Pêncşem, 1 Cotmeh 2026
  • Ji Bo Min
  • Favoriyên Min
  • Tomarên Min
  • Dîtinên Min
  • Blog
Video
Podcast
Zindî
Arşîv
Neşeriya Çalakiyan
Stêrk TV
  • DESTPÊK
  • ROJANE

    Meral Daniş Beştaş: Pêvajo dimeşe, lê belê kêmasî nehatine çareserkirin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Psîkolog Kaya: Aştî tenê bi ragihandinê pêk nayê

    Ji aliyê Stêrk TV

    ‘Aştiya xwemalî û nasnameyan aştiya feraseta dewleteke demokratîk e’

    Ji aliyê Stêrk TV

    ROJEVA 1’Ê COTMEHA 2026’AN

    Ji aliyê Stêrk TV

    Sibe cenazeyên 25 qurbaniyên komkujiya Şengalê tên radestkirin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Riza Altûn û şehîdên meha Îlonê li Êlihê hatin bîranîn

    Ji aliyê Stêrk TV
  • KURDISTAN

    ‘Hevkarê ku hate cezakirin, berpirsê qetilkirina 4 gerîllayan bû’

    Ji aliyê Stêrk TV

    Îranê li Urmiyeyê bijîşkek bi êşkenceyê binçav kir

    Ji aliyê Stêrk TV

    Rêber Apo: Divê YBŞ di nava artêşa Iraqê de cih bigire; li Şengalê bimîne

    Ji aliyê Stêrk TV

    Cebar Yaver: Nelihevkirina PDK-YNK’ê rê li ber gefan vedike

    Ji aliyê Stêrk TV

    Cangoriyên kedê Said Çomlek û Kerem Tonka li Mexmûrê hatin bîranîn

    Ji aliyê Stêrk TV

    Li Rojhilatê Kurdistanê hevkarek hat girtin

    Ji aliyê Stêrk TV
  • JIN

    Meclîsa Jinan a DEM Partiyê: Bila mirina Rojîn Kabaîş bê ronîkirin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Li Amedê li dijî qirkirina jinan banga têkoşîna hevpar

    Ji aliyê Stêrk TV

    Li Rojhilat û Başûrê Kurdistanê 3 jin bi awayekî guman jiyana xwe ji dest dan

    Ji aliyê Stêrk TV

    Ji bo Rojîn Kabaîş çalakî

    Ji aliyê Stêrk TV

    Cezayê darvekirinê li Mahbûbe Şebanî hate birîn

    Ji aliyê Stêrk TV

    ‘Di têkoşîna li dijî tundiya li jinê de piştgiriya bi zimanê dayikê gelekî girîng e’

    Ji aliyê Stêrk TV
  • ÇAND Û HÛNER

    Derhêner Semîr Aslanyurek: Sînema û huner divê bi aştiyê re be

    Ji aliyê Stêrk TV

    ‘Di pêvajoya aştiyê de rola hunerê bi qasî ya polîtîkayê girîng û pêwîst e’

    Ji aliyê Stêrk TV

    Li Misirê goreke hespê şer ê beriya 3 hezar salan hat dîtin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Kurdan li Îçerîşehrê cilên xwe yên neteweyî nîşan dan

    Ji aliyê Stêrk TV

    Li Darmstadtê Festîvala Hevdîtina Navneteweyî hate lidarxistin

    Ji aliyê Stêrk TV

    6’emîn Festîvala Çanda Kurd a Sînan Dersim bi coş pêk hat

    Ji aliyê Stêrk TV
  • CÎHAN
  • YÊN DIN
    • Gotar
    • Civak
    • Rojava
    • Gotar
  • 🔥
  • HEMÛ BAJAR
  • AMED
  • STENBOL
  • BEHDÎNAN
  • ENQERE
  • ROJEV
  • QAMIŞLO
  • KOBANÊ
  • WAN
  • ŞENGAL
  • HESEKÊ
  • ŞIRNEX
  • MÊRDÎN
  • RIHA
  • LEZGÎN
  • ÊLIH
  • COLEMÊRG
Nûçeyên Lezgîn
Li Minbicê teqîn: Kesek jiyana xwe ji dest da
Baregeha KDP-Î ya li Hewlêrê hate bombekirin
Li Zaxoyê jinek hate kuştin
Li zindana Kobanê şewat derket
Heyeta DEM Partiyê wê di 14’ê Îlonê de biçin Îmraliyê
Dîtina TîpanAa
Stêrk TVStêrk TV
  • Kurdistan
  • Jin
  • Çand û Hûner
  • Cîhan
  • Rojava
  • Rojane
  • Cîhan
  • Civak & Ekolojî
  • Zanist
  • Ji Bo Min
  • Dîtinên Min
  • Tomarên Min
  • Favoriyên Min
Bigere
  • Kategorî
    • Kurdistan
    • Jin
    • Ciwan
    • Çand û Hûner
    • Cîhan
  • BAJAR
    • HEMÛ BAJAR
    • AMED
    • STENBOL
    • QAMIŞLO
    • ŞEHBA
    • REQA
    • WAN
  • JI BO TE
    • Ji Bo Min
    • Tomarên Min
    • Favoriyên Min
    • Dîtinên Min
  • RÛPEL
    • Podcast
    • Video
    • Wêne
    • Gotar
Hesabê we heye? Têketin
Me bişopîne
© Mafên belavkirinê li ba Stêrk TV parastî ne 2024. Hemû maf parastî ne.
Stêrk TV > Blog > Kurdistan > Di 47 salan de 12 kongre: Siyaseta înkarê hate tasfiyekirin, dora avakirina civaka demokratîk e
Kurdistan

Di 47 salan de 12 kongre: Siyaseta înkarê hate tasfiyekirin, dora avakirina civaka demokratîk e

PKK a ku beriya 47 salan hate avakirin, siyaseta înkar û îmhayê ya sedsalî ya komarê têk bir. Banga Rêber Apo ya Aştî û Civaka Demokratîk mohra xwe li kongreya 12’emîn a PKK’ê xist ku di 5-7’ê Gulanê de hate lidarxistin.

Stêrk TV
Stêrk TV Dîroka nûkirinê: 13. Gulan 2025 Dema xwendinê: 8 dq.
Parvekirin

Partiya Karkerên Kurdistan (PKK) bi kongreya xwe ya damezrandinê ya ku li gundê Fîs ê navçeya Licê ya Amedê lidar xistî, li Kurdistan û Rojhilata Navîn mohra xwe li nîvsedsalê xist. PKK’ê 12’emîn Kongreya xwe ya Awarte li Herêmên Parastinê yên Medyayê lidar xist.

Bi bandora atmosfera siyasî-civakî ya salên 1970’î koma xwendekaran a bi pêşengiya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan hatî ba hev, di 52 salên mayî de mohra xwe li Tirkiye û Rojhilata Navîn xist.

‘MUDAXILEYEKE RADÎKAL LI DÎROKA BERJÊR DIÇÛ HATE KIRIN’

Di carên ewilî de tevgera ku weke “Apoyiyan” dihate pênasekirin, di demeke welê de ku her tişê li ser navê nasname, ziman û çanda Kurdî rû bi rûyê êrîşên înkar û îmhayê dima, Rêber Apo weke “mudaxileyeke radîkal a li dîroka berjêr diçû” gaveke dîrokî avêt.

Di Newroza 1973’yan de li Bendava Çûbûk a Enqereyê Rêber Apo bi komeke hevalên xwe re hate ba hev û teza “Kurdistan mêtingeh e” bi hevalên xwe re parve dike.

‘WELATÊ KU TI KES NEWÊRE NAVÊ WÊ JÎ BÎNE ZIMAN…’

Rêber Apo dibêje, “Me welatparêziya welatekî ku ti kes newêre navê wê jî bîne ziman, girt ser xwe.” Rêber Apo di 52 salan de ku her kêlî bi têkoşînê derbas bû, timî diyalektîka guhertin û veguhertinê esas girt û têkoşîn mezin kir.

Ji xeynî pêngavên siyasî, civakî û fikrî; amûrên ku hedefên mîna aştî, azadî û civaka demokratîk pêk tînin, timî guhertin-veguhertin hatin esasgirtin.

Cihê ku guhertin-veguhertinên çêkerî, programatîk û rêxistinî yên navborî lê hatin pêkanîn jî kongre bûn.

JI DUH HEYA ÎRO KONGREYÊN PKK’Ê

Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan di 27’ê Sibata 2025’an de bi “Banga Aştî û Civaka Demokratîk” re pêvajoyeke nû ya guhertin û veguhertinê danî pêşiya tevgerê.

PKK’ê di 27’ê Mijdara 1978’an de li gundê Fîs ê navçeya Lîcê ya Amedê kongreya xwe ya damezrandinê lidar xist. Kongreyên ku PKK’ê ji wê rojê heya niha pêk anîne û xisûsên esas ên wan kongreyan wiha ne:

KONGREYA DAMEZRANDINÊ

Di kongreya ku 26-27’ê Mijdara 1978’an de bi pêşengiya Rêber Apo li gundê Fîs ê navçeya Lîcê ya Amedê hatî kirin de, damezrandina PKK’ê hate îlankirin.

22 kes beşdarî kongreyê bûn. Di kongreyê de bername, tuzuk û manîfestoya partiyê hate qebûlkirin. Rêber Apo weke sekreterê giştî yê partiyê hate hilbijartin.

Demek kurt piştî damezrandina PKK’ê, darbeya 12’ê Îlona 1980’an pêk hat. Gelek kadroyên pêşeng û damezrîner ên partiyê, hatin girtin.

Kadroyên pêşeng ên PKK’ê û berxwedana zindanê ya sempatîzanên wê darbeyeke mezin li darbekaran xist û hêza îradeya PKK’ê nîşan da.

KONGREYA DUYEMÎN: KONGREYA DESPÊKIRINA TÊKOŞÎNA GERÎLA

Kongreya 2’yemîn a PKK’ê, di 20-25’ê Tebaxa 1982’yan de li kampeke li ser sînorê Sûriye-Urdun a li Eniya Rizgariyê ya Gelê Fîlîstînê, bi tevlîbûna 65 delegeyan pêk hat.

Biryara “rizgarbûna ji penaberbûnê, vegera li welat û dest bi têkoşîna gerîla kirin” di kongreyê de hate girtin.

KONGREYA SÊYEMÎN: ÎLANA ARGK’Ê

3’yemîn Kongreya PKK’ê jî di navbera 25-30’ê Gulana 1986’an de li Kampa Helvê a li Lubnanê hate lidarxistin.

Di kongreya piştî Pêngava 15’ê Tebaxê hatî lidarxistin de biryara artêşbûnê hate standin û Artêşa Rizgariya Gelê Kurd (ARGK) hate îlankirin.

KONGREYA ÇAREMÎN: KONGREYA GERÎLAYAN

4’emîn Kongreya PKK’ê jî di navbera 26-31’ê Kanûna 1990’an de li Heftenînê hate lidarxistin. Ji ber belavbûna ARGK’ê ya li Kurdistanê, ev kongre ji aliyê Rêber Apo ve weke ‘’Kongreya Gerîlayan’’ hate binavkirin.

Piştî kongreyê ku di serdema hilweşîna sosyalîzma reel û Şerê Kendavê de hate lidarxistin, li Bakurê Kurdistanê şer giha astên herî bilind.

KONGREYA PÊNCEMÎN: GUHERÎNA RÊXISTINÎ

5’emîn Kongreya PKK’ê di navbera 8-27’ê Çileya  1995’an de li Heftenînê hate lidarxistin. Di kongreyê de li şûna sekreteriya giştî derbasî serokatiya giştî bûn û li gel guherîna ala Partiyê di warê îedolojîk û avaniya rêxistinî de jî guherîn çêbûn.

KONGREYA ŞEŞEMÎN: KONGREYA DI PÊVAJOYA KOMPLOYÊ DE

Kongreya 6’emîn jî di navbera 12’ê Çile û 18’ê Sibata 1999’an de li Xinêrê hate lidarxistin. Kongreya 6’emîn di serdema Komploya Navneteweyî ya li dijî Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan de hate lidarxistin.

KONGREYA HEFTEMÎN: YEKEM PÊNGAVÊ GUHERÎNA PARADÎGMAYÊ

Di 2-23’yê Çileya 2000’î de jî kongreya awarte hate lidarxistin. Kongre bi beşdarbûna 197 delegeyan li Qendîlê hate lidarxistin û piştî kongreyê yekem pêngavên têkildarî guherîna paradîgmayê hatin avêtin.

KONGREYA HEŞTEMÎN: PIRSGIRÊKÊN PARTIYÊ YÊN NAVXWEYÎ

Kongreya 8’emîn bi beşdarbûna 285 delegeyan di navbera 4-10’ê Nîsanê li Qendîlê hate lidarxistin. Kongre di serdema ku pirsgirêkên Partiyên navxweyî û hewlên tasfiyeker zêde bûbûn de, hate lidarxistin.

Di kongreyê de her çend girêdayî parêznameya Rêber Apo ya Ji Dewleta Rahîb a Sumeran Ber Bi Şaristaniya Demokratîk Ve hin guhertin hatibin kirin jî guherîneke mezin pêk nehat.

KONGREYA NEHEMÎN: KONGREYA JINÛVEAVAKIRINA PKK’Ê

Rêber Apo li hemberî hin krîzên fikrî û îdeolojîk yên di nava Partiyê de yên piştî Kongreya 8’emîn û piştî wê pêvajoya Jinûveavakirina PKK’ê da destpêkirin.

9’emîn Kongreya PKK’ê bi beşdarbûna 205 delegeyan di navbera 28’ê Adar- 4’ê Nîsanê de li Xinêrê hate lidarxistin. Her çen di kongreyê de başbûnên rêxistinî yên mezin pêk hatibin jî asta dihat hêvîkirin nehate bidestxistin.

KONGREYA DEHEMÎN: ÎDÎAYA KÛRBÛNA PARADÎGMAYÊ

10’emîn Kongreya PKK’ê jî di navbera 21-30’ê Tebaxa 2008’an de li Qendîlê hate lidarxistin. Di kongreyê de mijara kûrbûna li ser paradîgmaya nû esas hate girtin.

KONGREYA YAZDEMÎN: PÊVAJOYA ÇARESERIYA DEMOKRATÎK

Kongreya 11’emîn jî di serî de Sûriye û Iraq di serdema kûrbûna krîzên li Rojhilata Navîn û êrîşên çeteyên DAÎŞ’ê yên li seranserê Kurdistanê de hate lidarxistin.

Kongre di 5-13’ê Îlona 2023’yan de bi beşdarbûna 125 delegeyan li Xinêrê hate lidarxistin. Di kongreyê de ji bo çareseriya pirsgirêka Kurd a li Tirkiyeyê  gelek pêngavên weke îlana agirbestê û vekişîna gerîlayan a ji Bakurê Kurdistanê  hatin avêtin.

Di pêvajoya hevdîtinên çareseriyê de dewleta Tirk bi cîvîna xwe ya MGK’ê ya di 30’ê Cotmeha 2014’an de Plana Çalakiyên Têkbirinê qebûl kir û piştî demeke kurt pêk anî.

KONGREYA DUWAZDEMÎN:KONGREYA AŞITÎ Û AVAKIRINA CIVAKA DEMOKRATÎK

12’emîn Kongreya PKK’ê ya Awarte jî piştî 10 salên şerê dijwar, piştî banga Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan ya 27’ê Sibatê ya ‘’Aşitî û Civaka Demokratîk’’ hate lidarxistin.

Ji Kongreya 1’emîn ku weke ‘’Destwerdane radîkal a li hemberî dîrokê’’ hate lidarxistin heya roja me ya îroyîn di 47 salan de weke encama têkoşîna bêhempa polîtîkayên têkildarî înkar û tunekirina gelê Kurd bi piranî hatin têkbirin.

PKK’ya ku mîsyona xwe ya dîrokî bi serkeftî bi cih anî, di Kongreya 12’emîn de  ji bo pêkhatina Aşitî û Avakirina Civaka Demokratîk û destpêkeke nû biryarên dîrokî girtin.

Di kongreyê de biryara ‘’ji bo pêvajoya pratîkbûnê ji aliyê Rêber APO ve bê meşandin û birêvebirin biryarên fesixkirina avahiya rêxistinî ya PKK’ê û bidawîkirina rêbaza têkoşîna çekdarî û xebatên li ser navê PKK’ê daye meşandin bi dawî kiriye’’ hate girtin.

YÊN HATINE ÊTÎKETKIRIN BEHDÎNAN

Ji me agahî bistîne!

Eger tu bibî abone em ê nûçeyên lezgîn yekser ji maîla te re bişînin.
Eger tu bibî abone te we wateyê ku tu Polîtikaya Malpera Me dipejînî û dîsa tê wê wateyê ku tu Şert û Mercên me qebûl dikî. Tu kendî bixwazî dikarî ji abonetiyê derkevî
Çi Difikirî?
.0
.0
.0
.0
.0
.0
Nûçeya Berê Dûran Kalkan: PKK’ê rola xwe ya dîrokî bi serketî pêk anî
Nûçeya Pişt re Besê Hozat: Em dîrokeke nû dinivîsînin
Nirxandinek Bike Nirxandinek Bike

Nirxandinek Bike Cancel reply

You must be logged in to post a comment.

Me Bişopîne!

Tu dikarî li ser gelek platforman rûpelên me bişopînî.
FacebookBiecibîne
TwitterBişopîne
PinterestPîn bike
InstagramBişopîne
YoutubeSubscribe
TiktokBişopîne
TelegramBişopîne
Google NewsBişopîne
LinkedInBişopîne
- Frekans -
Ad image
- Frekans -
Ad image

Navarokên Li Pêş

Rojnamevan Gulnur Saydam hat binçavkirin

Nûçegîhana Rojnameya Cumhuriyet Gulnur Saydam ji ber nûçeya xwe ya bi sernavê, “Welatî di nav…

Ji aliyê Stêrk TV

ROJEVA 12’Ê HEZÎRANA 2024’AN

Sernavên sereke ji rojeva Kurdistanê û Cîhanê.

Ji aliyê Stêrk TV

Rêber Apo: Ez rêzê ji bo vîna her 14 şaredarî bi dest xistî digirim

Endama Şandeya Îmraliyê Pervîn Buldan di mitînga fînalê ya Wanê de axivî û got: “Birêz…

Ji aliyê Stêrk TV

Ev jî di be ku bala te bikşînin

Kurdistan

‘Hevkarê ku hate cezakirin, berpirsê qetilkirina 4 gerîllayan bû’

Ji aliyê Stêrk TV
Kurdistan

Îranê li Urmiyeyê bijîşkek bi êşkenceyê binçav kir

Ji aliyê Stêrk TV
Kurdistan

Rêber Apo: Divê YBŞ di nava artêşa Iraqê de cih bigire; li Şengalê bimîne

Ji aliyê Stêrk TV
Kurdistan

Cebar Yaver: Nelihevkirina PDK-YNK’ê rê li ber gefan vedike

Ji aliyê Stêrk TV
Ya Berê Ya Pişt re
Stêrk TV
Stêrk TV
Stêrk TV

Li Ser Şopa Heqîqetê

Stêrk TV ji sala 2009an ve di warên siyasî, civakî, çandî û hunerî de weşanê dike. Bi nêrîna azadiya jinê û avakirina civakeke demokratîk, Stêrk TV xebatên civakî, çandî, hunerî, dîrokî, aborî û yên jîngehê dimeşîne. Di çarçoveya parastin û pêşxistina çand û zimanê Kurdî de, bi zaravayên Kurmancî, Soranî, Kirmanckî û Hewramî nûçe û bernameyên cûrbicûr amade dike û diweşîne. Stêrk TV xizmetê li çand û hunera Kurdî dike.

Facebook Twitter Youtube Rss Medium
Kategorî
  • Kurdistan
  • Rojane
  • Çand û Hûner
  • Cîhan
  • Jin
  • Civak & Ekolojî
  • Zanist
Rûpel
  • Têkîlî
  • Frekans
  • Derbarê me de
  • Şert û Merc
  • Rêgezên Malperê
  • Kar Xwestin
  • Kunye

© Stêrk TV. Hemû mafê wê parastîne

adbanner
AdBlock Asteng Dike
Malpera me de reklam hene, ji ber vê sedemê malpera me bixin listeya spî ya AdBlock'ê
Temam, ez ê li listeya spî zêde bikim
Hûn bi xêr hatin

Têkevin hesabê xwe

Te paroleya xwe jibîr kir?