Yekşem, 10 Gulan 2026
  • Ji Bo Min
  • Favoriyên Min
  • Tomarên Min
  • Dîtinên Min
  • Blog
Video
Podcast
Zindî
Arşîv
Neşeriya Çalakiyan
Stêrk TV
  • DESTPÊK
  • ROJANE

    Girtiyên li Girtîgeha Dîzlava bi xetereyek mezin re rû bi rû ne

    Ji aliyê Stêrk TV

    HRANA: Xwezaya Îran û Rojhilatê Kurdistanê di şer de wêran dibe

    Ji aliyê Stêrk TV

    Ji bo 2 girtiyên nexweş çalakî hate lidarxistin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Fransa, Spanya û Kanadayê daxwaza tehliyeya Nergiz Muhammediyê kirin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Dayikên Şemiyê aqûbeta Yaman û Gul pirsîn

    Ji aliyê Stêrk TV

    Barzanî wê biçe Tirkiyeyê

    Ji aliyê Stêrk TV
  • KURDISTAN

    Tevgera Nifşê Nû bi YNK’ê re li hev kir

    Ji aliyê Stêrk TV

    Hozan Mizgîn li Qoserê hat bîranîn

    Ji aliyê Stêrk TV

    Xizmên windayan di hefteya 900’an de hatin ba hev

    Ji aliyê Stêrk TV

    Bajarê bi rêya şerê taybet hatiye bêdengkirin: Çewlig-III

    Ji aliyê Stêrk TV

    Cotkar: Ji ber zilma DEDAŞ’ê em neçar man erdên xwe bifiroşin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Nobeta Li dijî JES’an wê ji gundan jî destpê bike

    Ji aliyê Stêrk TV
  • JIN

    ‘Darvekirin me naşkîne; rehên me bera binê axê dide’

    Ji aliyê Stêrk TV

    Tulay Hatîmogûllari: Ger em li Tirkiyeyê aştiyê ava bikin, Tirkiye dê demokratîk bibe

    Ji aliyê Stêrk TV

    Dayikên Aştiyê wê li 33 bajaran daxuyanî bidin

    Ji aliyê Stêrk TV

    ‘Divê gel yekîtiya xwe bi xwe ava bike’

    Ji aliyê Stêrk TV

    KJAR’ê şehîdên ‘Sêdarê’ bi bîr anî

    Ji aliyê Stêrk TV

    Li Îranê 13 roj in agahî ji aktîvîst Leyla Caferlu nayê girtin

    Ji aliyê Stêrk TV
  • ÇAND Û HÛNER

    Li Binarê Qendîl kelecana festîvalê

    Ji aliyê Stêrk TV

    Çanda Kurdî li Festîvala Navneteweyî ya “Ruhê Rûsyayê” li Moskowê hate nîşandan

    Ji aliyê Stêrk TV

    Di roja sêyemîn a festîvala ‘Ruhê Rûsyayê’ de konsera ji hunera Kurdî

    Ji aliyê Stêrk TV

    Têkoşîna tevgera Apoyî têkoşîna çand û ziman e

    Ji aliyê Stêrk TV

    Li Moskowê çanda Kurdî di festîvala ‘Ruhê Rûsyayê’ de tê nîşandan

    Ji aliyê Stêrk TV

    4 hezar sal in nehatibû xwendin: Nivîsa Elamî hat deşifrekirin; gelo Elamî Kurd in?

    Ji aliyê Stêrk TV
  • CÎHAN
  • YÊN DIN
    • Gotar
    • Civak
    • Rojava
    • Gotar
  • 🔥
  • HEMÛ BAJAR
  • BEHDÎNAN
  • STENBOL
  • AMED
  • ENQERE
  • QAMIŞLO
  • ROJEV
  • KOBANÊ
  • WAN
  • ŞENGAL
  • HESEKÊ
  • ŞIRNEX
  • MÊRDÎN
  • RIHA
  • LEZGÎN
  • ÊLIH
  • COLEMÊRG
Nûçeyên Lezgîn
Polîsan sîxurtî li dayik û bav ferz kirine
10 xwendekarên ODTU hatin binçavkirin
Li Îranê 5 ciwan hatin darvekirin
Dîsa êrîşî Kampa Sûrdaş hate kirin
Li Efrînê di mehekê de 8 kes hatin revandin
Dîtina TîpanAa
Stêrk TVStêrk TV
  • Kurdistan
  • Jin
  • Çand û Hûner
  • Cîhan
  • Rojava
  • Rojane
  • Cîhan
  • Civak & Ekolojî
  • Zanist
  • Ji Bo Min
  • Dîtinên Min
  • Tomarên Min
  • Favoriyên Min
Bigere
  • Kategorî
    • Kurdistan
    • Jin
    • Ciwan
    • Çand û Hûner
    • Cîhan
  • BAJAR
    • HEMÛ BAJAR
    • AMED
    • STENBOL
    • QAMIŞLO
    • ŞEHBA
    • REQA
    • WAN
  • JI BO TE
    • Ji Bo Min
    • Tomarên Min
    • Favoriyên Min
    • Dîtinên Min
  • RÛPEL
    • Podcast
    • Video
    • Wêne
    • Gotar
Hesabê we heye? Têketin
Me bişopîne
© Mafên belavkirinê li ba Stêrk TV parastî ne 2024. Hemû maf parastî ne.
Stêrk TV > Blog > Rojava > Îlham Ehmed: Divê jin di pêvajoya avakirinê de rolek bibandor bilîzin
Rojava

Îlham Ehmed: Divê jin di pêvajoya avakirinê de rolek bibandor bilîzin

Îlham Ehmed di konferansa li Qamişloyê de destnîşan kir ku divê jinên Kurd di pêvajoya avakirina Sûriyeyek demokratîk de rolek bibandor bilîzin û bang li gelê Kurd kir ku li her çar parçeyan yekîtiya neteweyî pêk bînin.

Stêrk TV
Stêrk TV Dîroka nûkirinê: 23. Adar 2025 Dema xwendinê: 4 dq.
Parvekirin

Di Konferansa Neteweyî ya Jinên Kurd a li Qamişloyê de jinan rewşa xwe û pirsgirêkên di têkoşîna wan de dertê nîqaş kirin. Di konferansê de Hevseroka Daîreya Têkiliyên Derve ya Herêma Bakur û Rojhilatê Sûriyê Îlham Ehmed axivî û bal kişand ser pêvajoya ku bi hilweşîna rejîma Baas re destpê kir û wiha got, “Konferansa Neteweyî ya Jinên Kurd ku îro em lidar dixin, rûpeleke nû di dîroka jinên Kurd ên Rojava de vedike. Ev konferans di qonaxeke krîtîk de pêk tê. Em li vir in ku rewşa heyî binirxînin û diyar bikin ku em ê di têkoşîna xwe de çi rol bigirin.”

Îlham Ehmed, behsa pêvajoya veguhertina siyasî ya li Sûriyeyê kir û diyar kir ku hîn jî pergalek ku nûnertiya hemû gelan bike, pêk nehatiye.

Îlham Ehmed got, “Îro li Sûriyeyê pêvajoyeke nû ya avakirinê heye. Rejîma Baas hilweşiya, lê sîstemeke demokratîk a ku gel jê hêvî dikir, ava nebû. Sûriye civakeke pir nasnameyî û pirçandî ye; Ereb, Asûrî, Êzidî, Elewî, Durzî, Ermenî û Çerkez pêkhateyên vî welatî ne. Lê belê desthilata Şamê vê rastiyê qebûl nake û polîtîkayek ku vê piştguh dike, dişopîne. Eger jin tevlî vê pêvajoyê neyên kirin, em ê bi xetereyên mezintir re rû bi rû bimînin.”

Îlham Ehmed, bal kişand ser gefên îdeolojiyên Îslamî yên radîkal û sîstema lîberal a li ser mafên jinan û wiha domand, “Em dibînin ku hewl didin sîstema îslamî ya radîkal li Sûriyeyê bidin rûnişkandin. Ev yek ji bo jinan metirsiyeke mezin e. Weke jinên Kurd divê têkoşîna me ne tenê ji bo gelê Kurd, ji bo hemû jinên Sûriyeyê be. Pêwîste jin bi hêztir beşdarî vê pêvajoyê bibin. Eger jin di vê pêvajoyê de cih negirin, sîstema nû ya ku li Sûriyeyê tê avakirin dibe ku bibe avahiyeke dijî jinê.”

Îlham Ehmed, diyar kir ku divê gelê Kurd bi yekîtiyê tevbigerin û ev bang kir, “Weke Kurd me bedelên mezin da. Li her çar parçeyan Kurd bi zext, êrîşan re rû bi rû ne. Başûrê Kurdistanê di bin êrîşên dagirkeriyê yên Tirkiyeyê de ye. Li Rojhilatê Kurdistanê jî rejîma Îranê polîtîkayên xwe yên zextê didomîne. Li Bakurê Kurdistanê siyasetmedarên Kurd di zindanan de ne û polîtîkayeke mezin a asîmîlasyonê tê meşandin. Li Rojavayê Kurdistanê îro ji bo Kurdan îmkaneke girîng heye. Divê Kurd bi îradeyek hevpar tevbigerin û yekîtiya xwe ya netewî pêk bînin.”

Îlham Ehmed, di berdewamiya axaftina xwe de bal kişand ser wê yekê ku divê jin di siberoja Sûriyê de bi awayekî aktîf rol bilîzin û wiha got, “Di diyarkirina siberoja Sûriyeyê de divê îradeya jinan neyê paşguhkirin. Eger destûreke nû bê çêkirin, divê ev makezagon nûnertiya jinan bike û mafên jinan misoger bike. Eger em weke jinên Kurd li ser esasê yekîtiya netewî li hev bicivin, ne tenê li Sûriyeyê, li tevahiya Rojhilata Navîn em dikarin pêşengiya guhertina demokratîk bikin.”

Konferans bi nîqaşên li ser yekîtiya neteweyî ya jinên Kurd û avakirina pêvajoya destûrî ya ku mafên jinan li Sûriyeyê garantî bike, dewam dike.

YÊN HATINE ÊTÎKETKIRIN QAMIŞLO

Ji me agahî bistîne!

Eger tu bibî abone em ê nûçeyên lezgîn yekser ji maîla te re bişînin.
Eger tu bibî abone te we wateyê ku tu Polîtikaya Malpera Me dipejînî û dîsa tê wê wateyê ku tu Şert û Mercên me qebûl dikî. Tu kendî bixwazî dikarî ji abonetiyê derkevî
Çi Difikirî?
.0
.0
.0
.0
.0
.0
Nûçeya Berê Li Qamişloyê Konferansa Yekemîn a Jinên Kurd destpê kir
Nûçeya Pişt re Ozgur Ozel: Sûcê Îmamoglû tenê têkbirina Erdogan e!
Nirxandinek Bike Nirxandinek Bike

Nirxandinek Bike Cancel reply

You must be logged in to post a comment.

Me Bişopîne!

Tu dikarî li ser gelek platforman rûpelên me bişopînî.
FacebookBiecibîne
TwitterBişopîne
PinterestPîn bike
InstagramBişopîne
YoutubeSubscribe
TiktokBişopîne
TelegramBişopîne
Google NewsBişopîne
LinkedInBişopîne
- Frekans -
Ad image
- Frekans -
Ad image

Navarokên Li Pêş

Newroz li Garê hate pîrozkirin

Gerîlayên azadiyê yên Kurdistanê Newroz bi coşeke mezin li çiyayên Kurdistanê pîroz kirin û gotin,…

Ji aliyê Stêrk TV

Desteyên Çavdêrî û Îdareyê mafên tehliyeyê desteser dike

Seroka Komeleya Mafê Mirovan a Şaxa Stenbolê Gulseren Yolerî da zanîn ku Desteyên Çavdêrî û…

Ji aliyê Stêrk TV

Tulay Hatîmogûllari li Îdirê serdana cotkaran kirin

Hevseroka Giştî ya DEM Partiyê Tulay Hatîmogûllari li Îdirê serdana cotkaran û bêrîvanan kir.

Ji aliyê Stêrk TV

Ev jî di be ku bala te bikşînin

Rojava

PYD: Tabelayên bi kurdî serweriya Sûriyeyê xurtir dikin

Ji aliyê Stêrk TV
Rojava

Li Qamişlo şevbihêrk 15’ê Gulanê: Pêwîstiya me bi ciwanên ku pênûsa wan xurt heye

Ji aliyê Stêrk TV
Rojava

Pêkhateyên Herêma Firatê: Kurd bêyî Ereban û Ereb jî bêyî Kurdan nabin

Ji aliyê Stêrk TV
Rojava

Karwanê çaremîn ber bi Efrînê ve bi rê ket

Ji aliyê Stêrk TV
Ya Berê Ya Pişt re
Stêrk TV
Stêrk TV
Stêrk TV

Li Ser Şopa Heqîqetê

Stêrk TV kanaleke pirziman ya nûçeyan e. Zimanê sereke ya kanalê kurdî ye. Kanal bi van zimanan nûçeyan diweşîne; kurmancî, soranî, goranî, hewramî, dimilî û îngilîzî.

Facebook Twitter Youtube Rss Medium
Kategorî
  • Kurdistan
  • Rojane
  • Çand û Hûner
  • Cîhan
  • Jin
  • Civak & Ekolojî
  • Zanist
Rûpel
  • Têkîlî
  • Frekans
  • Derbarê me de
  • Şert û Merc
  • Rêgezên Malperê
  • Kar Xwestin
  • Kunye

© Stêrk TV. Hemû mafê wê parastîne

adbanner
AdBlock Asteng Dike
Malpera me de reklam hene, ji ber vê sedemê malpera me bixin listeya spî ya AdBlock'ê
Temam, ez ê li listeya spî zêde bikim
Hûn bi xêr hatin

Têkevin hesabê xwe

Te paroleya xwe jibîr kir?