Konfiransî salaney MESA(5)
Qazî: Ewe corêk tezelzul û rarayî pêk dênê nîsbet bew siyasete. Bo numûne her lew pêwendîye da nîye. De pêwendî degel Urûpaş. Maweyek lewe pêş hetmen bîneranî êmeş agadarin ke berêz Donald Trump ‘adetî heye ke twitter zor be kar dênê û le rêgay twitterewe helwêstî siyasî derdebrê meselen leber ewey ke ew pêy waye ew têrore zemîney îslamî heye ya dinyay ‘Erebî le pişte û le dîdgay xoy ra away debînê, tezadekan lewê daye, dijayetîyekan. Bo wêne de pêwendî legel kabrayekî destî rastî le Engilîstan ke ew kabraye mehkûm kirawe be şêweyek le şêwekan, narastewxo dîfa’î lê kirdûwe. Ewe bû be hoy ewe ke siyasetkaran û siyasetmedaranî Brîtanyayî çi ewaney ke le ser hukmin û çi opozîsyon zor be tundî mewqîfyan girt û tenanet eweşyan zeq kirdewe ke ême salî dahatû ke biryare salî 2018 sefer bika bo ewê ême natuwanîn ew mewqîfane qubûl bikeyn. Mebestî min eweye bo zanistkaran ew ciyawazîyane le helwêst çon lêk dedrayewe le pêwendî legel rojhelatî nawerast da?
Sîvan Se’îd: Leweş calibtir hendêk şitî siyasî rû deda lem çend sale da be mustelehî Jeremy Corbyn serokî partî kirêkaran le Brîtanya siyaset le naw boksêk da bû ew siyasete hate derewe carêkî tir nabê biçêtewe naw bokseke. Ye’nî ewey ke Trump ebînîn, ewey ke Brexit ebînîn, ewey ke Jeremy Corbyn ebînîn awa papuler e renge bibê be serok wezîr le Brîtanya. Ewey ke ême çend bûyerî lew new’e debînîn ye’nî bo yekem care serokî gewretirîn wilat hemû rojê xerîkî twitterekeyetî. Emcar retwit, yanî twitî hendêk xelik dekatewe ke eslen ne ekra wa bika. Emane komelêk şitin ke siyaset lew bokse hatûwete derewe, lewe eçê neçêtewe naw boksekey caran. Ewey ke pêy ewitra establishment, muesese êsta hendêk karaktirî antî establishment xerîkin û weber karin û renge emane rojêk bibnewe be establishment meselen be tîorîyekey Karl Mannheim ke tîorîyekî kilasîkî kone ke qise le ser aydolojya û yotopya deka dîsan emeyan lînkêke cûrêke dûbare aydêolojya debêtewe be yotopya, yotopya dîsan ke piratîk ebêtewe ye’nî wekû ‘eceleyeke dûbare debnewe bo yektirî, renge rojêk establishment ewe bê ke êsta Trump û Corbyn eyken. Her çend Trump û Corbyn le dû şwênî ciyawaz dan û be dû dinyabînî ciyawaz belam her dûkyan be şêweyek le şêwekan le dijî emen. Eme eger akadêmya approach î em meseleye bika, lem babete nizîk bêtewe renge min beşî xom away temaşa bikem renge yekêkî dîke corêkî tir. Lew barewe etuwanim bilêm interesting e, cêy lê xurd bûneweye ke bibêt belam êsta eger emin komêntî yekêk lewanet pê bilêm le xeyalm nîye, bibûre.
Qazî: Diyare hawkat legel ew konfiranse ke berêwe çû le nêwan 18 ta 21î mangî Novamberî 2017 da le Kurdistanîş, le herêmekanî Kurdistan eger away bas bikeyn şitî taze rûy dawe. Yek etkî rêfrandom le Başûr, ewey ke deskewtekanî Kurd lew duwayiyane da awa bexêrayî le qîs çû û dûhemîş ew pêşweçûnaney ke le Bakûrî Sûriya û le Rojaway Kurdistan leber çaw bû. Ewîş meseley helbjardin û rû kirdin le dengî xelik bo ewey ew sîstmey ke lewê heye û le xwarewe ra deyewê dêmokrasî damezrênê pêk bê, lew zemînane da hîç munaqeşeyek durust bû? Munaqeşey canibî delêm nek wek ewey ke paper pêşkêş kira bê.
Sîvan Se’îd: Ewey ke êsta emin webîrm bê lew munaqeşaney ke durust bûn nek le paperekan da, Qise bû le ser tecrubey Rojaway Kurdistan ke êsta leber fehsêkî gewre daye be Engilîsî scrutiny yanî lêpêçînewe û temaşa kirdin bizanîn çon lew fehse derdeçê yan na we le ber dem tehedayekî gewre daye, ew wişeye her dîsan ‘Erebî ye yanî leberanber challenge û alingarîyekî mezin daye û eger em dû îşe birwat, fehsêkî lanî kem akadêmî û înca siyasî û dîplomasî bikrê û derbçê lêy û ew alingarîyaney heyetî, Da’şe, duway Da’şi çî bika legel dewletî Sûriya, ke dewletî Sûriya be quwet debê, le duway ewe debê be yekêk le opportunity, ebê be derfetêkî gewre nek tenya bo Sûriya û Bakûrî Sûriya belkû bo rojhelatî nawerast debête yekêk le modêle cuwanekan be şertêk lew fehse derbiçê we ew ‘eqebaney ke leber demî daye lew alingaryane derbiçêt. Eme yekêke lew munaqeşaney ke bo min zor calib bû, ke zor le serî westam bo xom beşêk lewe bûm ke beşdar bûm lew munaqeşatane da. Le ser meseley Başûrî Kurdistan mixabin leber ewey raste rast duway ew sikandaleye, ke ewe bo min carî yekeme gwêm lê debê ke be sikandal benaw dekrê, sipas bo ew wişeye, ke be rastî min boxom belamewe le sikandalîş quristire çunke hîç vîjnêk nebû, hîç çawerûnîyek nebû. Karesatêk bû, ketnêkî naşîrîn bû ke seranî Başûrî Kurdistan be bê ewey çawyan le hîç bêt be xeyalêk ke hezyan lêy bû weha bêt ‘eqlî xoyan da daye xeyal û lezet û hezêkî zor gencane. Belam îdî ewey ke hebû duwayî derdekewê ke leweş gewretre ême hêşta le naw azareke dayn têynageyn wekû Kurd. Belam ewey ke le Başûrî Kurdistan rûy da ekrê hendêk le commontator debêjn ewe dekate netîcey feşelî gewrey hem ‘eqlî û hem siyasî û etuwanim bilêm hem exlaqî ewaney ke be nawî rêberî Kurdewe ew bareyan awa lê kird ke le duway bîst û şeş sal tecrube ekra baştir bikraye be hemû alîyek belam xiraptir derçû. Le pêwendî be berhevdan eme ke yekêke lew nîqaşaney ke êsta lewê dekrê û le zurbey mîdya da dekrê aya Rojaway Kurdistan, ew tecrubeyey ke pênc sale ya şeş sale heye wekû Başûrî Kurdistanî lê dê, mehkûm ebê bew feşele bo numûne î’tîmadî gewre le ser Emrîka. Emrîka namênê Başûrî Kurdistan ew derdey beser dê ke ême êsta eybînîn. Ey eman? Qise kirdin le ser eweye eger ême berhevdan bikeyn debê berhevdanêkî hîsabî bikeyn, basî 2011 bikeyn debê berhevdanî pê bikeyn le gel salî 1991-î Başûrî Kurdistan. Eger lem bareyewe basî ew helbijardne bikem ke heftey pêşû rûy dawe le Rojaway Kurdistan û Bakûrî Sûriya da sed beraber baştire lew helbjardney ke le 1992 da kirawe.
Qazî: Diyare ew helbijardiney dîke duwatir bûwe belam ew demî le astî komonekanda bû. Axir nuxte çunke wextekeşman berew tewaw bûn derwa, dezanîn duway ewey ke îdarey Trump hatûwete ser kar girjîyek durust bûwe lew yek saley rabirdû da le ser ew rêkewtiney ke îdarey Obama kirdbûy legel Iran sebaret be bernamey nawkî Iran û diyare ew girjîyeş kem nebûwetewe û her wa berdewam e. Le layekîş wilatanî Urûpayî legel ewe hen ke ew rêkewtine ke kirawe başe biparêzdirê, çunke ewe pêşî ewe degrê ke Iran bibête xawenî bombî etomî. Belam le layekî dîkeş adminstrationî Trump, nek rastewxo îdareke belkû bo xoy cuwabecengeyan legel deka çi le pêwendî degel Kurey Bakûr û çi le pêwendî legel Iran da. Le pêwendî legel Iran da ew pêşbînîyane çon bû?
Sîvan Se’îd: Ba rêk le cêy qisey xom basî komêntî kesêkit bo bikem ke kongirêsmen e û lewêş beşdar bûwe ew çend roje be pêy tuwana qisey le ser ewe dekrid ke Trump tênaga, ew şeş wilate pênc ko yeke ke Almaniyaşyan legel e, ew pênc wilate gewreye legel Iran da bo meseley nawkî tenya muşkîleyek nîye ke Emrîka heyetî legel Iran da. We ewe eger çak bibê yan çak nebê muşkîle gewrekan her hen lêre we eger Trump leser emaney tir şerî le ser bikat û ew qisaneş ke hemû rojê eyankat le ser her şwênêk ewe her berdewam bê belam Trump eçê fokis ekat bo ewey em rêkewtine helbiweşêtewe wekû ewe ke xeberî nebê ke aya muşkîley gewrey ême emeyane ya muşkîle gewrekanî tire, egîna êsta îdarey Trump ebê bilê nexêr ba eme her bimênê eme hêşta her dujminmane le ber meseley têror, le ber şitî ciyawaz ciyawaz. Ewe yekêke lew komêntane ke kongirêsmenêk ewe be min delê ke bo xoy le lîstî dêmokratekan daye.
Qazî: Wekû axir pirsyar, diyare ew paperaney pêşkêş dekrên le konfiransî salaney Mêsa da, duwatir bilaw dekrênewe? Yanî online xelik destî pêyan radega, ewaney internet bekar dênin?
Sîvan Se’îd: Ziyatir le journalekan da babetekan bilaw debnewe û dest pê ragêştinekeşî bew şêweyeye ke to endamî yan endamî akadêmyayekî. Bo wêne min endamî akadêmyayekim ke zankoye, ew ‘eqdî heye legel zorbey ew enîstîtûtaney dinya da ewan kirîwyane min pêwîst naka xom şexsî parey pê bidem. Belam hemû paperekan bem şêweye dest wêyan radega.
Dirêjey heye…