Abdulmecit Yuksekbag û Mustafa Amûtgan ên di Girtîgeha Ewlehiya Bilind a Erzinganê de, piştî zêdetirî 30 salan ji girtîgehê derketin. Yuksekbag û Amûtgan li ber girtîgehê ji aliyê malbat û hezkiriyên xwe hatin pêşwazîkirin.
Abdulmecit Yuksekbag ku li vir axivî, got: “Em ji bo aştî û azadiyê di pêvajoyeke girîng de ne. Em jî derketin derve. Tevî gel ji bo vê pêvajoyê û aştiyê çi ji destê me bê em ê bikin.”
Mustafa Amûtgan ku piştî 33 salan ji girtîgehê derket jî got: “Em ji girtîgehê derketin, lê em xemgîn in. Bi hezaran hevalên me yên nexweş di girtîgehan de ne.”
Yuksekbag ber bi Sêrtê û Amûtgan jî ber bi Rihayê ve bi rê ket.

