Endama Koordînasyona Kongra Star a Kantona Firatê Zozan Bekir, li ser êrîşên dewleta Tirk a dagirker ên li dijî rojnamevanên çapemeniya azad a li navçeya Seyîdsadiq axivî û da xuyakirin ku jin wê bi dirûşmeya ‘Jin Jiyan Azadî’ bighêjin azadiya tevahî jinên cîhanê û ew ê li hemberî desthilatdariyê têbikoşin û rêya azadiyê bidomînin.
‘HEWLDAN Û ÊRÎŞÊN DESTHILATDARIYÊ JI DÎROKÊ VE BERDEWAM DIKE’
Zozan Bekir, anî ziman ku ji dîrokê heta roja me ya îro her tim sîstema desthilatdar xwestiye xwe li ser fikrê jinê serwer bike û îradeya jin jî ji holê rakin. Lê li hemberî wê yekê têkoşîna jinan xurt bû. Di vê sedsalê de şerê tarîtiyê tê kirin, ew sîstemên tarî ku li ser civakan xwe dane sepandin. Bi taybetî jinên pêşeng ên têkoşînê ku xwe li ser esasê fikrê Rêber Apo pêş xistiye hedef digirin. Dixwazin wan jinan ji holê rakin. Dixwazin desthilatdariya xwe bi çewisandina jinê, berdewam bikin. Dixwazin di şexsê jin de tevahî civak û heyînên civakê kole bikin. Lê li hemberî wê jin civakê giştî perwerde dike û xwe li ser wê yekê jî civaka xwe bi rêve dibe.”
‘FERASET YEK E LÊ NAV CÛDA YE’
Bekîr, da zanîn ku armanca êrîşên tevahî desthilatdaran yek in û wiha domand, “Hemû qirkirin dubare ne, tiştê ku li Îranê dibe, tiştê ku dewleta Tirk a dagirker dike, tiştê ku DAÎŞ li Şangalê kir û heta bi êrîşa rojane ya li ser Bakur û Rojhilatê Sûriyê, diyar dibe ku êrîş di şexsê jin de berdewame. Navê êrîşkeran cuda ye, lê feraseta wan yeke. Li Îranê bi biryarên darvekirinê û Tirkiyeyê jî bi êrîşên xwe hewl dide pêşî li berxwedan û heqîqeta bigirin. Desthilatdarî ji jinên azad ditirsin. Bi zanebûn û pêşketina jinê re dawî li sîstema desthilatdariyê tê. Hedefgirtina pêşengên şoreşa jin jî diyar dike ku êdî ji wê hêz û berxwedaniya jinê ditirsin û nikarin li hemberî wê xwe ragirin. Li hemberî wê yekê jî jin di hemû warî de li ber xwe dide û em ê jî bi îrade û berxwedaniya jinê û fikir û felsefeya Rêber Apo bi ser bikevin.”
‘BANDORA FELSEFEYA ‘JIN JIYAN AZADÎ’’
Bekîr, destnîşan kir ku li Tirkiyê, Îran, Efganîstan, hindîstan û tevahiya cîhanê jin pêşeng felsefeya Jin Jiyan Azadî li ber xwe didin û wiha domand, “Serhildana jinan ya li Hindîstanê bi dirûşmeya Jin Jiyan Azadî, bandorek mezin li me kir. Em ê jin destê xwe bikin yek û azadiya tevahî jinan misoger bikin. Êdî ev sedsal sedsala azadiya jinê. Vaye tevahî jinên cîhanê bi dirûşmeya Jin Jiyan Azadî berz dikin. Ev tekoşîn heta serketinê û azadbûna Rêber Apo dê bawerdewam bike.”