Îro, PYD`ê li Dirbêsiyê li ber navenda partiyê daxuyaniyek da, daxuyanî ji hêla endaman Ehmed Silêman û Bêrîtan Necîm ve bi Erebî û Kurdî hate xwendin.
Di daxuyaniyê de biryara Wezareta Perwerdehiyê ya hikûmeta veguhêz ya kêmkirina dersên zimanê Kurdî bo 3 dersan di hefteyê red kir û diyar kir ku ev biryar li dijî pêdiviyên pirrengiyê li Sûriyeyê ye.
PYD daxwaza betalkirina biryara kêmkirina dersên zimanê Kurdî û pêkanîna pergalek perwerdeyê kir ku mafê xwendekaran bê sînorkirin an cudakarî garantî bike ku zimanê xwe yê dayikê fêr bibin.
Her wiha bang li hêzên demokratîk, rêxistinên civakî û komên mafên mirovan kir ku piştgiriyê bidin vê daxwazê.

