Pêncşem, 16 Cotmeh 2025
  • Ji Bo Min
  • Favoriyên Min
  • Tomarên Min
  • Dîtinên Min
  • Blog
Video
Podcast
Zindî
Arşîv
Têketin
Stêrk TV
  • DESTPÊK
  • ROJANE

    DEM Partî: Divê komîsyon hevdîtinê bi Abdullah Ocalan re bike

    Ji aliyê Stêrk TV

    Ayhan Bayar piştî 31 sal û 6 mehan hate berdan

    Ji aliyê Stêrk TV

    Bi keviran êrîş birin ser avahiya DEM Partiyê

    Ji aliyê Stêrk TV

    ROJEVA 16’Ê COTMEHA 2025’AN

    Ji aliyê Stêrk TV

    6 girtî piştî 30 salan hatin berdan: Heta ku girtîgeh vala nebin wê ev pêvajo bi ser nekeve

    Ji aliyê Stêrk TV

    Înîsiyatîfa Jinan li Meclisê got: Bi Abdullah Ocalan re hevdîtinê bikin

    Ji aliyê Stêrk TV
  • KURDISTAN

    Ciwan wê li Amedê ji bo Rêber Apo bimeşin

    Ji aliyê Stêrk TV

    ‘Qedexeya li ser Balafirgeha Silêmaniyê bi temamî hate rakirin’

    Ji aliyê Stêrk TV

    Li komxebata ziman nûnerên olê: Li dijî qedexeya li ser ziman berxwedan divê

    Ji aliyê Stêrk TV

    KJK: Em heqaretên ku li Rêber Apo hatine kirin bi tundî şermezar dikin!

    Ji aliyê Stêrk TV

    Ji bo serxweşiya şervanê YPS’ê Yusuf Gucel serdanek girseyî

    Ji aliyê Stêrk TV

    Komxebata Kurdî: Ziman ji perwerdeyê heta bi tenduristiyê mafekî jiyanî ye

    Ji aliyê Stêrk TV
  • JIN

    Jinên Kurd ên li Fransayê ji bo meşa li Kolnê bang kirin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Sûzan Îşbîlen: Aştiya rasteqîn bi guhdarîkirina li mexdûrên şer dibe

    Ji aliyê Stêrk TV

    Ji bo Rojîn Kabaîş li her derê çalakî hatin lidarxistin: Bila kiryar bên dîtin û edalet pêk were

    Ji aliyê Stêrk TV

    Li Wanê meşa edaletê ji bo Rojîn Kabaîş hate lidarxistin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Li Zanîngeha Dîcle ji bo Rojîn Kabaîş meşa girseyî

    Ji aliyê Stêrk TV

    Jinan hezar û 800 name ji Rêber Apo re nivîsandin

    Ji aliyê Stêrk TV
  • ÇAND Û HÛNER

    Helîm Yûsiv bi romana xwe ya dawî li Fûara Pirtûkan a Frankfûrtê ye

    Ji aliyê Stêrk TV

    Festîvala Şehîd Bawer Agir bi çalakiyên hunerî bi dawî bû

    Ji aliyê Stêrk TV

    Dokûmantera Vejîna Kurd fînala sezonê dike

    Ji aliyê Stêrk TV

    Li Kobanê Festîvala Şehîd Bawer Agir dest pê kir

    Ji aliyê Stêrk TV

    Li Spanyayê bi pêşangehekê işaret bi têkoşîna YPJ’ê hate kirin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Koma Hevra destana ‘Dewrêşê Evdî û Edûlê’ şîrove kir

    Ji aliyê Stêrk TV
  • CÎHAN
  • YÊN DIN
    • Gotar
    • Civak
    • Rojava
    • Gotar
  • 🔥
  • HEMÛ BAJAR
  • BEHDÎNAN
  • STENBOL
  • AMED
  • ENQERE
  • QAMIŞLO
  • ROJEV
  • KOBANÊ
  • WAN
  • ŞENGAL
  • ŞIRNEX
  • MÊRDÎN
  • HESEKÊ
  • RIHA
  • ÊLIH
  • COLEMÊRG
  • ŞEHBA
Nûçeyên Lezgîn
Li Helebê êrîş: 2 endamên Hêzên Ewlekariya Hundirîn birîndar bûn
Hevdîtina li Şamê bi dawî bû
Hikûmeta veguhêz deriyê Dêr Hafirê bombebaran kir
Hevdîtina Rêveberiya Xweser û Hikûmeta Demkî destpê kir
Çeteyan êrîşî gundê Tewila kir
Dîtina TîpanAa
Stêrk TVStêrk TV
  • Kurdistan
  • Jin
  • Çand û Hûner
  • Cîhan
  • Rojava
  • Rojane
  • Cîhan
  • Civak & Ekolojî
  • Zanist
  • Ji Bo Min
  • Dîtinên Min
  • Tomarên Min
  • Favoriyên Min
Bigere
  • Kategorî
    • Kurdistan
    • Jin
    • Ciwan
    • Çand û Hûner
    • Cîhan
  • BAJAR
    • HEMÛ BAJAR
    • AMED
    • STENBOL
    • QAMIŞLO
    • ŞEHBA
    • REQA
    • WAN
  • JI BO TE
    • Ji Bo Min
    • Tomarên Min
    • Favoriyên Min
    • Dîtinên Min
  • RÛPEL
    • Podcast
    • Video
    • Wêne
    • Gotar
Hesabê we heye? Têketin
Me bişopîne
© Mafên belavkirinê li ba Stêrk TV parastî ne 2024. Hemû maf parastî ne.
Stêrk TV > Blog > Jin > YPJ’ê nasnameya 4 şehîdan eşkere kir
Jin

YPJ’ê nasnameya 4 şehîdan eşkere kir

Fermandariya Giştî ya YPJ’ê nasnameya 4 şervanên ku di sala 2016’an de şehîd bûne, eşkere kir.

Stêrk TV
Stêrk TV Dîroka nûkirinê: 11. Mijdar 2024 Dema xwendinê: 8 dq.
Parvekirin

Fermandariya Giştî ya YPJ’ê li ser malpera fermî ya YPJ’ê daxuyaniyeke nivîskî da. Di daxuyaniyê de nasnameyên 4 şervanên di sala 2016’an de şehîd bûne, hatin eşkerekirin.

Berfirehiya daxuyaniyê wiha ye:

“Hevrêyên me Amara, Berçem, Dilpak û Hesret di sala 2016’an de tevlî karwanê nemiran bûn.

Hevrêyên me Amara, Berçem, Dilpak û Hesret ku bi evîneke mezin di nav têkoşîna azadiyê de cihê xwe girtin, di pêngavên rizgarkirina axa welat de gihîştin şehadetê. Em bi hezkirin û rêzdarî wan bi bîr tînin. Ji malbatên wan yên welatparêz, gelê xwe û hevrêên wan re sersaxiyê dixwazin. Emê tim layîqê bîranîn şehîdên xwe bin û têkoşîna wan bilind bikin.

Têkoşîna me bi berdelên pir giranbuha destkeftiyên mezin bi dest xistiye. Her nirxeke şoreşa me bi van berdelên pîroz hatine afirandin. Di her serkeftinekê de para lehengên weke Amara, Berçem, Dilpak û Hesret heye. Em hertim deyndarên şehîdên xwe ne û emê li ser xeta wan, ji bo serxistina zaferê di lûtkeyê de tê bikoşin.

4 şervanên me yên leheng Amara, Berçem, Dilpak û Hesret jî bi fedakirina canê xwe bûn stêrkên geş ên têkoşîna me. Ewê di dîroka têkoşîna jinê û azadiya gelan de navên mayînde bin.

Hevrêya me Devlethan Erol bi nasnav Amara Roj di nava malbateke welatparêz a Colemêrgê de ji dayik dibe. Ew bi çand û exlaqa welatparêzî, hestên xurt yên azadiyê mezin dibe. Dema ku şerê li Rojavayê welat dijwar bû, wê jî bi berpirsyariyeke mezin berê xwe da şoreşê. Di sala 2013’an de tevlî nava refên YPJ’ê bû. Dema çeteyên DAÎŞ’ê êrîşî Şengalê kir, Amara ji bo gel û jinên Êzidî ji komkujiyê rizgar bike di eniyên herî pêş de cihê xwe girt. Amara Roj di şerê li Hesekê û Cezayê de jî bi şeklekî çalak li hemberî çeteyên DAÎŞ’ê şer kir û parastina axa welatê xwe kir. Di 21’ê Hezîrana sala 2016’an di pevçûneke giran de şehîd bû û di nav karwanên nemiran de cih girt.

Amara Roj bi rûgeşî û wêrekbûna xwe li her cihê ku lê dima, hate hezkirin. Amara xwedî sekneke birdozî bû û xwe dispart menewiyata têkoşîna azadiya gelan. Îdeolojiya azadiya jinê jî ji bo wê esasa jiyanê bû. Lewma xwedî sekneke bi îdea, bawermend û dilgeş bû. Heya kêliya bigihîje şehadetê jî ji vê taybetmendiyên xwe yên xweşik tucar dest berneda û bi vê sekna xwe jî di bîra hemû hevrêyên xwe de cihekî mayînde girt.

Şervana me Cemîle Çinar bi nasnav Berçem Amed, ji bajarê dilê Kurdistanê li Amedê jidayîk bûye. Hevrê Berçem Amed bi serpêhatiyên berxwedaniyê re mezin dibe. Di zarokatiya xwe de  şahidiya têkoşîna dijwar ya ji bo azadiyê dihate meşandin, dike. Ev yek li ser wê gelek bandor dike û dîroka axa xwe ya tejî êş bi hestên tolhildanê re distire. Wiha jî dîrok û kêliya ku dihate jiyîn di fikir û hestên xwe de kire yek û ji bo pêşerojên azad di sala 2015’an de tevlî nava refên têkoşînê bû. Di temenê xwe yê kin ya di nav refên Şoreşê de, bû sembola şervantiya rast û hevrêtiya jidil. Hevrê Berçem di 24’ê Sibata sala 2016’an de di pêngava rizgarkirina bendava Tişrînê de tevlî karwanên nemiran bû.

Hevrêya me Esra Alîm bi nasnav Dilpak Cûdî, di nava malbateke welatparêz de hate cîhanê. Malbata wê ji ber şert û mercên şer û zetxên dijmin koçberî bajarê Tirkiyeyê Antalyayê bûne. Ruxmî ku malbata hevrê Dilpak ji welat dûr ketibûn jî lê çand, kevneşopî û hezkirina welatê xwe neterikandibûn. Malbatê keça xwe jî bi vê zanebûnê mezin kirin. Dilpak Cûdî ji zarokatiya xwe ve fikrên şoreşgerî û têkoşîna azadiyê nas dike, li ser vê bingehê jî tim xeyal dike ew jî bibe şoreşger û ji bo serxwebûna gelê xwe têkoşîn bike. Hevrê Dilpak ji bo xeyalên xwe bike rastî, bi biryardariyeke mezin di sala 2015’an de tevlî nava refên YPJ’ê dibe. Rûxmî demeke kin di nava refên azadiyê de têkoşîn kir jî lê bi dîsîplîn, baldarî û şerkeriya xwe di eniyên herî pêş de cih girt. hevrêya me Dilpak di 4’ê Hezîrana sala 2016’an de li Til Temir şehîd bû.

Hevrêya me Dilşah Meral bi nasnav Hesret Gabar ji Sêrtê ye û di malbateke welatparêz de çavên xwe li cîhanê vedike. Malbata wê koçer in. Ev jî dibe wesîle ku heval Hesret ji zarokatiya xwe de çiya û deştên welatê xwe bigere û bibîne. Jiyana koçertiyê ji xirabî û qirêjiya pergala şaristaniyê heya astekê xwe parastiye û nirxên civaka exlaqî dijî. Jiyana koçertiyê dihêle ku hevrê Hesret di her kêliya jiyanê de bibe xwedî mêze kirineke bi wate û piralî. Herwiha fêr dibe ku çawa li beramberî hemû zehmetiyan qahîm bisekine, bi rik û israr di serkeftinê esas bigire.

Hevrê Hesret ji tevlîbûna xal û birayê xwe bandor dibe, di heman demê de êrîş û polîtîkayên dijmin yên li ser welat re êdî nikare bê deng bimîne. Li ser vê bingehê jî di sala 2010’an de tevlî nava refên Têkoşîna Azadiya Kurdistanê dibe. Hevrê Hesret Gabar şervaneke xwezayî û dilpak bû. Bi jêhatîbûn û zanebûna xwe ya pratîkî di her karî de serketin armanc dikir. Wê salên xwe yê têkoşînê kêlî bi kêlî bi kedê neqişand û wek hevrêeke kedkar û fedakar di dîroka me de cihê xwe girt. Êrîşên li dijî şoreşa Rojava ji bo wê jî bû sedema cengeke mezin. Lewma di refên berxwedanê di eniyên herî pêş de cihê xwe girt. Herî dawî di 11’ê Gulana sala 2016’an de li Serêkaniyê dema li ser erka xwe bû, gihîşt asta şehadetê.

Em ê bîranînên hevrê Amara, Berçem, Dilpak û Hesret bi misogerkirina şoreşa azadiya jinan re tim jîndar bikin û em ê heta dagirkeriyê li ser axa welat xilas bikin, têkoşîna xwe bidomînin. Li ser vê bingehê em dubare rêzdarî û hurmeta xwe ji bo şehîdên şoreşa azadiyê diyar dikin.”

NASNAMEYÊN ŞEHÎHAN

Nasnav: Amara Roj

Nav û Paşnav: Devlethan Erol

Navê Dayîk: Letîfe

Navê Bav: Hesen

Cih û Dîroka Şehadetê: Minbic, 21.06.2016

***

 

Nasnav: Berçem Amed

Nav û Paşnav: Cemîle Çinar

Navê Dayîk: Melîhe

Navê Bav: Cemîl

Cih û Dîroka Şehadetê: Bendava Tişrîn, 24.02.2016

***

 

Nasnav: Dilpak Cûdî

Nav û Paşnav: Esra Alîm

Navê Dayîk: Rukiye

Navê Bav: Abdulkadîr

Cih û Dîroka Şehadetê: Til Temir, 04.06.2016

***

 

Nasnav: Hesret Gabar

Nav û Paşnav: Dilşah Meral

Navê Dayîk: Kumriye

Navê Bav: Hesen

Cih û Dîroka Şehadetê: Serêkaniyê, 11.05.2016

YÊN HATINE ÊTÎKETKIRIN HEMÛ BAJAR

Ji me agahî bistîne!

Eger tu bibî abone em ê nûçeyên lezgîn yekser ji maîla te re bişînin.
Eger tu bibî abone te we wateyê ku tu Polîtikaya Malpera Me dipejînî û dîsa tê wê wateyê ku tu Şert û Mercên me qebûl dikî. Tu kendî bixwazî dikarî ji abonetiyê derkevî
Çi Difikirî?
.0
.0
.0
.0
.0
.0
Nûçeya Berê KJK: Em li dijî biryarên darvekirinê yên dewleta Îranê têkoşîna hevpar mezin bikin
Nûçeya Pişt re YPG’ê Pêşewa Soranî bi bîr anî
Nirxandinek Bike Nirxandinek Bike

Nirxandinek Bike Bersivê betalke

Ji bo ku hun şirove bikin divê hun têkevin pergalê.

Me Bişopîne!

Tu dikarî li ser gelek platforman rûpelên me bişopînî.
FacebookBiecibîne
TwitterBişopîne
PinterestPîn bike
InstagramBişopîne
YoutubeSubscribe
TiktokBişopîne
TelegramBişopîne
Google NewsBişopîne
LinkedInBişopîne
- Frekans -
Ad image
- Frekans -
Ad image

Navarokên Li Pêş

‘Em li ber têkoşîna bi rûmet a Dayika Emîne bi rêzdarî bejna xwe ditewînin’

FEDA û DAKB’ê ji bo Dayika Şemiyê Emîne Ocak peyama sersaxiyê weşand û got, “Em…

Ji aliyê Stêrk TV

MLKP: Werin em Newrozê veguherînin roja amadekariya têkoşînên nû

MLKP’ê bi şîara ‘’Bila dewleta Tirk tavilê agirbestê îlan bike, Abdullah Ocalan û girtiyên siyasî…

Ji aliyê Stêrk TV

Dayika Cîhan Bîlgîn: Keça min bo gelê xwe canê xwe feda kir

Dayika rojnamevan Cîhan Bîlgîn ku di êrîşa dewleta Tirk a dagirker de şehîd bû, Katibe…

Ji aliyê Stêrk TV

Ev jî di be ku bala te bikşînin

Rojane

Ayhan Bayar piştî 31 sal û 6 mehan hate berdan

Ji aliyê Stêrk TV
Rojava

Li Helebê êrîş: 2 endamên Hêzên Ewlekariya Hundirîn birîndar bûn

Ji aliyê Stêrk TV
Jin

Ji malbatên şehîdan ên Reqayê daxwaza azadiya Rêber Apo

Ji aliyê Stêrk TV
Jin

Jinên Kurd ên li Fransayê ji bo meşa li Kolnê bang kirin

Ji aliyê Stêrk TV
Ya Berê Ya Pişt re
Stêrk TV
Stêrk TV
Stêrk TV

Li Ser Şopa Heqîqetê

Stêrk TV kanaleke pirziman ya nûçeyan e. Zimanê sereke ya kanalê kurdî ye. Kanal bi van zimanan nûçeyan diweşîne; kurmancî, soranî, goranî, hewramî, dimilî û îngilîzî.

Facebook Twitter Youtube Rss Medium
Kategorî
  • Kurdistan
  • Rojane
  • Çand û Hûner
  • Cîhan
  • Jin
  • Civak & Ekolojî
  • Zanist
Rûpel
  • Têkîlî
  • Frekans
  • Derbarê me de
  • Şert û Merc
  • Rêgezên Malperê
  • Kar Xwestin
  • Kunye

© Stêrk TV. Hemû mafê wê parastîne

adbanner
AdBlock Asteng Dike
Malpera me de reklam hene, ji ber vê sedemê malpera me bixin listeya spî ya AdBlock'ê
Temam, ez ê li listeya spî zêde bikim
Hûn bi xêr hatin

Têkevin hesabê xwe

Te paroleya xwe jibîr kir?