Konfiransî salaney MESA(1)
Wutwêj legel Dr. Sîvan Se’îd sebaret be konfiransî salaney ke le mangî November-î salî 2017 berêwe çûwe.The Middle East Studies Association (MESA)
Em bernameyey Rawêj le 29-April-î 2018 têlêvîzyonî Stêrk bilawî kirdûwetewe.
Hesen Qazî: Bîneranî xoşewîst bexêr bênewe bo bernameyekî dîkey Rawêj. Le Rawêjî emcareda dîsan mîwandarî dekeyn le berêz Dr. Sîvan Se’îd mamostay zankoy Şanşî Normal le wilatî Çîn û lem bernameye da basî komeleyekî Emrîkayî dekeyn: Komeley lêkolînewey rojhellatî nawerast ke diyare ew komeleye wekû zor rêkxistinî dîkey ew buware mêjûyekî taybetî heye le Emrîka û be pêy nerît hemû salê kobûnewe berêwe deba sebaret be babetî cor be cor le pêwendî legel rojhelatî nawerast. Lew konfiranse cîhanîye da bas û lêkolînewe pêşkêş dekrê le şarî Waşingtin D.C. Diyare le çendîn sal lewe pêşewe le ser meseley Kurdîş, le ser babetî Kurdîş zanayanî Kurd lew konfiransane da beşdarî deken bo rûn kirdnewe û bas kirdinî babetî cor be corî ke pêwendî hebê be Kurdolojîyewe. Diyare mamosta Sîvan Se’îd le duwayîn konfiransî MESA da ke le 18 ta 22 –î mangî nNovember-î 2017 le Waşingtin berêwe çûwe, le rêgayekî dûrewe le Çînewe xoy geyandûwete Emrîka bo beşdarî lew konfiranse da. Êmeş lew bernameye da hebûnî berêzyanman le Bêljîk be derfet zanî ke sebaret be kurte mêjûyekî MESA wate ew komeleyey lêkolînewe le rojhellatî nawerrast le Emrîka û ew basaneş ke lew konfiransey duwayî da qiseyan lêwe kirawe bidwêyn. Zor zor bexêr bêy berêz
Dr. Sîvan Se’îd.
Dr. Sivan Se’îd: sipas, roj baş
Qazî: Pêş ewey ke biçîne ser mêjûy MESA de rastîda cenabit be pêy zanyarîyt le ser zemîney ew core konfiransane, sebebî ewey ke komeleyekî awa le Emrîka pêk hatûwe çîye û kengê pêk hatûwe?
Sîvan Se’îd: Belê, ewe nawendêkî akadêmî ye ziyatir, her çende babetî nakadêmîşî têda dekrê. MESA
Middle East Studies Association North America
Înca le xuwarewe North America, be taybetî le Emrîkaye, le bakûrî Emrîka ke be zorî wilate yekgirtûwekanî Emrîka degrêtewe heta êsta bem konfiranseşewe ke 21-î mangî yazdey 2017 ke çend hefte lemew pêş berêwe çû 51-mîn konfiransî salaney gewreyetî ke le ser hemû mijarekanî rojhelatî nawerast ne tenya le ser siyaset belkû le ser abûrî, le ser şerî’et, le ser ayîn, le ser ayî nasî, le ser mîtolocya le ser çendîn babet û tirêndî ciyawaz ciyawaz, yanî rewgey ciyawaz ciyawaz babetî akadêmî û na akadêmî heye, beder lewe pablîkeyişnî heye, journal yanî dewrîyat her sê mang carêk babetî akadêmî lew Journalaney ke heyetî, ne tenha joutnalêk belkû çendîn journalî heye. Karêke lew bawere dam xulaseyekî cuwane û başe bo ko kirdnewey çendîn akadêmîsyen. Bo nimûne emsal nizîkî 1000 akadêmîsyen lewê ko bûwetewe çi ewaney xwêndkarî dukturan, çi ewaney profêsorin yan mamosta le zankokan da. Be taybetî xwêndkarî duktura han dedrê ke beşdar bê ew Paperaney ke heyane, ew nûsînaney ke heyane çi bo têzî dukturakanyan, yan bo her babetêkî dîke çaptirêk le journal ya kitêbêkî akadêmî da, han dedrên le layen mamostakanyanewe bo beşdar bûn û endam bûn lew rêkxiraweye da bo xwêndkarekan be nîwe qîmete û herzane. Rêkxirawêkî be prêstîje xelik hez deka endam bê têyda. Ew babetane yanî nizîkî hezar scholar, hezar lêkoler û zana le babetî ciyawaz ciyawaz da lewê dên cem hev, ko debnewe le nîqaşî ciyawaz da û çendîn roj dexayênê û tenha her ew panêlane nîn ke babetekanî têda pêşkeş dekrê belkû le derewe boney tirî na-akadêmî durust dekrê tenanet her bo ewey ke ew akadêmîsyenane, ew nûserane, ew dîplomatane, ewaney ke beşdarin yektir bibînin û ra u boçûn bigornewe.
Qazî: Zor başe, lêre îstêk bigrîn fermût ewe 51-mîn kobûnewey bûwe ke le mangî November-î 2017 da pêk hatûwe ewe diyare bew manayeye ke ew komeleye temenî le 50 sal ziyatirîşe. Le pirsyarî yekemîş da pirsîm, zerûretî pêk hatnî le muhîtêkî wek Emrîka çi bûwe? Çunke dezanîn le Emrîka nerîtêkî awa heye ke
” Think Tank ” hebê yanî şwênî bîr berhemhênan. Xaney bîr heye û be taybetîş le pêwendî legel rojhelatî nawerast da gelo ew karaney ke ew rêkxirawe kirdûye le 50 salî rabirdû da, û ew lêkolînewane, banghêştinî mîwanan le wilatanî cor be corewe, le pêwendî legel rojhelatî nawerast da, her çonêk bê tesîrêkî bûwe le siyasetî derewey Emrêka da, le dariştinî siyasetî Emrîka le derewe be giştî.
Sîvan Se’îd: Êwe dezanin ke Emrîka yekêke lew hêzaney ke tenha le yek buwarewe nayewê deselatdar û muselet bê beser dinya da belkû buwarî ciyawa ciyawaz heye ke yekêkyan akadêmya ye, yekyan nûsîn û dinyay kitêbe. Ew mêsayey ke heye be taybetî bo rojhelatî nawerast û bakûrî Efrîqa durust kirawe lew babetewe çendîn lew şêweye heye bo nawçe ciyawazekanî dinya. Nawendî bîr, nawendî akadêmya û berhemhênanî nûsîn û me’lûmat û kitêbî akadêmî le ser ew babetane. Le zanko ciyawaz ciyawazekanî dinya da û Emrîka pêşenge lew babete da be bê ewey ême nikûlî lê bikeyn pêman xoş bê yan pêman naxoş bê. Leber ewey mêsa zerûretekey eweye ke komelêk le buwarêkî ciyawazewe ke pêy ewtirê akadêmya, nasandinî beşêkî dîke le dunya ke be layanewe girînge Middle East e, rojhelatî nawerast e ewe girîngîkeyetî û ew girîngîyeş le berebeyanî be hoş hatnewey Emrîka ke hêzêkî gewreye û detuwanê le derewey sinûrekanî xoşî da şwêndanerî hebê, karîgerî hebê bîr kirawetewe ke durust kirdnî ew xaney bîrane bo nawçe ciyawazekanî dunya û ew kesaney ke lewê berêweberanî ewen be policy yekî Emrîkî îşeke eken.
Qazî: Belam ciyawaze le dewlet be şêwey resmî
Sîvan Se’îd: Belê lewê hemû şitêk ciyawaze. Çunke şwênêkî lîbêral e be hîsab, belam hemûyan be şêweyek le şêwekan tesîrî heye dewlet û le ser xeyalê, le ser biryarekanî dewletîş. Meselen ew akadêmîsyenaney ke lewê hen eger lewê nawî xelkêk berim ke lewê profêsorin û babetyan heye, salane lewê de’wet ekrên ya endamî fexrîn yan endamî resmîn lewê hemû ewanen ke ême dîsan le kongirêsîş eyan bînîn. Le kongirês le ser mesele ciyawazekan rayan wer egîrê, pirsyaryan lê ekrêt û tesîryan heye. Xîtab û nûsînekanyan tesîryan heye le ser bîr û hoşî qerar bedistanî wilateke.
Qazî: Le barî êskilêtî, mêkanîzmî rêkxistnekey. Yanî de wêda lêkolerewey awa hen ke be şêwey dayîmî kar biken le mawey sal da ya tenê le barî îdarîyewe kesanêk hen ke konfiranseke rêk dexen çonawçone?
Sîvan Se’îd: Endam bûn lewê zor sadeye to pêwîste endam bî le associationêkî tir bo nimûne zankoyek, beşêkî zankoyek, sêntirêk le naw zankoyek yan sêntirêk ke karî lêkolînewe dekat, to endamît lewê û lewêwe detuwanî teqazay xot bideyt ke bilêy minîş demewê endam bim le MESA û pareyekî salane dedey. Ew kesaney ke heyane lewê endamanî daîymîn, meselen min endamî salanem dekrê emsal pare nedem ya emsal bilêm min paperim nîye, emsal nayem bo kobûnewe ya mecmû’eyek çalakî heye emin nayan kem endam nîm. Belam salêkî dîke otomatîkîyen ebim be endam be şertêk min peyrew û pirogramî ew mêsayem jêr pê nexistibê yan be zimanî Kurdî nekewtibme nêw lîstî reşyanewe.
Qazî: Zor başe, têkelî ew mamostayaney ke le zankokanî cor be cor le cuxrafyay rojhelatî nawerast da kar deken têkelî ewane degel ew komeleye be şêwey ferdî pêk dê yan be rêgay zankokan û be rêgay desga û muesesatî xoyan ra.
Dirêjey heye…