Endamê Konseya Rêveber ya KCK’ê Zubeyir Aydar ku di heman demê de Endamê Kongreya Netewî ya Kurdistanê (KNK) ye, têkildarî ruhê seferberiyê yê gelê Kurd û bi taybetî Başûrê Kurdistanê ji Rojnewsê re axivî.
Aydar bal kişand ser helwesta gel a li dijî êrişên çeteyên Dewleta Tirk, HTŞ û DAÎŞ’ê û got: “Piştî êrişên li ser Rojava û şûn ve gelê me li Kurdistanê û derveyî Kurdistanê li cîhanê li ser lingane. Helwesteke pîroz nîşan dide. Bi vê helwesta xwe kete rojeva cîhanê.”
Endamê Konseya Rêveber ya KCK’ê Zubeyir Aydar qala seferberiya Başûrê Kurdistanê kir û ev nirxandin kir: “Roja ewil di serî de li Silêmaniye, Germiyan, Raperîn gel daketin qadan û derbasî Hewlêr û heta Dihokê bû. Ji xwe ji saeta yekem ve li Ewropayê her kes daketin qadan niha jî li qadan e. Li Bakur jî gel çû ser sînoran bi rengekî girseyî gel xwepêşandan kirin. Ev yek xistin rojeva cîhanê.
Bi taybet ciwanên Kurd ji Silêmaniyê ketin rê çûn Rojava. Ev helwesteke nîştimanperwerî û pîroz bû. Bi vê boneyê gelê me yên li Silêmaniyê, Raperîn, Herêma Germiyan û giştî Başûrê Kurdistanê, dîsa gelê me yê Bakur û Rojhilat û her wiha yên derveyî welat spas dikim. Bi vê helwestê we dengê me gihand cîhanê. We wijdana cîhanê xiste tevgerê. Niha cîhan zêdetir li ser vê mijarê disekine. Me wijdan xistiye tevgerê.
Divê em Rojava bi tinê nehêlin. Bi hemû awayî xwedî li rêveberiya Rojava, gelê Rojava û destketiyên wê derkevin. Parastina Rojava parastina hemû Kurdistanê ye.”

