Sêşem, 21 Cotmeh 2025
  • Ji Bo Min
  • Favoriyên Min
  • Tomarên Min
  • Dîtinên Min
  • Blog
Video
Podcast
Zindî
Arşîv
Têketin
Stêrk TV
  • DESTPÊK
  • ROJANE

    Li Tehranê malbatê girtiyan çalakiya protestoyî lidar xistin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Xeteriya li ser jiyana rojnamevan Huseyîn Aykol didome

    Ji aliyê Stêrk TV

    Ji Hevserokan daxuyaniya ‘Demîrtaş’: Divê bi lez bê berdan

    Ji aliyê Stêrk TV

    ‘Hiqûqa dijminatiyê xistine meriyetê’

    Ji aliyê Stêrk TV

    Li Abya Yala Civaknasiya Azadiyê ya Rêber Apo rastî eleqeyek mezin tê

    Ji aliyê Stêrk TV

    ‘Muxatabê sereke yê pirsgirêka Kurd Rêber Ocalan e, ne DEM Partî ye’

    Ji aliyê Stêrk TV
  • KURDISTAN

    Taksîvan tevlî çalakiya ji bo Rojînê bû

    Ji aliyê Stêrk TV

    Girseya gel sersaxî ji malbata gerîlayê HPG’ê Yaşar re xwest

    Ji aliyê Stêrk TV

    Ciwan ji bo Rêber Apo meşiyan: Heta azadiyê em ê têbikoşin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Sersaxiyên ji bo şehîd Çiyager Amara û Zemanî Sûrûç didomin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Di şewta Pîremegrûnê de ciwanek jiyana xwe ji dest da

    Ji aliyê Stêrk TV

    Li Cizîrê bi girseyî serdana şîna şehîd Têkoşîn Cûdî û Rêzan Serdem hat kirin

    Ji aliyê Stêrk TV
  • JIN

    Kombûna Jinan a Zenûbiya: Êrîş nikarin îradeya me bişkînin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Konferansa Dayikên Aştiyê: Rêber Apo divê azad bibe

    Ji aliyê Stêrk TV

    Darazê Îranê cezayê 38 qemçiyan li Ateş Şakeremî birî

    Ji aliyê Stêrk TV

    Kongra Star: Em bêrêziya li hemberî Rêber Apo qebûl nakin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Berdana girtiya 30 salan cara sêyemîn hate taloqkirin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Ji xwendekarên zanîngehê ji bo Rojîn Kabaîş meşa edaletê

    Ji aliyê Stêrk TV
  • ÇAND Û HÛNER

    Helîm Yûsiv bi romana xwe ya dawî li Fûara Pirtûkan a Frankfûrtê ye

    Ji aliyê Stêrk TV

    Festîvala Şehîd Bawer Agir bi çalakiyên hunerî bi dawî bû

    Ji aliyê Stêrk TV

    Dokûmantera Vejîna Kurd fînala sezonê dike

    Ji aliyê Stêrk TV

    Li Kobanê Festîvala Şehîd Bawer Agir dest pê kir

    Ji aliyê Stêrk TV

    Li Spanyayê bi pêşangehekê işaret bi têkoşîna YPJ’ê hate kirin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Koma Hevra destana ‘Dewrêşê Evdî û Edûlê’ şîrove kir

    Ji aliyê Stêrk TV
  • CÎHAN
  • YÊN DIN
    • Gotar
    • Civak
    • Rojava
    • Gotar
  • 🔥
  • HEMÛ BAJAR
  • BEHDÎNAN
  • STENBOL
  • AMED
  • ENQERE
  • QAMIŞLO
  • ROJEV
  • KOBANÊ
  • WAN
  • ŞENGAL
  • ŞIRNEX
  • HESEKÊ
  • MÊRDÎN
  • RIHA
  • ÊLIH
  • COLEMÊRG
  • ŞEHBA
Nûçeyên Lezgîn
Li Helebê êrîş: 2 endamên Hêzên Ewlekariya Hundirîn birîndar bûn
Hevdîtina li Şamê bi dawî bû
Hikûmeta veguhêz deriyê Dêr Hafirê bombebaran kir
Hevdîtina Rêveberiya Xweser û Hikûmeta Demkî destpê kir
Çeteyan êrîşî gundê Tewila kir
Dîtina TîpanAa
Stêrk TVStêrk TV
  • Kurdistan
  • Jin
  • Çand û Hûner
  • Cîhan
  • Rojava
  • Rojane
  • Cîhan
  • Civak & Ekolojî
  • Zanist
  • Ji Bo Min
  • Dîtinên Min
  • Tomarên Min
  • Favoriyên Min
Bigere
  • Kategorî
    • Kurdistan
    • Jin
    • Ciwan
    • Çand û Hûner
    • Cîhan
  • BAJAR
    • HEMÛ BAJAR
    • AMED
    • STENBOL
    • QAMIŞLO
    • ŞEHBA
    • REQA
    • WAN
  • JI BO TE
    • Ji Bo Min
    • Tomarên Min
    • Favoriyên Min
    • Dîtinên Min
  • RÛPEL
    • Podcast
    • Video
    • Wêne
    • Gotar
Hesabê we heye? Têketin
Me bişopîne
© Mafên belavkirinê li ba Stêrk TV parastî ne 2024. Hemû maf parastî ne.
Stêrk TV > Blog > Rojava > YPJ’ê şehadeta 3 şervanên xwe eşkere kir
Rojava

YPJ’ê şehadeta 3 şervanên xwe eşkere kir

YPJ'ê ragihand ku şervanên wan Berfîn Çem, Ahîn Dilgeş û Silav Ocalan di berxwedana li dijî êrişên çeteyên dewleta Tirk a dagirker de şehîd bûne.

Stêrk TV
Stêrk TV Dîroka nûkirinê: 3. Çile 2025 Dema xwendinê: 8 dq.
Parvekirin

Fermandariya Giştî ya Yekîneyên Parastina Jinê (YPJ) têkildarî şehîdbûna 3 şervanan daxuyaniyeke nivîskî da. Berfirehiya daxuyaniyê wiha ye:

“Şervanên me Berfîn Çem, Ahîn Dilgeş û Silav Ocalan di eniyên berxwedana li dijî êrişên çeteyên dewleta dagirker a Tirk de, tev li karwanê nemiran bûn.

Şervanên YPJ’ê Arjîn Mihemed Elî bi nasnav Berfîn Çem, Şehnaz Hemo bi nasnav Ahîn Dilgeş û Zeyneb Hemze bi nasnav Silav Ocalan di berxwedana dîrokî ya li dijî çeteyên ser bi dewleta faşîst û dagirker a Tirkiyeyê, bi qehremanî şer kirin, di dîrokên cuda de şehîd bûn. Em hevrêyên xwe yên şehîd, bi rêzdarî û minetdarî bi bîr tînin, ji malbatên wan yên welatperwer û hemû gelên xwe û tevahiya hevrêyên wan yên têkoşînê re sersaxî dixwazin.

Çeteyên girêdayî dewleta Tirk a dagirker di 28’ê Mijdarê hemwext ku êrişê herêmên li jêr hakimiyeta rejîma Bees ya Sûriyê kirin, herwiha li beramberî Bakur Rojhilatê Sûriyeyê jî bi giranî êriş dane destpêkirin. Li beramberî vê, şervanên azadiyê berxwe dan û darbeyên giran li çeteyan xist. Ev berxwedana bê emsal bi ruheke fedayî û îdeayeke mezin ya serketinê bênavber didome.

Çeteyên ser bi dewleta dagirker a Tirkiyê bi van êrişan Şoreşa jinê û destkeftiyên jinan dikin hedef. Li beramberî vê yekê jî şervanên YPJ ji berxwedana li eniyan re bi vê zanebûnê pêşengtiyê dikin. Rol û mîsyoneke girîng dileyîzin û xeyalên dagirker û çeteyan di qirika wan de dihêlin. Her yek ji hevrêyên me ku li eniyan e, li dijî zîhniyeta desthilatdariya zilam ya ku di rastiya çeteyan de bi awayeke hovane derdikeve holê, bi felsefeya ‘Jin, Jiyan, Azadî’ xwe tev lê dikin û rê nadin çeteyan ku herêmên azad yên Bakur Rojhilatê Sûriyeyê dagir û talan bikin. Bi vê armanca pîroz jî şervanên me berdêlên giranbuha didin. Hevrêyên me Berfîn Çem, Ahîn Dilgeş û Silav Ocalan jî bi vê perspektîfa dîrokî nêzîk bûn û xwe bi wêrekiya jina azad û zane araste kirin û şer kirin. Ew li eniyên pêş ên têkoşînê bûne îfadeya jina serhildêr û têkoşer.

Hevrêya me Berfîn Çem li bajarê ku ji hemû cîhanê re bûye sembola berxwedanê Kobanê çavên xwe li cîhanê vekir. Di malbateke welatparêz bi çanda Kurdperwerî mezin bû. Wek ciwanekê jiyana jirêzê û normal nepejirand, li ser vê bingehê xwe bi zanebûna niştîmanî zane kir.

Di demeke kin de xwe li ser bingeha hunera şer û artêşbûna jinan perwerde kir û bû şervaneke jêhatî ya têkoşînê.

Hevrêya me Berfîn Çem bi dilnizimî û rûgeşiya xwe hate nasîn, xwe bi hemû hevalên xwe da hezkirin û şopeke xurt di têkoşînê de hişt. Wê di oxira welat û jiyana azad de xwe bêyî dudilî feda kir û navê xwe di rûpelên zêrîn yê dîrokê de mayînde nivîsand.

Hevrêya me Ahîn Dilgeş jî ji bajarê Kobanê hate cîhanê. Di zarokîniya xwe de têkoşîna azadiyê nasî û şervantiya YPJ xeyalên wê xemiland. Wê da pey xeyalên xwe û beşdarî nava refên YPJ’ê bû. Her ku rastiya artêşbûna jina azad naskir, hêz û îradeya xwe xurtir kir û bi zanebûneke kûrtir jiyan û têkoşîn bi dest girt. Di malbata wê de tevlîbûn hebû û ew jî li pey şopa şehîdên xwe meşiya. Hezkirin û zanebûna xwe ya welatparêzî bi pîvanên azadiya jinê û dîsîplîna leşkerî re kire yek û wiha jî di demeke kin de karî berspirsyarî rake û di warê erka parastinê de xwe pispor bike.

Her ku dewleta dagirker ya Tirkiyê û çeteyên wî li beramberî bakur-rojhilatê Sûriyê êriş pêk dianîn, di wê de hêrs û kîneke mezin ya tolhildanê ava dikir. Ji ber nedikarî ku trajediyên heyî li herêmê ji nedîtî were. Êriş û xeteriyên li ser herêmê û şoreşa jinê dijwar bûn, vê rastiyê jî di wê de zanebûna ku xwe bi lez ava bike û bi amadekariyeke xurt pêşî li êrişan bigire, pêşxist.

Hevrêya me Silav Ocalan ji bajarê çanda welatparêziyê Efrînê ji dayîk bû. Bi çanda hezkirina welat û axê mezin bû. Malbata wê di salên ku têkoşîna netewî li Rojava geş bû, deriyê mala xwe ji şoreşgeran re vekir û zarokên xwe jî li ser bingeha çand û exlaqa kurdperwerî perwerde kir. Ji malbata hevrêya me Silav Ocalan beşdarî di nav refên YPJ û QSD jî pir e. Di vê wateyê de hevrêya me Silava bi têgihaştina parastinê mezin bû. Wê jî wek her ciwanekê ku xwe li ber civaka xwe berpirs dibîne, li dijî êriş û dagirkeriyên dijmin bû xwedî hêrs û bertek û bi van hestan jî tev li nava YPJ’ê bû. Karî ku di branşa çekên giran de xwe bi pisporî amade bike û dema ku li eniyên berxwedanê êrişên dijwar ên çeteyan dest pê kir, ji bo ku roleke aktîf di nava şer de bilîze, beşdarî eniyên şer bû.

Hevrêya me Silav Ocalan dixwest ku bibe xwedî kesayeteke milîtaniya jinê. Ev armanc jî di wê de hêzeke mezin ya xwe guhertinê da çêkirin. Wiha jî karî bi awayî herî baş xwe birêxistin bike. Wê jî ruhê şervantiya YPJ bi awayeke bitûnî di xwe de afirand û bû nûnereke rast ya jina ku xwedî li nirxên civaka xwe derdikeve, komînal jiyan dike û di rêya sosyalîzma civaka demokratîk de xwe feda dike.

Em dubare hevrêyên xwe bi bîr tînin û didin diyarkirin ku emê ti êrişekê bêbersiv nehêlin û tola yek bi yek şehîdên xwe bi têkbirina dagirkerî û misogerkirina pergala neteweya demokratîk hilînin.

Em ji gelên xwe jî dixwazin ku di van rojên şerên giran de, girêdayî bîranîna şehîdên xwe, li kêleka zarokên xwe yên leheng bisekinin û bi feraseta şerê gel ê şoreşgerî têkoşîn bikin.”

NASNAMEYÊN ŞEHÎDAN

Li gorî daxuyaniyê agahiyên li ser nasnameya şehîdan bi vî rengî ne:

Nav û Paşnav: Arjîn Mihemed Elî
Nasnav: Berfîn Çem
Navê Dayik: Ferîde
Navê Bav: Hemed
Dîroka Şehadetê: 01.12.2024

Nav û Paşnav: Şehnaz Hemo
Nasnav: Ahîn Dilgeş
Navê Dayik: Xezal
Navê Bav: Adil
Dîroka Şehadetê: 03.12.2024

Nav û Paşnav: Zeyneb Hemze
Nasnav: Silav Ocalan
Navê Dayik: Emîne
Navê Bav: Cuma
Dîroka Şehadetê: 07.12.2024

YÊN HATINE ÊTÎKETKIRIN HEMÛ BAJAR

Ji me agahî bistîne!

Eger tu bibî abone em ê nûçeyên lezgîn yekser ji maîla te re bişînin.
Eger tu bibî abone te we wateyê ku tu Polîtikaya Malpera Me dipejînî û dîsa tê wê wateyê ku tu Şert û Mercên me qebûl dikî. Tu kendî bixwazî dikarî ji abonetiyê derkevî
Çi Difikirî?
.0
.0
.0
.0
.0
.0
Nûçeya Berê Talîbanê vê carê pace li jinan qedexe kir
Nûçeya Pişt re Li gundên Minbicê şer: 72 dagirker hatin kuştin
Nirxandinek Bike Nirxandinek Bike

Nirxandinek Bike Bersivê betalke

Ji bo ku hun şirove bikin divê hun têkevin pergalê.

Me Bişopîne!

Tu dikarî li ser gelek platforman rûpelên me bişopînî.
FacebookBiecibîne
TwitterBişopîne
PinterestPîn bike
InstagramBişopîne
YoutubeSubscribe
TiktokBişopîne
TelegramBişopîne
Google NewsBişopîne
LinkedInBişopîne
- Frekans -
Ad image
- Frekans -
Ad image

Navarokên Li Pêş

Bexdayê biryara girtina Tevgera Azadî û PADÊ da

Encûmena Bilind a Dadweriya Iraqê di demeke ku dewleta Tirk êrîşa dagirkeriyê ya li ser…

Ji aliyê Stêrk TV

ROJEVA 12’Ê SIBATA 2025’AN

Sernavên sereke ji rojeva Kurdistanê û Cîhanê.

Ji aliyê Stêrk TV

Li ser sînorê Nisêbîn-Qamişloyê nobet didome

Di berxwedana li ser sînorê Nisêbîn-Qamişlo didome de, berxwedêr xwedî li peyama Rêber Apo derketin.

Ji aliyê Stêrk TV

Ev jî di be ku bala te bikşînin

Rojane

Li Tehranê malbatê girtiyan çalakiya protestoyî lidar xistin

Ji aliyê Stêrk TV
Rojava

Li Kobanê ji bo 2 şervanên QSD’ê merasîm hat lidarxistin

Ji aliyê Stêrk TV
Cîhan

Li Bolîvyayê hilbijartina serokatiyê: Du namzetên rastgir li hemberî hevdû ne

Ji aliyê Stêrk TV
Cîhan

Li DYE’yê bi milyonan mirov li dijî Trump daketin qadan: Em qral naxwazin!

Ji aliyê Stêrk TV
Ya Berê Ya Pişt re
Stêrk TV
Stêrk TV
Stêrk TV

Li Ser Şopa Heqîqetê

Stêrk TV kanaleke pirziman ya nûçeyan e. Zimanê sereke ya kanalê kurdî ye. Kanal bi van zimanan nûçeyan diweşîne; kurmancî, soranî, goranî, hewramî, dimilî û îngilîzî.

Facebook Twitter Youtube Rss Medium
Kategorî
  • Kurdistan
  • Rojane
  • Çand û Hûner
  • Cîhan
  • Jin
  • Civak & Ekolojî
  • Zanist
Rûpel
  • Têkîlî
  • Frekans
  • Derbarê me de
  • Şert û Merc
  • Rêgezên Malperê
  • Kar Xwestin
  • Kunye

© Stêrk TV. Hemû mafê wê parastîne

adbanner
AdBlock Asteng Dike
Malpera me de reklam hene, ji ber vê sedemê malpera me bixin listeya spî ya AdBlock'ê
Temam, ez ê li listeya spî zêde bikim
Hûn bi xêr hatin

Têkevin hesabê xwe

Te paroleya xwe jibîr kir?