Çarşem, 4 Sibat 2026
  • Ji Bo Min
  • Favoriyên Min
  • Tomarên Min
  • Dîtinên Min
  • Blog
Video
Podcast
Zindî
Arşîv
Neşeriya Çalakiyan
Stêrk TV
  • DESTPÊK
  • ROJANE

    Platforma Jinan a Enqereyê ji bo korîdora mirovî ya lezgîn bang kir

    Ji aliyê Stêrk TV

    Dewleta Tirk rê nade karwanê alîkariyan derbasî Kobanê bibe

    Ji aliyê Stêrk TV

    Fetî Yildiz: Li ser mafê hêviyê me li hev kir, wê di raporê de cih bigire

    Ji aliyê Stêrk TV

    HDK: Tundî û êşkenceya zayendî li aktîvîstên Karavana Gelan hate kirin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Fetî Yildiz: Di pêvajoyê de veger nîne, di ‘mafê hêviyê’ de fikrê cuda nîne

    Ji aliyê Stêrk TV

    Koma nivîsandinê ya komîsyonê li hev civiya

    Ji aliyê Stêrk TV
  • KURDISTAN

    Daxuyaniya hunermendên ji Rojava vegeriyan: Metirsî dewam dike, divê em berxwedanê bidomînin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Di ‘Çarşema Yekbûnê’ de şehîd Ehmed Hêmin hat bibîranîn 

    Ji aliyê Stêrk TV

    KCK: Xwedîderketina li Rojava divê daîmî be

    Ji aliyê Stêrk TV

    Li wargeha Mexmûrê bîranîna şehîdan

    Ji aliyê Stêrk TV

    Ji bo Şehîd Ehmed Hêmin wê sibê li Silêmaniyê merasîmekî girseyî were lidarxistin

    Ji aliyê Stêrk TV

    26 rêxistinên civakî yên sivîl ên Mûşê li ser Rojava daxuyanî dan

    Ji aliyê Stêrk TV
  • JIN

    Şandeya Fransa çû serdana YPJ’ê

    Ji aliyê Stêrk TV

    Dayikên Aştiyê: Em ê sînor nas nekin, dîwaran hilweşînin

    Ji aliyê Stêrk TV

    IWA: Piştgirî bidin jinên ku li Rojava li ber xwe didin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Li Derbendîxanê jinek bi gumanbarî mir

    Ji aliyê Stêrk TV

    Ji bo kampanyaya ‘Jin Rojava diparêzin’ li Krasnodarê peyama piştgiriyê

    Ji aliyê Stêrk TV

    Li Qamişloyê tabûra jinan hat avakirin

    Ji aliyê Stêrk TV
  • ÇAND Û HÛNER

    Yelda Ebbasî hate berdan

    Ji aliyê Stêrk TV

    Ji gelê Katalan ji bo Rojava stran

    Ji aliyê Stêrk TV

    Ji hunermendê Elman strana ‘Bijî Rojava’

    Ji aliyê Stêrk TV

    Ji bo piştgiriya Rojava stran û klîba ‘Biparêze’ hat çêkirin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Hunermenda Kurd Yalda Abbasi Meşhed hate girtin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Serlêdanên Festîvala Fîlmên Kurdî ya Dusseldorfê destpê kirin

    Ji aliyê Stêrk TV
  • CÎHAN
  • YÊN DIN
    • Gotar
    • Civak
    • Rojava
    • Gotar
  • 🔥
  • HEMÛ BAJAR
  • BEHDÎNAN
  • STENBOL
  • AMED
  • ENQERE
  • QAMIŞLO
  • ROJEV
  • KOBANÊ
  • WAN
  • ŞENGAL
  • HESEKÊ
  • ŞIRNEX
  • MÊRDÎN
  • RIHA
  • LEZGÎN
  • ÊLIH
  • COLEMÊRG
Nûçeyên Lezgîn
Droneke bombebarkirî ya çeteyan hate xistin
Çeteyan li Çelebiyê darbeyek mezin xwar
Li bejahiya Kobanê bombardûmana çeteyan û tevgera hewayî ya dewleta Tirk
Êrişên çeteyên HTŞ-DAÎŞ’ê yên li ser gundên Kobanê dewam dikin: Birîndar hene
Çeteyên ku êriş birin ser Kobanê derba giran xwarin: 2 tank hatin îmhakirin
Dîtina TîpanAa
Stêrk TVStêrk TV
  • Kurdistan
  • Jin
  • Çand û Hûner
  • Cîhan
  • Rojava
  • Rojane
  • Cîhan
  • Civak & Ekolojî
  • Zanist
  • Ji Bo Min
  • Dîtinên Min
  • Tomarên Min
  • Favoriyên Min
Bigere
  • Kategorî
    • Kurdistan
    • Jin
    • Ciwan
    • Çand û Hûner
    • Cîhan
  • BAJAR
    • HEMÛ BAJAR
    • AMED
    • STENBOL
    • QAMIŞLO
    • ŞEHBA
    • REQA
    • WAN
  • JI BO TE
    • Ji Bo Min
    • Tomarên Min
    • Favoriyên Min
    • Dîtinên Min
  • RÛPEL
    • Podcast
    • Video
    • Wêne
    • Gotar
Hesabê we heye? Têketin
Me bişopîne
© Mafên belavkirinê li ba Stêrk TV parastî ne 2024. Hemû maf parastî ne.
Stêrk TV > Blog > Jin > YPJ û Meclisa Jinan a PYD’ê komxebatek hevpar lidar xist
Jin

YPJ û Meclisa Jinan a PYD’ê komxebatek hevpar lidar xist

YPJ û Meclisa Jinan a PYD’ê bi navê ‘di bin ala Yekîneyên Parastina Jin de yekbûna jinên sûriyeyî ji bo azadî, edalet û wekheviyê’ komxebatek hevpar lidar xist.

Stêrk TV
Stêrk TV Dîroka nûkirinê: 5. Mijdar 2025 Dema xwendinê: 5 dq.
Parvekirin

Yekîneyên Parastina Jin (YPJ) û Meclisa Jinan a Partiya Yekitiya Demokratîk (PYD) li Kobanê komxebatek bi dirûşma “Di bin ala Yekîneyên Parastina Jin de yekbûna jinên sûriyeyî ji bo azadî, edalet û wekheviyê” li hola navenda PYD’ê ya bajarê Kobanê bi amadebûna bi dehan jinan lidar xist.

Komxebat bi rêzgirtinê destpê kir, piştre hevseroka PYD’ê ya kantona Firatê Bêrîvan Îsmaîl got: “YPJ hêza xwe di şoreşa Rojava de îsbat kir û her tim têkoşîn kir da ku gelê xwe û jinên li Rojava bi her awayî biparêze. Rêber Apo hêz da jinan û wekî ku Rêber Apo gotibû ku projeya min a ku min ji bo jinan dabû destpêkirin niha temam bûye. Ev yek jî diyar dike divê jin li ser fikir û felsefeya Rêber Apo xwe xurttir bikin û ji bo mafên xwe ji nava Sûriyeyê de ava bikin, têkoşîn û berxwedana xwe xurttir bikin.”

Fermandara YPJ’ê Rewşen Zana destnîşan kir ku ew ê destê Rêber Apo xurt bikin û wiha got: “Rêber Apo bi nav kir ku şoreşa 19’ê Tîrmehê şoreşa jinê ye. Eger em li vir rûniştine, bi vê hêzê û hebûnê, em ê hîna hêza xwe xurtir bikin û destê Rêber Apo xurtir bikin. Piştî hilweşandina Rêjîma Beesê, hukumeta Veguhêz hebûna jin di nava xwe de qebûl nake û Yekîneya Parastina Jin qebûl nake. Di demên dawiyê de Fermandar Rohilat Efrîn daxuyanî da ku em tevlî hukumeta veguhêz nabin, ji ber ku ew jî me di nav xwe de qebûl nake. Ji ber ku vê yekê yekî ku me di nav xwe de qebûl neke, em jî wan naxwazin. Ji bo vê yekê helwesta me û hebûna me, me biryar da ku em ê heta dawiyê têkoşîna xwe xurtir bikin û bibin xwedî hêza herî xurt.”

Rewşen Zana diyar kir ku bi derketina YPJ’ê re jin bûn xwedî hêz û vîna herî xurt û got: “YPJ xwedî bingehe, xwedî çandeke herî berxwedêre û ji bo jinên li Sûriyê em ê têkoşîn û berxwedana xwe xurtir bikin. Divê hemû jin berê xwe bidin nava YPJ’ê.”

Beşdaran jî diyar kir ku ew ê ji bo mafên hemû jinan têkoşîn û berxwedana xwe xurttir bikin û ew ê bi hêza xwe mafên xwe di nava Sûriyeyê de misoger bikin.

Di dawiyê de encamnameya komxebatê ji aliyê endama PYD’ê Leyna Ehmed ve hate xwendin. Encamname wiha ye:

1. Tekezkirina li ser berdewamiya têkoşîna femînîst di bin parastina Yekîneyên Parastina Jin de wekî sembola berxwedan û rizgariyê li dijî her cure zordarî û dagirkeriyê.

2. Parastina pergala hevserokatiyê di saziyên Rêveberiya Xweser de wek modeleke ku wekheviya rastîn di biryardanê de di navbera mêr û jinan de garantî dike.

3. Xebata ji bo misogerkirina beşdariya jinan di nivîsandina destûra nû ya Sûriyeyê de, tevî aliyên wê yên civakî-aborî.

4. Bi xurtkirina xebata dilxwazî ​​​​ji bo pêşxistina çanda wekhevî û jiyana hevbeş, rûbirûbûna hişmendiya baviksalar û kevneşopên dûrxistinê.

5. Berfirehkirina rola jinan di avakirina aboriya civakî û bidestxistina xweseriya jinan de bi rêya projeyên hevkarî û pêşkeftinê.

6. Xurtkirina hevgirtinê di navbera jinên sûriyeyî de.

7. Tekezkirina rola jinan di avakirina aştiyê û parastina destkeftiyên ku bi xwîna şehîdên jin hatine bidestxistin de, bi berçavgirtina ku aştiya rastîn bi rizgarkirina jinên dagirkirî dest pê dike.

8. Pabendbûna bi prensîbên konfederalîzma demokratîk û biratiya gelan wek bingeha avakirina Sûriyeya nû. Di encamê de, beşdaran rêz li şehîdên jin ên ku di nav refên YPJ’ê de ketine girtin. Yekîneyên Parastina Jin pabendbûna xwe ya bi têkoşîna ji bo azadî, edalet û wekheviyê re nû kiriye. Ev bangek ji bo jinên ciwan e ku tev li refên Yekîneyên Parastina Jin bibin da ku wan xurt bikin.

Komxebat bi dirûşmên “Jin Jiyan Azadî” û “Bê Serok jiyan nabe” bi dawî bû.

YÊN HATINE ÊTÎKETKIRIN HEMÛ BAJAR

Ji me agahî bistîne!

Eger tu bibî abone em ê nûçeyên lezgîn yekser ji maîla te re bişînin.
Eger tu bibî abone te we wateyê ku tu Polîtikaya Malpera Me dipejînî û dîsa tê wê wateyê ku tu Şert û Mercên me qebûl dikî. Tu kendî bixwazî dikarî ji abonetiyê derkevî
Çi Difikirî?
.0
.0
.0
.0
.0
.0
Nûçeya Berê Kongra Star ji bo jinên El Faşêrê bang kir: Em bi we re ne
Nûçeya Pişt re Li Qamişloyê nexweşxaneyeke din jî hate vekirin
Nirxandinek Bike Nirxandinek Bike

Nirxandinek Bike Cancel reply

You must be logged in to post a comment.

Me Bişopîne!

Tu dikarî li ser gelek platforman rûpelên me bişopînî.
FacebookBiecibîne
TwitterBişopîne
PinterestPîn bike
InstagramBişopîne
YoutubeSubscribe
TiktokBişopîne
TelegramBişopîne
Google NewsBişopîne
LinkedInBişopîne
- Frekans -
Ad image
- Frekans -
Ad image

Navarokên Li Pêş

Festîvala Munzûrê ya Çand û Xwezayê di roja xwe dawî de ye

Di roja dawî ya 23’emîn festîvala Munzûrê ya Çand û Xwezayê de panelên “hilweşîna ekolojik”…

Ji aliyê Stêrk TV

Neteweyên Yekbûyî bang li Îranê kir: Darvekirinan bisekinîne

Komîserê Bilind ê Mafên Mirovan ê Neteweyên Yekbûyî Volker Turk cezayên darvekirinê yên li Îranê…

Ji aliyê Stêrk TV

Rojnamevan Aslan û Candemîr hatin binçavkirin

Li Wanê di operasyona qirkirina siyasî de rojnamevan Arîf Aslan û Oktay Candemîr hatin binçavkirin.

Ji aliyê Stêrk TV

Ev jî di be ku bala te bikşînin

Rojava

‘Em ê ji bo parastina herêma xwe, berxwedana xwe xurtir bikin’

Ji aliyê Stêrk TV
Rojava

Li Humsê êrîşî holeke lîstokê hat kirin

Ji aliyê Stêrk TV
Kurdistan

Daxuyaniya hunermendên ji Rojava vegeriyan: Metirsî dewam dike, divê em berxwedanê bidomînin

Ji aliyê Stêrk TV
Cîhan

Li Eyaleta Kwara ya Nîjeryayê komkujî: Hejmara miriyan derketiye 162 kesan

Ji aliyê Stêrk TV
Ya Berê Ya Pişt re
Stêrk TV
Stêrk TV
Stêrk TV

Li Ser Şopa Heqîqetê

Stêrk TV kanaleke pirziman ya nûçeyan e. Zimanê sereke ya kanalê kurdî ye. Kanal bi van zimanan nûçeyan diweşîne; kurmancî, soranî, goranî, hewramî, dimilî û îngilîzî.

Facebook Twitter Youtube Rss Medium
Kategorî
  • Kurdistan
  • Rojane
  • Çand û Hûner
  • Cîhan
  • Jin
  • Civak & Ekolojî
  • Zanist
Rûpel
  • Têkîlî
  • Frekans
  • Derbarê me de
  • Şert û Merc
  • Rêgezên Malperê
  • Kar Xwestin
  • Kunye

© Stêrk TV. Hemû mafê wê parastîne

adbanner
AdBlock Asteng Dike
Malpera me de reklam hene, ji ber vê sedemê malpera me bixin listeya spî ya AdBlock'ê
Temam, ez ê li listeya spî zêde bikim
Hûn bi xêr hatin

Têkevin hesabê xwe

Te paroleya xwe jibîr kir?