Koordînasyona Giştî ya YRD’ê bi wesîleya salvegera yekemîn a şehadeta Azîz Koyluoglu daxuyaniyek nivîskî da û got, “Dewleta Tirk 27’ê Çileya 2025’an li navçeya Ranya ya Silêmaniyê xebatkarê çapemeniya azad û rojnamevan Azîz Koyluoglu yê dema nûçe dişopand, qetil kir. Lê divê were zanîn ku kedkarên çapemeniya azad û xwendekarên Azîz Koyluoglu wê ti carî pênûsa wî li erdê nehêlin.”
YRD’ê diyar kir ku Azîz Koyluoglu hîna salên zarokatiya xwe de îtîrazê dagirkerî, qirkirin û mêtingeriya li Kurdistanê kir û ev tişt got, “Di demeke welê de ku heqîqet dihat tarîkirin, li dijî Kurdan her cure muameleya dermirovî dihat kirin, Azîz Koyluoglu hewl da bibe deng, guh û çavê gelê xwe. Îro jî xwendekarên wî li Rojava, Başûrê Kurdisanê û gelek qadên çapemeniya azad rêya wî dişopînin. Di van rojên ku dagirkerî û komkujî li hemberî Rojava çêdibe de, car din hewl didin rastiyê ragihînin cîhanê.”
YRD’ê bi bîr xist ku Azîz Koyluoglu dema hewl dida li Kurdistanê heqîqetan eşkere bike hate qetilkirin û ev tişt diyar kir, “Lê belê divê were zanîn ku kedkarên çapemeniya azad wê bêteredut li ser rêya wî bimeşin, weke şervanên heqîqetê timî rastiyê nîşan bidin. Divê were zanîn ku bi komkujî, girtin û astengiyan çapemeniya azad nayê bêdengkirin. Îro mînaka vê ya herî baş, rûyê rast ê hêzên tarî û çeteyên êrîşî Rojava dikin û hêzên li pişt wan tê nîşandan. Çapemeniya Azad duh jî bêdeng nebû, îro jî û sibe jî bêdeng nabe, nayê bêdengkirin. Li her dera ku hewl tê dayîn rastî were tarîkirin, kameraya çapemeniya azad wê ji me re bibe ronahî.”

