Ajansa Ewlekariya Herêma Kurdistanê, bi hevkariya Dezgeha Ewlekariya Niştimanî ya Iraqê re ragihand ku di encama çend operasyonên cuda de yên li herêmên Helebce, Seyîdsadiq, Pênciwên, Germiyan û Diyalayê, komek çeteyên DAÎŞê hatine girtin.
Di operasyonê de 10 çeteyên DAÎŞê hatin girtin; her wiha 8 çek, demançeyek, du bombeyên destan, teqemenî û êlegekî xwekujiyê hatin desteserkirin.
Hate ragihandin ku di operasyonê de endamekî asayîşê jî birîndar bûye.

