YPJ-QSD-HAT bi taktîkên nû yên şer êrîşên dewleta Tirk a dagirker ên li ser Bendava Tişrînê û Pira Qereqozaxê têk dibin. Ji 8’ê Kanûna 2024’an û vir ve şervan bersivê didin êrîşan û derbên giran li dewleta Tirk a dagirker û çeteyên wan dixin.
Şervanên YPJ û Hêzên Antî Terorê (HAT) ên ser bi Hêzên Ewlekariya Hundirîn ku bi berxwedanê bersivê didin êrîşên dewleta Tirk, ragihandin ku wê tola gelên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê hilînin.
GEL BI ŞERVANAN PIŞTRAST E
Şervana YPJ’ê Amargî Cûdî ku hem di berxwedana Tişrînê hem jî ya li Qereqozaxê de cih girt, got “Dewleta Tirk êrîşên giran dibe ser Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê. Weke şervanên YPJ’ê li Tişrîn û Qereqozaxê em bersiveke xurt didin êrîşan û li ber xwe didin. Gelên me jî bi şervanan piştrast in û ji bo parastina av û enerjiya xwe li Tişrînê li ber xwe didin. Bi baweriya bi dilsoziya gel em ê li hemberî êrîşên dewleta Tirk li ber xwe bidin û azadiya gelê xwe pêk bînin. Gelên me yên ku ji bo parastina av, enerjiya xwe tên Tişrînê hemû malbatên van şervanan e.
‘HER ÊRÎŞ WÊ TÊK BIÇE’
Dewleta Tirk teknîka xwe bi rengekî çalak li dijî şervanan bi kar tîne, lê nikare encamê bi dest bixe, berevajî vê yekê derbên giran dixwe. Di çalakiyên me yên li dijî êrîşan de dagirker poşman bûn. Helwesta YPJ û QSD’ê şênber e, em ê rê nedin dagirkeriyê. Encama her êrîşê wê têkçûn be.”
‘EM NAHÊLIN KU BI GAVEKÊ JÎ BI PÊŞ VE BIÇIN’
Endamê HAT’ê Çekdar Kobanê jî têkildarî biryardariya li ser berxwedanê ya şervanan got, “Weke HAT li Qereqozaxê em bi şervanên YPJ-YPG-QSD’ê re li ber xwe didin. Li hemberî êrîşên dewleta Tirk di asta herî bilind de berxwedan tê kirin. Em rê nadin ku dagirker bi gavekê jî bi pêş ve biçin. Dîtin ku encama hewldana dagirkirina xaka me çiqasî giran e. Şervanên li çeperên berxwedanê ne, wê teqez rê nedin dagirkeriyê. Di çarçoveya soza ku me dane şehîdên xwe, em ê xeyalên şehîdên xwe pêk bînin û gelê xwe ji êrîşan biparêzin.”