În, 11 Tirmeh 2025
  • Ji Bo Min
  • Favoriyên Min
  • Tomarên Min
  • Dîtinên Min
  • Blog
Video
Podcast
Zindî
Arşîv
Têketin
Stêrk TV
  • DESTPÊK
  • ROJANE

    Şandeya derbasî Başûr bû: Em ê şahidiya kêliyek dîrokî bikin

    Ji aliyê Stêrk TV

    150 kes li ser rêya Silêmaniyê ne: Em ê êdî ne darbestê, lê aştiyê hilbigirin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Hamza Yunaçti piştî 30 salan hate berdan

    Ji aliyê Stêrk TV

    Bi girseyî serdana şîna şehîd Abdullah Okur kirin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Di meha 117’an a Komkujiya Gar a Enqereyê daxwaza edaletê

    Ji aliyê Stêrk TV

    Dîmenê dîrokî: Paşerojê ronî dike!

    Ji aliyê Stêrk TV
  • KURDISTAN

    Peyama Rêber Apo mohra xwe li Kongreya Wan TUHAY-DER’ê xist

    Ji aliyê Stêrk TV

    Rêveberiya Xweser a Şengalê: Dengê Rêber Apo hêzê dide hemû gel û mirovahiyê

    Ji aliyê Stêrk TV

    Ji bo şopandina daxuyaniya gerîla ji Amedê bi rê ketin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Jinên ji Wanê: Bang kêliyeke dîrokî ye!

    Ji aliyê Stêrk TV

    HPG-NRÇ’ê şehîdên Bakur bi hurmet bi bîr anî

    Ji aliyê Stêrk TV

    Ji partî û rêxistinên Rojhilatê Kurdistanê helwesta hevpar

    Ji aliyê Stêrk TV
  • JIN

    Jin: Ji bo avakirina zemîna hiqûqî ya aştiyê divê meclîs bi lez erka xwe bi cih bîne

    Ji aliyê Stêrk TV

    Jin ji bo ‘Meşa Aştiyê’ li Enqereyê ne

    Ji aliyê Stêrk TV

    Li Rojhilatê Kurdistanê di mehekê de 10 jin hatin qetilkirin

    Ji aliyê Stêrk TV

    KCDP’ê: Di nava 6 mehên pêşîn de 136 jin hatin qetilkirin

    Ji aliyê Stêrk TV

    TAJÊ: Qirkirina jinên Êzidî dewam dike, em ê têkoşînê derbasî qonaxeke nû bikin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Ji EŞÎK’ê hişyariya li ser ‘mîrateyê’: Em ê dest ji mafê xwe bernedin

    Ji aliyê Stêrk TV
  • ÇAND Û HÛNER

    Swîsre ji festîvala zarokan re amade ye

    Ji aliyê Stêrk TV

    Li Heidelbergê wê li ser rêça Anter û Dînk bên ba hev: ‘Du Deng, Yek Bîranîn’

    Ji aliyê Stêrk TV

    Bi wêneyên xwe êş, berxwedan û hêviya gelê xwe vedibêje

    Ji aliyê Stêrk TV

    Li Krasnodarê civînek li ser çand û folklora Kurdî

    Ji aliyê Stêrk TV

    Konserên ‘Ji Ocalan re azadî’ li Îtalyayê di sala 2’yan de didomin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Jin aştiyê nîqaş dikin: Em rêxistinbûnê xurt dikin!

    Ji aliyê Stêrk TV
  • CÎHAN
  • YÊN DIN
    • Gotar
    • Civak
    • Rojava
    • Gotar
  • 🔥
  • HEMÛ BAJAR
  • BEHDÎNAN
  • STENBOL
  • AMED
  • QAMIŞLO
  • ENQERE
  • ROJEV
  • KOBANÊ
  • WAN
  • ŞENGAL
  • ŞIRNEX
  • MÊRDÎN
  • HESEKÊ
  • RIHA
  • COLEMÊRG
  • ÊLIH
  • ŞEHBA
Nûçeyên Lezgîn
Şewatên li Aydin, Îzmîr û Kutahyayê dewam dikin
Li Şarbajêr droneyek ket
Li Marmarîsê erd hejiya: 1 mirî, 69 birîndar
Mazlûm Ebdî û Îlham Ehmed bi Wezîrê Karên Derve yê Fransayê re hevdîtin kirin
Li Buyukçekmeceyê erdheja bi 3.8 pileyî
Dîtina TîpanAa
Stêrk TVStêrk TV
  • Kurdistan
  • Jin
  • Çand û Hûner
  • Cîhan
  • Rojava
  • Rojane
  • Cîhan
  • Civak & Ekolojî
  • Zanist
  • Ji Bo Min
  • Dîtinên Min
  • Tomarên Min
  • Favoriyên Min
Bigere
  • Kategorî
    • Kurdistan
    • Jin
    • Ciwan
    • Çand û Hûner
    • Cîhan
  • BAJAR
    • HEMÛ BAJAR
    • AMED
    • STENBOL
    • QAMIŞLO
    • ŞEHBA
    • REQA
    • WAN
  • JI BO TE
    • Ji Bo Min
    • Tomarên Min
    • Favoriyên Min
    • Dîtinên Min
  • RÛPEL
    • Podcast
    • Video
    • Wêne
    • Gotar
Hesabê we heye? Têketin
Me bişopîne
© Mafên belavkirinê li ba Stêrk TV parastî ne 2024. Hemû maf parastî ne.
Stêrk TV > Blog > Gotar > 10 wutuwêj legel Dr.Seevan Saeed (237)
Gotar

10 wutuwêj legel Dr.Seevan Saeed (237)

Hesen QAZÎ
Hesen QAZÎ Dîroka nûkirinê: 7. Îlon 2024 Dema xwendinê: 8 dq.
Parvekirin

Brêgzît (2)

Qazî: Ew meseley Common Market  be cêgay xoy belam xudî endametî le Yekêtî Urûpa da le salî çend bû?

Sîvan Se’îd: Le salî 1973 destî pêkrid, le salî 1981 şeş wulat bûne endam, û le 2002 ke common currency, parey hawbeş durust bû le 2002 da û le 2002 da be tewawî implement  kira, cê becê kra ew kate îdî naweke be tewawî bûwe be Yekêtî Urûpa û Yekêtî Urûpa ew cûre şikley girtûwe ke êsta hemane, 28 dewlete, ewe Yekêtî Urûpa etwanîn her le salî 1973we hîsabî ewe bikeyn durust bûwe belam le salî 1981we be fê’lî ewey heye etuwanîn bilêyn Birîtanya têy daye, legel Yonan û çend wulatêkî tir, şeş wulat.

Qazî: Le ser Birîtanya biseknîn ziyatir çunke girîng e. Lew maweye da diyare munaqeşeyek, her ew demî partîye siyasîyekan wekû nwêneranî xelkî Birîtanya ke dengyan dawe bo ew meseleye ke bêne naw Yekêtî Urûpa le duway ewe da diyar e be pêy ew peymannamaney ke Urûpa bûyetî û ew peymannamaneş her zû zû taze kirawnetewe, tenanet duway peymannamey Lîsbon wa bizanim le salî 2004 û qanûnêkî bineretî bo ew Yekêtî Urûpaye heye ke hemû çuwarçêwekanî le ber çaw girtûwe. Lew pêwendîye da diyare her yek le wulatanî Urûpayî, her yek lew 28 wulatey ke endamin ke heta êsta Birîtanyaş her endame ewane debê parey endametî biden, yekêk lew şitaney ke kêşey le ser bû le Birîtanya, ke renge le rêfrandomeke da cêgay munaqeşe nebûbê ewe bû ke ême hemîşe mecbûr bûyn pareyekî zor bideyn bo endametî belam le muqabîl eweşda Yekêtî Urûpaş ke wez’î hemû wulatanî endamî le ber çaw bû û zor îmkanî ewe hebû ke yarmetî malî bikrê be pirojey cor be corî ke le çuwarçêwey Yekêtî Urûpa û le çuwarçêwey wulatanî endam da berêwe deçê. Ew meseleye yekêk le meselekan bû le rabirdû da, mijarêkî duwemîş ke lew rêfrandomey duwayî da zorî leser royiştin û munaqeşeke hate serî meseley hatin û çûnî xelik bû, ke xelkêkî zor rûy le Birîtanya kirdûwe, meseleyekî dîkeş le rûy huqûqîyewe bû çunke wek dezanî le pêş Yekêtî Urûpa da le zemanî Şûray Urûpa da ke 47 wulatî têda endamin dadgayek heye be nawî Dadgay Mafî Mirovî Urûpayî ke ew dadgaye le ser binemay beyannamey cîhanî mafî mirov  kar deka û de rastîda îşrafî heye be ser tewawî ew wulataney ke de çuwarçêwey Şûrray Urûpa da endamin. Zor car şikayet le Turkya kirawe. Eger zehmet nîye layene cor be corekanî ew kêşaney ke Birîtanya heybûwe pêş rêfrandomeke bas bike!

Sîvan Se’îd: Ewey le pêş rêfrandomekewe tenha debate êk bûwe le naw parliman da û qise kirdin bûwe le ser ew siyasîyaney ke le her dû partîye gewrekan û partîye piçûkekanî trîş qise le ser ewe bûwe ke çend be qazancmane le barî abûrî û le buwarî mafî mirovîş ke lem duwayiye bû be debate, ême eger le naw Yekêtî Urûpa da bimênînewe çend ême serwerî xoman, sovereignty  xoman le naw Yekêtî Urûpa da wekû Birîtanya le dest derçûwe be hoy ewey ke hêndêk le hêzekanî naw Lndon dirawe be Bruksel û Straburg. Eme debatey gewre bûwe belam hemîşe qise le ser ewe kirawe ke êkonomî le pêşewey hemû ew şitaneweye çunkû le halî qezayî da, le halî mafî mirov û ewane da Birîtanya  şewtêkî zorî birîwe û komegî kirdûwe be Dadgay Mafî Mirovî Urûpaş bo ewey ke qanûnyan be şêweyekî baştir bibê egerçî le hendê buwar da Dadgay Mafî Miovî Urûpa pêşkewtûtire le Dadgay Birîtanî bo meseley mafî mirov be taybetî û meseley radest kirdnewey xelkêkî biyanî ke tuhmey têror ya xeter dijî berjewendî Birîtanyayan xirawete esto. Ewe Dadgay Mafî Mirovî Urûpa pêşkewtûtire heta ew qanûne le Birîtanya, belam abûrî eslî meselekeye. 

Qazî: Ba yek beyek boy biçîn carê ew meseleye rûn keynewe. Yanî Birîtanyay kebîr, dewletî Birîtanya wekû state wekû dewlet ew kêşey çîye legel ew beyannamey mafî mirov ke le ser esasî ewe Yekêtî Urûpa boçûnî bo mafî mirov diyarî deka, û Dadgay Mafî Mirovî Urûpa be pêy ew peymanname cîhanîye decûlêtewe.

Sîvan Se’îd: Dadgay Mafî Mirovî Urûpa rebtêkî mubaşîrî  nîye be 27 dewletewe û der hatinî Birîtanya le Yekêtî Urûpa ne be menfî ne be musbet xeterêkî nîye le ser ewey Dadgay Mafî Mirov. Yanî muşkîley Birîtanya wekû halî qezayî legel Dadgay Mafî Mirovî Urûpa da nabê bew kanale da birwa ke pêy dewtirê hatne derewey Birîtanya lew yekêtîye.

Qazî: Başe muşkîley Birîtanya çîye legel ew peymannameye? Î’trazekey çîye?

Sîvan Se’îd: Muşkîlekey eweye ke Birîtanya natuwanê baştir xoy biparêzê be taybetî le meseley têror û le meseley parastinî sinûrekanî le xelkî bêgane û biyanî ke xeterin bo ser emnî qewmî yaxud qîmete dêmokrasîyekanî naw Yekêtî Urûpa. Bo numûne le keysî çend kesêk ke be têror gunahbar kirawin wekû ebû qetade ya ebû hemzey mîsrî.

Qazî: Ewane Birîtanya wederî nan

Sîvan Se’îd: Belê. Ewe cêgay rexneye le layen mafî mirovî Yekêtî Urûpawe, mehkemey Urûpî ke emane nabê îxrac bikrên çunkû muşkîleyan heye le Ordon û le Mîsir eger binêrdirênewe bo wulatî xoyan. Belam Birîtanya muşkîleyekî ewey nîye ke ewan çîyan lê dê le duwayî da. Bo numûne le keysî wulatekanî tirî Urûpa da eger numûney ebû hemzey mîsrî ya ebû qetade hebê ewane nanêrdirênewe bo wulatî xoyan wekû Birîtanya ke muşkîley ewey nîye. Mafî mirovî Urûpa rêge lewe egrê.

Qazî: Yanî mebestî berêzt eweye ke bo Birîtanya ke Konvasyonî Jênêvî îmza kirdûwe? 

Sîvan Se’îd: Belê konvanisyonî jênêvî salî 1951-î îmza kirdûwe.

Qazî: Be pêy ew konvanisyone kesêk ke le wulatêk da dejî û eger le wulatî xoy derkewtibê û binêrdirêtewe ew wulatey ke lêwey hatûwe û lew wulate xeterî giyanî le ser bê leber ‘eqîdeyekî siyasî ke heybûwe be şêwey normal be pêy ew konvasyone nakrê ew kare berêwe biçê. Yanî Birîtanya ke ewey îmza kirdûwe muşkîley legelî çîye?

Sîvan Se’îd: Ew muşkîleyey bewe hel kirdûwe le aktî 1998 û 2008-î mafî mirov, Human Tights Act, yanî layheyekî qanûnî ye, ewey gutûwe ke le haletî îstîsnay da ke qise le ser emnî qewmî bê, konvanisyonî salî 1951-î Jênêv be hend wernagîrêt le naw Birîtanya da. Meselen to eger be pêy 1951-î Jênêv biroyt le her şwênêk da bot heye bijît. Birîtanyay ‘Uzma amade nîye ew feqeraney naw Konvanisyonî Jênêv qebûl bika û xunsay dekatewe bew ektane.

Qazî: Îstîdlalî dîke ya îhtîcacî dîke ke nabê bikewête jêr îşraf û qerarî Dadgay Mafî Mirovî Urûpayî çi bû? Şitî dîke

Sîvan Se’îd: Birîtanya pêy waye ke ewan dirêjtirîn mudet xawen xîbrey qanûnîn.

Qazî: Yanî le ser ewe yekdengî heye le nêwan partîye siyasîyekan?

Sîvan Se’îd: Rastî mixabin lem exîrewe bû be hoy ewey ke bikrê be wereqeyekî fişar bo şer kirdin le nêwan Partî Parêzgaran û Partî Kirêkaran da. Belam wekû xelkî xebîr le qanûn da belê yekdengîyek heye.

Dirêjey heye…

YÊN HATINE ÊTÎKETKIRIN Hesen QAZÎ

Ji me agahî bistîne!

Eger tu bibî abone em ê nûçeyên lezgîn yekser ji maîla te re bişînin.
Eger tu bibî abone te we wateyê ku tu Polîtikaya Malpera Me dipejînî û dîsa tê wê wateyê ku tu Şert û Mercên me qebûl dikî. Tu kendî bixwazî dikarî ji abonetiyê derkevî
Çi Difikirî?
.0
.0
.0
.0
.0
.0
Nûçeya Berê Li Mexmûrê êrîşên dewleta Tirk ên li ser Başûrê Kurdistanê hat şermezarkirin
Nûçeya Pişt re PAJK: Hevrê Nujiyan mîrateyeke mezin a berxwedanê hişt
Nirxandinek Bike Nirxandinek Bike

Nirxandinek Bike Bersivê betalke

Epeyama we nayê weşandin. Qadên pêwist bi * hatine nîşandan.

Ji kerema xwe astek jilbijêre

Me Bişopîne!

Tu dikarî li ser gelek platforman rûpelên me bişopînî.
FacebookBiecibîne
TwitterBişopîne
PinterestPîn bike
InstagramBişopîne
YoutubeSubscribe
TiktokBişopîne
TelegramBişopîne
Google NewsBişopîne
LinkedInBişopîne
- Frekans -
Ad image
- Frekans -
Ad image

Navarokên Li Pêş

Bi hatina meha Remezanê re, azarên penaberên li kampên Minbicê girantir dibe

Bi hatina meha Remezanê re, penaberên kampên Minbicê rastî şert û mercên zehmet ên aborî…

Ji aliyê Stêrk TV

Şêniyên Kobanê: Em ê li hemberî êrîşên dagirkeriyê xwedî helwest bin

Şêniyên Kobanê êrîşên dagirkeriyê yên dewleta Tirk a dagirker şermezar kirin û gotin, “Divê gel…

Ji aliyê Stêrk TV

Trump Wezareta Perwerdeyê tasfiye dike

Serokê DYE'yê Donald Trump ji bo girtina Wezareta Perwerdeyê wê roja Pêncşemê mohra xwe dîne…

Ji aliyê Stêrk TV

Ev jî di be ku bala te bikşînin

10 Wutuwêj legel Dr.Seevan Saeed (281)

Ji aliyê Hesen QAZÎ

Zayendperestîya di zimanê me de

Ji aliyê Kurdistan LEZGIYEVA

10 Wutuwêj legel Dr.Seevan Saeed (280)

Ji aliyê Hesen QAZÎ

Ji Zeynep Kinaci ber bi sedan Zîlan an!

Ji aliyê Kurdistan LEZGIYEVA
Ya Berê Ya Pişt re
Stêrk TV
Stêrk TV
Stêrk TV

Li Ser Şopa Heqîqetê

Stêrk TV kanaleke pirziman ya nûçeyan e. Zimanê sereke ya kanalê kurdî ye. Kanal bi van zimanan nûçeyan diweşîne; kurmancî, soranî, goranî, hewramî, dimilî û îngilîzî.

Facebook Twitter Youtube Rss Medium
Kategorî
  • Kurdistan
  • Rojane
  • Çand û Hûner
  • Cîhan
  • Jin
  • Civak & Ekolojî
  • Zanist
Rûpel
  • Têkîlî
  • Frekans
  • Derbarê me de
  • Şert û Merc
  • Rêgezên Malperê
  • Kar Xwestin
  • Kunye

© Stêrk TV. Hemû mafê wê parastîne

Bibe abone!

Em ê te ji nûçe, gotar, bername û hemû bûyerên giring agahdar bikin!

Tu kengî bixwazin dikarin betal bikî.
adbanner
AdBlock Asteng Dike
Malpera me de reklam hene, ji ber vê sedemê malpera me bixin listeya spî ya AdBlock'ê
Temam, ez ê li listeya spî zêde bikim
Hûn bi xêr hatin

Têkevin hesabê xwe

Te paroleya xwe jibîr kir?