Dadgeha Silêmaniyê duh êvarê fermana binçavkirinê ji bo Serokê Eniya Gel (Berey Gel) Lahûr Şêx Cengê derxist. Duh bi şev di navbera hêzên Asayîşa Silêmanî yên ku hewl didan bikevin Otêla Lalezarê ku Lahûr Şêx Cengî lê bû û hêzên girêdayî Lahûr Şêx Cengî de pevçûn derket. Di encamê de danê siharê Lahûr Şêx Cengî û birayên xwe hatin binçavkirin.
Piştî wê danê siharê hêzên ewlekariyê yên Silêmaniyê avêtin ser Kanala Zom Tv ya nêzî Lahûr Şêx Cengî.
Li gorî Rêveberê Navneda Metro Rehman Xerîb, hêzên ewlekariyê kanala Zoom girtine û got, “Hêvîdarim desteserkirina televziyonê demkî be.”
Navenda Zoom TV li Silêmaniyê ye û nêzî Lahûr Şêx Cengî ye.