Abdulmecît Yuksekbag ku li Sêrtê di sala 1993’an de piştî hate binçavkirin ji aliyê Dadgeha Ewlekariya Dewletê (DGM) ve cezayê darvekirinê yê heta bi hetayê lê hate birîn, li dû 33 salên girtîhiştinê di 8’ê Nîsanê de hate berdan.
Yuksekbag piştî hate berdan ber bi warê xwe Sêrtê ve bi rê ket û li bajarokê Comaniyê yê navçeya Hawêl a Sêrtê bi girseyî hate pêşwazîkirin.
Endamên Komeleya Alîkariya bi Malbatên Girtiyan (TUAY-DER), nûnerên partiyên siyasî, malbata wî û gelek şêniyên herêmê Yuksekbag peşwazî kirin.
Abdulmecît Yuksekbag di Mijdara 1993’an de li Sêrtê hate girtin. Yuksekbag 33 salên girtîhiştinê li girtîgehên Êlih, Xarpêt, Semsûr, Riha û herî dawî li Erzînganê hate ragirtin.

