Çarşem, 18 Adar 2026
  • Ji Bo Min
  • Favoriyên Min
  • Tomarên Min
  • Dîtinên Min
  • Blog
Video
Podcast
Zindî
Arşîv
Neşeriya Çalakiyan
Stêrk TV
  • DESTPÊK
  • ROJANE

    OHD: Biryara DMME’yê ya AÎHM’ê 12 sal in nayê pêkanîn

    Ji aliyê Stêrk TV

    Îranê bi droneyan êriş bir ser kampa PDK-Î ya li Koye

    Ji aliyê Stêrk TV

    Hevseroka PJAK’ê: Projeya me Îrana demokratîk, Kurdistana azad e

    Ji aliyê Stêrk TV

    KONGRA-GEL: Bila cejna Newrozê bibe wesîleya aştî, azadî û demokrasiyê

    Ji aliyê Stêrk TV

    Rojê 17 dermanan dixwe: Li gorî dadger dikare bi tenê îdare bike

    Ji aliyê Stêrk TV

    Ji Kazliçeşmeyê heta bi Yenîkapiyê Newrozên Stenbolê

    Ji aliyê Stêrk TV
  • KURDISTAN

    Silêmanî û Koye bi mûşek û dronan hat hedefgirtin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Hunermend Emînê Erbanî jiyana xwe ji dest da

    Ji aliyê Stêrk TV

    Qada pîrozbahiya Newrozê ya Binarê Qendîlê amade ye

    Ji aliyê Stêrk TV

    Xelkê Mexmûrê bi coşekî mezin Newrozê pîroz kir

    Ji aliyê Stêrk TV

    Li Geverê coşa deh hezaran kesî: Ev Newroz Newroza azadiyê ye

    Ji aliyê Stêrk TV

    KCK: Em qadên Newrozê dagirin, daxwaza azadiya Rêber Apo bikin!

    Ji aliyê Stêrk TV
  • JIN

    Ferîde Eralp: Azadiya jinan bi destwerdanên derve nayê bidestxistin

    Ji aliyê Stêrk TV

    YJK-E ji bo destdirêjiya li Neuköllnê got: Edalet nayê veşartin!

    Ji aliyê Stêrk TV

    Rohilat Efrîn li Zurichê axivî: Têkoşîna me dewam dike

    Ji aliyê Stêrk TV

    ‘Em bi rola xwe rabin’

    Ji aliyê Stêrk TV

    KJAR’ê ji bo Zeynep Celaliyan name ji Meclîsa Federal a Elmanya re şand

    Ji aliyê Stêrk TV

    ‘Polîtîkayên desthilatê tundiya li ser jinê asayî dike’

    Ji aliyê Stêrk TV
  • ÇAND Û HÛNER

    Kedkarê çandê Evdirrehman Zal jiyana xwe ji dest da

    Ji aliyê Stêrk TV

    Manîfestoya Civaka Komînal a Demokratîk derket

    Ji aliyê Stêrk TV

    Ji Awazê Çiya klîba ‘Newroza Azadiyê’

    Ji aliyê Stêrk TV

    TEV-ÇAND: Ehmed Huseynî pira navbera nifşan bû

    Ji aliyê Stêrk TV

    Hunermend Mihemed Şêxo li Qamişloyê hat bibîranîn

    Ji aliyê Stêrk TV

    Şeva fîlman a Rojên Çanda Jinên Kurd ên Berlînê bi dawî bû

    Ji aliyê Stêrk TV
  • CÎHAN
  • YÊN DIN
    • Gotar
    • Civak
    • Rojava
    • Gotar
  • 🔥
  • HEMÛ BAJAR
  • BEHDÎNAN
  • STENBOL
  • AMED
  • ENQERE
  • QAMIŞLO
  • ROJEV
  • KOBANÊ
  • WAN
  • ŞENGAL
  • HESEKÊ
  • ŞIRNEX
  • MÊRDÎN
  • RIHA
  • LEZGÎN
  • ÊLIH
  • COLEMÊRG
Nûçeyên Lezgîn
Silêmanî û Koye bi mûşek û dronan hat hedefgirtin
Li Mûsil û Kerkûkê 2 çeteyên DAÎŞ’ê hatin girtin
Îsraîlê li Lubnanê 12 xebatkarên tenduristiyê qetil kir
Li Şedadê êriş: Zarokek hat qetilkirin, bav û birayê wî birîndar bûn
Li Hewlêrê bi drone êrîşî otêlekî hat kirin
Dîtina TîpanAa
Stêrk TVStêrk TV
  • Kurdistan
  • Jin
  • Çand û Hûner
  • Cîhan
  • Rojava
  • Rojane
  • Cîhan
  • Civak & Ekolojî
  • Zanist
  • Ji Bo Min
  • Dîtinên Min
  • Tomarên Min
  • Favoriyên Min
Bigere
  • Kategorî
    • Kurdistan
    • Jin
    • Ciwan
    • Çand û Hûner
    • Cîhan
  • BAJAR
    • HEMÛ BAJAR
    • AMED
    • STENBOL
    • QAMIŞLO
    • ŞEHBA
    • REQA
    • WAN
  • JI BO TE
    • Ji Bo Min
    • Tomarên Min
    • Favoriyên Min
    • Dîtinên Min
  • RÛPEL
    • Podcast
    • Video
    • Wêne
    • Gotar
Hesabê we heye? Têketin
Me bişopîne
© Mafên belavkirinê li ba Stêrk TV parastî ne 2024. Hemû maf parastî ne.
Stêrk TV > Blog > Jin > YPJ’ê şehadeta Arîn Serhed ragihand
Jin

YPJ’ê şehadeta Arîn Serhed ragihand

YPJ’ê şehadeta şervana xwe Arîn Serhed ku bavê wê û birayê wê jî şehîd in, ragihand.

Stêrk TV
Stêrk TV Dîroka nûkirinê: 31. Cotmeh 2025 Dema xwendinê: 5 dq.
Parvekirin

Fermandariya Giştî ya Yekîneyên Parastina Jin (YPJ) bi daxuyaniyeke nivîsekî şehadeta şervana xwe Arîn Serhed (Bahar Ugun) ragihand

Daxuyanî wiha ye

“Di her dever û bajarên welatê me de, cengawer û Rindêxanên ku dîroka gelê xwe nûjen dikin, diwelidin. Ew jinên xwediyê dilên ji pola û bi evin in ku ji ber erkên xwe li hember welat nas kirin e, xwe kirine canbexşên xakê. Carek din dîrok dibe şahidê kesayetên mîna çiyayên asê, kesayetên ku mîna çiyayê Agirî bilind û bedew. Di bîra gelê me û tevahiya cîhanê de, weke neqşek zêrîn dimînin û şop dihêlin.

Bahar Ugun bi nasnav Arîn Serhed, li bajarê Erziromê çavên xwe li jiyanê vekiriye. Ew di nava çanda xwe ya resen û kevnar de mezin û fêrî jiyanê bûye. Li herema Serhedê ku bi dijwarbûn û asêbûna xwe tê nasîn, taybetiyên jina lêgerînvan ku jiyana ji rêzê xwe re napejirîne têde ava dibin. Ev jî dihêle ku rastiyên ku tên jiyîn pir zû ferq bike û ji kûr ve hîs bike. Ji ber welatperweriya malbata hevrêya me Arîn, ew di zarokatiya xwe de şoreşa azadiya Kurdistanê dinase û wiha sempatî û bandorbûyênên hevrêya me li hember şoreşê çêdibe. Di dema ku bavê hevrêya me Arîn xebatên şoreşê dida meşandin ji hêla dewleta Tirk a dagirker ve tê şehîdxistin. Ev dihêle ku hevrê Arîn di temenek biçûk de rastiya dijmin û rastiya mêtînkariyê baş nas bike û li gorî wê jiyana xwe xêz bike. Her wiha bi tevlîbûna birayê hevrêya me Arîn, Rêzan Rûken her ku çû bandorbûyîna hevrê Arîn çêbû û xwesteka wê yê tevlîbûna ji nava refên şoreşê re zêde bû. Li ser vê bingehê di sala 2015’an de, berê xwe dide nava refên şoreşa azadiyê û biryara jiyanek azad dide.

Li qadên Rojavayê welêt bi hemû hêz û potansiyela xwe kar, xebat, şer û têkoşînê dide meşandin. Li her derê û di her demê de bi ruhê şoreşgerî ji her tiştî re amede bû. Hevrêya me Arîn bi dîtina xwe ya ji perwerdeyên bîrdozî û leşkerî re, xwe bi şoreşê re dike yek. Her kêliya jiyana xwe dizivrîne demên têkoşîna ji bo azadiyê û bi dilmeziniyeke tijî têgihiştin, xwe fedayî Rêber Apo, gel û şehîdan dike. Bi zanebûneke kûr li ser bingehê dînamîzma ciwatiyê dibe şervanek jin a jîr û xwe bi ramanên Rêber Apo mezin dike. Hevrêya me Arîn bi wê jîrbûn û fedekariya xwe di pêngavên rizgarkirinê yên ku li Hesekê, Reqa û Dêrazorê çêdibin de, cihê xwe digre. Bi vî awayî dibe xwedî ezmûnên mezin. Hevrê Arîn di nava hevrêyên xwe de bi morala xwe yê şoreşgerî, hestên xwe yên paqij û xeyalên xwe yên mezin ve dihate naskirin. Weke jineke ciwan a têkoşer bi dengê xwe yê xweş ku ji çanda kevnar ê dengbêjên herema xwe Serhed, bi hizirandinên xwe yê kûr û bi rukeniya xwe, li pey xwe mîrasek giranbuha ji ciwanên welatê xwe re hişt. Bi kelecan û heyecana xwe ya ji jiyanê re, xwedî performansek bilind û hêjayî nasînê bû. Ew her di wê hewildanê de bû ku layîqî bav û birayê xwe be, bi taybet ji jêdera hêzgirtina wê birayê wê yê şehîd hevrê Rêzan Ruken bû. Her du xwuşk û bira bi zanebûna hevaltiya rast û di oxira Kurdistanê de bûn lehengên dilwêrek ê şoreşa me.

Di dîroka 3’yê Avrêla 2024’an de, di encama lêdana balafirên keşfê yên dagirkeriya Tirk de li bajarê Kobanê hevrêya me Arîn tev li nava karwanê nemiran dibe. Em wek Yekîneyên Parastin Jin (YPJ) hevrêya xwe Arîn bi şanazî, rêzdarî û bi nirxdayîneke mezin bi bîr tînin û ji malbata hevrê Arîn û tevahiya gelê xwe re sersaxiyê dixwazin û soza tolhildan û pêkanîna xeyalên tevahî şehîdan dubare didin û em ê bi qasî wê baweriya ku gelê me bi me dike derbikevin û her di xeta Rêber Apo û şehîdan de bimeşin.”

NASNAMEYA ŞEHÎD

Nasnav: Arîn Serhed

Nav û Paşnav: Bahar Ugun

Navê Dayik: Ferîde

Navê Bav: Cibraîl

Dîroka Şehadetê: 03.04.2024

         

        

YÊN HATINE ÊTÎKETKIRIN HEMÛ BAJAR

Ji me agahî bistîne!

Eger tu bibî abone em ê nûçeyên lezgîn yekser ji maîla te re bişînin.
Eger tu bibî abone te we wateyê ku tu Polîtikaya Malpera Me dipejînî û dîsa tê wê wateyê ku tu Şert û Mercên me qebûl dikî. Tu kendî bixwazî dikarî ji abonetiyê derkevî
Çi Difikirî?
.0
.0
.0
.0
.0
.0
Nûçeya Berê Bahoza Melissa ya li Karîbê: Herî kêm 50 kes mirin
Nûçeya Pişt re M.S’ê ku çeteyên dewleta Tirk 42 roj êşkence lê kirin, nikare tevbigere
Nirxandinek Bike Nirxandinek Bike

Nirxandinek Bike Cancel reply

You must be logged in to post a comment.

Me Bişopîne!

Tu dikarî li ser gelek platforman rûpelên me bişopînî.
FacebookBiecibîne
TwitterBişopîne
PinterestPîn bike
InstagramBişopîne
YoutubeSubscribe
TiktokBişopîne
TelegramBişopîne
Google NewsBişopîne
LinkedInBişopîne
- Frekans -
Ad image
- Frekans -
Ad image

Navarokên Li Pêş

Cenazeyê 2 şehîdan ji aliyê malbatên wan ve hatin wergirtin

Cenazeyê şehîdên HPG’ê Zamanî Amanos û Yilmaz Dersim ku ji 18’ê Tebaxê ve li Nexweşxaneya…

Ji aliyê Stêrk TV

Ji KJK’ê peyama 8’ê Adarê ya ji bo jinên Efgan

KJK'ê bi wesîleya 8'ê Adarê Roja Jinên Kedkar ên Cîhanê peyamek ji Yekîtiya Jinên Şoreşger…

Ji aliyê Stêrk TV

Afirînera destana berxwedanê ya li Girê Hakkarî: Azê Erdal

Şehîd Azê Erdal ku li dijî êrîşên dewleta Tirk heta nefesa xwe ya dawî têkoşiya,…

Ji aliyê Stêrk TV

Ev jî di be ku bala te bikşînin

Kurdistan

Silêmanî û Koye bi mûşek û dronan hat hedefgirtin

Ji aliyê Stêrk TV
Rojava

Mazlûm Ebdî û nûnerê Hikûmeta Demkî li hev civiyan

Ji aliyê Stêrk TV
Kurdistan

Hunermend Emînê Erbanî jiyana xwe ji dest da

Ji aliyê Stêrk TV
Rojava

Kantona Cizîrê bi wesîleya Newroz û Remezanê efûya biryara efûya giştî da

Ji aliyê Stêrk TV
Ya Berê Ya Pişt re
Stêrk TV
Stêrk TV
Stêrk TV

Li Ser Şopa Heqîqetê

Stêrk TV kanaleke pirziman ya nûçeyan e. Zimanê sereke ya kanalê kurdî ye. Kanal bi van zimanan nûçeyan diweşîne; kurmancî, soranî, goranî, hewramî, dimilî û îngilîzî.

Facebook Twitter Youtube Rss Medium
Kategorî
  • Kurdistan
  • Rojane
  • Çand û Hûner
  • Cîhan
  • Jin
  • Civak & Ekolojî
  • Zanist
Rûpel
  • Têkîlî
  • Frekans
  • Derbarê me de
  • Şert û Merc
  • Rêgezên Malperê
  • Kar Xwestin
  • Kunye

© Stêrk TV. Hemû mafê wê parastîne

adbanner
AdBlock Asteng Dike
Malpera me de reklam hene, ji ber vê sedemê malpera me bixin listeya spî ya AdBlock'ê
Temam, ez ê li listeya spî zêde bikim
Hûn bi xêr hatin

Têkevin hesabê xwe

Te paroleya xwe jibîr kir?