Ezmûnî Kar u Jiyan le Çîn (5)
Qazî: Zor başe êsta ba bêyne ser lêkolîneweket, diyare beşêkit bas kird wate helsengandinêkî giştî le ser barudoxî rojhelatî nawerast belam wekû dîke lecture dan û wane witnewekan be çi şêweyeke? Pêwîst deka xwêndkarekan hemû Englîsî bizanin yan be rêgay dîlmanc/ wergêr pêwendî dekrê. Çonawçone?
Sîvan Se’îd: Nexêr terceme lewê karêkî muwefeq nabê bo xwêndin û bo mamostayetî belam dersekan be zorî weha ebêt meselen emro dersêkman heye le ser mêjûy Kurd bo numûne, min çil deqîqe qise dekem, xoy penca deqîqeye lecture ke. Duway ewe yekêk ke mamostaye u asîstêntî mine lewê. Lewê hemû mamostayek dû asîstêntî heye. Ew asîstêntane yekêkyan Englîsî baş dezanê, yekyan karî îdarît legel deka. Meselen print e, mecmû’eyek şit heye min natuwanim bîkem. Ew yarmetîm eda. Hemû profêsorêk, min lewê profêsor nîm, hêşta min cêgrî profêsorim.
Qazî: Çî pê elên cêgrî profêsor?
Sîvan Se’îd: Ewan pêy elên vice professor. Ew dû kese yekêkyan lanî kem PhD studênte, xwêndkarî PhD ye ew dêt xulasey ew çil deqîqeyey min deka be de deqîqe Mandirîn bo ewey ewan baştir lêy têbgen. Belam şertî ew xwêndkaraney ke min lew pole da dersyan pê delêm lanî kem ebê ALC pêncyan hebêt. Lanî kem têbgen û communication yan hebê egerçî hemûşitêkîş tênegen. Û ferze le seryan eger min conceptêkim gut zor narehet bûn bimwestênin bilên kake ême lewe tênegeyiştîn dûbarey kerewe yan tozêk asanî ke û min beşî xom zor murtahim lewe da ke debînim xwêndkarekan hîç kemayesîyekyan nîye lew bareye da û min dilniyam lewey min pêm gutûn têgeyiştûn çunke hem le îmtîhan û hem le cywab danewey rojaneyan da min têdegeyênin ke têgeyiştûn û agayan le meseleke kan heye.
Qazî: Sehneyek debînîn wa bizanim bernameyekî têlêvîzyonî ye. Ewe çi boneyeke?
Sîvan Se’îd: Ewe têlêvîzyoneke ke le şareke da heye, nek hemû wilateke, bernameyan heye le ser şitî ciyawaz ciyawaz. Ew roje min yekêk le wê profêsor Tim Li Blok ke profêsor û mamostay mine le zankoy Exeterîş wêstaş lewê yekêke le mamostakan, salî lanî kem dû carî çuwar hefteyê dêt bo ewê ders delêtewe lewê, Brîtanyayî ye, legel profêsorêkî tirdaye ke ew xoy profêsore lewê. Û kurêkîş ke lewê serokî beşe, duktore ew çuware ême ew muqabeleman kirdûwe, sê se’ate ewe, sê bernameye le ser rewişî rojhelatî nawerast min beşî xom le ser Iraq û rêfrandomî Kurdistan, ew kate dû mang pêş ewe bû ke dekrêt yan nakrêt. Ew roje bernameyek bû kira, ke bernameyekî calib bû, terceme kirawe bo Çaynîz û lew têlêvîzyone da dû car lê dirawe.
Qazî: Katêk delêy Çaynîz mebestit Mandirîn e wa nîye?
Sîvan Se’îd: Belê mebestim Mandirîn e ke ziyatir be kar dehêndirê.
Qazî: Zor başe, pêm waye Çîn hem legel Iraq û hem herêmî Kurdistan pêwendî heye wa nîye?
Sîvan Se’îd: Belê konsulxaney Çîn heye le Hewlêr, eger basî herêmî Kurdistan bikeyn ke le bindestî Iraq daye. Le Bexdaş sefaretyan heye, balwêzxaneyan heye belam ewey ke heye siyasetî Çîn siyasetêkî ta radeyekî zor siyasetêke ke nayewê hîç, muhafezekaraneye, perçe kirdarêkî gewre nakat û ziyatir eyewê le lihazî êkonomîyewe ew wilatane dagîr bikat. Belam pêwendîyekî ta radeyek ne zor baş ne zor xirap heye le beynî Çayna û Iraq û herêmî Kurdistan.
Qazî: Zor başe te’amulî xelik, xelik be manay ewey ke le atmosfêr û le environment û ew dewr u berey cenabit, bo wêne dewr û berî akadêmêk eger Brîtanya legel Çayna berawerd bikey, berawerdîyeket be çi netîceyekit degeyênê?
Sîvan Se’îd: Zor zorî ferqe.Meseley rêz û îhtîramî xwêndkarî Çînî legel mamostakeyan da rêz û îhtiramêkî zor semîmî, zor cuwan, zor be edeb û exlaqe. Zor zor qabîlî eweye ke zor binirxêndirêt û rêzî lê bigîrêt. Muqareney key be Almanya û be Brîtanya be hîç şêweyek ew rêz û hurmetey ke mamosta heyetî legel xwêndkar da wekû sîfr û sed waye le çaw ewan.
Qazî: Ewe be çî debestirêtewe? Leberçî waye?
Sîvan Se’îd: Rebtî be kultûrekewe heye. Kultûreke zor kem û ziyad qebûl nakat. Meselen se’at heşt dewam heye, hewt û pencawno deqîqe girîman heye ke kesî lê nebê naw kilaseke, bes heşt û yek deqîqe fûl bûwe û îtir xelkî lêye. Meger îtir şitêkî beynî merg û jiyan egîna ew xwêndkare hetmen se’at heşt lewêye û excuse nahênêtewe, biyanû nahênêtewe, hîlakim, nemtuwanî, nexoşim nazanim çî. Bo mamostaş be heman şêweye. Meselen dîpartimêntekey min eger min bilêm emro nexoşim yan emro mecalim nîye, kesêkim hatûwe emro nayem bo dewam ye’nî excuse nîye ewe, ferze îş heye û debê bikrê we ke kirayş sipas dekrêy, be m’aşekete sipas dekrêy yan bewey rêzit lê egîrê belam corêk pêwendî heye le nêwan mamosta û xwêndkar da.
Qazî: Ey xizmetî giştî çone, be leberçawgirtinî jimarey zorî heşîmet û ewe û hewcê be duktur, jiyanî rojane, xanû û hatû ço!
Sîvan Se’îd: Le ber ewey Çayna le zemanî zûwewe xelkêkî zorî lêye wehaye hemû şitêkî self sufficient e. Hemû şitêkî xoyan bo xoyan îhtyacatî xoyan dabîn kirdûwe le dukturewe heta cûtyar. Hîç şitêk nîye to bilêy wela xelik kemasîyekî heye lewey ke duktur nîye, belam wilateke wilatêkî be naw soşyalîstî ye egîna le halî pratîk da zor kapîtalîst tire le Emrîka û le Brîtanyayş ewe wekû waq’êk bîlêm, eger to pareyekî ziyatirit heye detuwanî dukturêkî baştir bigrî her ew roje be pareyekî zor bo hemû nexoşîyek ke pêwîst neka bîgeyênîte Almanya û Brîtanya bo numûne. Belam wekû standardî kemî jiyan pakuxawênîyek heye le ser cadekan, xelik bê îş nîye, nîsbey bê îşî zor zor keme nizîke le sîfrewe, ewperî yek şitêkî awa heye ke zore bo ew wilate yekîş, leber ewe ew tedbîrane le hemû lihazekan da be şêweyekî zor serkewtûwane îdare kirawe.Lew barewe to ebînî meselen le şarêkî gewrey no mîlyon kesî wekû Siyan be se’at be naw bazarekan da derom piyase ekem meselen rojî wa bûwe pênc şeş se’at piyasem kirdûwe bizanim her çîye şit bibînim, wextêkî zor pirsyarim kirdûwe le mamostakan le waney ke xelkî ewên, şerêk nabê. Meselen min pirsyarim kirdûwe çon ew xelke germaye çil dereceye germaye, le zistan da minus bîste, naqis bîste, bîst û pênce şer bo nabê, serma û germa çon xelkî ezîyet nada?
dirêjey heye…