Baroyên Amed, Wan û Rihayê jî di nav de 10 baroyan têkildarî êrîşên dewleta tirk ên li ser Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê daxuyaniyeke hevpar dan.
Di daxuyaniyê de hate gotin ku dewleta tirk bi balafirên şer êrîşî Kobanê û bajarên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê kiriye. Bi domdarî hate gotin ku di êrîşan de sivîlan jiyana xwe ji dest dane û zirar gihiştiye qadên sivîlan.
Bi domdarî ev tişt hatin gotin: “Di tevahiya dîrokê de ji bo pirsgirêka kurd li şûna çareseriyên aştiyane, polîtîkayên ewlekariyê hatin vebijartin. Vê jî ji bilî êş û hêsirên çavan, tiştek bi xwe re ne anî. Li şûna ku hêviya aştiyê mezin bikin û vê îxtîmalê binirxînin, gelek caran serî li rêbazên milîter dan û em dibînin ku tu feydeyê wê ji bo çareseriyê çênebû. Qadên ji hêla hewayî ve hatin bombebarankirin, piranî herêmên kurd lê dijîn in û ew herêmin ku piştî şerê navxweyî yê Sûriyeyê jiyaneke sivîl lê hatiye avakirin. Bêguman têkiliyên aştiyane yên Komara Tirkiyeyê yên bi gelên cîran re bandoreke erênî li ser aramî û aştiya civakî ya Tirkiyeyê dike. Baroyên li herêmê, di çarçoveya berpirsyartiya parastina aştiyê de van operasyonên li dijî herêmê xetere dibîne û bang li hemû aktoran dike ku polîtîka û çareseriyên aştiyane pêş bixin.”
Baroyên metna daxuyaniyê îmze kirin ev in: “Baroyên Agirî, Êlih, Amed, Colemêrg, Îdir, Mûş, Sêrt, Riha, Şirnex û Wanê.”