Windakirinên di binê çavan de yên li Tirkiyeyê, bi taybetî di salên 1990’î de ji binpêkirinên mafên mirovan ên herî giran bû. Yek ji kesên ku vê demê hate binçavkirin û piştre bi rengekî qetilkirî hate dîtin Ayten Ozturk a ji Dersimê bû.
Bavê Ayten Ozturk, Hidir Ozturk li gel salên di ser re derbas bûn lêgerîna xwe ya li edaletê dewam dike û dixwaze dosya ku ketiye ber dembihurînê jinûve bê vekirin.
Li gorî daneyên Komeleya Mafên Mirovan (ÎHD), di navbera salên 1980 û 2001’ê de hezar û 388 kes di binê çavan de hatin windakirin.
12 ROJ PIŞTÎ REVANDINÊ CENAZEYÊ WÊ HATE DÎTIN
Ayten Ozturk di 27’ê Tîrmeha 1992’an de dema ku karê wê qediya û ji febrîqeya Îdareya Taybet a Bajêr a Tûncelî derket, bi wesayitekê hate revandin ku çar kes tê de bûn.
12 roj piştî revandinê jî di 8’ê Tebaxa 1992’an de li cihê Karşiyaka Kartalepeyê ya Xarpêtê li binê axê veşartî hate dîtin ku destekî wê li derve hatibû hiştin.
Ji ber êşkenceyê nedihat naskirin. Malbata Ozturk ji kincên wê ew teşhîs kir. Lê belê otopsiyeke berfireh nehate kirin, şopên êşkenceyê di dosyayê de nehate bicihkirin û lêpirsîn hate girtin.
Malbatê di sala 2013’an de serî li Dadgeha Destûra Bingehîn (AYM) da û AYM’ê di 21’ê Nîsana 2016’an de biryar da ku berpirsyariya meşandina lêpirsîneke xurt hatiye binpêkirin. Li ser vê yekê îdîaname hate amadekirin, doz hate vekirin û dosya bi doza qetilkirina Mûsa Anter re kirin yek.
DOSYA LI BER DEMBIHURÎNÊ HATE XISTIN
Li gel darizandineke demdirêj têkildarî revandin û qetilkirin Ayten Ozturk ti ceza nehate birîn. Doz di 21’ê Îlona 2022’an de bi hinceta dem di ser re bihurî ye hate xistin.
Hidir Ozturk ji ANF’ê re axivî, daxwaza xwe ya edaletê dubare kir û ji bo jinûvekirina dosyayê bang kir.
‘HÊVÎ Û DAXWAZA ME EW E KU KUŞTINÊN KIRYARÊN WAN NEDIYAR BÊNE RONÎKIRIN’
Ozturk bang li Wezîrê Edaletê Akin Gurlek kir û got, “Hêvî û daxawza me ew e ku di nava vê atmosfera aştiyê de têkildarî kuştinên kiryar nediyar daxwaza dayik û bavên bi êş û bi derd ew e ku Wezîrê me yê Karên Hundir ê Birêz û Wezîrê me yê Edaletê yê Birêz van kuştinên kiryar nediyar ronî bike, randevûyê bide me û daxwaza me qebûl bike.”
‘EV RÛREŞÎ DIVÊ DI NAVA DÎROKÊ DE NEYÊ WINDAKIRIN’
Hidir Ozturk bi bîr xist ku Ayten Ozturk di sala 1992’an de li Dersimê hate revandin û anî ziman ku hîn bersiv ji daxwaza wan a ji bo hevdîtina bi Wezîrê Edaletê Akin Gurlek re nehatiye dayin.
Hidir Ozturk got, “Weke bavê Ayten Ozturk ku di sala 1992’an de li Tûncelî ji aliyê Yeşîl û hêzên din ên paramîlîter hate kuştin, di 10’ê Tebaxa 2026’an de min daxwaza hevdîtinê bi Birêz Wezîr Gurlek kir. Hîn jî min nekarî bersivê werbigirim.
Hêviya min ew e ku di nava vê atmosfera aştiyê de ev dosya bêne eşkerekirin, ji bo ev rûreşî derbasî nava dîrokê nebe bê ronîkirin. Di nava jiyana me de çavên yekê derxistin û cesedê wê parçe kirin… Ev kiryara bi serê keçeke bêguneh hat, rûreşiyeke vê dîrokê ye. Ev ê derbasî dîrokê bibe; Divê ev rastî derbasî nava dîrokê bibe.
Hêvî û daxwaza min ji dewletê ew e ku vê dosyayê jinûve binirxîne û bigihîne encamê.”

