Fermandariya Giştî ya Yekîneyên Parastina Jin (YPJ) bi daxuyaniyekê nasnameya Fermandar Sîdar Efrîn eşkere kir.
Daxuyanî wiha ye: “Rastiya şehîdên me îfadeya herî şênber a tekoşîna me ye. Şehîdên me bi rûhekî bilind û fedakar ji bo parastina gelê xwe canê xwe feda dikin. Ev rûhê pîroz a ku di eniyên herî pêş de tekoşîn dikin, li hemberî her cûre êrişên desthiladariyê bi biryardariyeke mezin parastina rûmeta gelê xwe dikin.
Dema hêzên çete yên desthildariya Şamê bi awayekî bêperwa êrîşî Tebqa kirin, Fermandara me Sîdar Efrîn heta dawiyê li hemberî kiryarên komên çete şer kir û di dîroka 18’ê Çileyê de şehîd bû.
Hevrê û fermandar me Leyla Hemo bi nasnav Sîdar Efrîn di sala 1980’an li nava malbateke welatparêz de li Efrînê ji dayik dibe. Ji ber naskirina malbatê ya ji bo tevgera azadiyê hevrê Sîdar jî ji bo bibe şoreşgereke doza azadiya gelê xwe kete nava lêgerînên jiyana azad û di sala 1997’an de di nava gelek xebatên cûda yên şoreşê de destpê tekoşîna xwe ye azadiyê kir. Di destpêka şoreşa Rojava de jî bi avayekî çalak beşdarî xebatên rêxistinkirina gel bû û di qada parastinê de jî kedeke bêhempa da meşandin. Di heman de di pêngavên rizgarkirinê yên Rojava de di eniyên herî pêş de cihê xwe girt. Hevrê Sîdar li Rojavayê Kurdistanê li hemberî DAIŞ’ê şer kir û ji bo ku mirovahiyê ji vê belaya cîhanî biparêze xwedî biryardariyeke bilind bû.
Weke fermandareke jin di pîvanên jina azad de xwe kûr kir û li ser esasê pêşengtiya demê bi rol û misyoneke bilind rabû. Heval Sîdar di rêya azadî de bi dilsozî, fedakarî û serkeftî xizmeta gelê xwe kir. Di şert û mercên herî dijwar de bi erka xwe rabû û ji bo tekoşîna azadiya gel û jinan tekoşîn kir. Li ser esasê pîvanên bîrdoziya rizgariya jin di hemû qadên jiyanê de kesayeta xwe pêşxist, di nava refên YPJ’ê bû fermandareke mînak. Bi sekneke dilnizm û kelecaneke mezin di her kêliya jiyana xwe de ji bo bi destxistina azadiyê têkoşiya. Di nava şervanên xwe de jî weke fermandareke demê di her kêliya jiyanê de li kêleka şervanê xwe bû, bi berpirsyartiyeke bilind nêzî erka xwe dibû. Heta kêliya şehîd jî bû bi moral,coş û kelecana xwe ji şervanên xwe re bû çavkaniya bawerî û hêz e. Fermandar Sîdar di têkîliyên xwe yên rêhevaltiyê de heta dawî dilsoz bû, ji ber wê jî di nava hevrêyên xwe de xwedî ciheke diyar bû. Ev sekna wê dihîşt ku hemû heval li derdora wê kom bibin. Hevrê Sîdar sembola dilpakî, wêrekî û berxwedanvaniya jinên Kurd ê.
Fermandara me Sîdar Efrîn dema ku komên çete êrişî Tebqa kir, ji bo parastina destkeftiyên gelê xwe di eniyên herî pêş de şer kir û ji bo ku rê nede feraseta komên çete canê kire mertal.
Em di serî de ji bo malbata hêja ya fermandar Sîdar Efrîn û tevahî gelê xwe ye welatparêz sersaxiyê dixwazin. Armanca şehîdên me avakirina jiyaneke azad û parastina destkeftiyên şoreşe ye. Em ê jî weke hevreyên şehîdan heta henasa xwe ya dawî ji bo pêkanîna armancên şehîdên azadiyê tekoşîna xwe bilind bikin da ku heta serkeftineke mayînde were bidestxistin.
Nasnameya hevrêya me wiha ye:
Nasnav: Sîdar Efrîn
Nav û paşnav: Leyla Hemo
Navê dayîkê: Zeynep
Navê bav: Şûkrî
Cih û dîroka şehadetê: 18.01.2026.”

