Duşem, 9 Adar 2026
  • Ji Bo Min
  • Favoriyên Min
  • Tomarên Min
  • Dîtinên Min
  • Blog
Video
Podcast
Zindî
Arşîv
Neşeriya Çalakiyan
Stêrk TV
  • DESTPÊK
  • ROJANE

    Dayika girtî Omer Hayrî Konar jiyana xwe ji dest da

    Ji aliyê Stêrk TV

    Temellî: Bendewariya her kesî qanûneke înfazê ya wekhev e

    Ji aliyê Stêrk TV

    Ji Stenbolê ji bo Newroza ‘Azadî û Yekîtiyê’ bang

    Ji aliyê Stêrk TV

    DYE’yê ji bo Bakurê Kurdistanê hişyariya seyahetê da!

    Ji aliyê Stêrk TV

    Newroza 2026’an wê bi dirûşma ‘azadî û yekîtî’ were pêşwazîkirin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Li Bexdayê dronek ket baxçê malekê

    Ji aliyê Stêrk TV
  • KURDISTAN

    Logoya Hevpeymaniya Hêzên Siyasî yên Rojhilatê Kurdistanê diyar bû

    Ji aliyê Stêrk TV

    Endamê CPT Osman: Artêşa Tirk baregehên nû li Başûrê Kurdistanê ava dike

    Ji aliyê Stêrk TV

    Nobeta li Mexmûrê di roja 964’an de berdewam dike

    Ji aliyê Stêrk TV

    Çiyayê Benî Herîr hat bombekirin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Deklarasyon: Agirê Newrozê bi îradeya yekîtiya neteweyî gur dibe

    Ji aliyê Stêrk TV

    Strana Newrozê hate nasandin: Newroza Serfiraziyê

    Ji aliyê Stêrk TV
  • JIN

    Rapora Dîlan Karaman: Mirin di encama dorpêçeke pir qatî pêk hatiye

    Ji aliyê Stêrk TV

    Li Mala Kurdan a Moskowê şahiya 8’ê Adarê hat lidarxistin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Ji Komuna Jinan a Jina Emînî şahiya 8’ê Adarê

    Ji aliyê Stêrk TV

    Li Tambov û Saratovê 8’ê Adarê hat pîrozkirin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Zozan Çewlig: Bi ruhê ‘Jin, Jiyan, Azadî’ em ê têkoşîna xwe bi ser bixin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Li Montevideoyê peyama piştevaniya enternasyonalîst hate dayîn

    Ji aliyê Stêrk TV
  • ÇAND Û HÛNER

    Şeva fîlman a Rojên Çanda Jinên Kurd ên Berlînê bi dawî bû

    Ji aliyê Stêrk TV

    Li Berlînê Rojên Çanda Jinên Kurd: Sembola bîra kolektîf, Govend

    Ji aliyê Stêrk TV

    Hunermendên jin: Xeta YPJ’ê ya herî pîroz e

    Ji aliyê Stêrk TV

    Pirtûka ‘Li Rojhilata Navîn krîza şaristaniyê û çareseriya şaristaniya demokratîk’ êdî bi Spanî ye

    Ji aliyê Stêrk TV

    Hejmara destpêkê ya rojnameya Komînal derket

    Ji aliyê Stêrk TV

    Li Heidelbergê konseran piştgiriyê ya ji bo Rojava

    Ji aliyê Stêrk TV
  • CÎHAN
  • YÊN DIN
    • Gotar
    • Civak
    • Rojava
    • Gotar
  • 🔥
  • HEMÛ BAJAR
  • BEHDÎNAN
  • STENBOL
  • AMED
  • ENQERE
  • QAMIŞLO
  • ROJEV
  • KOBANÊ
  • WAN
  • ŞENGAL
  • HESEKÊ
  • ŞIRNEX
  • MÊRDÎN
  • RIHA
  • LEZGÎN
  • ÊLIH
  • COLEMÊRG
Nûçeyên Lezgîn
Li Şedadê êriş: Zarokek hat qetilkirin, bav û birayê wî birîndar bûn
Li Hewlêrê bi drone êrîşî otêlekî hat kirin
Gundiyên li dijî projeya GES’ê li ber xwe didin: ‘Em dest ji mêrgên xwe bernadin’
Bircên weşanê yên li Çiyayê Zimanko hate bombekirin
Bêçekkirina Şengalê xizmeta dijminên mirovahiyê ye
Dîtina TîpanAa
Stêrk TVStêrk TV
  • Kurdistan
  • Jin
  • Çand û Hûner
  • Cîhan
  • Rojava
  • Rojane
  • Cîhan
  • Civak & Ekolojî
  • Zanist
  • Ji Bo Min
  • Dîtinên Min
  • Tomarên Min
  • Favoriyên Min
Bigere
  • Kategorî
    • Kurdistan
    • Jin
    • Ciwan
    • Çand û Hûner
    • Cîhan
  • BAJAR
    • HEMÛ BAJAR
    • AMED
    • STENBOL
    • QAMIŞLO
    • ŞEHBA
    • REQA
    • WAN
  • JI BO TE
    • Ji Bo Min
    • Tomarên Min
    • Favoriyên Min
    • Dîtinên Min
  • RÛPEL
    • Podcast
    • Video
    • Wêne
    • Gotar
Hesabê we heye? Têketin
Me bişopîne
© Mafên belavkirinê li ba Stêrk TV parastî ne 2024. Hemû maf parastî ne.
Stêrk TV > Blog > Jin > YPJ: Wê kiryarên dermirovî ku li dijî şervanên me tên kirin, bê hesab nemînin
Jin

YPJ: Wê kiryarên dermirovî ku li dijî şervanên me tên kirin, bê hesab nemînin

YPJ'ê bi daxuyaniyekê ragihand ku wê tola hemû kiryarên li dijî mirovahiyê yên li hemberî şervanên YPJ'ê bê hilanîn û kiryar bê hesab nemînin.

Stêrk TV
Stêrk TV Dîroka nûkirinê: 23. Çile 2026 Dema xwendinê: 5 dq.
Parvekirin

Fermandariya Giştî ya Yekîneyên Parastina Jin (YPJ) bi daxuyaniyekê bang li hemû jinan kir ku bi rihê Kobanê tev li seferberiyê bibin û wê tola hemû kiryarên dermirovî ku li dijî şervanên YPJ’ê tên kirin, bê hesab nemînin.

Fermandariya Giştî ya YPJˊê di daxuyaniyê de got: “Ji 6’ê Çileya 2026’an heya niha komên çete yên girêdayî HTŞ’ê û dewleta Tirk a dagirker êrişî Şoreşa Jinan a Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê dikin. Piştî komkujiyên li taxên Şêxmeqsûd û Eşrefiyê ya Helebê, li bajarên mîna Reqa, Tebqa, Şedadê, Eyn Îsa û gundewarên Kobanê jî komkujiyên mezin pêk anîn. Di van êrişan de, di serî de jin, pêkhateyên li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê yên ku bi dehan salan e ji bo jiyanekî demokratîk û komînal a li derdora jinê tê avakirin tê dikoşin, hatin hedefgirtin. Kiryarên herî kirêt li hemberî jinên ku di nav refên têkoşînê de cih digirin, hatin pêkanîn. Bi feraseta xwe ya ku hewl didin DAIŞ’ê li herêmê zindî bikin, hewl dan bedena jinê bi taybetî jinên şerker teşhîr bikin û di nav gelan de parçebûnê ava bikin. Keziya şervana Kurd birîn û gotin qey ev kezî wê bibe sedema tirs û fikarekî li hemberî têkoşîna azadiya jinê. Lê belê vê yekê hesab nekirin ku jinên ji hemû pêkhateyên Rojavayê Kurdistanê li hemberî van kiryarên kirêt ji hemû deman zêdetir bi hêz in û ji bo parastina rûmet û kerameta mirovahiyê çawa ku li hemberî çeteyên hov ên DAIŞ’ê şerê azadiyê meşandibin, îro jî li dijî van çeteyan di refên herî pêş de tê dikoşin. Kîn û nefreta me li hemberî hişmendiya ku jinê tune dibîne, bedena jinê teşhîr dike zêdetir dibe. Di hemû çeperên berxwedanê de weke YPJ’ê em cih digirin, ji bo parastina hebûna xwe tê dikoşin û bersivên pêwist didin çeteyên hov.

Şoreşa Jinan a Rojavayê Kurdistanê ji bo hemû gelan di nav xwe de bingeha jiyaneke demokratîk dihewîne. Bi xwîna 15 hezar şehîdan hat avakirin ku bi hezaran jinên şehîd pêşengtiya vê têkoşînê kirin. Îro jî bi heman biryardariyê ji bo parastina rûmet û kerameta xwe jin di bin sîwana YPJ’ê de bi tevlîbûna seferberiyê ya hemû jinên ji pêkhateyên heremê pêşengtiya parastina nirxên jiyana komînal a li derdora jinê tê hûnandin dikin.

Em biryardariya xwe ya têkoşîn û berxwedanê nû dikin û dibêjin ku bila dost û dijmin bizanibin dê ev şoreş bi pêşengtiya jinan û qehremaniya xortên ku ji bo azadiya jinê tê dikoşin çawa ku li Kobanê feraseta qirker a DAIŞ’ê têk biribe, dê bi heman biryardarî, vîn û têkoşînekî ji hemû deman xurtir ji nû ve li vê erdnîgariyê banga azadiyê vejîne, şitlê jiyana komînal biçîne.

Lewra em dibêjin ku porê me yê kezî bûye tirsa dilê dijminê me, ji ber ku serkeftin dê teqez a jinan û gelên azadîxwaz be. Li ser vê bingehê em bang li jinên Kurd, hemû pêkhateyên Rojhilata Navîn, û  jinên Cîhanê yên ku azadîxwaz dikin ku li ser hîmê felsefeya Rêber Apo ya ‘Jin, Jiyan, Azadî’ ava bûye pêşengtiya banga seferberiyê xurttir beşdar bibin, hemû jinên ku ji bo azadiyê dilê wan lêdide, pêwîst e bizanibin Şoreşa Rojava mîsogeriya azadiya hemû jinan e û îro ne tenê Rojavayê Kurdistanê û hemû pêkhateyên ku tê de jiyan dikin, hemû gelên çar parçeyên Kurdistanê bi qirkirinekî mezin re rû bi rû ne. Em bang li hemû jinan dikin ku bi rihê Kobanê tevlî seferberiyê bibin, li dora bîrdoziya hebûna jin û gelan parastina rûmetê bikin. Bila hemû gelê me bizanibe ku em ê tu caran li beramberî feraseta cîhadîst a DAIŞ’ê çok nedeynin û teslîm nebin. Ji bo me wek şervanên vî gelî çi tişt ji hebûna gelê Kurd û hemû pêkhateyan parastinê girîngtir nîne, hêviyên me qasî keziyên me hatine hunandin. Ne keziyên me bi jêkirinê tune dibin, ne jî hêviyên me bi êrîşên mêtîngeh û qirker re tune dibe. Ji bo vê yekê wê tola hemû kiryarên dermirovî ku li dijî şervanên me tên kirin, bêhesab nemînin.”

YÊN HATINE ÊTÎKETKIRIN HEMÛ BAJAR

Ji me agahî bistîne!

Eger tu bibî abone em ê nûçeyên lezgîn yekser ji maîla te re bişînin.
Eger tu bibî abone te we wateyê ku tu Polîtikaya Malpera Me dipejînî û dîsa tê wê wateyê ku tu Şert û Mercên me qebûl dikî. Tu kendî bixwazî dikarî ji abonetiyê derkevî
Çi Difikirî?
.0
.0
.0
.0
.0
.0
Nûçeya Berê Gelê Kurd li çar aliyan li ser piyan e: Gever, Bazîd, Amed, Êlih, Erzîrom
Nûçeya Pişt re Muşîre Mele Reşîd: Mirovahî di xeteriyê de ye
Nirxandinek Bike Nirxandinek Bike

Nirxandinek Bike Cancel reply

You must be logged in to post a comment.

Me Bişopîne!

Tu dikarî li ser gelek platforman rûpelên me bişopînî.
FacebookBiecibîne
TwitterBişopîne
PinterestPîn bike
InstagramBişopîne
YoutubeSubscribe
TiktokBişopîne
TelegramBişopîne
Google NewsBişopîne
LinkedInBişopîne
- Frekans -
Ad image
- Frekans -
Ad image

Navarokên Li Pêş

Li Stenbol, Antalya û Îzmîrê qirkirina siyasî: Bi dehan kes hatin binçavkirin

Li Stenbol, Antalya û Îzmîrê herî kêm 40 kes hatin binçavkirin. Di nava binçavkiriyan de,…

Ji aliyê Stêrk TV

Li Rojhilatê Kurdistanê Newroz bi rengekî dîrokî tê pîrozkirin

Li her devera Rojhilatê Kurdistanê îsal ji her alî ve Newrozeke dîrokî tê pîrozkirin. Bi…

Ji aliyê Stêrk TV

Îsraîlê ragihand ku lîderê Hamasê hatiye kuştin

Wezîrê Karên Derve yê Îsraîlê Îsrael Katz ragihand ku lîderê Hamasê Yahya Sînvar hatiye kuştin.

Ji aliyê Stêrk TV

Ev jî di be ku bala te bikşînin

Jin

Li Mexmûrê 8’ê Adarê bi coşeke mezin hat pîrozkirin 

Ji aliyê Stêrk TV
Kurdistan

Logoya Hevpeymaniya Hêzên Siyasî yên Rojhilatê Kurdistanê diyar bû

Ji aliyê Stêrk TV
Kurdistan

Endamê CPT Osman: Artêşa Tirk baregehên nû li Başûrê Kurdistanê ava dike

Ji aliyê Stêrk TV
Jin

Rapora Dîlan Karaman: Mirin di encama dorpêçeke pir qatî pêk hatiye

Ji aliyê Stêrk TV
Ya Berê Ya Pişt re
Stêrk TV
Stêrk TV
Stêrk TV

Li Ser Şopa Heqîqetê

Stêrk TV kanaleke pirziman ya nûçeyan e. Zimanê sereke ya kanalê kurdî ye. Kanal bi van zimanan nûçeyan diweşîne; kurmancî, soranî, goranî, hewramî, dimilî û îngilîzî.

Facebook Twitter Youtube Rss Medium
Kategorî
  • Kurdistan
  • Rojane
  • Çand û Hûner
  • Cîhan
  • Jin
  • Civak & Ekolojî
  • Zanist
Rûpel
  • Têkîlî
  • Frekans
  • Derbarê me de
  • Şert û Merc
  • Rêgezên Malperê
  • Kar Xwestin
  • Kunye

© Stêrk TV. Hemû mafê wê parastîne

adbanner
AdBlock Asteng Dike
Malpera me de reklam hene, ji ber vê sedemê malpera me bixin listeya spî ya AdBlock'ê
Temam, ez ê li listeya spî zêde bikim
Hûn bi xêr hatin

Têkevin hesabê xwe

Te paroleya xwe jibîr kir?