metirsiya heyî rabin û polîtîkaya dagirkerî û îlhaqê bi ti awayî qebûl nekin. Li ser vê bingehê divê tevahî jin û gelê me pêşxistina pergala parastina cewherî ji bo xwe erka jiyanî ya sereke bibînin.

Em careke din fermana xedar a li dijî Şengalê şermezar dikin û em soz didin ku heya jineke Êzidî di bin esaretê de be, wê rizgarkirina wan yek ji erkên me yên sereke be. Em bawerin ku asta birêxistinbûn û hevgirtina jin û gelan dê dawî li her awayê polîtîkayên qirkirin û dagirkeriyê bîne.”

 

YÊN HATINE ÊTÎKETKIRIN HEMÛ BAJAR

Ji me agahî bistîne!

Eger tu bibî abone em ê nûçeyên lezgîn yekser ji maîla te re bişînin.
Eger tu bibî abone te we wateyê ku tu Polîtikaya Malpera Me dipejînî û dîsa tê wê wateyê ku tu Şert û Mercên me qebûl dikî. Tu kendî bixwazî dikarî ji abonetiyê derkevî
Çi Difikirî?
.0
.0
.0
.0
.0
.0
Nûçeya Berê Hûrgiliyên dosyaya TAJÊ: Divê PDK bê darizandin
Nûçeya Pişt re Li Geverê tundiya polîsan a li dijî ciwanan hate şermezarkirin
Nirxandinek Bike Nirxandinek Bike

Nirxandinek Bike Cancel reply

You must be logged in to post a comment.

Me Bişopîne!

Tu dikarî li ser gelek platforman rûpelên me bişopînî.
FacebookBiecibîne
TwitterBişopîne
PinterestPîn bike
InstagramBişopîne
YoutubeSubscribe
TiktokBişopîne
TelegramBişopîne
Google NewsBişopîne
LinkedInBişopîne
- Frekans -
Ad image
- Frekans -
Ad image

Navarokên Li Pêş

Hêzên gerîla 7 caran ji hewayê lê dan: 5 dagirker hatin cezakirin

Yekîneyên Şehîd Dogan Zinar ji bo bîranîna Berxwedêrên 14'ê Tîrmehê ji hewayê 7 caran li…

Ji aliyê Stêrk TV

Li Siwêdayê êrîşa li ser cotkaran: 5 kes hatin qetilkirin

Li Siwêdayê cotkar dema ku zeytûn berhev dikirin hatin gulebarankirin. Di êrîşê de 5 kes…

Ji aliyê Stêrk TV

HPG-NRÇ: Bûn dengê Gerîlayên Azadiya Kurdistanê

HPG-NRÇ’ê şehîdên çapemeniya azad bi rêzdarî bi bîr anî û got, “Bi awayekî herî bi…

Ji aliyê Stêrk TV

Ev jî di be ku bala te bikşînin

Rojane

Li Kurdistan û Tirkiyeyê protestoyên 15’ê Sibatê: Bila azadiya fîzîkî ya Rêber Apo pêk were

Ji aliyê Stêrk TV
Kurdistan

Li seranserê Serhedê komploya navneteweyî hate protestokirin

Ji aliyê Stêrk TV
Rojava

Li Siwêdayê di encama topbaranê de ciwanek hat qetilkirin

Ji aliyê Stêrk TV
Rojava

YRA û YRJˊê şehîd Egîd Roj û 4 şehîdên Çapemeniya Azad bi bîr anî

Ji aliyê Stêrk TV
Ya Berê Ya Pişt re
Stêrk TV
Stêrk TV
Stêrk TV

Li Ser Şopa Heqîqetê

Stêrk TV kanaleke pirziman ya nûçeyan e. Zimanê sereke ya kanalê kurdî ye. Kanal bi van zimanan nûçeyan diweşîne; kurmancî, soranî, goranî, hewramî, dimilî û îngilîzî.

Facebook Twitter Youtube Rss Medium
Kategorî
  • Kurdistan
  • Rojane
  • Çand û Hûner
  • Cîhan
  • Jin
  • Civak & Ekolojî
  • Zanist
Rûpel
  • Têkîlî
  • Frekans
  • Derbarê me de
  • Şert û Merc
  • Rêgezên Malperê
  • Kar Xwestin
  • Kunye

© Stêrk TV. Hemû mafê wê parastîne

adbanner
AdBlock Asteng Dike
Malpera me de reklam hene, ji ber vê sedemê malpera me bixin listeya spî ya AdBlock'ê
Temam, ez ê li listeya spî zêde bikim
Hûn bi xêr hatin

Têkevin hesabê xwe

Te paroleya xwe jibîr kir?